[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
»Ji LO û Pirsa mezin« – Xatirxwestin
SWÊD, 8/5 2009 — Ma ne her tişt ji bo vê pirsê ye. Ya rast, hemû tişt ji bo vê pirsê bû. LO wusan difikirî. Ev boblat û sosretên ko bi serê wî de hatibûn ji ber vê hindê bûn. Meyla wî ya li ser pirsa mezîn ew gihandibû vê gehînekê. Mîna derwêşekî ko tevaya jiyana xwe li şewqeke nûranî bigere, ew jî li bersivekê gerîya bû. Êdî diva bû jê venegeriya, gav paşde navêta. Ji xwe bixwesta jî ê eviya nema bikariya. Ko tas hat û çingirî, çi rast, çi derew. Aha tiştekî wusan bû. Lê ka xwedîyê biryarê? Qedera her mirovî di destê wî/wê de ye. »azadbûyîn qedera mirov e. Ev gotinên eksiztensîalîstên weko Sartre di serê wî de vêdiketin, mîna lempeyên ko di taritîyê de ji nişka ve vêkevin û derdorê ronî bikin. Di serê wî de jî tiştin wusan diqewumîn, li hev digeriyan diçûn û dihatin, vedimirîn û dîsan vêdiketin. Lewra di ronkaya wan de, tenê tiştek didît, biryardayîn. Azadbûyîn, qeder, hemû tişt li benda biryarekê bûn. Gotinên apê Hemo hatin bîra wî. Beşişî. Temenê wî li dor heftêyî bû, hertim dihat li qehwexana Omerya heta bi derengî rûdinişt. Heta ko xwedîyê qehwexanê jê re negota “êdî dereng e, biçe malê apê Hemo, ez dê qehwexanê bigrim”, ranedibû. Êvarekê dîsan dema xwedîyê qehwê wusan jê re gotibû, apê Hemo ew bersivandi bû:”Birazyê delal, ev pêncî sal in ko ez her êvar diçim malê, min tiştek jê fam nekir, bawerke ez dê rojekê biryarekê bidim…” Piştî demekê apê Hemo winda bû bû. Çend xort hatibûn qehwexanê pirsa wî kiribûn. Ji wê rojê û virde kesekî tu salox ji apê Hemo negirtibûn. LO xwe bi xwe “fena biryara apê Hemo” got. Aha welê, biryareke biçûk dikane çi bike û çi neke. Dunyayê tevî diguherîne. Mirovî bi heyînê dihesîne, diafirîne, winda dike.

Biryar bide LO.
Heger tu wêrek bî, cegerê te hebe. Aha ji te re dunya. Hemî gogeke kevirîn e, hertişt tê de guvaştî ye, tu bi xwe jî. Vê goka kevirîn bigre û bavêje taritîya gerdûnî. Piştî ko ew di vê taritîyê de werbû, êdî li ser qedera wê, tu, tenê dikane texmînan bikî. Dikane li gokeke din bikeve û perçe bibe an heta heta di tarîtîyê de rêça xwe dom bike. Ew êdî rûpelekî nenivisî ye.

Ê qedera LO di helwestê de şikil bigirta, lê çawan, ew jê ne eyan bû. Tenê xwedîyê biryara xwe bû. Di vir de, gotinên Sartre manedar dîtin, ji ber ko di vê hilbijartinê de, wî li gel qedera xwe, ya hemû dunyê jî hildibijart. Encamên hilbijartineke wusan jî berpirsyarîyek dikire histuwê mirovî, ya ko lê dilikumî jî her eviya bû. Çima gelo? »ez ne berpirsyar im ko dunya ev dunya ye! Ez çima gunehkarî û tawanbarîya mirovên din bigrim ser milên xwe. Ez tenê dikanim berpirsyarê kiryarên xwe bim» lewra, pêre pêre ev fikir bê bingeh, pûç dîtin. Ger ko qeder azadbûyin be, rêça ya dawîn jî biryarek bû. Ji vê azadîyê nikanî bû bireviya. Dunya li ser pişta Gamasî ye. Li ser milên xwe, giranîyeke welê hîs kir. Fam kir ko çi biryareke mezin e. Serwext bû ko têgehiştin û zanayî dibe bela li serê mirovî û yekî mecbûrî azadîyê dikin.

Kê ji te re got, »bixwîne. Heyla bêaqilî! Duwanzdeh pirtûk zêdî serê te bûn. De were safî bike nuha! Mîna yekî “nezan” te ev goka bigirta û rojê penc caran tune bikira. Te ê rojê deh caran mirovatî winda bikira, kuştin, qetilam, xela û kevir bi ser dunyayê de bibarandina… Roja hesabdayinê jî te ê bigota: »min ewqas dizanî bû, ev ji min hat.» ji xwe ê kesekî bi wan sifetên te î nezanîyê, tu ê tawanbar jî nekira. Mîna mirovekî bextewar te ê di payiza temenê xwe de bîrewerîyên xwe lêbikirana, bê te çi xirabî bi dunyayê û mirovatîyê kiribû… Û evana ê tev bibana bîrewerî, dîrok, çîrok û bihatana ji bîr kirin.

LO xwe bi xwe got.
Mixabin eviya qe neket serê min. Ev eksiztensîalîst hîç bi tiştekî jî nizanin. Çima gelo mirov bi hilbijartineke wusan re werê beramberî hev. Ez çima herdu lingên xwe dikim fereke şekalê. Her gav altarnatîfeke sêyemîn heye.

Bi dû de jî li derdorê xwe nerî, mîna ko çavên wî li tiştekî digerîyan. Di wê navbênê re, Gulesor ji metbexê derdiket, hat eywanê. Çavên wê û ê LO ketin hev:

Çi derdê te heye? Tu çima wusan diponijî? Eger hewcedariya te bi peran hebî, ê min hene, ez dikanim bidime te. Bi rê de dikane pêwistiya te pê hebe.

LO beşişî, serê xwe hejand:
Na, sipas.

Bi dû de jî, berê xwe da Gulesorê û got:

Pere! Bedbextîya mirovatîyê ya herî mezin… cihê ez diçimê ew hewce nakin. Li wir mirovatî hikum dike. Bi qencî, fedekarî, comerdî û hemî qîmetên xwe ve, tenê mirovatî, ew qîmetên ko di bextreşîya me de nepen bûne…

Te çawa xwest…

LO li zarokan nerî. Ji xwe re lego lêdikirin. Carna keçikê awirên zû bi zû tê vedidan lê heman gavê dîsan vedigerîya ser legoyên xwe û şanî birayê xwe dikir ko ê çawan lêke. Lawik bi ser legoyan ve bi temamî konsantre bû bû û qe li hêla LO ne dinerî.

LO fikirî ko ê çawan ji van sebîyan xatir bixwaze, ê çi ji wan re bêje û wan çawan li ber bixe ko diçe bi reyeke dûr de. Belbî eva reyeke çûnûnehatê bû, ji bo wî, belbî eviya ê cara dawîn ba ko hevedin didîtin. Lê eva hemû bi çend gotina gotin, di wêneyekî de bicih kirin ne hêsan bû. Li ser şêweyên xatirxwestinê fikirî:

Êdî wext e, wexta xatirxwestinê ye. Eviya reyeke çûnûnehatê ye. Xatirê xwe î dawîn bixwazin. Hevdu baş himêz bikin. Hevdu maç jî bikin. Hemû tiştên ko hûn nuha bikin ên dawîn in.

Rê bidin.
Ji kerema xwe re, rê bidin.

Dead man is walking. Dead man is walking!

Ez dikarim bi xwe bimeşim, hewcedarîya min ji alîkariya we nîn e; an şeqşeqa zincîrên di lingên min de, we ditirsîne? Xofê dixe dilê we? Metirsin. Ez im ên ko van zincîran hildigre. Bila eviya jî barê min ê dawîn be. Netirsin. Ez hêj zindî me. Di di heqîqetê de ên mirî hûn in, ko mîna xeyalet û pîrevokan li dora min diçin û tên û mirinê meraq dikin. Bawer bin, ev mirina wêrek, ji zîndîbûna we ya bi tirsonekî, gellekî baştir e. Ez dê nuha biçim, li ser wê sandalîyê rûnêm û di nawbêna du-sê deqeyan de bimrim, herim. Ez dê viya tenê carekê bikim. Lewra hûn, bi zîndîbûna xwe ya bi tirsonekî ê heroj li ser wê sandalîyê rûnên… Mirînên we î rojane, ji ya min î nuha, ê gellekî dijwartir bin. Ew roja ko jinên we ji karên xwe dereng vegerin malê, hûn dê bikevin gomanan û bibên »gelo îro bi kê ez xapandime!» Wexta ko buhraneke aborî biqewime û hisên we dakevin, hûn dê li ber derîyên benqeyan bicivin, li çogên xwe xin, li ser pereyên we winda kirine bigrîn. Her tim hûn dê li hember hevedin bişik, bifen bin û heta bi derewên xwe jî hûn dê ji hevedin veşêrin. Heroj wusan bi babetekî kirêt ê ruh ji we here, ta roja dawîn. Wê demê jî hûn dê polîpoşman bin. Çavên we ê tijî hêsir li dû wan çêyîyên ko we dikanîbû bikirana, lê we nekir… Êdî dereng e, wexta xatirxwestinê ye. Tiştekî ko mirin ji we bistîne êdî nema ye. Hûn dê jê tika bikin ko berya deqeyekê we ji vî ezabî azad bike.

Bavê mezin.
Li odeya jorîn, li ser textê xwe ramedandî bû. Li alîyekî serê wî, li ser sandalîyekê, mela rûniştibû, Quran di dest de, jê sûreteke dixwend. Saetên xwe î dawîn dijîyan, wî ya jî eviya dizanî bû. Ji laşê xwe î ko pêl bi bi pêl, perçeyên zîndîbûnê jê difirîyan, fam dikir. Pêşin lingên wî pûç bû bûn, paşê jî milên wî, mîna tevzînokan dest pê kiribûn, demekê şûnde, veguherî bû, mîna qolincan… Saetên pêşin bi jan bûn, ew westandibûn, xweyek pê xistibûn, mîna ko yek sîtilek av lê kiribe, laşê wî tev şil bû bû. Ta û ricifînekê pê girti bû. Malîyan ê evîya fam kiribe, bi destmalekê serê wî ji xuyê zuwa kiribûn û destmaleke zuwa jî li ser enîya wî danîbûn. Lê van saetên dawîn êdî tiştek zêde hîs ne dikir. Ji wê tayê, qolinc û janê, tu pêjn nema bûn. Hemû zîndîbûna ko di laşê wî de mabû, xwe li hêleke qefesa sîngê û mejîyê wî de civandibû. Bi dû ko ev jana sekinî bû, êdî dikanîbû bifikiriya û xwest ko fikrên xwe bicivîne. Fikirî: »nexwe mirin ev e. Wusan tê. Tu Melkemotê ko tê û destê xwe dixe qirika mirovî nîn e. Mîna bayekî tawîyan bi laşê mirovî dikeve, ji jêr, ber bi jor de hildikşe.»

Dengê xwendina Quranê hate guhên wî, Qurana ko jiber dizanî bû. Fikrên xwe zêde li ser wê asê nekirin. Li hundurû pilpila dengina, li gel girî bihîst, dengine nas bûn û xwest xwedîyên van dengan bi çavên xwe jî cara dawîn bibînî. Hemî qeweta zîndîbûna xwe li ser viya civand, mijangên wî lebitîn, pelikên çavên wî milîmekî ber bi jor de çûn, bîbikên wî hema hema xuyanî kirin. Li ber text, li hêla lingên wî, kufletê wî hemû civiya bû. Hemû mirûzkirî, hezinî bûn, komek çavên tijî hêsir, bêhêvî, bi meraq lê dinerîn. Mîna wêneyên albumekê, xwest wan yeko yeko di serê xwe de, bi cih bike.

Sûretê yekemîn:
Xanima wî li gel keça wî ya heftmehî bû. Fikirî ko ji nuha û pê va ê tenê keça wê be. Porê xwe şeh nekiribû, bû bû gijîk li serê wê. Şopa salên ko li gel hev bihurandibûn di madê wê î kirî de dixuye. Evqas sal, tevde bihurandibûn. Salên ji hebûnê û ên ji tunebûnê, rojên geş bi kêfxweşîyê, ên tarî bi enirîyê derbas kiribûn, lê, tiştekî ew dûrî hevedin nekiribûn. Di awur û tevdana wê de dixuye ko ê nuha bi tenê bimaya, belbî vêya jî xofek dikir dilê wê, perçeyek ji jiyana wê winda dibû.

Sûretê duyemîn:
Lawê wî î mezin bû, li kêleka diya xwe sekinî bû, nîvqamê bi ser deya xwe diket. Xwedê bejin dabû vî lawkî, lewra aqil nedabûyê. Tortorek bû. Karek ji dest ne dihat. Hemû huner li bejna wî ceribandi bûn, bi kêrî yekî jî nehati bû. Dawîn ew danî bû ber mela, da bi reya ilmê dînî wî hedayet bike. Li wir jî bû bû sedemê qezeyekê ko lingê mela şikandi bû, heftiyekê şûnde mela ew ji medreseya xwe qewirandibû.

Sûretê sêyemîn:
Ji sê lawan ê piçûktirîn bû. Hezinîya wî jî bi sergiranî û bi fikir bû. Hertim destê xwe datanî ser serê wî, weko dûndeyê xwe, ew pîroz dikir, dua ji bo wî dikirin, ew dispart Xwedê. Dewleta mala xwe di serê wî de didît. Lewra bêhêz, jar û zehîf, edroyî bû. Nobetên epîlepsîyê ew ji derb dixistin.

Sûretê çaremîn:
Lawê navê û herdu xwengên wî, yek di ser û yek jî di binserê wî re bû, weko du karên xezalan sipehî, çeleng bûn. Gellek xwazgîniyên wan hatibûn, lê wî digot, »hêj zû ye, temenê wan piçûk e» ew nedabûn. Qîza di ser serê wî re xwestibû jê re bike berdêlî. Lewra nexweşîya pê girtibû, ew fersend nedabûyê, nema gihiştibû ko bi vê projeyê dakeve û paşê ketibû nav nivînan. Tu dirûvekî wî di vî lawî de negeriya bû. Tîpekî xweser bû. Di secera sûlalê de yê herî nêzîktirîn ko li diruvê wî diçû, apekî bavê wî bû. Car car bavê wî behsa vî apê xwe yê, fenek, gellac û tevlîhev dikir. Bû bû sedemê ko familya wan bi sê bavikên din re şer bike. Di van şeran de mirov ji herdu alîyan hatibûn kuştin, jin hatibûn revandin û li talanên hevdu xistibûn. Hêj wusan di hazirîya şerê çaran de, ev apê wî hatibû kuştin. Gellekan digo ew ji teref merivên xwe ve hatibû kuştin. Herhal, bi kuştina wî, rê li felaketek mezin hatibû girtin. Ji vî lawê xwe tu hêvî ne dikirin, duedar bû ko felaketekê neyîne serê birayên xwe ên din. Hêj wusan dixwest ko van sûretên kufletê xwe hemî bike yek çarçoveyê, tîrêjên şewqeke dijwar di derîyê nivevekirî re dêna wî kêşand. Mîna ko roj hatibe li ber derî rawestiya be, rivîneke wusan bû. Bêhnikekê wusan bala wî di nawbêna ronkayê û çarçova wêneyê kufletê wî de çû û hat. Paşê bi awirên xwe ên dawîn, nola hunermendekî ko li tabloya xwe ya tevakirî temaşe dike, sûretên kufletê xwe çarçove kir, di albuma serê xwe de danî û xwe bi xwe fikirî, got:

Xwedê… bê min çi gunehkarî kiriye… min bibexşîne!

Rivîna tîrêjên di derî re ko derbasî hundurû bû bûn, xurtir û gurtir dibû. Pêşin weko suretekî nediyar ber bi çavên wî ket, xuyanî kir, bi dû de jî safî û zindî bû. Deya wî bû. Kiras û xeftanekî kurdewarî î bûkanî lê bû, bi beşişîn û dilovanî destê xwe dirêjî wî kir:

Rabe lawê min, em biçin, da em dereng nemînin.

Pêşin dudilîyek lê peyda bû, lê hema bi dû de jî hîsekê hemû mejîyê wî tijî kir. Her ko çû jî ev hîsa, rabûn û çûyînê xurtir bû. Mîna zarokekî pêncsalî ko xewneke naxoş, kabûsek dîtibe ji cihê xwe veciniqî, rabû ser xwe, destê deya xwe girt. Hewl da ko ji deya xwe re, xewna ko dîtiye, kad bike, lê heman wextê ji bîr kir. Li hundurê tijî mirov temaşe kir, li zilamê li ser textî dirêjkirî nerî, kesek ji wan nas nekir. Mîna ko dixwest berya deqeyekê ji vî cihê biyanî bidûr bikeve, destê deya xwe guvaşt:

Em biçin dayê.

Li derketinê di nav dengê girîyê ko zêde dibû de, dengek bihîst »cihê wî bihuşt be!»

LO ji xew çemd bû. Keçikê bi milê wî girtibû, dihejand:

Babo rabe, mêvan hene, yek li derî dixe.

Rabû ser xwe, tîrêjên tavê di camên pacê re xwe li ser ruwê wî dabûn, xweyeke tenik mîna xunavekê bi serûçavên wî xistibûn. Li derdora xwe nerî, mîna ko rivîna rojê ew hinekî dewixandibe, dixuye. Zû bi zû xwe topî ser hev kir, di wê nawbênê re, Gulesorê xwe gihandibû, derî vekiri bû û di heman wextê de, cenabê Pîrê di derî re xuyanî kiribû. Pîrê hinekî bi kelecan bû, berê xwe bi LO vekir:

Zû… wexta me kêm e. Êdî wext e, rabe em divê biçin.

LO ji xwe amade bû. Tasek av ji Gulesorê xwest. Şipya li zarokan nerî. Bi legoyên xwe ve mijûl bûn. Bi dû ko bi qurtequrt tasa avê qedand, berê xwe bi zarokan vekir:

Zarokno ez diçim. Bi xatirê we.

Keçka heftsalî bi lez dev ji legoyên xwe berda, ber bi LO ve hat, xwe avêt himêza wî, ew maç kir:

Babo oxirbe. Ji bîr nekî, şekirê qursikan ji min re bîne.

Lawikê pêncsalî li ser legoyên xwe konsantre bû, serê xwe ranekir, li LO nenerî, tenê di ber xwe de:

Ji min re jî…

LO li Pîrê nerî, li zarokan nerî, çavê xwe li hundurû gerand, berê xwe da Gulesorê; li beramberî wî şipya, tasa vala di dest de rawestî bû. Herdu milên xwe bilind kirin û ber bi wê ve çû ew tenê himêz kir:

Ger min xeletîyek kiribe, kêmasîyeke min bû be, min bibexşîne, bi xatirê we. Hûn dê hertim li bala min bin.

Oxir be. Oxira we ya xêrê be.

Rahişt walîzê tijî, li ber derî, Pîrê li pêşî ew li dû, ji hundurû derketin û çûn.

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2009-05-08
Xwendin: 6958
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org