[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ecêba salê: “Êzidîtî piştî îslamê peyda bûye”
SWÊD, 29/8 2012 — Min eva fikira ha ji gotara bi sernivîsara ”Dêrsim, kurd û filetî” ya Husein Muhammedê kolumnîstê malpera ”Nefel”ê hildaye. Xudanê gotarê bi dû gotina ”Dêrsim”ê ketiye, ka koka wê ji kû hatiye (bi dû wê ra derbazî êzidîtîyê dibe).

Husein Muhammedê birêz di ”lêkolînên” xwe da gelek vêrsyonan tîne, ko hemû jî dûrî aqilan in û nikarin bingehê wê gotinê dîyar bikin. Lê eger wî bizanibûya, ka gotina ermenkî ”têr” (dibe ko di kurdî da bûye ”dêr”) ji ko hatiye, an çima paşnavê yek ji serokkkomarê Ermenistanê Têr-Pêtrosyan e û çima bi ermenkî ji ”keşîş”an ra dibêjin ”têrtêr”, belkî wê gavê bersivên rast bistendana.

Ji bo ko xwendevan texmîn bikin, ka fikirên xudanê gotarê çiqasî ji zanyarîyê dûr in, ez dê fikirekê ji gotara wî raberî we bikim.

Ew weha dinivîse: -di ermenî da ”dêr” ”ekegexi” ye.

Lê di rastîyê da, di ermenî da wergera gotina ”dêr”ê weha ye: ”yêkêxêtsi”. Ango, Husein Muhammed di wê gotinê da şeş şaşî kirine; du herf jî jê kêm in. Herfên ko rast hatine nivîsîn bi tenê ”k” û ”i” ne ko ew jî meriv nikare wan şaş bike.

Û bi vê analogîyê hemû fikirên wî bi şaşîtîyan va dagirtî ne. Wekî nimûne, ew weha dinivîse:

– Lê mirov ecêbgirtî û matmayî dimîne ko gelo çawa filetî ji Filistînê/Israîlê bi rêya Sûriyê di ser Kurdistanê re derbasî Ermenistanê bûye.

Ya yekem ew e ko Ermenistanê li cihanê berî herkesî (di sala 301ê da) xaçparêzî wek dînê dewletê qebûl kirîye. Ya duyem, ez behsa Filistînê/Israîlê nakim, bi tenê dibêjim ko ew Sûrîyeya ko -duh na pêr- bûye dewlet, çawa dikarî di ser wê ra ew dîn bihataya Ermenistanê?

Husein Muhammed li cîyekî din weha dinivîse:

– dema ko fileyan Spanya û Portugala niha ji misilmanan vegirtin, misilmanên wê derê yan neçar man birevin Bakurê Afrîkayê yan bibin file yan jî dîn û diyaneta xwe veşêrin û dawiya dawîn di nav fileyan de bihelin û bibişivin. Lê li deverên ko misilmanan ji fileyan vegirtin, yên ko xwestin li ser filetiya xwe bimînin, bi giştî nehatin mecbûrkirin ko îslamê bipejirînin. Bo nimûne, li Rojhilata Navîn û li Misrê gelek civatên berçav file man û heta niha jî hê file ne: li Rojhilata Navîn aşûrî/kildanî/siryanî û ermenî û li Misrê koptî.

Li vira xudanê gotarê nabêje ka Spanya û Portugal çawa bûne yên misilmanan? Ew nabêje ko ji dervayî axa Erebistana Seûdîyê, welatên ko îro wekî welatên ereban dihên naskirin, hemû jî welatên gelên din bûn û bi zorê hatine zevtkirin. Herweha ew nabêje jî ko warên Rojhilata Navîn yên aşûrî/kildanî/siryanî, ermenî û koptîyan bûn. Dilê xudanê gotarê ji ber wê yekê diêşe ko Spanya û Portugal ji bin destê misilmanan derketin û ketin bin destê ewropayîyên medenî û wan jî merivên wekî Sêrvantês û Dalî xulqandin û pêşî li wê yekê girtin ko li cihanê hejmara têrorîstên xwekuj zêde bibe.

H. Muhammed li hinek cîyan gava ko behsa fileyan an mesihîyan dike, wan wekî miletekî dibîne. Di cîhana misilmanîyê da jî gelek caran wisan e; gava ko dibêjin em misilman in, hin caran dihê fêmkirin ko em ji miletekî ne. Ev jî yek ji sebebên helandina kurdan e. Lê di nav êzdîyan da ne wisan e: gava ko yek dibêje ko ”ez êzdî me”, herkes dizane ko ew kurd e. Lê dema yek bibêje ko ”ez misilman im”, kes nizane ka ew çi milet e.

Em bên ser fikirên H. Muhammed yên li ser êzidîtîyê. Ew weha dinivîse:

– Herçi êzidîtî ye, ko gelek kurd wê wek dînê kurdan yê resen yê berî îslamê dihesibînin, bi delîlên berçav piştî îslamê peyda bûye. Ji bilî gotina êzidiyan bi xwe, ti delîlên dîrokî hebûna êzidîtiyê ya berî îslamê napeyitînin û isbat nakin.

Kurdên alîyê me dibêjin: ”Îcar ez dê vê kulê bikime kîjan qulê?” Dilê merivan diêşe ko ev fikirên kurdekî xwenda û welatparêz e. Ya yekem, ne ”gelek kurd”, lê – ji dervayî çend kesan – ”hemû kurd”. Ya duyem, ew çi ”delîlên berçav” in ko tu nabêjî? Ya sêyem, gelo haya te ji hemû delîlên dîrokî heye? Heta niha fikirên ha an ji alîyê merivên nezan va hatine gotin an jî ji alîyê zanyarên neyarên me va hatine gotin. Çend muawîyên ereb ko xwe êzdî dibînin, dibêjin ko êzdî ji ereban çêbûne.

Zanyarekî ermenîyan Gûrgên Akopov dibêje ko êzdî ji ermenîyan peyda bûne. Çend êzdîyên Ermenistanê dibêjin ko ”em ne kurd in”. Me guh nedida van, ji ber ko dîrok û hemû zanyarên cîhanê yên herî binavûdeng dibêjin ko êzdî beşek ji gelê kurd in ko misilmanî qebûl nekirine û dînê êzdîtîyê jî ev çend hezar sal in ko hebûna xwe didomîne.

Cegerxwînê Mezin di hevpeyvîna xwe ya bi min ra -sala 1982an, li Lênîngradê, li mala Qanatê Kurdo- weha dibêje:

“Çar-pênc îmaretên yezîdîyan ji bo kurdeyatîyê zor şer kirine. Ceferê kurê Mîr Hesen, ko di çiyayê Dasinê da padîşahekî mezin bû, ereba ra şerekî mezin kirîye. Îmareta Mehmûdî yezîdî bûn, lê paşê, piştî şerekî giran bûn musulman. Îmareta Bextîyan li Bota dîsa yezîdî bûn, ew jî pey cengan ra bûn musulman. Eşîra Xaldî, ko dora Bitlîsê dima û nav da Rojkîyan hebûn, eşîreke mezin û nav û deng bû. Îmareta Becnewî yezîdî bûn, lê vê dawîyê bûn musulman. Heta Dimbilî jî yezîdî bûn, lê paşê bûne elewî. Evana hemî di kûraya Kurdistanê mabûn. Lê hêdî-hêdî dîtin, ko ser wan zor û setema musulmanan tê kirin û nikarin berepêş herin, mecbûrî bûne musulman. Di nava êla Milla da gelek eşîrên yezîdîyan hene, meselen, nava êla Xidir axa da Şerqîya, Dina, Sohana hene. Çend eşîrên yezîdîyan yên mezin jî hene, lê navê wan gişka ne di bîra min da nin. Belkî yezîdîyên Şerqî jî hebin, ji ber ko Dewrêşê Evdî, yê ko gernasê sitirana bi nav û deng e, mezinekî yezîdîyan bû.

Hinek dibêjin, ko yezîdî jî musulman in, lê derew e. Yezîdî kevnare ne, berî musulmanan hebûne. Belkî Mehemmed pêxember hine gotin ji ola yezîdîyan derxistibe.”

Hussein Muhammed dinivîse: “Termînolojiya êzidîtiyê bi xwe diyar dike ko ew mezhebek e ko ji îslamê peyda bûye lê jê veqetiye: peyvên bingehîn yên êzidîtiyê yên wek ”şêx, mirîd, qewl, qewal, şeytan, melek, meshef” hemû ji erebî ne. Ne gengaz û mimkin e ko ev hemû peyvên bingehîn yên wî dînî ji erebî bûna eger êzidîtî bi rastî berî îslamê wek dîn hebûya.”

Husein Muhammedê birêz, îcar em dê wê ”termînolojîya” te di hindava nav û paşnavê te da bi kar bînin: ”Hussein” jî, ”Muhammed” jî gotinên erebî ne, hela di ser da jî navên giregirên ereban yên dînî ne. Eger ez jî wekî te bifikirm, divê ko ez – ji ber navê te – neheqîyê li te bikim û bi awayekî nerast bibêjim ko tu jî ereb î. Lê ez dizanim ko tu kurd î û kurdekî xwenda û welatparêz î.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2012-08-29
Xwendin: 8025
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org