[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Çirûsk û xwelî
HELSÎNKÎ, 5/2 2010 — Min ev aforîzma ji rojnivîska xwe (1999-2003) bijartine.


***

Derdê gelekan ji me ew e ko me ti derd nînin.

***

Em barê xwe bi îdeolojiyan giran dikin.

***

Diktator jî bi hêz û vîna gel dijîn.


***

Jiyan xewnek e, mirov dibîne.

***

Çawa Yezdan û Şeytan nîn in? Pa mirov çi ne!?

***

Piştî dest bi nivîsê kir, dev ji xwendinê berda.
Ez kêm caran hemfikir im - ta bi xwe re jî.

***

Her ramyar û ramanwerek gir û gewre, tûle û tolazek bêkêr û bêwec e.

***

Keçik delal e - hindî te ew tazî nedîtibe.

***

Ev dinya derewîn e - û ya bêt hê derewîntir e.

***

Dîrok heqiyê rast dernaxe.

***

Dê hemî hêviyên me bi cî bên? Xwedê neke.

***

Ji roja min dest bi temaşe- û guhdarîkirina nûçeyan kiriye, êdî nizanim ka bi rastî çi lidinyayê diqewime.

***

Mezintirîn nivîskar ti carî ti tiştî nanivîsin.

***

Bawerî çi û çawan be jî, heke alîgirên wê bûn gelek, ew dibe bela.

***

Gel bi xwe tewanbarî wê zordariyê ye ya lê tê kirin.

***

Her nivîskar, çend ko dibêje, gelek car hind vedişêre jî.

***

Sansûra mezin ne Dadgeha Ewlehiya Dewletê lê tu bi xwe yî.

***

Gelo ma qehremanên qehreman hene?

***

Hevalên hertim hemfikir hevalên derewîn in.

***

Di her henekbêjekî de gelek xemgîn dijîn.

***

Reşbîn be daku dilsar nebî.

***

Li evînê negere daku wê nebînî.

***

Dîrok me fêrî hunera derewkirinê dike.

***

Tenê sernerm dikarin jîr bin. Tenê serhişk dikarin dahî bin.

***

Ti tiştek ji vê berhemê bê sansûr nemaye - ta ev hevok jî.

***

Eger hemû hemfikir bin, hemû kêmfikir in.

***

Ti tiştî hindî ramanên mezin mirovên bêguneh nekuştine.

***

Zemawenda min û Xemê ye.

***

Hêvî heye lê bela serê me ye.

***

Mirovên nizanin sade bijîn, tê dikoşin bibin bilîmet.

***

Herdem ji bîr dikim ko bawerî bi mirovan nabe.

***

Roj nîne neqehirim - derman e.

***

Xwe ji rêbaz û prensîpan azad bike.

***

Türk Dil Kurumu: Saziya Zimanê Tirkî.
Medya Tv: Saziya Zimanê Tirkî bo Kurdan.

***

Ew ne mirovên mezin in yên bi karên mezin radibin ji ber ko nikarin ên biçûk bi cî bînin.

***

Her dîn ne dahî ye.

***

Bi xwe serxweş im - alkohol pê nevê.

***

Evîn xapandin e - xwexapandin jî.

***

Heke ji dil bixwazî qenciyekê bikî, hew qenciyê bike.

***

Gelo ma ne dîn û îmana min ji sloganan diçû? Pa ev çi ne ez dinivîsim?

***

Jîrî û zanayî mirovî dikujin.

***

"Bê nan dibe lê bê azadî nabe." Ma ji vê mezintir derew hatiye kirin?

***

Bêkesî ne xweş e, bikesî derdek bêderman e.

***

Wî hind xwend ko rastiya jiyanê ji bîr kir.

***

Li min negire, ez nikarim nenivîsim.

***

Li mijaran negere, bihêle bila ew te bibînin.

***

Kes ji wî xwelîsertir nîn e yê ramanên wî ji hêza wî zêdetir bin.

***

Tu dê ticarî bêkêmasî nemînî lê ta ji te bê kêmasiyên xwe kêm ke.

***

Bizane ko nivîskar û siyasetvanên bi dîroka gelê xwe dixwirrin û pesnan didin, bawerî bi hêz û şiyana îroyîn ya gelê xwe nîn e.

***

Madem her tirkî ye,
Apo be yan Ecevit, ferq çi ye?

***

Hertişt niha hind xweş e ko min nexweş dike.

***

Ma kî wek min xweş dinivîse - dema nanivîsim!

***

Min ev hemî gotin kirine? Na! Kirmê di min de.

***

Sansûr tiştek baş e. Heke sansûr nebe, ez dê neçar bimînim xwe bispêrim xwesansûriyê.

***

Dostaniya dostên hemfikir ne kûrtir e ji hemfikiriyê

***

Heke nikarî xwe biguherînî, dinyayê biguherîne.

***

Entelektuel? Ka?

***

"Biratiya gelan" şirîntirîn peyv e ko min bihîstiye - û xapînoktirîn jî.

***

Ew çi demokrasî ye heke mirov nikare bibêje: ev ne demokrasî ye?

***

Hemî ne-pozbilind derewker in.

***

Dîrokê peyitandiye ko pirraniya zordaran carekê aştîxwaz bûn.

***

Li vî zemanî gelek aqiltemam jî xwe dîn dihesibînin; baştir biqedir dibin.

***

Heke jiyan bêkêmasî ba, min dê nexwesta bijîm.

***

Kêm kesên hezkirî kesên qenc in.

***

Camêran broşûrên Ernesto "Che" Guevara difiroşin min, bi deh dolaran. Ser herdu çavan, ez ê bi dîwarê xwe ve bihilawîsim, bi deh dolaran - lê mixabin razî nebûn deh dolaran bidin min.

***

Gelek nivîskar nedilşad in ji ber ko xwendevan nîn in an jî kêm in. Nayê bîra wan ko heke xwendevan gelektir hebin, dê kêmasî û nehêjayiyên nivîskar zêdetir nav û deng bidin.

***

Madem Xwedê her tiştî dikare, gelo ew dikare nikare?

***

Siyasetvan tê dikoşin rêveberiya dewletan bikin ji ber ko nikarin rêveberiya zarokên xwe bikin.

***

Ne ditirsim ko belayek bêt serê min, ditirsim ko ti tişt neqewime.

***

Baş e ko pirraniya mirovan newêrek in. Wek din, wan dê xwe bikuşta.

***

Du birr mirov hene: hinek mîna te ne û hinek jî ji te cuda ne. Û ti ji herduyan jî ji te hez nakin.

***

Siyasetvan ji pesndana şehîdan hez dikin. Şehîd êdî ne xeter û talûke ne ji siyasetvanan re.

***

Çare nîn e. Bila nebe. Hebe jî namîne.

***

Ji hemî bîrdoz û bîreweriyan a herî gewer û pîroz xweperestî ye. - Dilê te jî wisan dibêje lê tu neheqiyê li xwe dikî û wê baweriya xwe difetisînî.

***

Heke mirov bi xeman bimirana, gelek ji me dê ji vê rezaletê xelas bibana.

***

Gelo ticarî tê bîra wan kesan ên wiha bi tundî û tûjî guhartinan dixwazin ko yên herî zêde pêdivî û hewcedarî bi guherînê heyî ew bi xwe ne?

***

Kêm kesan hindî min bawerî bi dîn û îdeolojiyan hebû. Û kêm kes hindî min ji wan dilsar bûne.

***

Pa vêca ew xwedayê mirovên hinde mejîreş û famkor afirandine bi xwe çawan e?

***

"Biratiya gelan" çîroka Qabîl û Habîl e.

***

Ez ne ewqas zîrek im ko bikarim sil bibim.

***

De vêca were û bikare bibêje: "Ez ji te hez dikim."

***

Daku jin ji te hez bikin, homo be.

***

Çi sûde û feyde ji bilîmet û dahiyan heye?

***

Ew çend ramanan li pey xwe dihêlin û mirov sera wan ramanan bi milyonan ji hev dikujin.

***

Heke Şeytan nebe, Yezdan dê bo çi be?

***

Nivîskarî baştirîn tedawî û kembaxtirîn nesaxî ye.

***

Îro li bazarê ev di guhên min de diçingî:
- Werinê, werin îdeolojiyan... germ û nerm... erzan û belaş... Werin îdeolojiyên niha biraştî.

***

Xirab ji qencan gelek zêdetir in, û yên qenc jî ji nezaniya xwe qenc in.

***

Bilîmet bêkes in lew heval û hogirên min pirr in.

***

Çiku ne ya min e, pirr dixwazim; ger a min ba, ez dê jê birevîma.

***

Xemgîn î ko berhemên te nayên weşandin? Ez hê zêdetir xemgîn im ko berhemên min tên weşandin û dikevin meydanê û herkes dikare wek gogê pê bilîze.

***

Bextiyar im ko we hevalek wek min heye.

***

Heke yekî derd nebin jî, ji xwe re peyda dike.

***

Gelo Xwedê jî serbilind e? Bi çi? Pirr ditirsim ko bi mirovan!

***

Xwelî li wî yê tê bikoşe şert û mercên wêjeyî û edebî di berhemên xwe de bi cî bîne: ew rastiyê ji bîr dike!

***

Piştî ko min ew nas kir, êdî piştrast im ko dahî û bilîmet mirovên herî pepûk in.

***

Radîkal: ew kes yên ko tê dikoşin dinyayê biguherînin ji ber ko nikarin xwe biguherînin.

***

Evîna dualî? Ew çi ye?

***

Pirsgirêk ne ew e ko ew kêm ji min hez dike. Pirsgirêk ew e ko ez zêde jê hez dikim.

***

Heke bixwazî ji her tiştî nerazî bî, dê jê nerazî bî.

***

Kurdî ne tenê ew e ya ko ez dizanim.

***

Li şûna bindestî stemkar û zordarê azadîxwaz baştir e mirov bindestî stemkar û zordarê basa azadiyê nake be.

***

Demokrasî jî dogmatîk e: nahêle mirov ne-demokrat be.

***

Em hemî ne nezan in; pirraniya me îdiyot in.

***

Mirov ji aştiyê aciz dibe lê min nebihîstiye ko ti zordarek li xwe poşman bûye.

***

Heke tu bi min re ne hemfikir bî, tu şaş î. Lê ev nayê wê wateyê ko heke tu bi min re hemfikir bî, tu dirist î.

***

Hertim ditirsim ji dest bidim tevî ko baş dizanim ko ticarî ne ya min bûye û ne jî dê ya min be!

***

Tenê wan şevan dinasim yên xewa min nayê.

***

Kî bêaqilî gotiye ko nezanî mirovan bextreş dike?!

***

Rûpûş, eba û kevînk bedewiya gelek jin û keçan vedişêre - û kirêtiya hê gelektiran.

***

Felsefeya jiyanê? Madem jiyan nebe, felsefeya wê bo çi ye!?

***

Hind baweriya min pê têt ko bawer nake baweriya min pê têt.

***

Dema ez li mirovan dinerim, dibînim ko Adem û Hawa gelek neşirîn bûn.

***

Bo ko dahî bî, ne hewce ye dîn bî lê divê xwe bi xelkê dîn bidî pejirandin.

***

Hemî siyasetvanên hezkirî derewkerên zîrek in lê mala Xwedê ava ko hemî derewkerên zîrek ne siyasetvan in; gelek ji wan yên bijare nivîskar in.

***

Ez bi tundî dijî xwe me.

***

Ji evîndarên berê û bitecrûbe bipirse daku bizanî ka evîn çi xwelî ye.

***

Demokrasî jî zordestî ye: ji bilî xwe ti rêbazên din qebûl nake.

***

Bê xem nikarim tiştekî binivîsim.

***

Hemî jiyana min henekek e, henekek kes naxwaze pê bikene, yariyek kes nalîze.

***

Hemî mirov dikarin bibin nivîskar lê tenê qeşmer dibin nivîskar.

***

Çima xwe mirov bihesibînin? Ma ew hêjayî hindê ne?

***

Me zimanê xwe ripîrût kiriye ji ber ko em newêrin "devokanî" binivîsin û bipeyivin.

***

Demokrasî jî bêdilî mirovan li ser wan hatiye ferzkirin.

***

"Mirov aqilê xwe ji bêaqilan digire." Madem wisan ne, gelek kes bi saya min jî biaqil bûne.

***

Ew pirsgirêk in yên tu dibêjî!? Heke wan, yên tu bawer dikî ko pirsgirêk in, pirsgirêk bihesibînî... ka ji berxa ber dilê xwe re bibêjim: te pirsgirêk nedîtine!

***

Heke herdem tiştê bêt têgihiştin û hezkirin binivîsim, ez dê ticarî tiştek watedar nenivîsim.

***

Roj nîne ko dilê min bi vê gula çilmisî neşewite lê her roj ji xwe re dibêjim: bila avdana wê bimîne sibê.

***

Dixwazim bibînim daku dilsar bibim.

***

Rêzgirî û hirmeta min ji her baweriyê re heye lê divê ew xwe biguherînin.

***

Nivîskar: ew kes in yên nikarin derewên xwe yên sade bi xelkê bidin bawerkirin loma pirtûkan dinivîsin daku bi bihaneya wan derewên xwe belav bikin.

***

Pirraniya mirovan mîna mihan sernerm in, û kî bixwaze dikare bibe şivanê wan. Û bi sond jiyana van mihmirovan tijî dilşadî ye.

***

"Cogito ergo sum." René Descartes şaş bû. Diviyabû ko wî gotibûya: "Em hene lê em nafikirin."

***

Heke bixwazî xelk xulamî te be, jê re bibêje ko tu xizmeta wan dikî; siyasetvan jî wisan dikin.

***

Xem gelek xweş in. Yên ji ber wan gilî û gazinan dikin, hema xem nedîtine jî.

***

Hergav ko têr gû dipeyivim, mijarê diguherînim û dest pê dikim tenê gû bipeyivim.

***

Sosyalîzm: belaya serê zengînan – û feqîran.

***

Raman û kirin pirrî caran dûrî hev in. Mala Xwedê ava.

***

Bextiyarî ne ti armanca jiyanê ye.

***

Em dijîn daku em bimirin.

***

Mirov dê her bimire, hindî zûtir e, çêtir e.

***

Hew gazinan bikin. Derew e ko di rewşek xweş de mirov bextiyar be. Tenê bi têkoşîn û xebata berdewam dijî astengî û pirsgirêkan mirov dikare bextiyar be; ne bi biserketinê.

***

Ti tiştî hindî NE-ezperestiya me ziyan negihandiye me; xelkê dilpakiya me baş ji xwe re bi kar aniye. Di nav vê 'xelkê' de gelek kurd jî hene.

***

Bi hêcet û bihaneya yeketî û yekdengiya kurdan bi hezaran kesên behredar û ramanwer hatine sermihkirin.

***

Ti tiştek wek bêhêvîtiyê hêzê nade mirov.

***

Nebîne daku bêriya wê nekî.

***

Eger dilê min nehatiba şkandin, min ê dilê gelekan bişkanda.

***

Ramanên nû pirr baş in - hindî neketibin pratîkê.

***

Mirov im, ji bîr nakim. Lê nizanim mirovbûn tê çi wateyê.

***

Yezdan, ez di gelek biwaran de bêhêz im, û min di gelek ji wan de her bêhêz bihêle!

***

Kerb hêz e.

***

Yezdan, hind gelek ji keçikê hez dikim ko hêvî dikim ko Tu min nekî bela serê wê!

***

Qehreman jî tenê keysperestên rewşa kembax in.

***

Her pirtûkek jiyanek e - jiyanek wek ya me derewîn.

***

Mirov çi bike jî, dîsan jî dibe xweşmirov be.

***

Yezdan, vê duaya min qebûl neke!

***

Eger dixwazî binivîsî, tenê hevalekê ji xwe re peyda bike: tenêtiyê.

***

Derdê dukesiyê derdek bêderman e.

***

Ez jî gelek keyfreş im bi nameyên te.

***

Ji quretiya xwe nefsbiçûk im.

***

Destkeftiyên qehremanan diyar û berçav in - term hê nehatiye binaxkirin.
Hindî hevaltiya me nêzîktir dibe, baştir tê digihim ka em çend dûrî hev in.

***

Ji kû bizanim ka tu bênfire yî yan sersar î?

***

Dema min nîne navdar bim.

***

Her dinivîsim - bi hêviya rojekê êdî nenivîsim.

***

Wê bêje ya bêt ber devê te; eger bifikirî, dê derewan bikî.

***

Ne ji ber jêhatîbûna xwe lê ji ber serhişkiya xwe bi ser ketime.

***

Pirraniya me ji ezperestiya xwe qenciyê dikin.

***

Bo ko xelk ji te razî be, wisan neke ko tu bi xwe ji xwe nerazî bî.

***

Xeman rêya vegotinê li min girtiye.

***

Evîn: jehremar.

***

Demokrasî ji bilî berjewendîperestiyê ne ti tişt e. Û divê her wisan bimîne jî.

***

Gelek xirab ji 'qencan' çêtir in ji ber ko xirabiya wan aşkira ye.

***

Eger dilê te bi xelkê bişewite, bizane ko hingê divê dilê te bi te bişewite.

***

Min dem nîne hesûd bim.

***

Lê nenerî, pozbilind î. Lê binerî, ji bêçaretiya xwe wa dikî.

***

Belê, dikarim bi gelek zimanan biramim ji ber ko ramanên min pirr sade ne.

***

Hindî xunava memikên te hebin, ma mey bo çi ye?

***

Xweştirîn çîrok û helbest ew in yên di xewn û xeyalên me de zindî ne lê em nikarin zeft bikin.

***

Min bikuje lê dilê min bi xwe neşewitîne.

***

Hindî zêdetir dibêjî, kêmtir guh didim te.

***

Ti car ne cidî be daku nebî pêkenok.

***

Mirovatiya bê ceng û şer ne ti mirovatî ye.

***

Di siyasetê de tenê yên ne berpirsiyar dikarin rastgo bin.

***

Tenê kul û kovan dikarin bi agirê xwe dilê min germ bikin.

***

Di her rastiyekê de gelek derew veşartî ne.

***

Ti sinor hindî yên dilê te teng nînin.

***

Her nûxwaz paşî dibe kevneperest.

***

- Rastiyê bibêje.- Kîjan rastiyê?

***

Her tiştî du rû hene: yek tirş e û yê din jî tal e.

***

Kêm kes rastgo ne, herî kêm jî bo xwe.

***

Xwendin dikare çavan kor bike - bi mecazî jî.

***

Di şer de tiştê rast jî derew e.

***

"Umrê borî êdî nayê." Mala Xwedê ava ko tam wisa ye.

***

Daxwaza parastina aştiya neyî nakim.

***

Eger ti kes ji te hez neke, bizane evîna te hind berz û bilind e ko kes nagihiyê.

***

Plankirin anku nekirîhiştin.

***

Şer rewşa normal e.

***

Carinan sed heval û hogir jî nabin derman bo tenêtiya min.

***

Bextiyar ew e yê li bextiyariyê negere.

***

Mirov wisa hov û barbar in ko nikarin heywan bên hesibandin.

***

Baş bû ko hingê baweriya min ew bû tevî ko niha dizanin jî ko ew bawerî şaş e.

***

Reşbînî ne rastbînî ye.

***

Bi rastî aciz bûme ko her "nivîskar" gazinan dike ko nivîsîn dijwar e. Madem wa ye, bila nenivîsin.

***

Xelk dixwaze şerr hebin daku xwepêşandanan bikin û bibêjin divê şerr nebe.

***

Evîn bivok û xeter e; ji ber wê min gelek heval û hogir ji dest dane.

***

Xwezî min nexwesta binivîsim daku tiştek bo nivîsînê bihata bîra min.

***

Xwezî min hew bigota xwezî.

***

Hind dijwar e berbijarek baş bibînim da dengê xwe bidimê ko bi xwe bûme berbijar.

***

Armanc her xweperestî ye. Armanca hemûyan. Armanca te jî. Armanca min jî. Armanca vê pendê jî.

***

Nivîskar: komek mirovên tiştek din ji destan nayê.

***

Mirov dikare herdem bextreş be.

***

Ti tişt wek wê nexweş nîne ko dijminê xwe birîndar bibînim.

***

Bi diyarkirina piçek rastiyê dixwazin gelek rastiyê veşêrin.

***

Guhdarîkirin lê nebîstin yek ji hinêr û şiyanên giring e.

***

Em pirr pêşketî ne - bi hunera parastina derewên xwe.

***

Her kes nikare bibe nivîskar: her kes ne hind delodîn e.

***

Ev çi ye ko kesa/ê hat, dibêje: 'Evîna min dastanek bû!' Welle ya min tenê serêşî ye, serêşiyek temam.

***

Ti kes ji dostên qenc xirabtir dernakevin.

***

Dîroka evînê dîroka bextreşiyê ye.

***

Komunîzm: "Her tiştê te yê min e jî lê yê min ne yê te ye jî."

***

Bila em kêm bin da tiştek ji me bêt.

***

Herdem hêvî heye lê carinan ne pêdivî ye.

***

Camêr goştê berazan naxwe ji ber ko ne kannîbalîst e.

***

Di her derewê de rastî veşartî ye.

***

Du birr jin bextreş: yên kirêt û yên bedew.

***

Dîsan gulek bo biçilmise geş bûye.

***

Ta giham pesna te bidim, te qenciya xwe ji bîr kir.

***

Di peyvên şirîn de ti rastî nîne. Û di peyvên tal de jî.

***

Eger ne bi xêra newêran ba, niha mirovek jî sax nemabû.

***

Berê ez ker bûm ko min wisan dikir. Niha kertir im ko wisan nakim.

***

Yên xwelîbiser her tepeser in, vêca çîna serdest ya xanedanan, ya bazirganan yan jî ya karkeran be.

***

Rastî hêjayî pesndanê ye - eger li gor berjewendiyan be.

***

Divê yên bixwazin xwe bikujin bên lisêdaredan daku kes çav li wan neke.

***

Ma Nietzsche negotiye: "Tu dê biçî cem jinê? Şivê ji bîr neke!"

***

Ti kes ne dahî ye lê gelek kes xwe bi kar û xebatê dikujin.

***

Zerer û ziyana pasîfîstan ji ya şerxwazan pirrtir e.

***

Bê xapandin nameşe.

***

Ez ne "mirovên qenc" û ne jî "mirovên xerab dixwazim"; "mirov" tenê bo min bes in.

***

Ti kes ne gelek giring e.

***

Ji xweperestî û partîperestiyê, xweperestiyê bibijêre.

***

Xwezî aştîxwazan bizaniya ka ew bi rastî çi dixwazin.

***

Mirov ecêb in: nikarin rojekê jî bê xem bijîn.

***

Bawer nakim ko tişta objektîv rast be.

***

Eger ne ji pozbilindiya min ba, min qencî nedikir.

***

Derdê min: alîkariya hevalên xwe ji dil nekim, ez bawer dikim ko ne dilpak im; ji dil bikim, ew bawer dikin ko ne ji dilpakiyê dikim.

***

Dixwazim bi agirê awirên te bişewitim.

***

Gelek kes bo "ben Kürdüm" xwe didin kuştin lê nabêjin "ez kurd im".

***

Jihevkirina rastiyê û nerastiyê bêhed dijwar e lê dikarim ji tiştekî bêşik piştrast bim: ne ronakbîr im û ne şoreşgêr im û ne jî dixwazim yek ji wan û ne jî ew herdu bim.

***

Bê Serok nameşe lê bi Serok jî nameşe

***

Li çolistana min ya hişk û beyar xunav tenê ji çavan dibarin.

***

Yê xirabiyan neke, qenciyan jî nake.

***

Ta jê dûr nebî, qedrê wan nizanî.

***

Quretiya wî em ji mirinê xilas kirin.

***

Ceribandin tehlîke ye: Xwedê jî xwe ceriband û encam derket mirov.

***

Petrol - bereket û xezeba Kurdistanê.

***

Yê ne xweperest be, ehmeq e.

***

"Hemû jiyana xwe li xwe gerîme." Ê welleh te ti nekiriye.

***

Qehremanê berê ne ti qehreman e.

***

Gelek xirab hene û pirraniya wan tê dikoşin daku xelk li gor daxwazên wan bê bikaranîn. Ditirsim ko mixabin ez bi xwe jî ji wan im.

***

Du birr jin hene: kirêt û makyajkirî.

***

Rastgo be - bo xwe.

***

Jin gul e. Avdanê ji bîr neke.

***

Yê nikare galteyan li xwe bike, nikare li xelkê jî bike.

***

Rastiya neyê bawerkirin nebêje.

***

- Ew kî ne?
- Du tirkîziman û pênc jî kurdînezan in.

***

Nizanim çima ji helbestên tê nagim hez dikim.

***

Ti tiştî bi temet evînê rêyên rûreşiyê nedane ber min - ji wan rûreşiyan ya herî mezin nivîskarî.

***

EXLAQ E: veşartina rastiyan, pejirandina derewan, kuştina hêviyan, koletiya partiyan...

***

Aştî xweamadekirina ji bo şer e.

***

Nûçeyên şer filmên xweş in.

***

Bê gan nameşe.

***

QANÛN: Bend 1. Ti qanûn nîne. Bend 2. Yê bi benda 1 neke, dê bêt cezakirin.

***

Bişar Axa gotiye: "Ez her axa me, serok Sedam be, Telebanî be, Barzanî be yan jî Öcalan be."

***

Eger hin gotinên nexweş derbareyî te bibêjin û tu bizanî ko ew gotin ne rast in, xemgîn nebe. Bifikire ka dê çend nexweştir ba eger ew gotin rast ban.

***

Yê jiyanek xweş hêvî kiribe, piştî bidestxistina armanca xwe poşman bûye.

***

Di aşop û xeyalên min de bêhejmar refên çîrokan difirrin. Û dema pênûsê digirim destê xwe, hemû li asoyê wenda dibin.

***

Agirê te dê min bike xwelî.

***

Çi li vî dilî bikim ko li te bûye bela?

***

Rastî jî kêm caran baş e.

***

Kerem bike bibijêre: berjewendiyên xwe yan yên Serok.

***

Nezanî hêz e, zanîn bêhêvîbûn e.

***

Hinek di şer de mirin. Yên mayî jî xwe li ser serê me mezin dikin.

***

Camêrekî kerem kiriye: "Çawan şoreş ti tiştî naguherîne? Navên serokan diguherîne."

***

Heqdar e ko baweriya wê bi min nemaye ji ber ko min herdem ew ji xwe giringtir dîtiye.

***

Demokrasî: Hêza gel. (Na na, ez tirrane û tinaziyan dikim.)

***

Ti tiştekî mîna "yeketiya kurdan" kurd bêmejî nehiştine.

***

De vêca were bizane ka rastî çi ye!

***

Ti çare nîne - ji xweperestiya xwe serbilind be.

***

Xweperestiya wî gelek kes parastine.

***

Jiyan ziyan e.

***

Qet bawer neke. Ji van gotinan jî.

***

Bextewer im ko dema min têra hem nivîsînê û hem jî xwesansûriyê nekiriye.

***

Ya herî giring her negotî dimîne.

-----------------------------------
Nivîskar: Husein Muhammed humimu@utu.fi
Weşandin: 2010-02-05
Xwendin: 6748
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org