[ SÊŞEM, 2024-04-16 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Paradoks an hevdijiyek di berxwedanê da heye?
HEWLÊR, 29/5 2012 — Dibe ko cara pêşîn min peyva “berxwedanê” ji Şivanê Perwer bihîstibe, di kaseta Helebçeyê da, strana Serhildan jiyan e, berxwedan jiyan e. An baştir e ko bibêjim eger min beriya wê jî peyva berxwedanê bihîstibûbe jî, nahê bîra min.

Lê, hema ji destpêka bihîstina wê peyvê, anko ji sala 1988ê heta niha, ew peyv gellek li dilê min xweş nedihat. Min gellek bi zelalî nedizanî ka çima weha bû. Min nedizanî ka pirsgirêka di peyva berxwedanê da çi bû.

Tiştê ko ez bi misogerî û bê guman dizanim ew e ko peyva berxwedanê li başûrê Kurdistanê piştî germtirbûna agirê kurdîniya bakurê Kurdistanê peyda bû. Her wekî min got gellek ji me başûriyan dibe ko cara pêşîn ew peyv ji Şivanî bihîstibe. Lê ev hemî çîrok nebû û nîne.

Paşî piştî gevizîn û qulipîna digel wê peyvê, ji ber ko min dixwest min zanîba ka pirsgirêka wê çi bû, hêdî-hêdî hindek esmanê hizira min sahî bû. Tem û mij gav bi gav verreviyan, tîrojên roja zanîna hişmendane cihê zanîna bi dilî ruhin kir.

Ziman neynika hebûna me ya mirovane ye. Neynik? Ne. Ziman deryaya hebûna me a wekî mirovan e û em wekî mirov masiyên wê deryaya zimanî ne. Ziman hizir e, ziman aman û navgîn û ruxsar û binestira hizirînê û mirovbûna me mirovan e. Her zimanek neynik anko pencereyeka tek û yekane ye ko ji nihêrrîngeheka cida ji zimanên dî aliyekê dî yê hebûnê, yê hizirînê, yê mirovbûne nîşanî mirovî dide.

Her neteweyek ji bo riha xwe, hesta xwe, kûrahiya xwe, deyindarê zimanê xwe ye. Çawa ko mirov zimanan diafirînin, ziman jî mirovan diafirînin. Rih û saloxetên giştî û gelemperî yên milletan di zimanên wan da xoya dibin. Dîroka wan a berî dîrokê jî di zimanî da veşartî ye. Bi dîtina min, serederiya digel peyvên girêdayî semîmîtirîn û gewherîtirîn saloxetên mirovan di her zimanekî da, kilîlên vekirina nihanxane û gencîneyên veşartî, veşartî di binheş û gemara çax û dewranan yên hizir û kesahî û xesletên neteweyan in.

Ez gellek xwe ji babetê xwe dûr nekim û serê xwe û we jî gellek tevlihev nekim. Min berxwedan bi hêsanî nedipejirand. Dema min xwastiba bi peyveka ji zimanê xwe behsa şerrê digel dujminên xwe kiriba min dê bizav kiriba ko beriya dujminê xwe girtiba, min dê xwastiba berî li meşîna wî ya ber bi dagîrkirina welatê xwe, hestên xwe, zimanê xwe û hizirên xwe girtiba. Min dê beriya dujminê xwe giritba.

Lê, te digot qey zirringîna peyva “berxwedanê” di hiş û hizirên min da ew bû ko bi “ber xwe dan-ê” min dê beriya xwe girtiba. Anko, di hişê min da peyva berxwedanê zêdetir wekî peyva teqwa ya erebî dihat. Min dê berî li xwe, li hestên xwe, hestên nehezkirî, hestên gunehbar, hestên xerab, girtiba. Teqwa û xweparastina ji tiştên xerab di hişê min da bi tivavî li goreyê pejn û bejna “berxwedanê” dihat.

Dema dujminê min zêdegavî û stemkarî kiribe û mafên min, axa min, zimanê min, şerefa min dagîrkiribe, çima ez dibê ber xwe bidim. Bi min, wîne zelal bû. Hêz û şiyanên dujminê min ewqas ji hêz û şiyanên min zêdetir bûn ko min nedikarî beriya wî girtiba. Tenê karek ji min dihat: ko ez xwe bi dû xwesteka dujminê xwe ra bernedim. Ji ber ko herwekî min got, peyva berxwedanê zêdetir girêdayî rewşa min bi xwe bû, ne girêdayî rewşa dujminê min. Min dibê xwe îsbat kiriba, û ne hema îsbat, xwe peyt û bi tebat jî kiriba. Hêza dujminî ewqas ji a min zêdetir bû ko wî dê ne hema ez bi hemî hebûna xwe ve dagîrkiribam, min jî dê xwestiba xwe bi destê wî ve berdaba, min jî dê bi awayekê neberhoz û berhiş bizavkiriba ko xwe berdim nav lepên wî. Anko wekî xezalekê ko bi çavên tîj û pirr ji heybetên nêçîrvanê xwe hatiye efsûnkirin û nikare pêyekê xwe jî ber bi revînê bihavêje.

Lewma, peyva ko ketiye serê kurdan ew e ko mirov bikare beriya ko rêyê li dujminê xwe bigire, rêyê ji efsûnbûna xwe, ji heza xwe ya xweteslîmkirinê bigire. Li gorî kurdan, êdî dema ko ez bi dujminê xwe nikarim, nikarim zora wî bibim, tenê dixwazim berxwebidim, xwe teslîm nekim xwe nedim dest. Mirov dikare di vê şiroveyê da xwebişaftin anko xwe-asîmîlekirinê wekî hez û hesteka xerab bide niyasîn ko erk û wezîfeya herî pêşîn a berxwedanê berxwedana li dijberî wê hestê ye. Anko, dîsa yê ko dibê şerrê wî bihêt kirin, ne dujmin, lê ez bi xwe me, Ezê ko di hundirê min bi xwe da ye.

Ev ramaneka bûnnasane anko ontolojîk e. Yê ko dibê bihêt guhartin, yê ko dibê berahiya wî bihêt girtin dîsa ne dujmin lê ez bi xwe me. Çima kurdan ev raman bi vî awayî îfade kiriye?

Di hindek devokên kurdiyê da, ev raman bi awayên dî dihêt îfadekirin. Di soraniyê da, bergirîkirin, berengarbûnewe, xoragirî, … hene. Di kurmanciyê da jî pêşgirtin, dijberîkirin, xweragirî hene. Lê çima niha “berxwedanê” ser ji wan hemî peyvan standiye? Dibe ko ev bi awayekê binhişanî, nîşana guherrîneka bûvelerzanî, guhartineka tektonîk, di nihêrrîna gelemperiya kurdan li cîhanê û hebûnê bi giştî be. Dibê em kurd di hişê xwe da van ramanan zelal bikin. Zimanê nezelal, nîşana hizireka nezelal e. Hizireka nezela jî zarokên kiryarî yên nezelal diwelidîne.

Bi rastî jî, niha kurd ji her tiştekî zêdetir hewcedarên zelalkirina hizira xwe bi alavê xwe yê zikmakî, anko bi zimanê xwe, ne. Ko ziman zelal nebe, hizir zelal nabe. Ko hizir zelal nebe armanc zelal nabin. Ko armanc zelal nebin, kar û kiryar û xebat û lebat hemî dê tewş û bê wirc bin.

-----------------------------------
Nivîskar: LEZGÎNÊ ÇALÎ lezginch@hotmail.com
Weşandin: 2012-05-29
Xwendin: 8957
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Dengên /o/, /u/ û /û/yê di kurdiyê da (2014-05-26)
Zimanê dayikê an zimanê zikmak? (2014-02-24)
Arêşeyên xebitandina paşgira ”-van” ê di zimanê rojnamevanîya kurdî da (2013-12-24)
Demokrasî û Rojhilata Navîn ya nû (2013-08-01)
Ha ji xwe hebe – Google dê te bifiroşe! (2013-06-19)
Îraq û Kurdistan hevjînên ne-ji-dil in (2013-05-03)
Kurdino li zimanê xwe xwedî derbikevin! (2013-01-12)
Navmala kurdan û hesta neteweyî (2012-09-24)
Stenbola kurdan (2012-08-05)
Bîstûpêncsaliya civîna Kurmanciyê (2012-07-11)
Kurd û caşîniya sedsala 21ê (2012-06-30)
Dahata Obamayî kêmtir bûye (2012-04-20)
Hetikandina newroza kurdan (2012-03-19)
Kurdistan di lîstika nû ya Rojhilata-navê da (2012-02-12)
Tirk û vegeriyana ber bi rojhilatê (2012-01-18)
Vaclav Havel, Qeddafî û Mubarek (2011-12-24)
Herêma Kurdistanê ber bi kî derê ve? (2011-12-06)
Wan hejiya, min hawar û qêrîneka bi kurdî nebihîst (2011-10-26)
Erê rast e – Kurdistan xeyal e! (2011-10-21)
Leyîstokên siyasî li Kurdistanê – siyasetê siyaset divêt (2011-09-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org