[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Vaclav Havel, Qeddafî û Mubarek
HEWLÊR, 24/12 2011 — Mirina Vaclav Havelî bandorek li min kir ko min xwest tiştekî li ser binivîsim. Sala 2011-ê, sala dawiyê ya jiyana gellek kesan bû. Ji xwe her sal salên dawiyê yên jiyana gellek kesan in, kesên nêzîk û kesên dûr, yên hezkirî û yên heznekirî, yên niyas û yên neniyas. Lê, di sala 2011-ê da, gellek guhartin li cîhanê qewimîn ko berê di dehsalan da jî nehatin çaverê kirin.

Berî 17-18 salan min paçveya nivîsareka Vaclav Havelî xwend. Navê nivîsarê ”Hêza Bêhêzan” bû û di jimareyek ji jimareyên kovara Adîneyê da hatibû belav kirin. Çend salan bi dûv ra, paçveyeka ingilîzî ya kitebeka wî gehişt destê min ko ew nivîsar jî tê da bû. Di wê nivîsarê da Vaclavî siyaseta dema komunîzmê rexne dikir ka çawa dogmatîzma komunîstî jî dikare riya û rûmetîniyê, xwe-şirînkirina li ber çavê desthilatê û munafiqiyê, durûtiyê biperwerîne. Paşê ez bûm hezkerekê nivîsên wî.

Wî behsa wê dikir ko çawa bacan-firoşê serê kolanê jî di nav bacanên xwe ra, bi rex wê kaxeza ko bihayê bacanan li ser nivîsiye, kaxezeka dî jî danaye “karkerên cîhanê hev bigrin”. Ew dibêje ko mumkin e ne xema bacanfiroşî jî be ka dê karkerên cîhanê hev bigrin an ne, lê dibê di sîstemeka totalîter da, ew jî dinivîse, da bibêje ko ez jî ji refê me.

Li dema ko rojhilata Ewropayê, li derên mîna Bosniyayê, Sirbistanê, Krowatiyayê û Kosovoyê bibû goma xwînê, li wê dema ko nefret û hovîtiya Ewropayê bi karîseyên germavên xwînê kevtibû ber rojê, aha li wê demê, Vaclav Havelê nivîskar û hizirvan, di nav behra xwîn û birînên piştî ji-ber-hev-hilweşiyana kevne komarên Soviyeta berê û hevalbendên wê yên Peymana Warşoyê li rojhilata Ewropayê, komara Çekoslovakiyayê bi awayekê gellek hekîmane û bê rijyana dilopeka xwînê parve kir.

Ew serokkomarê herî dawîn yê Komara Çekoslovakiyayê û serokkomarê herî pêşîn yê Komara nû-avakirî ya Çekiyayê bû. Kerb û kîn di vê parvekirinê da nebû. Vaclav ewqasî ko li komara nû ya Çekiyayê hezkirî bû, ewqas jî li Komara nû ya Slovakiyayê. Ew bû serokkomarê Çekiyayê, lê xelkê Slovakiyayê jî bi serokkomariya wî ji bo komara xwe razî dibûn.

Ew çawa ko di jiyana xwe ya nivîskariyê da alîgirê azadî û demokrasiyê bû, li dema rûniştina li ser kursiya serokkomariyê jî her ewqas demokrat û azadîxwaz bû. Wî bi dilekê xweş û bi wijdaneka tena kursiya desthilatê hêla, piştî ko zanî êdî demokrasî û zelaliya lîstika siyasetê têra xelkê wî cihê xwe girtiye. Ew piştî serokkomariyê jî her li karê xwe yê berê, li nivîskariya xwe vegerriya.

Bi vî rengî, her kes li herdereka vê cîhanê bi mirina wî xemgîn bû.

Bervajî vê, xwediyên kursiyên desthilatê li Rojhilata Navê, bi siloganên xelkê, bi kuştina xelkê, bi îşkence û hetikkirina xelkê jî razî nebûn desthilatê bihêlin. Pirraniya wan li destpêkê mîna Vaclav Havelî hezkirî jî bûn. Mubarek qehremanekê ereban di şerrê dijberî Îsrayîlê da bû. Qeddafî serokê şoreşeka dijberî desthlata paşatiyê bû. Lê, bi mana xwe ya li ser desthilatê rûmeta xwe û xwîna xelkê xwe zirr kirin.

Dibêjî qey ev edetekê me rojhilatiyan e. Ne tenê siyasetvanên me weha ne. Stranbêjên me jî weha ne. Gellek stranbêj hene ko li dema dan-emrî û pîriyê jî dixwazin bibêjin ew hêşta “li ser kursiya” stranbêjiyê mane. Ew yadgar û bîreweriyên xweş yên guhdar û hezkerên xwe jî reş dikin, navê xwe û rûmeta xwe jî.

Lîstikvanên me jî weha ne. Eliyê Dayî, futbolîstê îranî, nimûneyeka baş e. Ew bû golkerekê dîrokî, lê her dest ji “kursiya lîstikvanîya” xwe ber neda heta bi kerb û derkirin ji kursiyê hat êxistin. Ko wî demekê berî hingî, û di kopîtka hezkirîbûna xwe dest ji lîstikvaniyê berda ba, ew dê her xweşdivî yê ber dilan bimaba. Lê mixabin wî jî dersa xwe ji yên mezintir girtibû.

Gellek ji desthilatdarên Kurdistanî jî hene, ko tenê qehremanên dema şerrê çiyayî ne. Niha ew tiştekî ji desthilata dîjîtal û ji hizr û ramanên nû yên rêvebirina zanistî ya welatî û ji aboriya gloverandî (globalîze) nizanin. Ew nikarin bi çi awayekî serederiyê digel rûdan û rewş û kawdanên niha yên cîhanê bikin, lê dîsa jî bi dare zorê dixwazin her li ser kursiyên desthilatê bimînin. Nemaze ko kursiyê çante jî digel in.

Ev fenomen anko diyarde ne tenê li ser siyasetvanan rast e, li ser rêveberên bi-nav teknokrat jî rast e. Demekê berî niha pizişkên istana (wîlayeta) Dihokê xwenîşadan kirin û girev girt. Daxwaza wan ya herî pêşîn ladan û ji karêxistina rêveberê giştî yê saxlemiya istana Dihokê bû.

Ez heyirî dimînim ka çawa bûyerên hosa dikarin li sedsala 21ê biqewmin. Çima siyaseta hukmeta herêmê bi rengekî ye ko êdî hemî pirsgirêk êdî dibê bi xwenîşadan bihên çareser kirin? Çima dibê em tenê rêveberiyeka qeyranan (crisis management) bikîn? Çima em nikarîn bi awayekê nûdem (modern) serederiyê digel pirsgirêkên siyasî-rêveberî-aboriyên xwe bikîn?

Çima dibê hemî kursî kursiyên xelafeta Pêxemberî bin, ko bi rengê Osmanê kurrê Effanî, xelîfeyê sêyê, bihên kuştin? Bihara Erebî digel xwe cihrûfkek (gêsikek) li mala tozgirtî ya siyaseta erebî da. Ew mal ji dema kuştina Osmanê kurrê Effanî heta îro weha tozgirtî mabû. Felsefeya siyasî ya ereban wekî siyaseta Muawîye bû, û mirov dikare bibêje ko ev cara pêşîn e ko ereban ew siyaset guhart.

Leh Valesayê rêberê şoreşa azadiya Poloniyayê piştî kemilandina karê xwe kursiya desthilatê hêla. Û ne hema ev, ew vegerriya ser karê xwe yê berê li wê karxaneya (fabrîkaya) ko lê kar dikir. Vaclav Havel vegerriya ser karê xwe yê berê. Wan xwe bêrûmet nekir, welatê xwe jî, neteweya xwe jî. Lê, Qeddafî çi kir? Mubarekî çi kir? Beşşar çi dike? Siyasetvanên dem-bi-serveçûyî li cem me jî zehf in. Bila ew jî nebin rêveberê giştî yê saxlemiyê, bila nebin Eliyê Dayî jî. Bila nebin Qeddafî jî. Dersên dîrokê zelal in, lê şagirtên dibistana siyasetê dersnexwîn in.

-----------------------------------
Nivîskar: LEZGÎNÊ ÇALÎ lezginch@hotmail.com
Weşandin: 2011-12-24
Xwendin: 9380
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Dengên /o/, /u/ û /û/yê di kurdiyê da (2014-05-26)
Zimanê dayikê an zimanê zikmak? (2014-02-24)
Arêşeyên xebitandina paşgira ”-van” ê di zimanê rojnamevanîya kurdî da (2013-12-24)
Demokrasî û Rojhilata Navîn ya nû (2013-08-01)
Ha ji xwe hebe – Google dê te bifiroşe! (2013-06-19)
Îraq û Kurdistan hevjînên ne-ji-dil in (2013-05-03)
Kurdino li zimanê xwe xwedî derbikevin! (2013-01-12)
Navmala kurdan û hesta neteweyî (2012-09-24)
Stenbola kurdan (2012-08-05)
Bîstûpêncsaliya civîna Kurmanciyê (2012-07-11)
Kurd û caşîniya sedsala 21ê (2012-06-30)
Paradoks an hevdijiyek di berxwedanê da heye? (2012-05-29)
Dahata Obamayî kêmtir bûye (2012-04-20)
Hetikandina newroza kurdan (2012-03-19)
Kurdistan di lîstika nû ya Rojhilata-navê da (2012-02-12)
Tirk û vegeriyana ber bi rojhilatê (2012-01-18)
Herêma Kurdistanê ber bi kî derê ve? (2011-12-06)
Wan hejiya, min hawar û qêrîneka bi kurdî nebihîst (2011-10-26)
Erê rast e – Kurdistan xeyal e! (2011-10-21)
Leyîstokên siyasî li Kurdistanê – siyasetê siyaset divêt (2011-09-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org