[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Fîlozofekê reşbîn û bêdîn
”Ev gorr
tawana babê min e dijî min.
Min tawan dijî ti kesî nekir.”

(Nivîsa li ser kêla el-Me'erriyê ko bêdûnde mir)

HELSÎNKÎ, 23/7 2008 — Ebû l-‘Ela el-Me’errî (973–1057), helbestvan û fîlozofekê mezin yê ereb bû ko bi hostetiya helbestên xwe û herwiha bi reşbîniya xwe gelek navdar e. Ew li Sûriyeya niha hat dinyayê û wî di pêncsaliya xwe de ji ber gurrîbûnê (xurîtiyê) bînahiya çavên xwe winda kir û kor bû.

Lê wî tevî korahiya xwe jî li Helebê, Antakyayê û hin deverên dî yên Sûriyê xwend û bû ramanwerekê azad, fîlozof û helbestvanekê navdar yê gerrok lê taliya jiyana xwe dîsa li bajarokê xwe yê Me’eret el-Nu’man vegerî û ta mirina xwe li wê derê di bêdengiyê de ma.

Di gerra xwe ya li Bexdayê de wî gelek peyrew (mirîd) bo xwe peyda kirin dema ko wane (ders) li ser felsefeyê, rêzimanê û hişmendiyê didan. Yek ji giringtirîn mijarên wî ew bû ko divê mirov li şûna edet, bawerî û desthilatê bo xwe hişmendiyê bike rêber.

El-Me’errî digot ko dîn (ol) ”çîrokên bavûkalan in” û mifayê wan tenê bo xapînerên dîndarên xeşîm heye. Wî hemî îdia û angaştên îslamê û dînên dî red kirin:

”Bawer nekin ko gotinên pêxemberan rast in: hemû çîrok in. Mirov bi xweşî dijiyan ta ko ew hatin û jiyan herimand. Pirtûkên pîroz tenê berhevokên çîrokên bêwate ne ko her serdem dikare biafirîne û bi rastî diafirîne jî.”

El-Me’errî gelek rikn û baweriyên îslamê bi dijwarî rexne dikirin. Bo nimûne, wî digot ko “hec sefera kafiran e”. Wî bawer dikir ko maçkirina Berê Reş tiştekî bêaqilane ye û tenê kêrî wan serhişkan tê yên ko dixwazin baweriyên xwe bi şûran li ser xelkê ferz bikin.

Yek ji helbestên wî, vê bêdîniya wî baş ravedike:
Ew hemî şaş in – misilman, file, cihû û magî:
Di nav hemû miletan de du cûn mirov hene:
yek jê hişmendên bêdîn,
yên dî dîndarên bêhiş

El-Me’errî du dîwanên helbestan hene, yek bi navê Agirê Êzingan û ya dî Pêwîstiya Nepêwîst e. Ew herwiha bi pirtûka xwe ya felsefî Bexşînname navdar e. Wî herwiha pirtûkeka helbestan ya bi şêwaza Qur’anê nivîsiye. Hinek lêkoler bawer dikin ko wî bi vê berhemê hewl daye nîşan bide ko zimanê Qur’anê ne tişteka ecêb yan yekta (unîk) e û her kesa/ê zîrek dikare wisan binivîse.

Li aliyekî dî, mirov dikare nakokî û dubendiyê di helbestên wî bi xwe de jî – wek di helbestên gelek şaîrên dî jî yên mezin de – bibîne. Bo nimûne, wiha dibêje:

Girî dê bibe kêf.
Ger bikenî, encam diyar e:
çavên te dê bibin lehiya rondikan.

Xorto, zewqê bi jiyana xwe dike.
Ehmeq e! Nizane ko nîrkirî ye
û bendewarî daliqandinê ye.

Tek tiştê her berdewam di helbestên wî de xemgînî û reşbîniya wî ye.

Min xwest piştî Mewlana Celaledînê Rûmî, Se’diyê Şîrazî, Omer Xeyam û Ebû Niwas, bi vê gulbijêrka helbestên el-Me’errî xeleka wergerandina şaîr û nivîskarên mezin yên klasîk yên Rojhilata Navîn bidomînim. Kerem bikin van helbestan bi venivîsîneka nûjen bixwînin.

Baştirîn diyariya felekê

Baştirîn diyariya felekê
ew e ko ti diyariyê nede.
Bi destekî dide,
bi yê din distîne.

Baştir e jîna xizanî
ji bêr û bereketan.
Kincirrek perritî
ji hewranê paşayan binirxtir e.

Felek dê belayekê bişîne
– baş dizanim –
ku dê stêran
ji eniya şevê bişelîne.

Tevî ko geşiya stêran
ji demên berî Nûh û Ademî ye,
kes nabêje ko kevn e.

Gelî mirovan
yên ko li ilmên xwe diramin!
Ilmê min ji hemûyan baştir e:
ji mirovan birevin.


Dem tabûta bûyeran e

Dem
tabûta bûyeran e.
Dema qepax tê rakirin
naverrok diyar dibe.

Dem
helbestek e
ku ne hewce ye
li kafiyeyên xwe bigerre.

Şev
zarrokên xwe nanasin:
nedilezin
ne jî dikûsin.

Tîrên demê
betal nafirrin.
Xwedê wan dizivirrîne
hedefên wan.

Çi tiştê wergirtibe
tev deyn e.
Tenê yê dîn yan ehmeq
dê pê şad bibe.


Xwezî mirinê zarok di welidînê de standiba

Xwezî mirinê zarrok
hê di welidînê de standiban
berî ko dayik bigihin
bi bersîngê xwe bimêjînin.

Bi gotinên bêgotin
zarrok dê ji diya xwe re bigota:
Min dê tenê jan û bela
bidaya te.


Bi jiyanê ve kerrixîme

Bi jiyanê ve kerrixîme
– were bibe mêvana min, mirin!

Min tam kiriye
hem zewqê
û hem jî ziqnê.

Sibe dê bibe duh
ma kî dibêje na?

Lê duh
dê ticar nebe sibe.


Em se ne, direyin

Dinya wek mirovekî ye,
em se ne direyin

Yê devê xwe bike xwarinê
dê bixusire,
yê birçî biçe
dê bi ser keve.

Ger perîşanî
bi şevê li derî nede,
spêdeyê hê zû
bela xwe dike heval.


Bela xwe ji giyanê venadin

Bela xwe ji giyanê venadin.
Lê carine
felek bi dilovanî distire
daku giyanê bigire davên xwe.

Em nizanin
me kûve dibin
çi doşekan
bo me datînin.

Dem marek e
ku yê ji wêrekan wêrektirîn jî
newêre dest bikiyê.

Mirov tenê hilmek axê ne
bi min wer xwiya ye.
Yek bilind dibe ber çavan
yê dî dadikeve nav tozê.


Çil salan min bi hesûdî vexwar

Çil salan
min bi hesûdî vedixwar.
Ca çi vexwirakek tal e!
Dûr ji saxlemiyê.

Me nedizanî...
Yê zindî jî derew e wek yê mirî,
mest, varrê.
Êdî rê nabîne ve...


Felek bi we dikene

Hûn li cihên xwe radiwestin,
esman meşa xwe didomîne,
guhdar e.
Hûn dipûnijin, diramin.
Felek bi we dikene.


Bereketê şêniyên xwe kuştin

Spêdê bi rê ketin:
baranê bi dilopên xwe
erd hênik kiribû.

Goriyên felekê
çirîskek dît,
bêwec,
bêpar mirin.

Hin li welatê ziwa
sitirîn
lê bereketa hêşîn
şêniyên xwe kuştin.


Yê mirî pîroz bikin

Xwedê
mirov avêtiye nav ezabê
ta hişmend dibêjin:
Rehmê bidê! wî heqê xwe daye.

Mirovno,
yê mirî pîroz bikin
dema tabût tê rakirin:
ew bûn xwedî mîratê xwe.
Yê mirî jî dê vehese.


Dîndarên bêhiş

Misilman, file, cihû û magî – hemî şaş in:
Di nav hemû miletan de du cûn mirov hene:
yek jê hişmendên bêdîn,
yê dî dîndarên bêhiş


Em dewarên demê ne

Em hemû
qaşo keleş in, demê dişelînin.
Lê dem li me siwar dibe
wek li dewarên xwe yên xurt.

Ti tişt
wek xemên giyanê
kirasê tenik yê jiyanê naperritîne:
tişta çûyî êdî nayê vegerrandin.


Bila dawiya dinyayê bêt


Bila dawiya dinyayê bêt!
Dê kêfa min neyê
ger siltan bim yan
dagirkerek navdar.

Qedera xwe nanasim lê vê dizanim:
ez jî bi wê rê ve dimeşim
ya ko qewmên qedîm pê ve çûne
lê venegerrîne.

Hêza felekê
– tê gotin –
dikare çiyayan bihelîne,
deryayan biqerrisîne.

Mirov gengeşeyê dikin
derbarê stûnên esmanan
yên mirov matmayî li kuçên wan dinerin.

Hin dibêjin ew jî dê biherrifin,
hinên din angaşt dikin
– derewker in –
ku rê nayê dan
ew bimeşin mirinê.

Ma kevir
dê rojekê
bibin zîv
yan gumtilên zêrrî?

Feleka bêbext
benda stêran dipiçîne
û gurzên Behramê jî
dê vemirin valahiyê.

Madem şûrên polayî
tûjiya xwe winda dikin,
ma çawan kevlan
nedirrin û pûç nebin?


Ti tişt ne bi destê min e

Ne min welidîna xwe bijart,
ne jiyan û ne jî pîriya xwe.

Loma çawan ez ê piştî mirinê
ji ber bijartinên xwe bêm sizadan?

Her tişt bi du destên qederê
tê meşandin:
gavelê jî nikarim biavêjim
ta ko neyêm livandin.

Angaşt dikî rêya rast
nîşanî min didî.
Derewkero! Ya tu dibêjî
rewşê ji berê jî şêlîtir dike.

Dinyayê lome dikî.
Lê ma bi xwe jî dikarî wê biguherrînî?
Yan jî neçar î itiraf bikî:
ez jî nikarim guherrandinan peyda bikim?


Ber bi gorrê ve dimeşim

Hemî jiyana xwe
ber bi gorrê ve meşîme.
Êdî nêzîk bûme.
Dem e ji tirsan birecifim.

Ma em çi ne,
ma çi ne afirandiyên dinyayê
li ber wê hêzê
ya ko pirtek jî jê dinyayan dadiqurtîne?


Şah jî bêîrade ne

Şahê bişan û şikodar jî
nikare qedera xwe biguherrîne,
ya li eniya wî nivîsandî jê bibe.
Qet nikare çi qas tê bikoşe jî,
ta ger di destên wî
Behram tîr be
yan Berçîs rima wî be.


Bêhişiya mirovan

Wey li bêhişiya vî gelî
yê ko li pêş xwe dibînim.
Lê belkî miletên berê
hê jî bêhiştir bûn.

Ehmeqan, bo mîrê xwe
dia û lava dikin
wisan jidil ko mînber jî
qorr berdide girînê.

Em bê daxwaza xwe hatin
û dê bêdilî xwe biçin
û di navbera wan de jî
em bi darê zorê tên meşandin.

Ger pesnê şan û şikodariya şahan bidî
baş bizane:
hêz û hinêra Xwedê
hê jî mezintir e.


Dinya xewnek e

Dinya
xewnek e
ku dê li axretê
berevajî bibe.

Girî dê bibe kêf.
Ger bikenî, encam diyar e:
çavên te dê bibin lehiya rondikan.

Xorto zewqê bi jiyana xwe dike.
Ehmeq e! Nizane ko nîrkirî ye
û bendewarî daliqandinê ye.


Çi rêçek riswa ye

Çi rêçek riswa ye
di vî leşî de bo te, canê min!
Çi giyanek goyîn di te re dibore,
leşê reben!

Dema ruh û can digihin hev,
bêjimar kabûs jê dizên.


Bi jînê janan dikêşe

Her kes hêvî dike ko hê bijî
lê tenê bi jînê
mirov hemû janên dinyayê dikêşe.

Dema leşê min birize,
êdî ne hejariya havînê
û ne jî perîşaniya payizê
ne xema min e.

Alîkariya feqîran bike.
Lê pesnê qenciya xwe nede
ta ger bi dirav û diyariyan
xelkê bixeniqînî jî.

Ger deryayek dagirtî jî bî,
dê rojekê hişk û ziwa bibî.


Ava xortaniyê hişk dibe

Tîniyê ava xortaniyê yî.
Gav bi gav
ava xortaniyê kûr diçe,
taliyê hişk dibe.

Dibînî ko xelk têr vedixwe
lê bo xwe dilopekê jî nabînî.
Dema dilbera te jî dûr dikeve,
êdî bûyî nefretkirî.


Derman bo derdan nîne

Dawiya derdan nîne
dema piştî rojên xortaniyê
ji her alî tê gotin:
De herre gorrê!

Binere
çend car di bin piyên xwe de
di nav axê re serê mirovek serbilind
yan eniya mêrek mîzahî dibînî.


Ne mal dimîne, ne gorr

Hiş û aqil gelek tiştan biçûk dihesibînin
tevî ko ti kes nikare bizane
ka ruxîn û hilweşîn li benda kê ye.

Kitêba Mihemedî
ya Mûsayî
ya kurrê Miryemê
û Zebûra Dawidî

gel hişyar kirine,
ji guhên kerr re peyivîne.
Şîret di ber avê de çûne,
hemû milet hilweşîne.

Herdu malên mirovî,
di navbera wan de jiyan
mîna pirekê ya ko di ser re
bênavbirr çemê mirovan diherrike.

Xanî xalî dibin,
tenê rû li gorristanan e.
Taliya talî
ne xanî dimînin, ne gorr.

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2008-07-23
Xwendin: 5746
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org