[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Oscar Wilde (1854–1900)
HELSÎNKÎ, 29/7 2008 — Oscar Fingal O'Flahertie Wills Wilde (1854–1900) şanonivîs, romannivîs, helbestvan û masonekî îrlendî bû. Ew bêkes û jibîrkirî mir lê niha yek ji mezintirîn û navdartirîn nivîskarên sedsala 19-ê tê hesibandin.

Wilde hem bi aforîzmayên xwe û hem jî bi helbest, çîrok û romanên xwe tê baş nasîn. Şanoyên wî niha jî bi berdewamî li tiyatroyan tên pêşkêşkirin.

Wilde gelek rexne li bêntengî û bêtoleransiya serdema xwe digirtin û tirrane (û tinazî) bi werzişan (sporan) dikirin yên ko wê serdemê wek kar û qehremanên mêrane dihatin hesibandin. Hin ji berhemên wî bi awayekî vekirî homoerotîkî ne.

Li jêr çîrokeke wî ya bi navê “Bilbil û Sorgul” û herwiha komeke pend û aforîzmayên wî bi wergerandina ji inglîzî li kurdî diyarî we xwendevanên delal dikim.

Aforîzma

• Em hemî di nav herriyê re ne lê berê hinan ji me li stêran e.

• Dostê dirist kêrê li dilî dide

• Ramîn û pûnijîn nesaxlemtirîn tiştê dinyayê ye û bi wê jî - wek bi her êşê - mirov dimire.

• Jin bo jêhezkirinê ne, ne bo têgihiştinê.

• Dem serifandina pareyan e.

• Herdem dijminên xwe efû bike - ti tişt wisan wan naqehirîne.

• Çima welidîm nav mirovên vî zemanî?!

• Amerîka tek welat e ko ji barbarîzmê gihiştiye dekadensê bêyî ko di qonaxa sivîlîzasyonê re derbas bibe.

• Amerîkî bêguman qehremanperist in, û qehremanên xwe jî herdem ji nav tawankaran dibijêrin.

• Tenê mirovên nebalkêş li ser taştê geş in.

• Xencerek ji sed epîgraman encamdertir e.

• Biborin ko We nanasim; ez pirr guherrîme.



• Ne qeşe lê îtîraf gunehên me dixefirîne.

• Zelam ji kerrixê, jin ji mereqê dizewicin; dilê herduyan jî jê sar dibe.

• Bextiyariya zelamê zewicî girêdayî wan kesan e yên ko ew pê re nezewicî ye.

• Dema Chopinî lê didim wa dixuye li wan gunehan digirîm yên ko min ti car nekirine.

• Kêmasiyê pêşketinê ew e ko ew pêşve lê ne paşve diçe.

• Jiyan tiştek wisan giring e ko nabe mirov qet bi cidî jê biaxive.

• Ma vekolerên Hamletî bi rastî dîn yan jî xwe di dîniyê datînin?

• Deynê dîrokê li me ew e ko em wê ji nû ve dinivîsin.

• Dema em bextiyar em herdem qenc in, lê dema em qenc em ne herdem bextiyar in.

• Bêhişî ye ko mirovan wek qenc û xirab parve bikî. Mirov yan kêfxweş in yan jî nebalkêş in.

• Carine difikirim ko dema Xwedê mirov afirandin, hinekî şiyana xwe zêde hesibandibû.

• Min ew wisan baş dinasî ko deh sal bû pê re nediaxiftim.

• Jixwehezkirin destpêka romansek ebedî ye.

• Nikarim sed pirtûkên herî baş bibijêrim ji ber ko min tenê pênc nivîsîne.

• Her kes dikare romanek sê-beşî binivîse. Tek tiştê lazim ew e ko divê ew bi temamî nezan be, hem ji jiyanê û hem jî ji wêjeyê.

• Wê jinê, ya ko paşeroj hebe, pêşeroj nîne.

• Tecrûbe ye ew nav yê her kes dide şaşiyên xwe.

• Kêfa mirovî bi dibistanan tê lê divê neyê jibîrkirin ko ti tiştê hejî zanînê nikare bêt hînkirin.

• Di dinyayê de du cûn mirov hene: yên ji tiştên nayên bawerkirin bawer dikin, û yên kiryarên neihtimal dikin.

• Vî zemanî mirov dikare ji her tiştî xilas bibe - mirin ne tê de.

• Reşbîn ew kes e yê bihayê her tiştî dizane lê nirxê ti tiştî nizane.

• Pêşî zarrok ji dêbavên xwe hez dikin. Paşî wan rexne dikin. Kêm car - ger qet - wan efû dikin.

• Berê textê şkenceyê hebû, niha çapemenî.

• Rojname bûne kevneperist: êdî mirov dikare bê xem baweriyê bi wan bîne.

• Min dest ji xwendina pirtûkan berdaye. Pê hesîm ko ew ramanên min ji min bi xwe dûr dixin.

• Di biserketina mirovî de herdem tiştek heye ko dostên wî jî diqehirîne.

• Mode ew e ya li mirovî bi xwe. Bêmode ew e ya li xelkê.

• Herî zêde ji muzîka Wagnerî hez dikim. Dengê wê wisan bilind e ko di dema guhdarîkirina wê de mirov dikare suhbetê bike bêyî ko ti kesî guh li ti kesî bibe.

• Her jin zêde diaxive.

• Jin - sfînksên bê raz.

• Ken ne destpêkek xirab e bo dostaniyê, û baştir e bi wî dawî jî lê bêt anîn.

• Zewq tek tişt e ko baş e mirov bo bijî. Ti tişt wek bextiyariyê zû pîr nabe.

• Min ti tişt bo gumirkkirinê nîne, tenê jîriya min.

• Şîretên baş didim xelkê. Ma bo çi ye bi xwe re bihêlim?

• Vî zemanî xort û ciwan bawer dikin ko tek tişta giring pare ye lê dema ew mezin dibin, ew dizanin ko wisa ye.

• Şano biserketinek mezin bû lê cemawer têkçûnek dilşkîn.

• Wijdan û tirsonekî jixwe eynî tişt in. Wijdan navê fîrmayê ye.

• Ti tişt wek bextiyariyê pîr nabe.

• Ez ji prensîpan zêdetir ji mirovan hez dikim û ji mirovên bêprensîp ji hemiyan zêdetir.

• Vî zemanî hemî mêr wek bekaran in û hemî bekar wek mêran in.

• Diviya her kesî rojnivîska kesek din binivîsiya.

• Hemî helbestên nebaş ji hestên resen dertên.

• Bo ko mirov bibe endamê civatên baş divê vî zemanî xwarin û vexwarinê bide xelkê, kêfa xelkê bîne û xelkê biruxîne.

• Piştî firavînek xweş mirov dikare hemiyan bibexşîne, ta xizmên xwe jî.

• Tek cudahiya navbera yê xêrker û yê gunehkar ew e ko rojên borî yên yê xêrker in, rojên bên yên yê gunehkar in.

• Kuna merîkê, ya ko pirr baş hatiye çêkirin, tek xeleka di navbera hunerê û siriştê de ye.

• Bila tenê mezadvan heyranî hemî rêçên hunerî bin.

• Hunermendên nebaş herdem heyranî berhemên hev in.

• Ger rastiyê bibêjî, zû yan dereng dê pê bikevî.

• Karkirin laneta çînên serxweş e.

• Ti car werzişan li derve nakim, ji bilî domînoyê... Min carine domîno li qehwexaneyên frensî yên ser kolanan kiriye.

• Trajediya pîriyê ne ew e ko mirov pîr e lê ew e ko ne genc e.

• Jin bi rêgirtina nêzîkbûna zelaman dest pê dikin û bi gerrîna li reva wan bi dawî tînin.

• Sexbêrî: tişta em di kesên din de navê wê dikin tirsonekî.

• Mirov nikare ti car dijminên xwe bi sexbêrî bibijêre.

• Tek tiştê qet lê poşman nabe xeletî ye.

• Hevaltî ji evînê pirr trajîktir e - gelek dirêjtir xwe radigire.

• Dostê durist kêrê herdem li dilî dide.

• Ji bilî bêhişiyê ti guneh nîne.

• Em hemî di nav herriyê re ne lê berê hinan ji me li stêran e.

• Gotina rastiyê dijwar e. Lê ko bêyî neçarkirin ko derewan bikî hê kembaxtir e.

• Di ezmûnan de yên bêhiş wan pirsan dikin ko yên hişyar nizanin bersivê bidin.

• Dema têt peyitandin (îsbatkirin) ko olek rast e, ew dimire û dibe zanist.

• Ti hunermendek hêja tiştan wek ko çawan in nabîne. Ger ew wisan bibîne, dê êdî ne hunermend be.

• Gelek hêvî bi demokrasiyê ve hatibûn girêdan lê demokrasî bi kurtî ev e: derbeyên gel li gel.

• Ti pirtûk ne biexlaq yan bêexlaq in. Her pirtûk yan baş yan jî xirab hatiye nivîsîn.

• Her cara ko kesek dibe evîndar, tek car e ko ew bûye evîndar.

• Zelam dikare bi kîj jina hebe re bextiyar be lê tenê ger jê hez neke.

• Dema kesek dibe evîndar, pêşî xwe dixapîne û taliyê xelkê.


–– çîrok ––

Bilbil û sorgul

'Wê got dê li gel min bireqise ger ez jê re gulên sor bînim', şagirtê xort got, 'lê li hemû gulistana min gulek sor nîne'.

Ji hêlîna xwe ya li ser dara gûzê bilbil dengê wî bîst, û di nav pelan re li derê nerî û pûnijî.

'Nîne ti gulek sor li hemû gulistana min!' yê şagirt got, û çavên wî yên spehî tijî rondik bûn. 'Ax, ji tiştên çend biçûk e dilşadî! Min xwendiye hemû hişmendiya mirovan nivîsî, û hemû nehîniyên felsefeyê yên min in lê ji ber daxwaza gulek sor jiyana min bûye kembaxî.'

'Taliyê ev e evîndarek rast', bilbil got. 'Her şev ez li ser wî strîme tevî ko min ew nenasiye jî; her şev min çîroka wî ji stêran re vegotiye û niha wî dibînim. Pirça wî reş e wek gula simbil, û lêvên wî sor in wek sorgula daxwaza wî; lê dildariyê rûyê wî mîna qerenfîl zerik û spîçolkî kiriye, û xemgîniyê mora xwe li eniya wî daniye.'

'Mîr dê sibe şehyanekê li dar bixe', şagirtê xort minminî, 'û dildara min dê di nav de be. Ger ez gulek sor ji wê re bînim, ew dê ta elindê bi min re bireqise. Ger ez gulek sor jê re bînim, ew dê di zendên min de be, û ew dê serê xwe pal bide ber milê, û destê wê dê di yê min de be. Lê ti gulên sor li gulistana min nînin lew divê ez bi tenê rûnim, û ew dê di ber min re bibore. Ew dê ti pûte bi min neke, û dilê min dê bişkê.'

'Ev e, bi rastî, evîndarek ji dil', bilbil got. 'Tişta ez distrim, ew jê dinale; ya bo min şadî ye, bo wî jan e. Bêguman evîn tiştek ecêb e. Ew ji zimrûdan binirxtir e, ji opalan delaltir e. Hirmî û hinar ne hêjayî wê ne û ne jî ew li bazaran tê firotin. Ew ne ji bazirganan tê kirrîn û ne jî li ber zêrr tê kêşan.'

'Muzîkjen dê li dîwana xwe rûnin', şagirtê xort got, 'û têlên amûrên xwe bijenînin, û dildara min dê li ber awazên çeng û kemanê bidanse. Ew dê wa sivik bireqise ko piyên wê dê ji erdê negirin, û dîwanî dê bi cil û bergên xwe yên xweşik li dor wê bigerrin. Lê bi min re ew dê nedanse çiku min ti gulek sor nîne bidimê'; û wî xwe avêt nav giyayî, rûyê xwe di nav destên xwe de veşart û girî.

'Ew çima digirî?' margîsokek keskî biçûk pirsî dema kilik li hewa di ber re borî.

'Bi rastî, bo çi!' got pelatînkekê yê li pey tîrojekê dipirrpirrî.

'Bi rastî, bo çi?' pistî beybûnek guhê cîrana xwe, bi dengek nerm û nizm.

'Ew bo gulek sor digirî', bilbil got.

'Bo gulek sor?' ew qîrrîn; 'çi kenokane ye!' margîsok, yê ko hinekî reşbîn bû, rasterast kenî.

Lê bilbil di nehîniya xemgîniya şagirtê xort giha û bêdeng li ser darê nişt û li efsûniya evînê pûnijî.

Tavilê wî çengên xwe bo firrînê belav kirin û hilket hewa. Ew wek siyekê di nav daristanokê re borî û wek siyekê di gulistanê re seyirî.

Li nîveka zeviya giyayî deviyek delal ya sorgulan hebû, û dema bilbil ew dît, firriyê û dada ser çeqek wê.

'Gulek sor bide min', bilbil got, 'û ez dê bedewtirîn strana xwe bo te bibêjim.'

Lê darê serê xwe lê hejand. 'Gulên min spî ne', wê bersivand; 'spî şibî kefa deryayan û spîtir ji berfa gupika çiyayan. Lê herre nik xwişka min ya li ber rojenga kevn, belkî ew ya dixwazî bide te.'

Wa bilbil firrî ser dara li ber rojenga kevn.

'Gulek sor bide min', wî got, 'û ez dê bedewtirîn strana xwe bo te bibêjim.'

Lê darê serê xwe lê hejand. 'Gulên min zer in', wê bersiv da; 'zer hindî pirça keça avîn ya li ser kursiyek karîbanî rûniştî û zertir ji nêrgizên li mêrgan dipişkivin ji berî dirûvan bi tirpanan dikevin nav. Lê herre cem xwişka min ya li ber pencereya yê şagirt, belkî ew ya dixwazî bide te.'

Wa bilbil firrî ser dara sorgulan ya li ber pencereya yê şagirt.

'Gulek sor bide min', wî got, 'û ez dê bedewtirîn strana xwe bo te bibêjim.'

Lê darê serê xwe lê hejand.

'Gulên min sor in', wê bersivand, 'sor wek piyên kevokan, sortir ji morîk û mircanên gir yên di şkeftên okyanûsan ve her dipêlin. Lê zivistanê sirr û sar kirine demarên min û seqemê bişkojên min piçandine û bahozê çeqên min şkandine û îsal min qet ti gul nabin.'

'Ez tenê gulek sor dixwazim,' bilbil girî, 'tenê gulek sor! Ma ti rê nînin ko wê peyda bikim?'

'Rêyek heye', darê bersiv da; 'lê wa xirab e ko newêrim bibêjim te.'

'Wê ji min re bibêje', bilbil got, 'ez natirsim.'

'Ger gulek sor bixwazî', darê gotê, 'divê tu wê li ber tavheyvê ji muzîkê çêbikî û bi xwîna dilê xwe birengînî. Divê dilê xwe bidî ber striyekî û ji min re bistrî. Divê hemû şevê bo min bistrî, û divê strî dilê te biperritîne, û divê xwîna canê te biherrike demarên min û bibe ya min.'

'Mirin bihayek giran e bo gulek sor, bilbil got, 'û jiyan bo her yekî şirîn e. Dilşadî ye rûniştina li ser darên kesk û nerîna li rojê di erebaneya wê ya zêrrîn de û li heyvê di erebaneya wê ya morîkî de. Şirîn e bêna dargiwîjê û şirîn in gulberfînên xwe li geliyan vedişêrin û gulgêzikên li girik û zûrikan vedifirrin. Lê hê jî evîn xweştir e ji jiyanê, û ma çi ye dilê firrindeyan li ber yê mirovan?'

Wa wî çengên xwe yên gewr bo firrê vekirin û hilket hewa. Ew wek siyekê di nav daristanokê re pirrî û wek siyekê di gulistanê re seyirî.

Şagirtê xort hê jî li nav giya paldayî bû, li ciyê bilbil ew vehêlabû, û rondik hê jî ji çavên wî yên spehî ziha nebûbûn.

'Kêfxweş be', bilbil gotê, 'dilxweş be; gula te ya sor dê peyda bibe. Ez dê wê ji muzîka xwe li ber tavheyvê şên bikim û bi xwîna dilê xwe birengînim. Ya min wek berdel ji te divê tenê ew e ko tu evîndarek ji dil bî çiku Evîn hişmendtir e ji Felsefeyê tevî ko ev hişmend e jî, û xurttir e ji Hêzê tevî ko ev xurt e jî. Reng-agir in çengê wê û ji rengê agir e bedena wê. Lêvên wê şirîn in wek hingiv û hilma wê wek gulan.'

Yê şagirt ji erdê li bilbil guhdarî dikir lê tê nedigihî ka bilbil çi dibêje çiku wî tenê ew dizanî ya di pirtûkan de hatiye nivîsîn.

Lê dargûz tê gihî û pirr xemgîn bû çiku gelek hez dikir ji bilbilê biçûk yê hêlîna xwe li ser çeqên wê çêkiribû.

'Hê stranekê ji min re bistre', dargûz pistî, 'ez dê pirr hest bi tenêtiyê bikim piştî nemana te.'

Wa strî bilbil ji dargûzê re û dengê wî wek avê bû ya ji amanek zîvîn dibilqe.

Dema bilbil strana xwe xilas kir, yê şagirt rabû ser xwe û lênivîskek û pênivîskek ji berîka xwe deranîn.

'Ew şeng e', wî got dema di nav daristanokê re meşî - 'ew yek nikare jê bêt mandelkirin lê ma hest hene? Mixabin na. Bi rastî, ew mîna pirraniya hunermendan e: ew hemû stîl e bê dilpakî. Ew xwe gorî yên dî nake. Ew tenê li muzîkê dirame, û her yek dizane ko huner xweperestî ne. Dîsan jî, divê bêt dirkandin ko xwedî dengek delal e. Mixabin ti wateya wan dengan nîne yan jî kêrî tiştekî nayên.' Û ew çû odeya xwe û xwe dirêj kir ser doşekoka xwe ya ji kayê û dest bi pûnijîna li ser evîna xwe kir; û, piştî demekê, di xew çû.

Û dema heyvê şewqa xwe da, bilbil firrî ser dara sorgulan û sînga xwe da ber striyekî. Bi dirêjiya hemû şevê ew strî, sînga wî bi strî ve, û heyva belûrî sar daşorrî û guh dayê. Bi dirêjiya hemû şevê bilbil strî, û strî kûrtir û kûrtir di sînga wî daçû û xwîna canê wî jê darijî.

Bilbil pêşî strî li ser welidîna evînê di dilê keçekê û yê kurrekî de. Û bi gupika çeqê jorîn yê dara sorgulan ve gulek sosret pel bi pel dest bi pişkivînê kir dema stranek li pey ya dî hat xwendin. Sîs bû pêşî wek mija li hindavî çem - boz bû wek piyên spêdeyê û zîvîn bû wek çeng û baskên elindê. Wek siya gulekê di neynikekê re, wek sîbera gulekê di gerravekê de, wa bû gula dibişkivî bi gupika çeqê jorîn yê darê ve.

Lê darê bang kir bilbil daku hê pêttir xwe bi strî ve bişidîne. 'Xwe pê ve bişidîne, bilbiloko', dar qîrrî, 'yan roj dê derbikeve ji berî sorgul bigihe.'

Wa bilbil sînga xwe xurttir bi strî ve şidand û dengê strana xwe her bilindtir kir çiku ew distrî li ser welidîna dildariyê di canê kurrekî û yê keçekê de.

Û rengek delal yê sorî vebûyî xwe da pelên gulê, rengek wek yê li rûyê zava dema ew bûkê dimaçîne. Lê strî hê negihabû dilê wî lew dilê gulê hê spî mabû çiku tenê xwîna dilê bilbil dikare dilê gulê sor bike.

Û darê gazî bilbil kir daku xwe zêdetir bişidîniyê. 'Bişidîne, bilbiloko', dar qîrrî, 'yan roj dê derbikeve ji berî sorgul bigihe.'

Wa bilbil pirrtir xwe bi strî ve şidand, û strî xwe gihand dilê wî, û janek dijwar xwe di dilê wî re da der. Dijwartir, her dijwartir dibû jan, û tûjtir û her tûjtir dibû stran çiku ew li ser evînê bû ya bi mirinê kamil dibe, evîna di gorrê de namire.

Û gula sosret bû sorî geş, mîna sorgula esmanê rojhilat. Geş û gurr bûn bersîngên pelan û sor bû wek pagend û yaqûtan dilê gulê.

Lê dengê bilbil qels û lawaz bû û çengokên wî dest bi şepşepînê kirin û ewrek ket ser çavên wî. Lawaztir û her lawaztir bû dengê wî, û wî hest pê kir ko tiştek gewriya wê difetisîne.

Paşî ew cara dawîn strî. Heyva spî strana wî bîst û spêde ji bîr kir û li esmanan vema. Gula sor strana wî bîst û jihalçûyî velerizî û pelên xwe vekirin ber hewayê sar yê spêdeyê. Vedengê strana wî gihand şkeftên li serê giran û şivanên nivistî ji xewa wan şiyar kirin. Strana wî bi rûlên çem re dabezî û wan peyama wê gihand deryayê.

'Binere, binere!' darê bang kir, 'niha sorgul tevav bûye'; lê bilbil ti bersiv neda çiku ew mirî paldayî bû di nav giyayê borr re, strî di dilî re.

Û nîvro yê şagirt pencere vekir û li derê nerî.

'Ax çi parçeyek bextiyariyê ye', wî gazî kir; 'ev e sorgulek! Min di hemû jiyana xwe de sorgulek wa delal nedîtiye. Ew wa spehî ye ko piştrast im wê navek dirêj yê latînî heye.' Û wî xwe şorr kir û gul jê kir.

Paşî wî kumê xwe kir serê xwe û sorgul di dest de bezî mala yê profesor.

Keça profesorî li ber derî rûniştî bû û seyê wê jî li ber piyan bû.

'Te got dê li gel min bidansî eger ji te re gulek sor bînim', yê şagirt gotê. 'Ev e bo te sortirîn gula dinyayê. Tu dê wê bi xwe re hilgirî, û dema em bi hev re direqisin, ew dê ji te re bibêje ka ez çend ji te hez dikim.'

Lê keçikê eniya xwe lê qirmiçand.

'Mixabin ew li cilên min nayê', wê bersiv da, 'û, di ser re jî, birazayê dîwaniyekî hin dirr û cewerên rastîn ji min re şandine, û her kes dizane ko ew pirr ji gulan bihadartir in.'

'De ca, bi sond, tu pirr bêminet î', yê şagirt dilmayî got; û sorgula xwe avêt erdê, û sorgul ket cokekê, û xirxalek erebaneyekê da ser.

'Bêminet!' keçikê got. 'Ez dibêjim te ko tu pirr bêmarîfet î. Û ca ka tu kî yî? Tenê şagirtokek î. Na, ez bawer nakim ko te ta avzûnên zîvîn jî hebin wek kurrê yê dîwanî bixî pêlavên xwe', û keçik ji ser kursiya xwe rabû û çû hindirr.

'Çi tiştek pûç e evîn!' yê şagirt got dema ji wir dimeşî. 'Evîn bi nîvî jî ne mantiqî ye çiku ew ti tiştî napeyitîne û ew hertim hin tiştan dibêje yên dê neqewimin û tiştên nerast bi mirovan dide bawerkirin. Bi rastî, ew kêr nayê. Û madem di vê serdemê de kêrhatin her tişt e, divê ez li felsefeyê vegerim û metafizîkê bixwînim.'

Wiha ew vegerî odeka xwe û pirtûkek gir ya tozgirtî derkişand û dest bi xwendinê kir.

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MAHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2008-07-29
Xwendin: 5249
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org