[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rojanekirina dîrokê
SWÊD, 18/11 2009 — »Destpêka her tiştî aqil e, li dunyayê ew hukum dike» Anaxagoras, (bz. 500-428) G.W. F Hegel vê teorîya Anaxagoras di şiroveya dîroka cîhanê de dubare dike, lê heman gavê jî dibîne ko mirov, di dîrokê de, li gorî vê rastîyê her car tev nagere û negerîya ne. Loma dibê »Ji hukumdaran, rêvebirên dewletan û gelan, tê xwestin ko ji tecrubeyên dîrokê sûd werbigrin. Lê tecrûbe û zanyarîya dîrokê destnîşan dide ko tu caran ne gel ne jî hikûmet ji dîrokê tu tiştek fêr nebûne; ji tecrûbeyên wê ders negirtine û li gorî van tecrûbeyan tev negerîya ne»

Di vê nivisê de ez dê dûvdirêj li ser dîrokê ranewestim, lewra ew karê dîrokzanan e, û ji xwe vê demê jî kontenjana wan tijî ye, ango para me tiştek nakeve. Tenê taybetmendîyekê ko di vegotina dîroka me de bala min kêşandiye, dixwazim ron bikim. Biserkeftin, ji xwe teqdîra we ye. Lê dîsan jî, ji bo ko ez xwe bi arzanî ji muhakemeyeke wusan azad bikim, dê meselê li vir dapeçînim, bi têbîniyekê we û aqilmendekî Frensî (Dîderot) derxînim pêşberî hevedin »Heger tiştên ko ez dibêjim û dinivisînim, ko li xweşa tu kesekî neçe, ev xerab e. Lê ko li hesabê her kesî jî bê, ev ji xerab jî xerabtir e.»

Lewra ko her tişt bi dîroka xwe heye, gel û netewek jî bê dîrok nabe. Dîrok hîmê hebûna gelekî ye. Incex di vê çerçovê de netewek dikane hebûna xwe tekez bike, bi erkên xwe rabe û serwext bibe. Dîrok hiş û mejûyê netewekî ye. Gel li wê gorê xwe nuh dike, pêş dikeve, xwe pêk tîne. Loma divê zindî be, her car were nuhakirin. Feylesof vêya weko dîyalektîka dîrokê bi nav dikin. Îca em bala xwe bidinê, ka gelo di dîroka me de, diyalektîkek wusan heye, an tenê bi çend temsîliyên û fiksîyonên di a priorî de em xwe dixapînin.

Bê minaqeşe, ez dibêm, di dîroka me de diyalektîkek wusan heye. Ev diyalektîk şerê ji bo rizgarîyê ye. Gelê me bi qandî ko bi mesela xwe hisîyaye, xwestiye ko azad bibe. Ko em tenê li van dusedsalên dawîn binerin serhildan û raperînên ji bo vê helwesta azadbûyinê weko xetek sor, di dîroka me de ron e. Lê evîya her car ji me ne dîyar û gellek caran jî winda bû ye. Sedemên vê bêguman hene, ya bingehîn jî ko me dîroka xwe nenivisîye û bi xwe şirove nekiriye. An jî, ya ko me nivisîye û şirove kiriye, kêm û şaş e.

Lewra ko "aqil li dunyayê hukum dike" ew jî, vê desthilatdarîya xwe bi reya fikir û ramanê dike hest û pêk tîne. Aristotales dema ko mirovan şirove dike, wan dike du beş: yek jê ko mejîyê xwe dixebitîne yê din jî ê ko qeweta laş û lepên xwe dixebitîne. Yên duyemîn ko weko kole bi nav dikir di dema me de dibin rêncber gundî û karker. Evana hê jî ne xwedîyê wê hestê ne ko bikaribin bandora xwe li ser dunyayê bikin, an bibin desthilatdar. Efendîyên dunyayê, her car xwedîyên fikrê ne jî.

Bêguman dunyaya îro û ya Arîstotalesî ne weko hev in. Fikir û raman bi reya çapemenîyê dikane zû belav bibin û her kes bi şêweyekî para xwe jê digre. Lê li vir pirs, fikra milî, hesta netewî ye. Di dîrokê de, (an jî em bibên di nirxandina dîroka me de rastir e) ji tunebûna burjuwazîyekî milî tê behs kirin. »Incex, li ba çînekî wusan dikanîbû fikra milî peyda bûba, ber bi dewletbûyinê ve biçuwa. Ev boçûn bê çendî rast e, em dê minaqeşa wê nekin. Li dunyê, netewe, bi reya vî burjuwazîyên xwe bûne dewlet û desthilatdar û kurd, ji ber ko axa û beg bûn, têk çûn û nikanîbûn fikreke milî î wusan di nav xelkê xwe de bikine hest û ber bi avakirina dewletekê de biçûna. Eger ev fikir rast be jî, dîrok rastiyeke din derdixîne pêşberî me.

Bêyî burjuwazîyekî milî, dîsan di nav kurdan de fikra milî her gav hebû ye, xwedîyên vê hestê şêx û mîrên kurd, ji kevn de, xwestine otorîteyên xwe î desthilatdar biparêzin û di hin rewşan de vêya pêşde bibin, bikin otorîteyeke siyasî î modern, ango bi navekî din dewlet.

Di destpêka sedsala 19 an de, Mîrekîya Soran, ya di bin desthilatdarîya Mîr Mihemedê Rewanduzî de, mînakek wusan e.

Ev Mîrekî ji destpêka salên 1800 de ta 1837 serbixwe ye. Di nava van salan de mîrekî sinorên xwe fereh dike, gelek mîrekî û eşîrên kurd tevî van sînoran dike. Ordiyeke ji 50 hezar leşkerî ava dike. Kargeha çekan ava dike, xençer, fîşek û gelek perçeyên topê bi xwe îmalat dikin. Pereyan bi navê Mîrekîya Soran çap dikin, komîteyên rêvebir (ji bo karên aborî û civakî) têne damezrandin...

Çi ev û çi gelek mînakên din î nola vê, di dîroka me ya dused salên dawîn de, fena bûyerên munferîd (tena serê xwe) ên dîrokek ji têkçûyinê, hatine şirovekirin. Mîr Mihemed, Paşayê Kor ko li seraya TopKapi ji teref Mehmûdê II an ve, weko Mîrê Mîran tê pêşwazîkirin, demekê şûnde surgunî Sewazê dibe, li xewlecihekî ew û peyayên wî ji teref Roma xayîn ve têne kuştin û windakirin.(Li gorî hin dîrokzanan, destûrê didinê ko paşde bizîvire Kurdistanê, lê xefî jî planê tunekirina wî amade kirine û bi vî şêweyî li nêzî Trabzonê hatiye kuştin) Bêguman ev dîrok li wir ranewestîya ye, gelek Mîr Mihemedên din jî, ji nav me derketine, çekên wî hilgirtine û şerê ji bo rizgarîyê domandine, ev diyalektîka dîroka me zindî hiştine. Di virde erka ronakbîrîyê divê û hewce ye ko vê dîrokê rojane bikin, di mejûyê gelê kurd de zindî bihêlin.

Dujmin ne tenê ji hêla erdnîgarîyê ve em perçe kirine, heman perçebûn ji hêla çand û dîrokê ve jî pêk hatiye. Di van sîh salên dawîn de, em dibînin ko hesteke milî li nav kurdan ji nû de xwe nîşan dide, dimeyê. Rêxistinên ko piştî salên 1970 î li Bakurê Kurdistanê ava bûn, axilbe di bin bandora îdeolojîyên biyanî de bûn. Kurdîstanîbûyin ne xeteke sereke bû di tevgera wan de, lewra jî, xwe destpêka dîrokek nû dihesibandin, xwe dervayî pêvajoya dîroka ko em li vir behsî dikin, didîtin. Gelek caran, serîhildanên kurd ne milî, paşverû dinirxandin, heta milîbûyin bi xwe wekû kevneperestîyekê dihat hesibandin. Bi vî şêweyî jî em diketin feqa dujmin, dîroka rizgarîxwazîya kurd ji holê radibû, bê zerar dibû. Bi dû têkçûna Sovyetê, dunya guherî û pê re jî kurd...

Gehîneka ko Kurdistana Bakur îro gihiştiyê rastîyekê destnîşan dide: di pêvajoya dîroka me de dîyalektîkek heye, dixebite û me ber bi azadîyê ve dibe. Ev bawerî, berya herkesî divê li ba ronakbîr û rewşenbîrên kurd hebe. Di dest kurdan de ji Kurdîstanîbûyinê pê va tiştekî din tune ye. Tevgêra rizgarîxwazîya kurd, çendî ko di bin bandora îdeolojîyên biyanî de be, hesab û destên bi kirêt di nav de bin jî ê dîsan xwe veguherîne û Kurdîstanîbûyin ê bibe xeteke sereke. Dagirtina vê naverokê, xurtkirina hesta milî, li ronakbîr û rewşenbîran dikeve, berpirsyarîya dîrokî di virde ye. Tu dîroka gelekî di cîhanê de bê teqûreq, êş û azar derbas nebûye. Ên ko di dîrokê de serkêşiya gelan kirine, hertim ne kesayetîyên baş bû ne. Napolyon li Misrê dema ko bi Ingilîzan ve tê beramberî hev û dibîne ko ê zora wî here, bi dizî li keştiyekê siwar dibe, ordîya xwe terk dike, paşde direve Fransa. Sezar hevalê xwe Pompeyus dide kuştin û paşê peykerê wî dide çêkirin, pirtûkan li ser egîdiya wî dide nivisandin. Tiştên wusan, di dîroka gelan de kevanekên piçûk in û kurd ne dervayî vê dîrokê ne.

"Vebûna kurd!"

Kurd çi dixwazin? Pirsek ko îro di rojevê de ye û gellek siyasetmedar û ronakbîr bi babetên cuda dibersivînin, hewl didin, goya bi aqilekî selîm çareserîyekê ji vê pirsê re peyda bikin. Bêgoman her kurdek, (nexasim ên xwedî pênûs û fikir) di vê derbarê de divê xwedî dîtin û helwest be.

Lê dema ko em kurd, di perspektîfeke dîrokî de li meselê nenerin û di çarçoveya pêvajoya dîroka kurd de wê analîz nekin, tê wê manê ko em ji destpêkê de têk çûne. Ji ber ko ev pirs dîrokî ye û incex bi dîroka kurd dikane bersiva wê bê dayîn. Gelo dîrok çi dibêje ji me re:

Ji destpêkê de, nijadperestîya turk, li ser tunekirina miletê kurd ava bû ye. Ew dîtina ko dibê dewleta Alî Osman ne milî û nijadperest bû, şaş e. Rast e ko gelek Mîrekîyên kurd di nav Împaratorîyê de azad bûn û gellek caran serxwebûna wan ji teref Sultanîyetê ve hatiye pejirandin, lê ev ji ber xurtbûn û hêza wan bû. Nijadperestiya turk, bi navekî din panturkizm, ne bi JonTurkan destpê kiriye. Ev dem di dîroka turkan de, wekî dema "Tanzîmat"ê bi nav dibe, koka panturkîzmê jî divê em ji vê demê bihesibînin. Yek ji sebebên wê jî ev bû ku, di mesela Misrê de alîkariya dewletên Awropî werbigrin û bi vê jî rê li ber heraketên leşkerî li dijî Kurdistanê vekin. Pêşin li dijî Mîr Mihemedê Rewanduzî 1837 û paşê jî li dijî Mîr Bedirxan 1847.

Çima girîngiya vê dîrokê heye? Divê em kurd bizanibin ko di van dused salên dawîn de çi di polîtîka Împaratorîyê de, çi di polîtîka Komara Turk de, li dijberî kurdan tu guhertin tune ye. Mesele tunekirina vî qewmî, vî miletî ye! Dîrokê tenê xwe bicar kiriye. Dema ko bi hêz bûn, bi şûr û tufengan dadane me, qetilham kirine, dema ko qels bûne, bi xweşî hatine me, behsa musulmantî, biratîyê kirine.

Di vî şerê dawîn de, gelek caran di rojname û kovaran de behs dibû ko leşkerên turk poz û guhên gerîlayên ko dikuştin, jê dikirin wekî trofên şerî li gel xwe dibirin. Di dîrokê de ji kevn de turkan ev metodê ne însanî li hember kurdan bi kar anî ye. Di sala 1839 an de Muhemmet Paşa (Walîyê Bexdê) ji vegera sefera xwe ya Kurdistanê li dergahên Bexdê, guhên jêkirî ên kurdên ko kuştibûn, darde kiribûn.

Enver Paşa yê ko vizyona wî avakirina dewleteke turk î mezin bû, dema ko li Sariqamişê têk diçe, vedigere Istanbolê (1914) ji dostên xwe re, wusan behsa şerî dike: "Ger ko ji derva ve mirov li herba Sariqamişê binere, rast e, em têk çûn! Lê dîsan jî ez dibêm em bi ser ketin. Ji ber ku, li daristanên Sariqamişê û li ser reyên ko dikêşin heta bi Erziromê, li dû xwe, me bi deh hezaran cendekên lawên kurd hiştin."

Di heman salê de, di serhildana Bedlîsê de, konsolosekî Elman di bîrewerîyên xwe de behsa girtîgeha Bedlîsê dike "Doh, 10 ê Nîsanê kurdek ji hucreya wî derxistin anîn odeya lêpirsînê, li ser xwe bû. Lê ji vir ser û çavên wî di nav xwînê de, ne li ser hişê xwe ew paşde birin... Li girtîgeha Bedlîsê ne mimkin e ko mirovekî bi aqil hişê xwe winda neke."

Gelo tu ferq di nawbêna girtîgeha Amedê ya dema me û ya Bedlîsê berya sed salî de heye? Girtîyên ko işkence û azar dîtine her kurd bû ne û ên ko işkence kirine û celad in her turk bû ne. Çi ferq di nawbêna JITEM, ERGENEKON ya dema me û çeteyên Topal Osmanî (ku dîrek bi Mustefa Kemal ve girêdayî bûn) de heye.

Kurdên ko behsa biratî û aşitîyê dikin û vê hêvîyê ji dewleta turk dipên, di xefletê de ne! Tenê ko em rûpelekî ji dîroka xwe vekin em dê rastî bi dehan qetilhaman bibin ko têda bi hezaran kurd hovane hatine kuştin. Ev ne dîrokek dûr û winda ye, hêj şahidên wê î zindî hene. Rojnama Cumhuriyetê di hejmara xwe ya 16 Tîrmehê de behsa qetilhama Zîlanê dike, dibê:»... di heraketa Zîlanê de, hejmara eşqîyayên ko hatine tunekirin 15 hezarî derbas dike.» Lê di heqîqetê de hemû mirovên bê guneh, jin zarok, yextyar û gundîyên bêçek û bê parêz bûn. Tenê sûcê wan ko kurd bûn û li ser vê xakê dijîyan. Li ser vê xakê tiştekî nû neqewumî ye, Kurdîstan hêj polîgoneke serbest e ji bo leşkerên turk.

Di destpêka sedsala 19 an de du kesayetîyên kurd, belbî ên herî pasifist hebûn ko dixwestin pirsa kurd bi aşitî û di nava çerçova dewleta turk de çareser bikin.Yek, Saîdê Nursî û yê din Seyid Ebdulqadir bû. Di dema Meşrûtiyetê de Saîdê Nursî daxwaznameyekê pêşkêşî Sultan Abdulhemîd dike, dixwaze li Kurdistanê dibistanan bi zimanê kurdî veke. Pêşin ji bo ko dev ji van daxwazên xwe î cudayetîyê berde, mal mulk û cihên bilind pêşniyarî wî dikin, dema ko qebûl nake, wî digrin dixin timarxana Toptaşî, nav dînan. Ji xwe piştî wefata wî jî, termê wî winda dikin. Yê duyemîn ko serokatîya Kurdistan Tealî Cemiyetî kiribû, belbî ji ber secere û kiryarên xwe î berê, digel ko bi wan re li hev jî kiribû û ew kiribûn burokratekî mezin î dewletê, dîsan li gel Şêx Saîd di 1925 an de, wî li sêdarê didin.

Bêguman mînakên din jî di dîroka me de hene, Zinar Silopî di Tarîxa Kurdistan de behs dike ko çawan dewleta turk li ser daxwaza XOYBÛNê kurdên ko surgun kiribûn serbest dihêle. Dema ko li wan teng dikeve jî bi fen û entrîqeyan û efûyên giştî xwestine kurdan bixapînin. Sureya Bedirxan di niviseke xwe de behsa vê yekê dike: Mufetişê Giştî Ibrahîm Tali Bey û walîyê Wanê, nameyekê ji Ihsan Nûrî Paşa re dişînin, pêşniyariya mal, mulk û peran dikin û soz didin ko ê bikin qumandanê qolordîyê ê giştî. Ihsan Nûrî Paşa wusan bersiva wan dide "Ez serokê XOYBÛN ê leşkerî û serdarê hêzên çekdarên kurd ê giştî me. Ez vê wezîfê di bin fermandarîya XOYBÛNê de dikim û tevîbûna XOYBÛNê wekî şerefmendîyekê dibînim. Wezîfa min ew e ko şer bikim ta ko Turkîyê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike û ordîyên xwe ji ser xaka wê vekişîne. Vê wezîfê tenê bi fermana XOYBÛNê dikanim terk bikim. Eger ji bo XOYBÛNê pêşniyarîyên we î siyasî hebin, ez wan dikanim ragihînim. Pêşniyazîyên we ên peran û namên bilind ji bo şexsên cuda bêfêde ye. Lewra, pirsa ko divê were çareserkirin ne şexsî ye, ya miletekî ye. Ew jî incex bi pejirandina mafên serxwebûna wî miletî dikane çareser bibe."

Dîsan di heman demê de, li hember propaganda dewleta turk, ya aşitî û efûyên giştî ên derewîn, XOYBÛN belavok derxistine, perçeyek ji belavokê wusan e:

"... Kurdino, birano! Hûn beramberî talûkeyekê nû ne ko jiyana we dike xeterê. Bi sedan gundên we ên ko hatine şewitandin, bi hezaran kurdên ko hatine kuştin, sefaleta keç û jinên xwe bi bîr bînin ber çavên xwe. Ji hev hes bikin û li çekên xwe xwedî derkevin. Dujminatîya di nawbêna xwe de ji bîr bikin û li hember zor û zordarîya nû li ber xwe bidin. Amanca turkan ew e ko kurda bi kurdan bide kuştin û bi vî şêwî dawî li qewmê kurd bîne. Em bicar dikin, hevaltîyê û çekên xwe biparêzin.

Kurdino, birano! Turk her serê deqeyekê kurdekî dikujin, tu carî merhametê şanî we nadin. Bi mêranîya ko layiqî her kurdî ye, bi aramî û înad hîsên xwe ên tolhildanê biparêzin. Incex bi tewreke wusa qehremane rojên serxwebûna netewê kurd nêzîk dibe.

Bextê Romê tuneye!”

Çavkanî:

1. Kürt Ulusal haraketleri. Garo Sasuni

2. XIX. Yüzyıl Osmanlı Imparatorluğunda Kürtler. Dr. Celîlê Celîl

3. Kurdistan Teali Cemiyeti. Ismail Göldaş

4. Yeni ve yakın Çağda Kürt Haraketi. Sovyetler Birliüi Bilim Akademisi Doğu bilimler Enstitüsü.

5. G.W.F Hegel Fornuftet i Historien

6. Politika Aristotales

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2009-11-18
Xwendin: 7863
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org