[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Zilamek û împaratoriyek
SWÊD, 18/4 2008 — Gotineke pêşiyên me heye, dibên: «Ga dimre çerm dimîne, mêr dimre nav dimîne» Vêca em ê jî nuha behsa navekî bikin. Hanîbal. Bêguman tiştekî nû ko em ê li vî navî zêde bikin ê tunebe, camêr navê xwe li dîrokê kola ye û ne ji hedê me ye ko bi babetekî em biguherînin; tenê me xwest, weko zanistiyeke dîrokî û ansîklopedîk, kurd jî para xwe bi kurmancî jê bigrin.

Dîrok qehremanên xwe diafirîne û ew jî cihên xwe di dîrokê de çêdikin; dibin serpêhatî, çîrok, roman, opera, tiyatro û hwd. Karê dîroknas bêşik ew e ko fakta, bi şêweyekî objektîf ji me re rave bike, di wêje û huner de, dema ev navdar şirove dibin, gelek caran li gor berjewendîyên kesayetî, îdeolojîk an grûbî kirasekî din li wan tê kirin û şirova wan subjektîf e. Ev şirova subjektîf li ba gelek dîroknasan jî her heye. Di mînaka me de, car car Hanîbal weko zalimekî hov hatiye danasîn, car car jî weko serdarekî zîrek î taktîkxurt hatiye qebûlkirin. Lê meqseda min ya ko min Hanîbal ji bo danasînê bi kurdî hilbijart bi babetekî din e.

Mîna ko ji sernivisa min jî diyar dibe, îlhama xwe, min ji ronakbîrê kurd î nemir Mîr Celadet-Alî Bedirxan û nivisara wî ya “Zilamek û Zimanek” î girtiye. Ji ber ko tewr û helwesta Elyezer bin yehuda û ya Hanîbal her yek e. Herdu jî kesên bi bahwerî, bi vên û bi hest perwerde ne. Û ya girîng jî, xwedî amanc in. Ji bo ko bigihêjin mexseda xwe, ji ber tiştekî xwe nedane paş. Yekî hemû jiyana xwe bi karê kemilandina zimanekî bihurandîye, yê din jî bi dujminatiya împaratorîyekê derbas kiriye. Tenê di navbêna wan de, bi qasî du hezar salan ferqeke zemên heye! Di derbarê ko herdu jî bi serketine an neketine, bi bawerîya min bi serkeftî bûne. Ê Cihû zimanê xwe dikemilîne û dike malê miletekî. Hanîbal jî seferekê li hember Romê li dar dixe, şazdeh salan, wan dike qelaqê. Welatê wan xur î xopan dike bi sedhezaran Romîyan dikuje û sonda bavê xwe bi cih tîne: «qet nabe dostê Romê», dema ko lê teng dikeve, fam dike ko ew ê bikeve dest Romê jî, di şêstûçar salîya xwe de, jehra di gustîlka wî de veşirtî bi pîyaleke avê veduxwe û xwe dikuje, lê teslîmî Romê nabe. Rom di dîroka xwe de, bi rûmet û giramîyeke mezin, behsa vî dujminê xwe dikin.

Dîrok gelek caran deyndarê kesên wusa ye. Bi bahwerî û hestên xwe î xurt, pêşevaniya gelek guhertinên mezin kirine. Bêguman dunya ne ya berê ye, mirov jî ne wekî berê ne. Di salên zarotîyê de, hertim me ji çîrok û galegalên mezinan gotinên mîna,” di heyamên berê de, mêr wêrek bûn, bi soz û bext bûn,” an jî gotinên weko:”bi soza mêrê berê” dibihîstin. Rast e ko dunya hatiye guherîn û pê re jî civakên mirovan û psîkolojîya wan jî bêşik guherî ye. Lewra eve nayê vê manê ko divê bahwerî û hestên mirovî li ba însên qels ketibin an winda bûbin. Her îro jî, wekî doh, dunya û mirovatî, bi xêra van kesên bi bahwerî û hestên xurt li ser pîya ma ye.

Car car ev qehreman û egîd, însanên basît in, bênav in di dîrokê de. Navên wan, pêşmerge, gerîla, xelk, şehîd in, weko ên me. Xwe didin bin tanqên dujmin, ber guleyan, agir bi bedena xwe dixin. Her gav ê hinek jî rabin, qaşo ê serdariya van qehremanan bikin tacek zêrîn û textekî bilind li ser xwîna van qehremanan ji xwe re ava dikin û navê serdarîyeke ne ji heqê wan, li pey xwe dixin. Dibin General, Serartêş, Serokê Gel. Lê dema ko kêr digihêje hestî û ev egîdana agir berdidin bedenên xwe, xwe davêjin ber tanqên dujmin, canên xwe didin ber guleyan, qaşo ev General, Serartêş, Serokên Gel, di quncikên odeyên xwe de, ji tirsa ava sar bi xwe dikin, dicirifin, xwe davêjin ber taldeyên dîwaran, da bi şaşî guleyek di pacê re li binguhê wan nekeve. Di dîrokê de jî xeletî dibin, lê dîrok xeletiyên xwe zû sererast dike û cih nade serdarîyeke wusan bi arzanî, zû an dereng wan li cihê wan î arzan bi cih dike.

Serokatî jî bi bedel e, hin buhayên wê hene. Di vê derbarê de, meseleke Grekî heye: Demokles, weko navekî, îdyomekê û meselekê, ketiye nav lîteratura hemî miletan. Ev efsane ya Yewnanî ê bz di sedsala çaran de, li Surakuza, ê li koşka Dionysîos derbas bû be.

Demokles ê ko Keyatî, weko delalîyeke taybet û bextewarîyeke mezin, didît, eviya hergav ji dostê xwe Key Dionysîos re, dikire şekir û hingivî û bilêv dikir. Dionysîos ê ko hertim guh dida van seravdanên dostê xwe Demokles, êdî aciz dibe. Rojekê, şahî û sufreyeke mezin î ji teamên cûrbecûr amade dike û dostê xwe Demokles diezimîne. Wî li cihê xwe rûnişkandin dide, taca xwe jî dike serê wî “keremke” dibê; “tu jî rojekê ji vê delalî û bextewariyê tam bike”.

Key Demokles, li ser textê Keyatîyê rûniştî, di hengameya şahîyê de, çavên wî li jorê dikevin! Navqetahî, dibîne ko şûrekî twîj di ser serê wî re, tenê bi mûyekî ve girêdayî, li ba dibe. Gotina Şûrê Demokles jî, ji vê meselokê tê.

Serokatî jî wusan e, divê ew cegerê mirov hebe û li bin şûrekî wusan, bikanibe raweste. Navê yek ji van lawên bavan jî Hanîbal bû.

Lawê bavê xwe bû.
Serdarê artêşa xwe bû.
Ji bo ko bi saxî nekeve destê dujminê xwe, bi gustîlkeke tijî jehr, di tilîyan de digeriya.

Hanîbal Barkas (247 an 246 bz-183 bz) lawê serdarekî Karthagî Hamîlkar Barkas(270-228 bz) bû. Sê xuşk û sê bira bûn, ji bavekî. Du birayên wî ji teref Romê ve, di şerî de têne kuştin, Hasdrubal û Mago.

Bi fenisî maneya navê wî, ango Hnb´l (ezîzê Baal) e, ko Baal jî, Xwedayê fenîsiyan bû. Di dîrokê de Hanîbal, yek ji wan serdarên navdartirîn e. Gelek generalên dîrokî ên wekî Napolyon û Wellington, ji taktîkên wî ên şerî îlham girtine.

Di dîrokê de sê şerên fenîsî hene. Şerê pêşin, bavê wî, Hamîlkar, kiriye. Ev şera li Ispanyayê qewumîye. Artêşa karthagî û ya Romê, hatine hemberî hev û di vî şerî de Romî, zora Karthagîyan dibin. Hamilkar (bavê Hanîbal) sax diflite û sond dixwe ko « ê qe nebe dostê Romê û tola xwe hilîne!» Di vê seferê de, Hanîbal jî li gel bavê xwe ye, lê hêj nehsalî ye.

Welatê Hanîbal, Karthago

Karthago ya antîk îro li nêzî bajarê Tûnis li Tûnisê, cihekî arkolojîk e. Bi fenisî Kart Hadasht, latînî Carthago, ingilîzî Carthage ye. Karthago di heman wextê de paytextê fenîsîyan bû ko li ser deryayê xwedî împaratorîyekê bûn. Di dest fenîsîyan de wê demê çend bajarên din î mezin hebûn; Hadrumetum, Kerkuan, Leptîs, Magna û Utîca.

Karthago cara pêşin di salên 814 bz de hatiye damezrandin, li bakurê Efrîqa yê, ji teref fenîsîyên ji Tyrusê. Di derbarê damezrandina bajêr de gelek efsane hene ko di literatura girekî û latînî de cih girtine. Li gor van ê Karthago ji alî şahbanûya Dîdo ve hatibe avakirin. Ji bo ko hikum li Tyrusê bikeve destê wî, birayê şahbanûyê Pygmalion, mêrê wê, ango keyê Tyrusê, dikuje. Dîdo ji ber birayê xwe direve û li vê deverê Karthago ava dike. Piştî demekê (çend sedsalekî) Karthago sînorên xwe fereh dike û li ser deryayê dibe împaratorîyek û bi Romê re dikeve hanberîyê (rekabet).

Sînorên Karthago ji tengava Gibraltar (rojava) dest pê dikirin heta ko di ber qiraxên derya Sipî re digihiştin Lîbya yê (rohilat), kevîyên başûrê Îspanya ya nuha, Malorka û qismek ji Sicîlya yê jî di bin hukumdarîya Kartago de bûn. Nelihevîyên bi împaratorîya Romê re bûne sedemên her sê şerên Pûnî (eviya gotineke latînî ye ji bo fenîsîyan) di dîrokê de. Ji her sê şerên fenîsî yê herî navdar ê duyemîn (218-202 bz) e. Di vî şerî de serdarê artêşa Kartagî Hanîbal e. Romê ew weko dujminê xwe î yekemîn û ev şera jî weko şerê bi Hanîbal re nîşan daye.


Siyasetmedarekî romî Cato (ê mezin) her car di senatoyê de axaftina xwe bi van gotinan diqedand: «Ceterum censeo Carthaginem esse delendam» (wekî din ez pêwist dibînim ko Karthago divê were wêrankirin). Eviya jî dibe mîna hazirîyekê ji xirabkirina Karthago re. Di şerê fenîsî yê sêyemîn (149-146 bz) de Rom Karthagoyê wêran dike, bajêr bi tundî diherifîne. Di vê derbarê de rîwayetek heye ko romî li ser erda Karthago xwêyê direşînin ji bo ko nema tiştek lê hêşîn bibe. Lewra hinek dîroknas, bi sedema ko di wê demê de, xwê, gelek bi qîmet bû ye, vê rîwayetê rast nabînin.

Sal 44. bz de bajarê Karthago ji nû ve ji teref Sezar de hate damezrandin. Vê carê weko kolonîyeke Romê. Di bin desthilatdariya wan de Karthago şên dibe û dibe paytextê herêmê ta careke din di salên 698 an de ji teref ereban ve xopan dibe.

Li kevîyên başûrê Ispanya yê jî, fenîsiyan bi vî navî bajarek li dor salên 250 bz de ava kirine (Karthago Nova), ev weko istigeheke bazirganîyê ye, lê Karthago ya esil ya li Tunisê ye.

Hamilkar (bavê Hanîbal) nagihêje ko tola xwe ji Romê hilîne, di 229 bz de dimire. Piştî mirina wî, zavayê wî Hasdrubla ê Spehî (navê lawêkî Hamilkar jî wusan bû) dikeve şûnê. Hasdrubla jî di sala 221 bz de, ji teref kujarekî Galleî ve tê kuştin û piştî wiya Hanîbal serdariyê digre. Hanîbal hêj di vê demê de, leşkerekî bi tecrube ye û ketiye gelek şeran. Ji teref bavê xwe ve jî, bi dujminatiya Romê, hatiye perwerdekirin. Hamilkar ji bo zarokên xwe gotiye: “ev şêrên ciwan ko min derxistine pêşê, ji bo î kavilkirina Romê ne”.

Di vê demê de, bi Romê re lihevhatinek bû bû û sînorên xwe belî kiribûn. Çemê Ebro weko sînor hatibû nîşandan. Saguntum bajarek ko li derî vî sînorî bû, lewra merivantiya wa î bi xelkên nav sînorên împaratorîya Romê ve (Massîllîa) ew dixistin bin parêziya Rom de. Karê pêşin ko Hanîbal dike, bi ordiya xwe ve, davêje ser Saguntum, dor li bajêr digre. Piştî heyşt mehan Rom tiştekî nake, bajar dikeve dest Karthagîyan. Tê gotin ku, xelkê bajêr bi tiştên xwe, agirên mezin dadidan û xwe davêtin nav êgir, da nekevin dest Karthagîyan. Bi dû vê bûyerê de, Rom ji Karthago daxwaz dike ko Hanîbal teslîmî wan bikin. Encumana rêvebir ya Karthagî daxwaza Romê red dike û eviya jî dibe destpêka şerê duyemîn î Pûnî (fenisî).

Rom împaratorîyeke mezin û sînorên wê ferehin. Hertim şerê bi Romê re li der bûye, Hanîbal fam dike ko ji bo zora Romê bibe, divê şerî bibe ber derîyê wan. Piştî vê jî, haziriya seferekê li hember Romê (Îtalya) dike. Birayê xwe Hasdrubal ji bo paraztina sînorên xwe î Ispanya yê, li wir dihêle û di bihara 218 bz de, ji Karthago Nova, dest bi sefera xwe dike.

Ordiya wî bi qasî 60 an 70 hezar leşker in. Bi zêdebûn leşkerên wî ên bi peran bûn, ji nav sînorên hikumdariya Karthagî top kiribûn. Di nav ordiya wî de komeke siwarîyên Numîdî î navdar hebûn. Lê tiştê ko zêdetir bala dîroknasan kêşandiye ko Hanîbal li gel xwe 37 fîl, jî birine.

Sefera Hanîbal ji Karthago Nova yê, di ser çiyayên Pîreena re, di başûrê Galîê re û di ser Alpan re, pênc mehan dom dike, ta ko digihêje Îtalya yê. Ev pêncmeh bi şer, pevçûn û zehmetkêşiyan derbas bûye. Dîroknas dipirsin ko “gelo çima Hanîbal reyek wusan bi zehmetî hilbijartiye?” Wa xuya ye ko wî nexwestiye Rom ji vê sefera wî agahdar be. Gelek ji leşkerên wî di seferê de helak bûne, li dawîyê tenê 25 000 leşker mane. Lê ew dostaniya xwe bi xelkên derdorê datîne û qismekî ji wan dikêşîne alîyê xwe.

Hanîbal bi ordiya xwe ve şanzdeh salan li ser xaka Romê dimîne û welatê wan kavil dike. Di van salan de gelek caran bi ordiya Romê ve tên hemberî hev û her car zora wan dibe, xisarekê mezin dide wan, windayên Romê bêhesab dibin. Ji van şeran ê navdar di sala 216 bz de, li Cannae diqewume. Ordiya Romê ji 8 legîonan pêk tê û li gel vê jî komên gelek hevalbend û mitefîqan, li hêla wan, beşdarî şerî dibin. Hejmara wan digihêje li dorî 100 000 leşkerî.

Ordiya Hanîbal jî li dorî 50 000 leşkerî ye. Dîroknas vî şerî weko têkçûna Romê î leşkerî ya herî mezin dinirxînin. Ji ordiya Romê tenê 8000 leşker diflitin. Di nav ên kuştî de sê konsul, gelek serleşker û senator jî hene. Piştî şer, Hanîbal ordiya xwe radiwestîne û naçe Rom zeft nake. Tê gotin ko serekê siwarîyên wî van gotinan jê re dibêje:”tu fam dikî tu ê çawan biserkevî, lê tu fam nakî tu ê çawan ji serkeftina xwe istîfade bikî”

Di vê nawbênê de, Rom jî vala nasekine, li hêla Ispanya li hember Karthagîyan şerî dikin û sînorên xwe fereh dikin, ta ko Ispanya ji Karthagîyan vala dikin. Bi dû de jî, haziriya sefereke mezin li hember Karthago dikin. Karthago dikeve tengasîyê û dişînin pey Hanîbal ko bi hawara wan ve were. Piştî şanzdeh salan Hanîbal vedigere welatê xwe û dikeve serê ordiya xwe. Êdî Rom jî derbasî hêla Efrîqa bûye. Panzdeh sal berê Hanîbal ji ber derîyên Rom vegerîyabû, lê nuha rewş hatibû guhertin. Ordiya Romê bi qasî 130 km, li Zama, dûrî bajarê Karthago bû. Herdu ordî li vir tên hemberî hevedin û di vî şerî de Karthagî winda dikin. Herweha bi vî şerî dawî li şerê Pûnî yê duyemîn (ku di dîrokê de wusan bi nav dibe) tê.

Hanîbal ji vî şerî sax diflite û heta salên 195 bz serokatiya Karthago jî dimeşîne. Lê Karthago têkçuyê û şertên Romê qebûl kirine. Tezmînateke mezin didin Romê, ê nema xwedîyê xwe û ordiyekê bin; tenê ji bo paraztinê 10 keştîyên wan ê hebin û tu caran jî bê riza Romê, wê dernekevin dervî sînorên Efrîqayê.

Bêguman Rom kirinên Hanîbal ji bîr nekiriye û nake, her li pey wî ne. Zorî didin Karthago ko wî teslîm bikin. Dema ko dibîne ê jê re neqede, Hanîbal terka welatê xwe dike. Lê dev ji dujminatiya Romê nake. Xwe davêje bextê keyê Seleukîdan, Antochos III ê mezin. Ji ber ev jî li dijî Romê di şer de ye. Di ordiya wî de wezîfe digre, dibe generalê hêzên deryayî. Li vir jî bi Romê re şer dike. Piştî şerê li devera Magnesia ko Rom zora Seleukîdan dibe, ew jî dikevin bin tahakuma Romê û şertên hukumdarîya wan qebûl dikin. Bêşik yek ji van şertan jî ew e ko Hanîbal teslîmî wan bikin. Hanîbal ji wir jî direve, tê Bithynîen (li Turkiyê, Kocaelî/Gebze). Wê demê weko dewletek ji ên Yewnanî serbixwe ye. Wa xuyaye ko nakokîyên wan jî bi Romê re hene. Lewra ew diçe ko Romî li pey diçin, wî dişopînin û dixwazin dîl bigrin. Di bin gefeke ko ê wî teslîm bikin, Hanîbal di sala 183 bz de, jehra di gustîlka xwe de, bi piyaleke avê, bi ser xwe dadike, xwe dikuje û nade dest Romê. Bedenek ko 64 salan jiya, lê navekî bêhempa ko bi hezar salan dijî û ê bijî li pey xwe hişt. Bextewarîya serokekî ko ne eva be, ji çire ye!

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2008-04-18
Xwendin: 5875
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org