[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Leyîstokên siyasî li Kurdistanê – siyasetê siyaset divêt
HEWLÊR, 10/9 2011 — Sala 2011-ê jibo Rojhilata Navîn bi giştî saleka pirrteşqele bû. Wekî diyar, serhildanên ko bûn sedema nemana rejîma Tûnisê destpêka ramalîna desthilatên pawanxwazên herêma erebî ye. Rejîma Mehmed Husnî yê Mubarek neherrifiya, herçend e ko ew bi xwe li dadgehê ye.

Rejîma serhengê xeşîmê Lîbyayê ne gelek bi cwamêriya lîbyayîyan, lê bi pare û çek û zimanê rojavaîyan û NATO-yê hat herrifandin. Rejîma malbata elewî yên Sûryeyê jî her ber bi çarenivîseka weha ve diçe. Behreyn avisa gelek aloziyên dî ye jî. Yemenê halekê xirabtir ji Sûryeyê heye. Urdin û paşatiya Erebistana Siûdî jî bê xew bûne.

Bi zarvekirin an bi hejiyatî, fişeçîyên Gorranê jî li ber Dergehê Serayê ya “şarî heyateke” dest bi bizavên kirç û kal û girrûgaleka zarokanî kir. Agirê wê heza nekeliyayî û dema-xwe-nekêşayî vemiriya. Lê, çîroka aloziyan wekî rêzefilmên tirkî yên televizyonên bi nav kurdî berdewam e. PKK-yê û zaroya wê PJAKê dest bi alozkirina tixûbên Kurdistanê digel cîranên neîm-nexweş yên herêma Kurdistanê kir. Topbarana tixûban dest pê bû û hejmareka welatîyên herêma Kurdistanê bûn qurbanî.

Serokê Kurdistanê ji PKK-yê xwest ko jibo bidestveînana mafên rewa yên gelê Kurdistanê li bakurê welatî rê û rêbazên aştiyane hilbibijêre. Her di wê demê da, gelek aliyên siyasî yên kurdistanî û pirranîya dezgeh û saziyên ragehandinê û rojname û televizyonan li ser asta Kurdistana mezin piştgiriya wan kiryarên leşkirî yên neberpirsane yên PKK-yê û PJAK-ê kir. Hestên koranî yên kurdan gelek meş û xwenîşadan berhem înan.

Pirsyar ev e: Çima ev kiryarên leşkirî diqewimin? Erê gelo li sedsala bîst û yekê kurd dikarin bi rêya şerrê çekdarî mafên xwe bi dest ve biînin?

Hindek behsa wê dikin ko berê ji Mela Mistefa Barzaniyê Nemir ra jî dihat gotin ko şerr nekiriba. Ew dixwazin bibêjin ko eger şerrên kurdan yên berê rewa bûbin, divêt şerrê niha yê PJAK-ê jî rewa be. Bi nihêrrîna min rewşa Kurdistanê, ya herêmê bi giştî û ya tevaya cîhanê gelek hatye guhartin. Berê eqliyet û mentalîteya çareserkirina leşkirî ya arêşeyan ji niha belavtir bû.

Ji xwe bîreweriya herdu şerrên cîhanî û şerrên xweseriyê yên welatên dagîrkirî dijberî mêtinkarên kolonyalîstên ewropayî hêşta bîreweriyên zindî bûn. Cirrecirra navbera bloka komunîst û biloka sermayedarî (bi mînakên efsaneyî yên xwe, mîna şerrê Viyetnamê, qehrmanên efsaneyî yên mîna Che Guevara) delîveyên mezin û hîvîyên mezin yên guhartina rewşan û lasengkirin û dalengandna hevsengî û hevkêşeyên siyasî yên wê serdemê bûn. Lê ew xewn û hîvî hemî tenê di kitêbên dîrokê û di bîreweriyên hindekên navsalveçûyî da mane.

Li Îraqê hukmetên mîna ya Sedamî li ser desthilatê bûn. niha hukmeta Îraqê hukmetek e ko hemî dizanin ne ya berê ye. Li Tirkiyê hukmetên ko bi derbên leşkirî dihatn ser desthilatê û hemî maf û hebûna kurdan mandel dikirin hebûn. Niha hukmeta Tirkiyê bi ne-j-idilî be jî pêzanînê bi gelek mafên kurdan dike. Bila ew pêzanîn hêşta ne pêzanînên weha bin ko di qanûna bingehîna wî welatî da hatibin jî. Rewşa Îranê jî gelek hatiye guhartin. Pêzanîna bi mafên kêmaniyan di nav rêzên rikeberên desthilatê da gelek ji berê zêdetir e. Hukmet gelek ji berê tundûtîjtir e.

Ji hemiyê giringtir rewşa kurdan bi xwe ye. Berê hemî partiyên kurdan mîna PKK-yê li çiyayan bûn. Niha kurdan hukmeteka federal heye ko ji gelek aliyan ve ne hema wekî hukmeteka federal lê bibêje wekî dewleteka xweser kar dike. Niha hukmeta herêma Kurdistanê, û pê ra jî hemî kurd, divêt êdî wekî hukmet bifikirin û xebatê bikin. Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê êdî mîna berê ne pêşmergeyên serê çiyayan û aşiqê fîrarîbûna li ser tixûban in.

Konsolosxaneyên welatan li Hevlêrê hene (Tirkiye û Îran jî di nav wan da) û nimînendeyên wan jî li sefaret û konsolosxaneyên Îraqê li welatan hene. Hukmeta herêmê û hemî kurd li hemî parçeyên Kurdistanê nikarin rastî yên hukmetbûna xwe li ber çavan negirin. Lê, kiryarên PKK-yê nîşanên wê ne ko ew ji welatên neyar (Îran û Tirkiyê) jî kêmtir rêzê li serweriya vê hukmetê digirin. Lê, hukmeta herêmê divêt rêzê li serweriya xwe bigire. Partiyên desthilatdar li herêma Kurdistanê divêt bizanin ko êdî nikarin wekî 20 salan berî niha (dema pêşmergatiya serê çiyayan) tevbigerrin.

Du welatên hevalbend û hevpeyman yên mîna Elmaniya û Fransayê bînin ber çavên xwe. Ko her roj hindek çekdarên dijberî hukmeta Elmaniyayê ji axa Fransayê ra êrîşan bikin ser bingehên polîsên elmanî, erê dê Elmaniya vê rewşê bipejirîne? Erê eger Fransa bersiva daxwazên dîplomatîk yên Elmaniyayê jibo kontrolkirina tixûban nede, Elmaniya birryara çareserkirina wan bi kiryareka leşkirî nade?

Vêca ko rewşa du welatên hevalên hevdu ev be, dê du welatên dujmin, dujminên mîna Îran û Tirkiyê, çawa ji hukmeta herêma Kurdistanê qebûl bikin ko rojane êrîşên çekdarî li ser tixûbên wan digel Herêmê hebin? Di vê lîstikê da, hukmeta herêmê jî wekî xelkê kevtiye dava hestan û santîmantalîzma neteweyî û bi wêrekî serederî digel vê kêşeyê nekiriye.

Hukmeta herêmê an divêt wekî PKK-yê helwesteka bêberpirsyarane hilbibjêre û bibêje Îran û Tirkiyê ko ew jî piştgiriya karên leşkirî yên gerîlayan dike û bi awayekê fermî xwe bike aliyekê şerrî. An jî dê bi eşkirayî, eşkiratir ji ya heta niha, kiryarên leşkirî yên PKK-yê li ser tixûbên xwe şermizar bike û bi rijdî bizavê bike ko derfetê nede gerîlayan axa Kurdistanê jibo leyîstoka xwe bi kar bînin.

Eger yek ji van herduyan neke, dê roj bi roj jin û zaroyên bê-guneh yên kurdan bihên kuştin û ji wê jî xirabtir dê kurd serşkestî bibin. Kurd dê serşikestî bibin ji ber ko dibînin Kurdistan bûye cihê operasyonên leşkirî yên gerîlayan û hukmetên cîran. Hersê alî jî çi rêzê li xwîna kurdan û serwerî ya desthilata kurdan nagirin. Ev alîyê psîkolojîk yê wendabûna morale kurdan gellek bi bandor e.

Kurd divêt bizanin ko dema rêya xebateka siyasî bi pişikdariya di hilbijartinên perlemanî û guhartina qanûna bingehîn vekiriye, şerr me nagehîne çi armancan. Dema xwenîşadana 4 milyon kesan li Tehrana paytexta Îranê nabe sedema guhartina raya berpirsên Îranê, PJAK dê bi kuştina du leşkirên îranî yên ko bi zorê û ne bi rzaîbûna xwe hatine ser tixûban çi bike? Hukmet êdî bi kuştina pasdarekî, duan, cendirmeyekî duan naherrifin.

Kurd divêt çekê xwe li goreyê şiyanên xwe û şiyanên dujminê xwe hilbibijêrin. Dema mirov behsa şerrê çekdar bike, eşkira ye ko dê hêza duyê ya leşkirî ya NATO-yê zora kurdan bibe. Dema Real Madrîd digel Manchester Unitedê bileyîze dibê xwe ji topên hewayî û bilind biparêze. Dema Manchester United digel Real Madrîdê bileyîze dibê xwe ji şerrê kit-bi-kit biparêze.

Her bi vî rengî jî, dema hêza leşkiriya dujminî ji ya me zêdetir be, dibê em bi zanebûnê, bi hevalbendiya digel hêzên dî yên demokratîk, bi tekezkirina li ser rewayî ya mafên xwe, bi berhelistî û rikeberiyeka sîvîl şerrê wan bikîn. Rêya sindoqên dengan û xebateka perlemanî li ber me vekiriye. An dibê baweriya xwe bi xebata siyasî biînin an dibê bi yekcarî li ser çiyayan bimînin. Di nava leyîstoka futbolê da basketbol leyîstin nabe. Siyasetê siyaset divêt.

-----------------------------------
Nivîskar: LEZGÎNÊ ÇALÎ lezginch@hotmail.com
Weşandin: 2011-09-10
Xwendin: 10352
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Dengên /o/, /u/ û /û/yê di kurdiyê da (2014-05-26)
Zimanê dayikê an zimanê zikmak? (2014-02-24)
Arêşeyên xebitandina paşgira ”-van” ê di zimanê rojnamevanîya kurdî da (2013-12-24)
Demokrasî û Rojhilata Navîn ya nû (2013-08-01)
Ha ji xwe hebe – Google dê te bifiroşe! (2013-06-19)
Îraq û Kurdistan hevjînên ne-ji-dil in (2013-05-03)
Kurdino li zimanê xwe xwedî derbikevin! (2013-01-12)
Navmala kurdan û hesta neteweyî (2012-09-24)
Stenbola kurdan (2012-08-05)
Bîstûpêncsaliya civîna Kurmanciyê (2012-07-11)
Kurd û caşîniya sedsala 21ê (2012-06-30)
Paradoks an hevdijiyek di berxwedanê da heye? (2012-05-29)
Dahata Obamayî kêmtir bûye (2012-04-20)
Hetikandina newroza kurdan (2012-03-19)
Kurdistan di lîstika nû ya Rojhilata-navê da (2012-02-12)
Tirk û vegeriyana ber bi rojhilatê (2012-01-18)
Vaclav Havel, Qeddafî û Mubarek (2011-12-24)
Herêma Kurdistanê ber bi kî derê ve? (2011-12-06)
Wan hejiya, min hawar û qêrîneka bi kurdî nebihîst (2011-10-26)
Erê rast e – Kurdistan xeyal e! (2011-10-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org