[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Sedsala 21-ê sedsala kurdan e
HEWLÊR, 10/5 2011 — Bi baweriya gelekan, bûyerên vê dawiyê yên Rojhilata Navîn dê ji bûyerên herî giring yên sedsalekê bin ko hêşta em li destpêka wê ne. Lê bi dîtina min, pirraniya welat û neteweyên herêmê jibo hema bibêje hemî salên berdirêj yên sedsala 20ê, tûşî guhartinên mezin bûn. Bi gotina hizirvanekê emrîkayî, guhartinên ko di sedsala 20ê da bi ser welatekê mîna Erebistana Seûdî da hatin ji hemî wan guhartinan mezintir û bileztir bûn ko di van sêsed salên bihurî da bi ser Brîtanyayê da hatine.

Lê paşdaman û neguhêriya Rojhilata Navîn ne karê salekê-duyan an sedsalekê-duyan bû. Mirov dikare bibêje ko xew û sekinîna Rojhilata Navîn bi ezîzbûna tirkên koçer li cem xelîfeyên ebbasî dest pê bû, û bi êrîşa pismamên moxol yên wan tirkan kemilî. Ew xew û bêagehî heta sedsala 19ê domî, û tenê piştî şikestinên leşkirî yên bisilmanan li beranberî ewropayîyên pîşesaz bisilman bi paşdemana xwe hesiyan (herçend e ko hêşta gelek ji bislmanan napejirînin ko paşdemayî in û dibêjin hemî zaniest û teknolojiyaya rojavayiyan ew e a ko ji bisilmana hatî dizîn).

Dewletên nû li goreyê qalibê dewletên nûdem yên Ewropayê li Rojhilata Navîn hatin ava kirin. Lê avabûn û tixûbkirin û rêvebirin û geşbûna wan welatan ne li goreyê ketwar û realîteya dîrokî, civakî, siyasî, demografîk û cihnasîk (cografîk) ya herêmê bû. Ew welat li goreyê hez û berjewendiyên mêhtinkarên ewropayî hatin ava kirin û pêşdabirin. Piştî wê, bi dilsojî an bi îxanet, parêzvanên herêmî yên wan bûnewerên siyasî jî peyda bûn. Anko eger li destpêkê welatên herêmê tenê li dûv berjewendiyên ewropayiyan hatibûn avakirin, piştra, ew bûn berjewendiyên parek ji pêkhateyên civakî-çînî-dînî-qewmî yên corbicor yên herêmê. Tirk û faris û ereb bûn xwediyên dewletên neteweyî û heryek ji wan jî zêdetir ji welatekê neteweyî peyda kir: Tirkiye, Azerbaycan, Turkmenistan, Ozbekistan, Qirqîzistan jibo Tirkan; Îran, Efxanistan, Tacîkistan jibo farisan; û Cîhana Erebî jî ji Uqyanûsa Etles heta Uqyanûsa Hindê jibo ereban.

Di vê navê da tenê serê kurdan bê kulav ma. Dibe ko dujminkariya brîtanyayiyan li beranberî kurdan hokarê serekî yê vê bêpariya kurdan bûbe, û dibe ko kurd bi xwe jî hejiyên wê tancê nebûbin. Lê, kurd eger berê jî parçekirî bûn, di sedsala 20ê da hêşta hatin parçe kirin. Tixûbên dewletên serdest eger li destpêka damezirandina wan dewletan li ser singe Kurdistanê wekî tixûbên destkirî dixoyan, niha bi rastî jî xweriskî dihên dîtin. Tixûbên devok û bindevokan berçavtir ji caran in. Çawa ko li destpêkê parçekirina Kurdistanê li goreyê berjewendiya zordestên dagîrker bû, niha di berjewendiya hindek aliyên xudan bandor yên bi-nav kurd da ye. Dûr nabînim ko, jibo mînak, federaliyeta wîlayetan zêdetir ji federaliyeta herêma Kurdistanê di berjewendiya hindek aliyên siyasî yên qada xebata Başûrê Kurdistanê da be (herwekî ko bi kirrî jî digel Paul Bremerî hat îmzakirin jî).

Li sedsala 20ê kesên jêhatî yên mina Mela Mistefayê Barzanî bizav dikir ko parçebûna Kurdistanê betal û pûç bikin. Bi dîtina min, ew li goreyê şiyanên xwe bi ser kevt jî. Di rêza pêşmerge û alîgirên Barzanî da kurdên Behdînan, Soran, Şarezûr, Xaneqî, Hewraman, Şingal li Başûrê hebûn. Kurdên Şamê, Qamişlokê û Efrînê ji Rojhilatê hebûn, kurdên Cizîr, Şirnex, Dêrsim, Bitlîs û Amedê ji Bakur hebûn, kurdên Soviyeta Berê hebûn, feleyên Kurdistanî hebûn, êzidî û şebek û sunnî û şîe û kakeyî hebûn. Kurmanc hebûn, soran, hewramî, zaza, feylî û kelhur, lurr û asûrî jî hebûn. Niha jî ew karîzma her maye.

Lê, niha li derazînka sedsaleka nû, sedsaleka miştî hîvî û umêdên nû, miştî îmkanên bêbevl û bêhempa yên mîna înternêt û teknolojiyaya hatinûçûnê, kurd dikin ko roj li pey rojê zêdetir ji hev parçebûyî û perkende bimînin. Niha kurdên ko piçekê xwe li Başûr desthilatdar dibînin dixwazin bi navê yekîtiya neteweyî û berjewendiyên paşeroja kurdan bi awayekê pawanxwazane (totalîterî) devokeka bertesk (bertesk li goreyê îmakanên kurdan li her çar parçeyan) bi ser hemî herêma Kurdistanê da bisepînin. Aliyên siyasî yên berçavtesk û nêzîkbîn jî şerrê bajaran û lîstika bajarkanê dest pê kiriye û naxwazin jibo berjewendiyên dûr yên kurdan statû û pêgehê bajarê xwe têkçûyî bibînin.

Kesên keysperês û berjewendîxwaz ko di qada siyaseta neteweyî da xusaret bûne, dixwazin bi bêrûmetkirina sîmbolên neteweyî yên kurdan bejna xwe bilintir nîşa bidin. Kesên mîna Qaneyîferdî û piştevanên wî dixwast ko bi şikandina Mela Mistefayî xwe şirîn û berçav bikin. Mirovên helperês yên ko tenê helperêsî û berjewendiyên gavîn û kurtdem wan li Berderkê Serayê li Silêmaniyê kom dike, dixwazin bi şikandina hemî merceyîyetên mînevî û kesanî yên kurdan parçeyekê ji libad anko tehtiya berba û bêxwedî ya Kurdistanê jibo serê xwe yê keçel bikin kulav. Di vê rêyê da çi dibe ne xema wan e.

Şerrê gendeliyê şerrekê rewa ye; bi qasî şerrê dagîrkeran. Lê armanc û alavên vî şerrî dibê gelek ji armanc û alavên şerrê li beranberî dagîrkeran cida bin. Herwekî min piçekê li ser kêşeya Qeddafî û kurdan jî got, di şerrên navxweyî da, di malbatekê da, hindek tixûb hene ko dibê nehên bezandin. Kesên ko bi navê dijîtiya gendeliyê dixwazin postelên leşkerên Îraqê vegerrînin Kurdistanê, bi eşkirayî tixûban bin pê dikin. Kesê ko li şûna çêkirinan û çaksaziyan herrifandina hukmeta herêmê dixwazin, bêguman tixûban bin pê dikin. Kesên ko mîna filistîniyên ko serê polîsên Îsrayîlî dişikînin, serê pêşmergeyên Kurdistanê dişikînin, bi rastî pîroziyan dilewitînin.

Kurd ji ber wê ko xwe wekî netewe didin niyasîn, mîan her neteweyeka dî hewcedarên hindek mînak û çevengên (sîmbolên) netewyî ne. Neteweyên mîna neteweyên Rojavayê jî zûbizû sîmbolên xwe naşikênin. Babên Damezrîner li Emrîkayê pîroz in, ne mîna Xudê, lê mîna pîroziyên civakî, mîna bavan, mîna dayikan, mîna alayê wan. Lê hindek kurd niha dixwazin bi awayekê xwestî û nexwestî sîmbolên neteweyî bişikênin. Ko di vî warî da ew ser bikevin, hîviya hebûna kurdistaneka yekgirtî dê bi nivşê îdealîstê yên mîna min ra bin-ax bibe. Mela Mistefa serokê herî dawîn ji serokên bêtixûb yên kurdan bû, û nivşê me jî dê nivşê herî dawîn yên kurdan be ko xewnan bi kurdistaneka yekgirtî ve dibînin. Ko qada siyaseta Kurdistanê her bi vî awayî gova bejinkurtên dorryayî bimîne, şerrê partiyên siyasî dê bibe şerrê devokan û bajaran.

Dema ko Receb Tayyip Erdogan û AKP-ya wî lîstikvaniya siyaseta Rojhilata Navîn dikin, kurdên ko ji pêşiya pozê xwe dûrtir nabînin herkesê navê wî di nûçeyên TRT6ê da jî derkeve caş didin niyasîn. Gava ko hemî aliyên derdorên Kurdistanê ji hebûna vê xweseriya defakto ya Kurdistanê hez nakin, kesên bi-nav berpirs bi gendeliya rêvebirinê û kargêrrî û aborî û exlaqî paşeroja welatî diêxin ber gefeyan. Dema ko dujmin bi dujminahiya xwe û berpirsên hukmetê jî bi gendeliya xwe Kurdistanê lawaz û qels dikin, berhelistên hukmetê anko partiyên opozîsyon jî bi şikandina hemî pîroziyan gemiya ko ew bi xwe jî liser in kun dikin.

Di vê qonaxê da, serokê Kurdistanê wekî sukandarê gemiya welatî dikare xwe, malbata xwe, partiya xwe, neteweya xwe, Kurdistana xwe serfiraz bike. Ko ew jibo neşikandina dilê hezar kesên gendel li Kurdistanê dilê bi milyonan kurdan bişikêne, dilê wî jî dê bihê şikandin. Ew dikare û dibê bixwaze jî ko nehêle ne dilê wî, û ne jî dilê gelê wî bihê şikandin. Dost û neyar hemî çaverrêyên birryarên wî yên bi kiryaran piştgirtî ne. Ko hîviyek berî herrifyana seraya xewnan mabe ev e. Yên ko şerrê bajar-bajarkanê dikin ne cihê çi hîviyan in.

-----------------------------------
Nivîskar: LEZGÎNÊ ÇALÎ lezginch@hotmail.com
Weşandin: 2011-05-10
Xwendin: 7856
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Dengên /o/, /u/ û /û/yê di kurdiyê da (2014-05-26)
Zimanê dayikê an zimanê zikmak? (2014-02-24)
Arêşeyên xebitandina paşgira ”-van” ê di zimanê rojnamevanîya kurdî da (2013-12-24)
Demokrasî û Rojhilata Navîn ya nû (2013-08-01)
Ha ji xwe hebe – Google dê te bifiroşe! (2013-06-19)
Îraq û Kurdistan hevjînên ne-ji-dil in (2013-05-03)
Kurdino li zimanê xwe xwedî derbikevin! (2013-01-12)
Navmala kurdan û hesta neteweyî (2012-09-24)
Stenbola kurdan (2012-08-05)
Bîstûpêncsaliya civîna Kurmanciyê (2012-07-11)
Kurd û caşîniya sedsala 21ê (2012-06-30)
Paradoks an hevdijiyek di berxwedanê da heye? (2012-05-29)
Dahata Obamayî kêmtir bûye (2012-04-20)
Hetikandina newroza kurdan (2012-03-19)
Kurdistan di lîstika nû ya Rojhilata-navê da (2012-02-12)
Tirk û vegeriyana ber bi rojhilatê (2012-01-18)
Vaclav Havel, Qeddafî û Mubarek (2011-12-24)
Herêma Kurdistanê ber bi kî derê ve? (2011-12-06)
Wan hejiya, min hawar û qêrîneka bi kurdî nebihîst (2011-10-26)
Erê rast e – Kurdistan xeyal e! (2011-10-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org