[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Bazê nêçîrê
Nehem çîroka pêncem roja Decameroneyê

HELSÎNKÎ, 29/6 2009 — Filomenayê bes kir. Dema şabanûyê diyar kir ko êdî wê rojê tenê dora wê û Dioneo maye, wê bi rûkenî dest pê kir.

"Ango niha dora min ya vegotinê ye, gelî xaniman, û ez dê bi kêfxweşî vebêjim jî. Ez dê ji we re çîrokek evînî vebêjim ko ji gelek aliyan ve wek ya berî xwe ye. Bi vê çîrokê dixwazim bo we diyar bikim ka hêza bedewiya we çend xurt e û ka çend baştir e ko hûn bi xwe evîna xwe bibexşin kesekî çiku felek yan qeder pirr car wa dike ko hûn dikevin dest hin mêran ko qet kêrî we nayên.

Wek belkî hûn dizanin, hebû - û belkî hê jî heye - li bajarê me zelamek bi navê Coppo di Borghese Domenichi, yê ko her kesî rêz jê re digirt û li bal her kesî qedirbilind bû, ne tenê ji ber malmeziniya xwe lê ji her tiştî zêdetir ji ber reftar û tevgera xwe ya bêlome. Li pîriya xwe wî herdem li gel cîran û biyanan jî li ser serhatiyên berê suhbet dikir, û bîrhatina wî, delalbêjiya wî û jîriya wî dibû sedema heyraniya giştî. Nemaze wî çîroka Federigoyê kurrê Filippo degli Alberighi vedigot ko xortek esilzade bû û li hemû herêma Toscanayê di çekbazî û mêraniyê de yek ji yên herî baş bû û ji ber hindê delalê ber dilê keç û zeriyan bû. Ew bû dildarî jinek ciwan ya malmezin û ya dema xwe yek ji spehîtirîn û dilbijîntirîn keç û jinên Firenzeyê dihat hesibandin. Navê jinê Monna Giovanna bû lê ax li bextê reş ko jin bimêr bû. Bo ko xwe bixe dilê wê, Federigo cejn û şahiyên siwarçakiyê û şûrbaziyê û yên ji gelek cûnên din li dar dixistin û bêqam malê xwe bo xatira wê pûç kir. Lê ka Monna Giovanna çend bedew bû, ew hind jî binamûs bû û bala xwe nedida cejn û şahiyên bo xatira wê dihatin lidarxistin. Taliyê Federigo hema hemû malê xwe ji dest dabû. Wî tenê zevîkek erd mabû ko bi zor pê jiyana xwe didebirand, û herwa jî bazek hebû ko yên beraberî wî bazî dibe li ti derê peyda nebin. Evîna wî ji her demê gurr û geştir bû lê dema pê hesî ko êdî hew dikare wa li bajar bijî, wî xwe vekişand xanîkê zeviya xwe û li wir dema xwe bi firrindegiriyê ve borand û bi serbilindî xwe li ber hejariyê girt.

Dema Federigo di wê rewşa kembax de bû, mêrê Monna Giovannayê nesax ket û, dema tê derxist ko mirin nêz dibe, wesiyetnameya xwe nivîsî. Ew qewî zengîn bû û kurrê xwe yê yekane kir mîrasgirê xwe lê pê re biryar da ko ger kurrê wî bêûcax wefat bike, bila Monna Giovanna, ya ko wî pirr jê hez dikir, bibe wergira malê kurrikî. Piştî bicihanîna hindê ew çû ber dilovaniya Yezdan.

Ango Monna Giovanna bû bîjin, û piştî demekê wê bar kir ser eraziyê kurrê xwe daku wek edet havîna xwe lê biborîne. Madem wa bû ko ev erazî nêzî yê Federigo bû, tiştek siriştî ye ko kurrê wê nasî cîranên xwe bû, û ev xortê mirovhez bi dilxweşî li gel Federigo bi firrinde û kûçikan dilîst. Nemaze bazê watedar yê Federigo ketibû dilê wî û dixwest ew baz bibe yê wî lê nediwêrî ji Federigo bixwaze çiku dizanî ko Federigo jî bêhed heyranî wî bazî bû. Lê li çileyê havînê kurrik bi dijwarî nesax ket, û dayika wî bêtixûb jê xemgîn bû çiku ew kurrê wê yê yekane bû û wê di dinyayê de ji her tiştî pirrtir ji wî hez dikir. Bi şev û roj dayik li ber nivîna wî rûdinişt daku xemên wî verevîne û wî dilşad bike. Herî kêm bîst car wê daxwazên kurrikî jê dipirsîn û texsîr nedikir daku wan bi cih bîne. Rojekê kurrikî gotê: "Ger bazê Federigo ji min re bînî, dayê, bawer dikim ko ez ê sax bibim." Dema Giovannayê ev bihîst, ew ket raman û pûnijan daku bizane ka çi bike. Wê dizanî ko Federigo pirr ji wê hez dikir lê herwa dizanî ko ew bi xwe li hember wî xemsar bû. "Ma gelo ez dê bikarim jê bixwazim wî bazî yê ko li gor gotinan yek ji baştirîn bazên nêçîrê yên hemû dinyayê ye û di ser re jî tek kêfxweşiya Federigo ye? Ma dikarim wa xweperest bim ko tek xemrevînê wî jî jê bistînim? Wê bênavbirr ev ji xwe dipirsî, û tevî ko dizanî jî ko dê Federigo bazê xwe bidiyê ger jê bixwaze, wê ti soz nedan kurrê xwe û bersiva daxwaza wî neda. Demek dirêj pê ve neçû berî ko evîna hemberî kurrê wê ser ji şik û gumanên wê stand û wê biryar da daxwaza wî bi cih bîne, çi dibe bila. Daku qedirê Federigo bigire, wê biryar da bi xwe biçe seredana wî, li şûna kesek din bişîne. Wê ji kurrê xwe re got: "Rehet be, lawê'm, û sax bibe! Soz be serê spêdeyê ez dê berî her tiştî bo te wî bazî bînim." Kurrik bi sozê wa şad bû ko wa dixwiya tavilê saxtir dibe.

Spêdeya roja din Monna Giovanna li gel jinek dî bi rê ket û qaşo bi tesadifî di ber xaniyê Federigo re borî. Seqa û hewa ne yê nêçîrê bû lew Federigo li malê di nav baxçeyê xwe de bû. Dema ew bi baxçe ve mijûl bû, yekî ji xizmetkaran peyam gihandê ko xanim Giovanna hatiye seredanê. Ew hêbetmayî û bi dilxweşî bezî mal ve û çav ket bi Giovannayê ya ko hurmetane silav kirê. Federigo camêrane xwe li ber çemand, û xanimê bersiv da awirên wî yên dipirsîn: "Rojbaş, Federigo! Hatim heqê wê ziyanê bidim ya giha te dema te pirr ji min hez dikir. Diyariya dixwazim bidim te ew e ko ez û hevrêya xwe dê firavînekê li cem te bixwin." Federigo bi nefsbiçûkî got: "Delaltirîn dilber Giovanna! Ne haydar im jê ko ti ziyan ji te gihabe min lê bi hebûna te wa bextiyar bûme ko ev seredana te ya li cem min - tevî ko neçar im wek mazûvan û mêvandar nekêrhatî diyar bibim jî - bi baweriya min ne heqê ti ziyanan lê berdewamiya wê qenciyê ye ya te diyarî min kiriye. Qet ne ji ber min bi xwe lê ji ber te lêborînê hêvî dikim ko nikarim te bi şeng û şayane pêşwazî bikim." Wî ji Monna Giovannayê daxwaz kir ko kerem bike hindirr û ew bir nav baxçe. Ji ber ko ti kes din tinebû li gel suhbetê bike, wî ji Monna Giovanna xwest kêlîkekê li gel jina pîr ya baxçevanî suhbetê bike ta ko ew bi xwe çavdêriya danîna sifreya firavînê bike.

Tevî nedarî û hejariya xwe jî Federigo ta niha pê nehesîbû ka wî çend nebaşiyek mezin kiribû dema zengîniya xwe hemî pûç kiribû. Lê niha ko wî ti tişt nebû dane ber vê xanimê ya ko wî ji bo xatira wê bi sedan mêvan mazûm dikirin ber maseyên sifreyên ji ber giraniya lezetên bihagiran li ber şkestinê bûn, niha ew tê gihişt ka wî çend bêhişî û bêaqilî kiriye, û ji dil lê poşman bû. Wî nifrîn li siûda xwe ya xirab dibarandin û bêhiş li dor xwe paş û pêş dihat û diçû lê ne pare û ne jî tiştên bihagiran didîtin ko bike gerew û rehîn daku pê firavînekê raberî vê xanimê bike. Pirr dem vekêşa û wî hê jî ti tişt nebû dane ser sifreya vê xanima nirxbilind ya wî dixwest li gor nirxê wê bide keremkirin. Li aliyê din wî ji serbilindiya xwe nedikir alîkariyê ji ti kesî bixwaze, û ko wî çavek li bazê xwe yê bihagiran gerrand, biryar da ko dawîn car wî bazî bi kar bîne. Wî zora xwe bir, baz ji lîsê wî deranî û stulk lê veçemand ji ber ko bawer dikir ko ew dê bi dilê mêvana wî be. Wî baz bi lez da rûçikandin û ferman da ko ew di tavikê de bêt qelandin. Û paşî mêzerek çûrr-spî, ji wan yên wî hê çend lib mabûn, li ser maseyê hat raxistin, ew vegerrî nav baxçe û ji mêvana xwe ya xweşdivî re ragihand ko ew firavîna sade, ya wî pê çêdibû, amade ye. Monna Giovanna li gel hevala xwe bi wî re çûn û rûniştin ser sifreyê. Bêyî ko bizanin ka çi bû raberî wan hatiye kirin, wan bi mêvandariya merdane ya Federigo têr xwar.

Piştî firavînê wan li ser gelek mijaran suhbet kir, û paşî Monna Giovanna biryar da xwe ko taliyê suhbetê bîne ser mijara bingehîn. Wê bi dengek nerm û narîn dest pê kir: "Federigo, dema bipûnijî li binamûsiya min, ya ko ihtimal e te pirrî car wek dilreqî yan bêdiliyê hesibandibe, dibe asantir tê bigihî ka dêbav çend dildariyê qurbanî zarroyên xwe dikin, û hingê hêvîdar im dê li min biborî ko diwêrim vê daxwazê ji te bikim. Jixwe te ti zarrok nînin lê min kurrek heye, û ez nikarim ji xwe qut bikim wan hestan yên dilê her dayikê vedijînin. Lew neçar im sinorên maqûliyê bigavînim û ji te wî tiştî bixwazim yê ko li ber dilê te pirr şirîn e çiku dixwiye ew tek tişt e ko xemên te vedirevîne û kêfa te tîne. Bi kurtî: Ez bazê te dixwazim. Dilê kurrê min hind ketiye wî ko ditirsim nesaxiya wî kembaxtir bibe û kurrik ta belkî bimire ger nikarim wî bazî jê re bibim. Ji te hêvî dikim - ne ji ber wê evînê ya te hemberî min hest pê kiriye lê ji ber cewerî û camêriya te ya herdem diyar - wî bazî diyarî min bike. Hingê dikarim bibêjim spas bo merdiya te ya camêrane ko kurrê min ji merg û mirinê xilas kir, û ji ber vê qenciyê ez dê herdem deyndarî te bim."

Dema Federigo guhdarî daxwaza Monna Giovannayê dikir, ew ji qehran lal bû çiku tê gihişt ko wî ji dest daye ew tek delîva jiyana xwe ya ko dikarî carekê xizmetek bikêr bo dilbera xwe bike. Ji bilî axînek kûr ti jê nehat, û Giovannayê fam kir ev axîn wateya hindê ye ko ew nikare dest ji bazê xwe berde. Giovanna li ber bû bibêje ko ew êdî wî bazî naxwaze lê hê ew negihabû, Federigo dest bi axivînê kir: "Xanima çak. Ji wê gavê, ya ko Yezdan wa hez kir ko çirayê evîna te di dilê min de hilbibe, siûda min herdem kembax bûye, û heqdar im gilî û gazinan bikim ko felek li min xayin bûye. Lê hemî, ya ko hatiye serê min, kêm e li ber wê êş û azarê ya niha hest pê dikim, li ber vê êş û azara nayê tehemilkirin. Ca ko tu - ya li rojên zengînî û dewlemendiya min ti car piyek wê bi mala min nediket - niha hatiyî û te xwe avêtiye ber mala min ya belengaz daku vê diyariya bêqedir ji min bixwazî - û ko ez... û ko ez nikarim vê daxwaza te bi cih bînim. Ca ez dê bi kurtî ji te re bibêjim ka çima nikarim. Dema min bihîst ko tu dê wa pirr qedir bidî min ko li ser sifreya min bifermî firavînê, tavilê lê pûnijîm ka çi raberî mêvanek wiha qedirbilind bikim. Bêguman min xwest baştirîn tiştê heyî bidim keremkirin, ket hişê min ko bazê min bi kêr tê ji ber ko ew xweşdivîtirîn tişt bû ko min hebû - û wisan ew bû firavîna te. Min bawer dikir ko ew baştirîn awa bû ko wî bazî bidim. Lê ko niha wî bi awayek din dixwazî, ji qehran dipeqim ko nikarim daxwaza te bi cih bînim. Bawer dikim ko ev xem qet ji dilê min dernayê." Daku Monna Giovanna ti şikan ji gotinên wî nebe, çû nikil û nînokên wî anîn û danîn ber piyên wê.

Dema Monna Giovannayê mesele jê bihîst, pêşî lome lê kirin ko wisan bazê xwe kuştiye lê pirr dem pê ve neçû ko wê êdî nikarî nebe heyranî wê merdiya wî ya hejarî û nedariyê nikarîbû kêm bike. Lê ko ji ber vê sedemê wê êdî ti hêvî nemabû ko daxwaza kurrê xwe bi cih bîne û ji ber ko ew xemxwerî nesaxiya kurrê xwe bû, bi dilek bi derdan dagirtî vegerrî mala xwe. Ca sedem xeyalşkestina ji ber bidestnexistina bazî be yan jî nesaxî ji cûnek wa be ko encama wê dê her mirin ba, herhal kurrik piştî çend rojan mir û kul û kovanên dayika xwe pirr giran kirin. Monna Giovannayê heyamek pirr dirêj şîniya kurrê xwe kir lê ji ber ko hê ciwan bû û bûbû xwedî mîrasek mezin, birayên wê dest pê kir jê daxwaz kir ko dîsan bizewice. Pêşî Giovanna dijî hindê derket lê wan bela xwe jê venekir. Û dema lê pûnijî ka Federigo çend pirr jê hez dikir û çi mêranî kiribû ko bazê xwe yê fêris gorî wê kiriye, wê ji birayên xwe re got: "Ger hûn destûrê bidin, qet ne dijî hindê me ko ta dawiya jiyana xwe bîjin bijîm. Lê ger hûn îlle bixwazin ko bizewicim, hingê ez dê Federigo degli Alberighi - lê qet ne ti kes dî - bibijêrim." Birayên wê tinazî bi vebijarka wê kirin: "Ca ew bo çi ye?" ew jê pirsîn. Lê wê bersiv da: "Birayên delal. Dizanim ko ew ne zengîn e lê bo min zelamê bê zengînî çêtir e ji zengîniya bê zelam." Bira tê gihiştin ko wê ji dil biryara xwe daye, û ko ew jê agadar bûn ko Federigo camêrek bû ko bi şeref xwe li ber barê belengaziyê ragirtibû, wan xwişka xwe da wî û hemî mîrasê wê li wan kir next û qelen. Piştî Federigo li gel wê xanima hind pirr jê hez dikir zewicî, ew êdî bo camêrek yê ko dizanî baş sereguhiya mal û maliyeta xwe bike. Ew û jina xwe ya binamûs û pêbawer hê çendî çend salan bi hev re jiyan."

Wergerandin: Husein Muhammed

-----------------------------------
Nivîskar: Giovanni Boccaccio (1313–1375)
Weşandin: 2009-06-29
Xwendin: 6125
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org