[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Mele Hisênê Bateyî: »Mewlûda Pêxemberî«
PÊŞGOTIN

HELSÎNKÎ, 5/8 2010 — Ez 5- yan 6-salî bûm dema ko min "Mewlûda" Mele Hisênê Bateyî li mala me dît. Tevî ko dêbabên min nexwenda bûn, wan gelek dida ko em zarok fêrî xwendinê bibin, bi taybetî xwendina Qur’anê û berhemên din yên pîroz.

Hingê min hê ji nû dest bi xwendinê kiribû lê ji niha jî zêdetir ez miriyê xwendinê bûm. Min Qur’an bi dengê gelek mela û kesên din yên xweş dixwînin bihîstibû. Min gelek jê hez jî dikir. Lê herçi ko min Qur’an dibihîst û bi xwe jî dixwend lê ew bi erebî bû û min jî hema bêje qet erebî nedizanî.

Lê Mewlûda bi kurdî hê jî bandorek mezintir li min kir. Bêguman min di zarokiya xwe de ji pirraniya wê jî fehm nedikir ji ber ko ew tijî peyvên erebî û hin yên farisî ye. Lê dîsa jî ew bi zimanê min bû û min gelek tiştên xwe jê fehm dikirin jî. Belkî jî yek ji sedemên bandora wê ya mezin li min, ji bilî kurdiya wê, ew bû ko di dema Mewlûdxwendinê de hemî kes beşdarî duakirinê dibûn, ne tenê kesekî ew dixwend. Herwiha bêguman di dema Mewlûdxwendinê de xwarinên xweş dihatin pêşkêşkirin ko ew jî bo me zarokan ne tiştek bêwate ye!

Di sala 1986ê de em ji gundê xwe revîn, li nêzîkî tixûbê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi cih bûn û 1988ê jî neçar man ko ji bin lingên êrişên Enfalê xwe bigihînin Bakurê Kurdistanê. Di navberekê ji van de Mewlûda me winda bû. Ji hingê ve 19 sal di ser re derbas bûn heta ko ez carek din li Başûrê Kurdistanê vegerîm.

Sala 2007ê min dîsa nisxeyek Mewlûdê ji Başûrê Kurdistanê peyda kir û ew dîsa çend caran xwend. Bêguman xwendina wê vê carê ji dema zarokiya min cuda bû lê wê herwiha car li pey carê gelek tiştên zarokiya min jî li bîra min vegerandin.

Ez niha ji berhemek pîroz zêdetir, wek klasîkek edebî ya kurdî li Mewlûdê dinerim. Ev 15 sal in ko berdewam bi kurdî dixwînim û dinivîsim. Lê dîsa jî ji bîr nakim ko Mewlûd yekem pirtûka kurdî ye ko min xwendiye, û ew dîsa yek ji şirîntirîn pirtûkên ber dilê min e.

Bi vê tîpguhêzî û şirovekirina Mewlûdê hêvîdar im ko xwendevanên kurd çêj û zewqek xweş ya wêjeyî ji vê berhema me hêja wergirin.

Helsinki, 8/2010

Husein Muhammed

––––––––––––––––––––––

MEWLÛD

Bismillahirrehmanirrehîm[1]

Hemdê[2] bêhed[3] bo Xudayê 'alemîn[4]
Ew Xudayê daye me dînê mubîn[5]


Em kirine ummeta xeyr-ul beşer[6]
Tabi'ê[7] wî muqtedayê[8] namuwer[9]

Ew Xudayê malikê mulkê ezîm

Daye me mîrasa Qur'ana Kerîm

Dînê me kir kamil û ni'metemam
Ye'nî da me Ehmed[10] û darus selam[11]

Ew Xudayê bê nezîr û zulcelal[12]

Bêmîsal[13] û bêheval û bêzewal[14]



Raziqê[15] bêdestûpa û mar û mûr

'Alimê[16] sirra[17] negotî der sudûr[18]

Karîsazê[19] bende û sultanîcan
Rahîm û Rehman[20] letîf[21] û mîhrîban[22]

Asîmanê bê sitûn wî kir bedîd[23]
Sûretê ba xal û xet wî aferîd[24]

Hêvîdar in em ji te, Şahê Kerîm,
Îhdîna, ya Reb, sîratel musteqîm[25]

Nê[26] ji me sûc û xeta tên û sîtem
Lê ji te îhsan[27] û xufran[28] û kerem

Ya Reb, îmanê dixwazin em mudam[29]
Jêrê[30] alaya Muhemmed wesselam

Ger divêtin hûn ji narê[31] bin necat[32]

Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat[33]

Ber tu ba da her zeman û an û hîn
Ey Muhemmed sed hezaran aferîn

Ey şefî'ê[34] darûyê[35] her 'îlletê[36]
Dîde û binahiya vê ummetê

Destegîr[37] û mustexasê[38] herdu kewn[39]
Bo gunehkaran penah[40] û pişt[41] û 'ewn[42]

Sellî ya Rebbî 'ela xeyr-îl beşer[43]
Ta hebin teyr û bixwînin ber şecer[44]

Ew hebîbê[45] rohnîya heft asîman
Herdu alem qalib ew ruh û rewan

Xakîpayê[46] Ehmed[47] ew Beyt-ul heram[48]
Lew[49] şerîf[50] in Zemzem[51] û rukn[52] û meqam

Sellî ya Rebbî 'ela xeyr-il wera
Ma tesîrû şemsû fîssebîlulla

Fexrê[53] Îbrahîm û Îsmaîl û Nûh
Mustefayê[54] bawefa[55] yê bafitûh[56]

"Ma remeyte îz remeyte"[57] goşîdar[58]
Destê wî destê Xuda der kar û bar

Sellî ya Rebbî 'ela xetmîr-rûsûl[59]
Ma yemûc-ul aşîqûne fîs-subûl

Ew kelîmê xweşnewayê çerxî tûr
Daxîdar[60] im bo wî sîmayê[61] bi nûr[62]

Ey şefî'ê sahibê[63] alayê hemd[64]
Min hene bêhed guneh, nisyan[65] û 'emd[66]

Lê me hêvî wasiq[67] e dê ez feqîr
Jêrê alaya te bim roja 'esîr[68]

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Her kesê guhdarê Mewlûda Nebî[69]
Dergehê mîzgîniyan dê lê vebî

Gotî wî Pêxemberê alî sifet[70]:
Mewlûda min her kesê mezin biket[71]

Ez şefî'ê[72] wî me roja mehşerê[73]
Dê vexwit ew tasek ava kewserê[74].

Serfê Mewlûda me yek derhem[75] fere
Hemberê yek guhê zêrê ehmere

Fî sebîl-îllah bi bexşî her feqîr
Qedrê Mewlûdê bizanin hûn kebîr

Hem ji bo Bekr û 'Umer hat ev xeber
Hem ji 'Usman û 'Elî[76] çêbûn eser

Dîrhemek bêt serfê Mewlûda Nebî
Xêrekî mezin ji bo hasil dibî

Hem ji Şeyxan bû rîwayet ev xeber
Şeyxê kerxê fexrê razî ba dîger:

Her kesê hazir bike ew yek te'am[77]
Ba buxur û şerbet û qedrek temam

Gazî ket[78] îxwan[79] û hilbêtin çira
Bête xwendin Mewlûda xeyr-ul wera[80]

Tête heşrê[81] ew digel xelqê berê
Ye'nî ba Pêxamberanî enwerê[82]

Herçî bînit, hindî[83] tiştê xwarinê
Dê mubarek[84] bit li ber vê xwendinê

Bête xwendin ger li yek sîkke-dîraf
Dê mubarek bin dera hin bêne zaf

Bête xwendin ger li avê û vexwit
Rehmî nazil cumleê 'îlet dibit[85]

Her cihê lê bête xwendin rehmet lê
Dê Melek bibin tijî wê menzîlê[86]

Xaniyê lê bête xwendin ev sela[87]
Dê bibîte ba'îsê def'a bela[88]

Bo xudanê zadî[89] û bo hemnişîn[90]
Her selatan dê bidin kerr û bîyîn

Dafi'ê[91] cumle[92] hesûdê çavxerab
Der mezarê sehle[93] lê redda cewab[94]

Pirr kesan dîtin keramet û eser
J' xwendina Mewlûda Sultanê beşer[95]

Her wekî hatiye gotin bê hîsab[96]
Lê neşêm[97] bêjim jî tetwîla[98] Kîtab[99]

Qedrê Mewlûdê nizanim bêjim ez
Li yek[100] hişyar bin nebête cergebez

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Girtî yek qebde ji nûra xwe Xuda,
Gote wê: "Kunî Hebîbê Ehmeda[101]".

Hêj ne erş û ferş û kursî û qelem
Hêj ne lewh û enbiyayê muhteşem[102]

Salîha tesbîh kirî nûra şikelf
Şeş mîet elf û çîhar û bîst û elf

Paşê bo wî çêkirî duwazdeh hicab[103]
Her yekî xweştir ji yarî bê hisab

Qudret û te'zîm û mînnet merhemet[104]
Hem se'adet hem keramet menzîlet[105]

Hem hidayet hem nubûwwet[106] rîf'et[107] e
Ta'et e yazdeh şefa'et temmet[108] e

Her yekî westabû[109] tê de çendî sal
Lê 'eded mes-pare 'ilmê Layezal[110].”

Her yekî tesbîhekî[111] xas û cuda
Daîma tesbîh dixwendin bo Xuda

Paşê avête çihar[112] behrê mezin
Wî Xudayê “Layezalê” ins[113] û cin

Behrê nusret[114], sanî behrê merheme[115],
Behrê qudret[116], behrê îrfan[117] in heme

Çûn ji behrê me'rîfet ew hate der
Qetre jêr werya bi ilham ew qeder

Sed hezar û hem çihar û bîsti elf[118]
Her yekî bû yek Nebiyyê dil-şikerf

Paşê Wî çêkir ji nûra namuwer
Cewherek lê kir nezer[119] ew bû du ker

Nisfê ewwel [120]dayî çavê heybetê,
Nisfê sanî[121] dayî çavê şefqetê[122].

Hem kelî ew behr û kef da û dûxan,
Kef bûye erd û dûxan bû asîman.

Niveka dî çêkirin jê çarî çîz
'Erş û kursî û qelem lewhe temîz

Hate emrê Padîşahê Layezal
Malik-ul mulkê Celîlê Zulcelal[123]:

“Ya qelem binvîs bi emrê Padîşah.”
“Ez çi binvîsim bi ferman ya Îlah”

Qale: "Uktub La îlahe îlla Ene[124],
Hem Muhemmed qasidê emrê min e.”

Sacîdû[125] bê hiş kerî sed salî dî
Ser hilîna got: “Îlahî seyyîdî[126]

Ez dizanim La îlahe îlla Tu[127] yî,
Ew Muhemmed hemberê îsmek bûyî

Kijk e ya Sultan û bacud û kerem?”
Padîşahê sermedê got: “- Ya qelem.

Ger nebûya ew Muhemmed, lewh û erş
Min nediînane wucûdê[128] ta bi ferş

Ne tu û ne Cennet û narê mezin.
Cumle eşya[129] min ji bo Wî çêkirin.”

Muhbetê hingavt û şeq bû ew qelem
Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem

Serxweş û şukranê Wî navê şêrîn
Paşî bi ilhamê Rebb-êl 'alemîn

Gotî ewwel[130]: “- Ya Muhemmed, esselam!”[131]
Hem “Eleyke”[132] gotî Rebbê Layenam.[133]

Da cewaben 'en Hebîbê-l Îzzetê[134]:
“We Eleyke esselam û Rehmetê”[135]

Bûye sunnet lew selam û redde ferd.
Cumle ehwal paşê hingê kirne erd.

Wî nivîsî pêkve[136] ummet qencîkar
Cennetîyy-û 'esiyan dê biçne nar.

Ummeta Ehmed[137] nivîsî ehlê nûr[138]
Ummet-un muznîbet-un Rebb-ûn xafûr.

Cumleê ehwalê 'alem bêş û kem
Wî nivîsî borî û hişk bû qelem

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin esselat

Çûn îradet hate sultanê refî'[139]

Çêkirî Adem bi vî şiklê bedî'[140]

Emrî hate goşê[141] Cibrîlê emîn[142]:
Qebde'ê[143] bîne ji beyda'ê zemîn[144]

Ew dilê erdê û hem husn û biha
Zîneta meknûn[145] û durra bê biha

Hatî Cebraîl li ba emrê Letîf[146]
Çengekî axê ji wê qebra şerîf

Girt û ba tesnîmê safî kir hevîr
Têkveda heta ko ew qenc bû xemîr[147]

Bû wekî durra sipî wê se'atê
Xewte da der çûyî barê Cennetê


Emrê Cebraîl kirî paşî çûnan
Wê bigêrre der zemîn û asîman

Behr û berr û şerq û xerbê 'alemê[148]
Hate gêrran hêj ne behsa Ademê

Nê hezaran salê çûne axîrî
Ew nebûbû Adem. hêj av û herî

Paşî hingî Xaliqê[149] her sûretê
Çêkirî Adem bi destê qudretê

Pif kirî ruhê xu[150], ew bû nazenîn
Lew Melek hatin ji bo wî sacidîn[151]

Bû xezîne ew ji bo durra yetîm
Daniye pişta wî ew Nûra 'Ezîm

Paşê bir avête baxê Cennetê
Xeyrî darê[152] jê bixwe j' her nî'metê

Sef bi sef westane[153] pişta wî Melek
Nazirê[154] Nûra Muhemmed ew Melek

Gotî Adem ew Melaîk bo çi her
Wî li pişta min dikin daîm nezer


Rebbê 'alem gotî Adem ey mûlî
Tu ji bo Nûra Muhemmed hamilî[155]

Ew Hebîbê Min di pişta te zuhûr[156]
Lew Melek têne temaşeyê ji dûr

Gotî Adem: “Ey Xudawendê felek
Min divêtin bêne pêş min ew Melek.”

Hem bi fermana Xuda wê se'etê
Nûr ji piştê hate nîva cebhetê[157]

Hin dibêjin hate tilya şahidê
Lê heqîqet her dizanitin Xudê[158]

Mislê[159] rojê hatiye ew car felek
Hem teheyyur[160] Adem û hindî Melek

Gotî Adem: “Ya Rebb ew Nûra qebûl.”
“-Ma te tiştek?” Gotî Eshabê Resûl[161]

Gotî Adem: “-Ya Îlahî qenc e bêt
Bête tilyan her çi maye, min divêt”


Nûra Ebû-Bekir di wastayê 'Umer
'Usman di xunser musteqer

Hate îbhamê[162] dibên nûra 'Elî
Şu'lê da tilyan û Cennet muncelî

Hatî Hewwa û nezer da nûrî saf
Gotî: “- Ya Adem çi nûr e pir şefaf?[163]


Gotî: “- Nûra yek Nebiyê mezin e
Seyyîd û hem serwerê nesla min e.”


Çunkî bê emrê ji Adem bû zîhar
Nûr ji eniyê hate piştê bû sitar

Nê ji darê xwarin herdukan şîrîn
Hulleê[164] Cennet ji bejnê da firîn

“Ihbitû minha cemî'en”[165] hate emr
Adema dî pêkve lakîn bi sebir


Der[166] „Seren" dibê bi erdê ket girî
Çend salan rohnîkê wî bûne herî

Rohnîkê wî şîn kirin dar û nebat
Çûn di erdê da û pa û mayî mat

Pirr girî û xweş girî bê hed gelek
Newheê “inna zelemna”[167] çû felek

Rojekê ew der sucûdê[168] bê mefer
Pirr girî û hem li erşê kir nezer[169]

Dît nivîsî „La ilahe-ille Ellah”[170]
Ba Muhemmed ba Resûlellahê Şah

Got: “- Bi heqqê an Muhemmed key te neqş”
Wî kirî ba ismê xwe ber saqî 'erş

Tu bi xufranê min ê bêçare, ah.
Hate Cebraîl li ba emrê Îlah:

“Ser hilîne, Adema, 'efwa Celîl
Bo te hat û rabe ey zîba cemîl,


Hurmeta navê Muhemmed an Resûl
Tewbeya te bû qebûl û her qebûl.”

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi işq û şewqek hûn bibêjin es-selat.

Çûn ji Adem nûra Ehmed bû cuda
Hate pişta Şîsê burhan-ul Huda[171].

Hate eslabê[172] butunî[173] tahir[174] e
Qet nebû yek jî, xerab û facir[175] e

Fewqê 'Ednan ta ji Adem ixtilaf[176]
Tê heye lew bi tifaq e ev mesaf

Jêrî Ednan ta ji 'Ebdullah guhest
Bîst û yek bab in, hemî rast û durust

Hin yekî ‘Ednan û Me'd û hem Nezar
Mudr û Ilyas in, bizan ey goşîdar[177]

Mudrîk e paşî Xuzeym e, taze 'eyş
Hem Kenen e, paşî Nedr e, bû Qureyş

Malik û hem Fehr û Xalib hem Luwey
Ke'b û Murre hem Kilab û hem Qusey

Hem ji pişta wî Quseyyê pak û saf
Ew emanet hate nik 'Ebdulmenaf

Hem ji nik 'Ebdulmenaf ew muxtefî
Hate pişta Haşim ew Nûra sefî

Hem ji Haşim bû emanet munqelib
Hate bû mêhvanê 'Ebdulmuttelib

Silsila wî ta bi Adem da û bab
Pêkve dê biçne biheştê bêhîsab

Ger divêtin hûn ji narê bin necat
Bi 'işq û şewqek hûn bibêjin esselat.

Têbînî

[1] Bi navê Xwedayê dilnerm û dilovan

[2] Hemd: pesn, sena, spasî

[3] Bêhed: bêsinor

[4] alem: dinya, gerdûn

[5] mubîn: zelal, diyar, xwiya, aşkere

[6] xeyrul beşer: baştirîn mirov anku Mihemed pêxember

[7] tabi’: aîd, bi ser … ve

[8] muqteda: rêber, pêşeng

[9] namuwer: navdar, binavûdeng, meşhûr

[10] Ehmed: bernavek Mihemed pêxemberî ye

[11] dar-us selam: warê aştiyê, welatê misilmanan, ne kufristan

[12] Zulcelal: Xwedayê payedar

[13] bêmîsal: bêwêne, bênimûne, yê ko ti kes wek Wî nine

[14] bêzewal: bêdawî

[15] raziq: têrker, rizqder, xwedîker, xwedanker

[16] ‘alim: zana

[17] sirr: raz, nehînî

[18] der sudûr: di sîngan/dilan de

[19] jêhatî, bikêrhatî

[20] rahîm û rehman: dilnerm û dilovan

[21] delal, hêja

[22] xweşdivî

[23] bedîd: deşt, rastgeh

[24] aferîd: afirand, çêkir.

[25] Îhdîna, ya Reb, sîratel musteqîm: Xwedêyo, rêya rast nîşanî me bide.

[26] nê: jixwe, nexwe, manê

[27] îhsan: qencî

[28] xufran: lêborîn

[29] mudam: herdem

[30] jêrê: li jêr, li bin

[31] nar: agir, agirê dûjehê, kela cehenemê

[32] necat: rizgar, azad, parastî

[33] esselat: silav û selewat û dua

[34] şefî’: alîkar

[35] darû: derman, îlac

[36] îllet: nexweşî, nesaxî, êş

[37] destegîr: alîkar, alîgir, piştgir, piştevan

[38] mustexas: parêzer, parêzvan

[39] herdu kewn: dinya û axret

[40] penah: pena, stargeh

[41] pişt: piştgirî

[42] ‘ewn: hevsengî

[43] Ya Xwedê, dilovaniya xwe li qenctirîn mirovî (anku Mihemed pêxemberî) bibarîne.

[44] şecer: dar

[45] hebîb: hezkirî, evandî, xweşdivî, ezîz, dilber

[46] xakîpa: ware pîroz, axa pak

[47] Ehmed: bernavek Mihemed pêxemberî ye

[48] Beyt-ul heram: hec, Mekeh

[49] lew: loma, lewre

[50] şerîf: pîroz, birûmet, rûmetdar, bişeref

[51] Zemzem: kaniyek ava pîroz e li hecê

[52] rukn: stûn, bingeh

[53] fexir, fexr: rûmet, qedir

[54] Mustefa, Mistefa: bernavek Mihemed pêxemberî ye

[55] bawefa: dilsoz, wefadar, biwefa

[56] bafitûh: dilveker

[57] ”Ma remeyte iz remeyte”: te neavêt dema ko te avêt.

[58] goşîdar: guhdar

[59] Sellî ya Rebbî 'ela xetmîr-rûsûl: Xwedêyo, dilovaniya xwe li temamkerê pêxemberan (anku Mihemedî) bibarîne.

[60] xemgîn, derdgiran

[61] sîma: rû

[62] bi nûr: geş, ron

[63] xwedî, xwedan



[65] nisyan: jibîrkirin

[66] ‘emd: kêmasî

[67] wasiq: civandî, komkirî

[68] roja esîr: roja giran, roja qiyametê

[69] nebî: pêxember

[70] payebilind

[71] mezin biket: mezin bike, mezin bikit

[72] şefî’: alîkar, piştgir

[73] roja mehşerê: roja civandinê, roja ko mirî dê ji gorrên xwe rabin û li pêşberî Xwedê bên dadgehîkirin.

[74] Kewser: robarek biheştê ye,

[75] pareyek hûrde, piçûk, qurûş

[76] (Ebû) Bekr, ‘Umer, ‘Elî û ‘Usman çar xelîfeyên pêşîn yên îslamê bûn.

[77] te’am: xwarin, çêşt, cem

[78] gazî ket: (ew) gazî bike, gazî bikit

[79] îxwan: birayan

[80] xeyr-ul wera: baştirîn afirandî/mexlûq anku Mihemed pêxember

[81] tête heşrê: (li roja vejiyanê anku qiyametê) tên civandin, tên komkirin

[82] enwer: rontirîn, geştirîn, herî ronî

[83] hindî: çiqas

[84] mubarek: pîroz, bimbarek

[85] rehmî nazil culmeê ‘îllet dibit: dilovanî datê û hemî êşan jê dibe.

[86] menzîl: mal, ode

[87] sela(t): dua, nivêj

[88] ba’îsê def’a bela: sedemê nemana belayan

[89] zad: xwarin

[90] hevmalî, kesên di heman malê de dijîn

[91] dafi’: avêjer, nehêler, raker

[92] cumle: hemi, giş, tev

[93] der mezarê sehle: di gorê de asan/hêsan/sanahî

[94] redda cewab: bersiva pirsê

[95] Sultanê beşer: serdarê mirovan anku Mihemed pêxember

[96] bêhîsab: bêhejmar, bêhesab, gelek

[97] neşêm: nikarim

[98] tetwîl: dirêjahî, dirêjkirin

[99] Kîtab: mebest jê Qur’an e

[100] li yek: li hev

[101] Kunî hebîbê Ehmeda: peyda bibe ey Mihemedê delal!

[102] Anku berî ev tişt çêbibin, Xwedê Mihemed pêxember afirand. Erş: textê desthilatdariya Xwedê. Qelem: pênivîsê her bûyerê li bal Xwedê. Lewh: texteyê ko bûyer li esmanan lê tên nivîsîn. Enbiyayê muhteşem: pêxemberên nûwaze û mezin.

[103] hîcab: perde, rûpoş

[104] qudret: hêz, hinêr. Te’zîm: rêzgirî, qedirgirtin. Minnet: spasdarî, minet. Merhemet: dilovanî, qencî.

[105] se’adet: bextiyarî, xweşbextî. Keramet: diyarî. Menzîlet: paye, pile, payedarî, pilebilindî.

[106] nubuwwet: pêxemberîtî

[107] rif’et: payedarî, payebilindî

[108] temmet: dawî, temamî

[109] westabû: rawestabû, sekinîbû

[110] Layezal: bêdawî

[111] pesndan, gotin “subhanellah!”

[112] çihar: çar, 4

[113] ins: mirovatî, hemî mirov

[114] nusret: alîkarî

[115] merhemeh, merhemet: dilovanî

[116] qudret: hêz

[117] irfan: hişmendî

[118] Sed hezar û hem çihar û bîst-i elf: 124 000.

[119] lê kir nezer: lê nerî, berê xwe dayê

[120] Nisfê ewwel: nîva yekem

[121] Nisfê sanî: nîva duyem

[122] şefqet: dilovanî

[123] Malikê Mulkê Celîlê Zulcelal: Padîşahê milkê hêja û rêzdar

[124] Got: Binivîse: ti xweda nînin ji bilî Min.

[125] Sacîdû: xwe tewand.

[126] Îlahî seyyîdî: Xwedayê min ezbenî

[127] La îlahe îlla Tu: ti xweda nînin ji bilî Te.

[128] min nediînane wucûdê: min nediafirandin, min nedianîn hebûnê/jiyanê

[129] cumle eşya: hemi tişt, giş heyber

[130] ewwel: yekem, pêşî, li destpêkê

[131] Ya Muhammed, esselam: Silav, Mihemedo.

[132] Eleyke: li te

[133] la yenam: neniv, ranekev, yê ko nanive/ranakeve/ranaze

[134] cewaben 'en Hebîbê-l Îzzetê: bersiv ji delaliyê hêjayiyê

[135] We Eleyke Es-selam û Rehmetê: û silav û dilovanî li te jî be!

[136] pêkve: bi hev re, pev re

[137] Ummeta Ehmed: umeta Mihemedî, misilman

[138] ehlê nûr: mirovên ronahiyê

[139] refî’: hilgir, raker, hilder, ragir

[140] bedî’: bêmînak, bêwêne, bênimûne, ne wek ti tiştê din

[141] goş: guh

[142] Cibrîlê emîn: Cibrayilê pêbawerkirî, Cibrayilê dilsoz

[143] qebde: desteyek, mistek, kulmek

[144] beyda’ê zemîn: axa dinyayê

[145] meknûn: nepenî, veşartî

[146] Letîf: qenc (yek ji bernavên Xwedê ye)

[147] xemîr: hevîr

[148] Behr û berr û şerq û xerbê 'alemê: derya û deşt û rojhilat û rojavayê gerdûnê

[149] Xalif: afirîner (yek ji bernavên Xwedê ye)

[150] xu: xwe

[151] sacidîn: xwe tewandin, xwe çemandin, çûn sucdê.

[152] xeyrî dare: ji bilî (vê) darê

[153] westane: rawestîn, sekinîn

[154] nazir: şibî, wek, mîna

[155] hamilî:hatî hilgirtin

[156] zuhûr: geşî, biriqîn

[157] cebhet: meydan

[158] Lê heqîqet her dizanitin Xudê: Lê tenê Xwedê rastiya wê dizane.

[159] mislê: wek, mîna

[160] teheyyur: ecêbmayî, matmayî

[161] eshabê Resûl: hevalên pêxemberî, xelîfe

[162] îbham: tila beranî, tila sereke û stûr ya destan

[163] şefaf: zelal

[164] hulle: cil, libas

[165] ihbitû minha cemî’en (Qur’an 2:38): dakevin ji vir hemî

[166] der (farisî ye): li, di … de

[167] newheê ”inna zelemna”: dengê “min neheqî kir”

[168] der sucûdê: li ser sucdê, xwetewandî, xweçemandî

[169] kir nezer: lê nerî, berê xwe dayê

[170] Ti xweda nînin ji bilî Xwedê

[171] burhan-ul Huda: nîşana Xwedê

[172] eslab: dûnde, zuriyet

[173] butunî: hemi, temamî

[174] tahir: pak, paqij, bijûn

[175] facir: gunehbar

[176] Di çend malikên piştî vê de helbestvan navê babûkalên Mihemedî ji Ademî ta wî bi xwe rêz dike.

[177] goşîdar: guhdar

***

Tîpguhêzî û ravekirin: HUSEIN MUHAMMED

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2010-08-05
Xwendin: 7115
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org