[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Pêncî helbestên bijare ji wêjeya cîhanê
HELSÎNKÎ, 21/9 2010

Czesław Miłosz 1911 – 2004

ZIMANÊ MIN YÊ DILSOZ

Zimanê min yê dilsoz, min xizmeta te kiriye, bi şevan kûpên rengîn danîne ber te daku di veşartgeha dilê min de bimînin kaj û kulî û sûsk.

Wiha çendî çend salan dom kir. Tu welatê min bûyî ji ber ko min ti welatên din tine bûn. Min bawer dikir ko tu navbeynkar bî, min bi mirovên qenc ve girê bidî tevî ko eger ew tenê bîst yan deh kes bin yan ew hê ji dayika xwe nebûbin jî.

Niha dipejirînim ko jê biguman im. Car hene ko hest pê dikim ko min jiyana xwe bi vî tiştê pûç ve borandiye.

Ji ber ko tu zimanê kesên serşorr î, zimanê bêhişan î, zimanê gelê ko belkî ji gelên din zêdetir ji xwe nefret dike, zimanê casûsan î, zimanê kesên ji bêgunehiya xwe nexweş, zimanê har û hêçan.

Lê ma ez bê te çi me? Tenê zanyarek li dûr ji biyanistanê, xelatkiriyek netirs yê ko nayê serşorrkirin.

Belê, ma kî me bê te?
Fîlozofek wek her kesî.

Tê digihim, têm perwerdekirin: taca takekesiyê ji min tê standin. Pesnê Mezin berrikek sor li ber gunehkarê sincî belav dike û fanosa efsûnî di heman demê de wêneyên jana mirovanî û yezdanî li ser perdeyê dinexşînin.

Zimanê min yê dilsoz, ma kî dizane, belkî qeder ew be ko ez im yê ko bikare te biparêze. Loma tasan li ber te rêz dikim, tasên bi rengên geş û zelal ji ber ko di nav hejariyê de pêwîstî bi aheng û bedewiyê heye.

***

Czesław Miłosz 1911 – 2004

YÊ KO NEHEQÎ KIR

Hey tu, yê ko te neheqî li mirovek sade kir,
bi xedreya ko li wî bû keniyî,
te komek qeşmeran li xwe civand
daku qencî û xirabiyê tevlihev bikî.

Eger hemî bejna xwe li ber te bitewînin,
navê qencî û hişmendiyê bi te ve bikin,
medalyeyên zêrîn bo rûmeta te lê bidin
bextiyar ji hindê ko rojekê jiyane,

hest pê neke ko tu bi ewlehî dijî.
Ji bîra helbestvanî naçe. Dikarî wî bikujî
– yek din dê peyda bibe,
gotin û kirin dê bên nivîsîn.

Bo te çêtir in spêdeyek sar ya zivistanê
û werîsek bi çeqek darê yê çemiyayî ve.

***

Xelîl Cibran 1883 – 1931, Libnan, DYA

EVÎNÊ BO XWE NEKIN BEND

Ji hev hez bikin lê evînê bo xwe nekin bend.
Bila evîn deryayek pêldar be di navbera beravên giyanê we de.
Piyaleyên hev dagirin lê ne tenê ji amanekê vexwin.
Nanê xwe li hev parve bikin lê ne tenê ji nanekî bixwin.
Li gel hev bistrin û bireqisin lê bila her yek ji we serbixwe be
tam wek têlên ûdê jî serbixwe ne lê bi hev re heman awazê dijenînin.
Dilê xwe bidin hev lê xwe nedkin xwediyên dilê hev
ji ber ko tenê jiyan dikare dilan dagir bike.
Li gel hev rawestin lê ne zêde nêzî hev:
stûnên peristgehan jî bi navber in
û berrû û selwî jî di nav hev re şên nabin.

***
Violeta Parra 1917 – 1967

SPAS BO JIYANÊ

Spas bo jiyanê, wê gelek da min.
Du çira dan min,
pê ronahî û tarîtiyê ji hev ferq dikim,
esmanê bilind û banê wî yê stêrdar dibînim,
pê ji nav koma mirovan li mêrê bi dilê xwe digerim.

Spas bo jiyanê, wê gelek da min.
Wê robarek fireh yê bihîstinê diyarî min kir,
bi şev û roj stranan, awazên firindeyan,
gurme-gurmê, teqereqê, dijûnan,
şeprepa baranê û gaziyên nerm
dimêje xwe.

Spas bo jiyanê, wê gelek da min.
Wê deng û dirûvên tîpan arasteyî min kirin,
bi hev re dibin peyv û bi zelalî
navê dayikê û yê birayî dibêjin
û ronahiyê didin rêya ku
bi tenê pê ve dimeşim.

Spas bo jiyanê, wê gelek da min.
Piyên ko pê rêyên westîner meşîm
di nav bajaran re, di ber birkan re,
di nav deşt û çolan, çiya û avzêman re,
di ber mala te re, di nav baxçeyê te re.

Spas bo jiyanê, wê gelek da min.
Wê dilek diyarî min kir ko keyfan lê dide
dema ko geşbûna hunera mirovan dibînim,
dema ko qencî û reseniyê ji xirabiyê ferq dikim,
dema ko li zelaliya kûrahiya çavên te dinerim.

Spas bo jiyanê, wê gelek da min.
Bi kenekî xelat kirim û girî jî da rex.
Wisa ji hev ferq dikim xem û xweşiyê,
kûrahiya binê her stranê,
wê strana hevbeş ya ko ez jî distrim.

Spas bo jiyanê, wê gelek da min!

***

Li Po, Çîn (li gor Ezra Pound 1885 – 1972, DYA)

LI BER PIRA TEN-SHIN

Adar gihiştiye ser pirê,
çeqên darxox û darmijmijan li ber deriyê kelhê daçemîne.
Her spêdê gulên ji cûnên cuda dilê min şeq dikin
û êvar wan berdide avên ber bi rojhilatê ve diherikin.
Kulîlk bi ber avê ketine, avên borî, avên diborin û avên gerok
lê mirovên niha ne yên berê ne
tevî ko ew jî xwe li ser pirê ditewînin.
Rengê deryayê ji cihê xwe dileqe dema ko spêde dertê
û mîr hê jî li ber textê xwe bi rê rawestayî ne
û heyv şewqa xwe dide dergehên Sei-go-yonê
û xwe li dîwaran û keviran radigire.
Bi kumên liu ber tav û ewran dibiriqin
serdar ji serayê ber bi tixûbên dûr ve bi rê dikevin,
hespên wek ejdehayan
bi zînên zêrrîn,
xelk ji ber simên wan bi ser hev de dikevin.

Qurre ye meşa wan,
qurre ye pêngavên wan dema ko tên şahiyan,
eywanên bilind, ser sifreyên xwarinên nadir,
ber hewayê gulavkirî, bal keçikên reqas,
stran û awazên bilûrên zelal,
govenda heftê cotan,
nêçîra bi lez li nav baxçeyan.
şev û rojan gorî zewq û şahiyan dikin
û bawer dikin ko ev dê hezar payizan bidome,
payiz dê jê newestin.
Lûrîna seyên zer jî wan dilgiran nake,
ma ew çi ne li xanim Riokushu
ya ko kerb û kîn dikeland!
Ma kî ji wan dê hevberî Han-rei be,
hevberî camêrê ko bi tenê li gel yara xwe çû,
keçik bi pirça vekirî, mêrik ajovanê belema xwe.

***

Charles Baudelaire 1821 – 1867

MIN BI ŞEYDAYÎ JI ÇAVÊN TE VEXWAR

Kolan bi qerebalixa xwe min mest dike
dema ko zeriyek reşgirêdayî ya narîn û dirêj
di ber min re borî – destek delal
danga wê hildigirt dema ko dimeşî

bi nazenînî, bi berzî, bi lingên peykelvanî nîgarkirî.
Min bi şeydayî ji çavên wê vexwar
nermiyek sihrewî, şadiyek kujer,
tîrojên çavên wê bahozek di min rakir.

Bîskek vejenî… şev tarî bû!
Delal revoke, bi çavên te ji nû vejiyam
lê diyar e ta mirinê te dîsa nabînim!
Em ê ji hev dûr bin, çavên me dê bi hev nekevin,
ne ez dizanim ka tu bi kû ve leziyayî,
ne tu dizanî li kû li te digerim.

***

Sofokles 496 – 406 bZ

MIROV JÊHATÎ NE

Dinya derek e ecêb e,
ji ecêbiyan mezintirîn jî mirov e.
Di nav deryaya hilfûrî re,
li ber pûk û bahozên zivistanê
ew dibeze, hema bi zor
ji pêlên dêwane difilite.
Bi hespan, bi gasinan
ew dijî Gayayê
– wê xwedaya destpêk û dawiyê,
wê xwedaya bêwestan û bêrawestan –
li ber xwe dide,
her sale çar demsalan tê dikoşe.

Peyva wî, ramanên wî jî
wek agirî lezgîn in,
dinya û cîhan jîngeh û jêrdestên wî ne,
dijî êriş pelamarên xwedayên seqayê
wî ban û xanî ava kirine.
Tiştek nîne ko mirov
bi jîriya xwe serdestiya wî neke.
Tenê bo mirinê ti çareyan nabîne
lê dermanê derdên kujek jî peyda dike.

***

Horatius 65 – 8 B.Z.

BO POSTUMUSÎ

Ax, dem dibore, Postumus, Postumus,
bi baskan difirin sal û dem,
karê mirina bêwijdan ranaweste,
dest ji pîr û ciwanan bernade.

Ger her rojê sêsed gameşan jî
bikî qurban, hevalo,
çemê mirinê nasekine,
Geryonî û Tityonî jî digire.

Pêdivî ye ko her kes ji tê re bimeşe,
vêca em zarokên paşayan
yan jî yên parsekan bin,
baberrikên kelekê li benda me ne.

Bêfeyde ye ko em ji talûkeyên cengê direvin,
ji bahozên deryaya Adriyayê ditirsin,
bêfeyde ye! Bêfeyde ye ko em xwe
ji bayê êşewî yê payizê diparêzin.

Ti çare nine, dive her kes carekê
wî çemê tarî yê bi herrika hêdî bibîne
ta eger ji hoza hêzdar ya Danao
yan Sisyphusê bo karê giran bendkirî bî.

Neçar î ko dest ji mala xwe berdî.
jina berdiliya xwe jî bihêlî.
Ji darên baxçeyên te jî
tenê dê sîbera selwiyek tarî
li pey te bimeşe.

Mîrasxwer dê bikeve xêra Xwedê,
dê denên meya li pişt deriyên bi sed
qeraseyan qepatkirî vexwe
û wek qeşeyan rûne ser sifra te.

***

Yamanoe no Okura 660 – 733

DERBASBÛNA DEMÊ DERD E

Bêçare
meh û sal
li vê dinyayê diborin
û me bi çemê xwe ve dibin.
Bi sedan derd me digirin,
nahêlin bîskekê bêhna me fireh bibe.

Keç û zerî
dest û zendên xwe
bi gewerên biyanî dinexşînin.
Destê hev digirin,
ciwan û cehêl
cejn û şahiyan dikin
lê nikarin demê rawestînin,
neşên berdewam rûgeş bimînin.
Gencatî zû derbas dibe:
hê baş pê nehesiyayî
te hind dît ku
xwîsarek sîs ketiye ser pirça reşî qetranî,
Xwedê dizane
ka ji kû ve peyda dibin
qurmiçk li rûyê sor.

Kur û lawik
şûran li navtenga xwe hildigirin
û kevan di destan de ne,
zînên hespên xwe dinexşînin,
pê li rikêbê dikin,
bi quretî ji şahiyekê dilezin ya din
mîna ko jiyana wan dê ebedî be:
deriyên xewxaneyên zeriyan vedikin,
ji dizîkî ve dikevinê.

Dest destan digirin
lê gelek şevan
li gel keçan nanivin:
te hind dît ko gopal di destî de ye.
Dema ko mêr pîr bû, kû ve biçe jî
yan tinazî lê tên kirin
yan jî nefret lê dibare.
Wiha em bi jiyana xwe ya pûç ve
diçirrikin,
em naxwazin ew biqede
lê ma çi ji destê me tê?

Xwezî ez
zinarek ebedî bûma –
lê mirovek mirbar im
û nikarim
derbasbûna demê bisekinîm.


***

Musō 1275 – 1351

WEK XUNAVEKÊ DI XEWÊ DE

Wek xunavekê di xewê de
ez hatim vê dinyayê.
Dilê min sivik û hêsa ye:
wek xunavek spêdê
ez ê carekê hinda bibim.

***

William Shakespeare 1564 - 1616

BIMÎNIM YAN BIMIRIM?

Bimînim yan bimirim, aha ew e pirsa dijwar.
Gelo hêjatir e ko ji kerrî ve
xwe li ber tîrên feleka bêbext bigirim
yan jî bi carekê dawiyê li derdên xwe bînim?
Bimirim – tenê binivim, binivim – ne tiştek din –
û bawer bikim ko bi wê xewê
dê xilas bibin janên canî, dê nemîne
êşa ko leşê me ji zikmakî ve wergirtiye,
ma dê wisa ne dilovaniyek delal be?
Bimirim, binivim, tenê binivim
û belkî xewnan bibînim?
Aha li wê derazînkê dihilingivim.
Çawan in xew li dinyaya din
dema ko mirov li merema jiyanê vedikole,
ew mirovî dide fikirandin – û bi fikran
mirov dikare jariya jiyanê dirêj bike.
Eger ne wisa bûya, ma kê dê tehemila
derbeyên demê bikira
û xwe li ber bêdadiyê, çewisandinê bigirta
dema ko qanûn tên binpêkirin û evîn qehbik e,
hikûmet zordest in
û mirovên qenc di bin lingên qeşmeeran de didewisin
madem ko mirov dikare vê hemiyê
bi xencerekê bi dawî bîne?
Belê, ma kê divê ku
di bin barê jiyana xwe ve binale
eger ne ji tirsa mirinê be
– tirsa ji wî warê nenas
yê ko ti gerok jê venegerîne –
eger wê tirsê em bêîrade nekirina
û neçar nekiribûna ko ji van pîrejanan binalin,
ne ber bi yên nû û nenas ve bilezin?
Nezanî me jar dike
û em li bêbiryariyê diheziqin,
giringtirîn niyetên me jî
wisa varê û pûç dike.

***
Laotse, nêzîkî 500 B.Z.

DESTJÊBERDAN TEMAMMAN E

Destjêberdan temamman e
xwetewandin piştrastman e
valabûn tijîman e
hatinbikaranîn nûman e
kêmhebûn zêdetirwergirtin e
zêdehebûn şaşman e
loma yê hişmend tenê yekê dibijêre û
bo hemî welatî nimûne ye.
Ew xwe pêşkêş nake loma ronahiya wî geş e,
nabêje ko rast e loma qedirbilind e,
pesnê xwe nade loma bi ser dikeve,
xwe mezin nahesibîne loma xurt e,
hevrikiyê nake loma ti kes nikare bibe hevrikê wî.
Bi rastî, tenê bi vegerînê mirov dikare temam bimîne.

***

Czesław Miłosz 1911 – 2004

TI TIŞTÎ NAXWAZIM

Rojek xweş e,
mij spêdê hê zû vereviye,
li nav baxçê xwe xebitîme.
Çûkan kêlîkekê
xwe li ser çeqan ragirt.

Li vê dinyayê ti tişt nîne
ku bixwazim yê min be.
Hesûdiyê bi ti kesî nabim.
Min hemî xirabî ji bîr kiriye.
Ji vê ramanê jî şerm nakim: her yê berê me.
Ti jan leş û cane min naêşînin.
Pişta xwe rast dikim û deryayê û kelekan dibînim.

***

Mihály Vörösmarty 1800 – 1855

DE LÊ DE, MITIRBO!

De lê de, mitirbo, te destheqê xwe xwar,
lê de û lingan rake govendê!
De tê ke, berdestiyo, çipek meyê berde tasê,
ev nanê tursî bi avê naçe xwarê.
Dinya wiha ye, ji dizîkî ve diguhere,
geh diqerise, qeh dişewite.
De lê de, ma kî dizane ka kengî
dê li şûna kevanê kemanê
hewceyî gopalê gerînê bibî.
Xem dilî dişewitînin, mey devî,
de lê de, mitirbo, min hew ji te divê!

Bila xwîn wek zivrokên robarî bifûre,
bila mejî bisincire û çirûskan hilavêje,
çav wek stêrên rijok biqurmijin,
ji gijlokê gurrtir lê de
jixwe wêran bûye mal û milkên me!
De lê de, ma kî dizane ka kengî
dê li şûna kevanê kemanê
hewceyî gopalê gerînê bibî.
Xem dilî dişewitînin, mey devî,
de lê de, mitirbo, min hew ji te divê!

Anku de lê de, yan na, dest jê berde;
dê carekê dema cejnê bêt vî warî
gava ko bahoza kerb û kînê vemire,
meydan ji xwînê zuha bibin, birîn bikewin.
Hingê ji nû ve bi coş lê de,
dilê xwedayan mendehoş bike.
Dest biavêje kemanê, lê de, bi rûyek geş
yê ko îro gelek tarî ye.
Anku bi meya xweşî û zewqê dilî dagire,
lê de û hew xemxwer be!

***

Louis Macneice 1907 – 1963

DUA BERÎ JIDAYIKBÛNÊ

Ez hê nehatime dinyayê; li bextê we me
min nedin destê şevrevînkên xwînmêj
yan mişkan yan pilingan û nehêlin
ku şeytanê lingbisim nêzîkî min bibe.

Hê ko nehatime dinyayê, tirsa min verevînin.
Ditirsim ko mirov bi dîwarên bilind min asê bikin,
bi tilyakên bihêz min gêj bikin, bi derewan min bixapînin
yan bi kelemçeyên reş min girê bidin,
di nav xwînê de bigevizînin.

Hê ji dayika xwe nebûme; diyarî min bikin
avê daku min paqij bike,
giyayî daku min mezin bike,
daran daku min bidin axaftin,
esmanî daku min bide strandin,
firindeyan û ronahiyek spî ya binhişî
daku rêberiya min bike.

Hê nehatime jiyanê; min fêrî
lîstinê bikin wek ko pêdivî ye,
şîretan bidin min daku hînî
dersên pîremêran û kenê evîndaran bibim,
daku hişyar bim dema ko pêlên avê
bala min dikeşin ehmeqîkirinê
û çol gazî xweruxandinê dikin
û parsek xêrên min wernagirin
û zarokên min nefretan li min dibarînin.

Hê nehatime dinyayê; li bextê we me,
hêzê bidin min daku dijî wan tê bikoşim
yên ko dixwazin dilê min yê germ bitezînin,
yên ko hez dikin min bi otomasyona kujer ve girê bidin,
yên ko divê min bikin parçeyek makîneyekê, tiştek yekrû
û dijî wan yên ko dixwazin min tarûmar bikin,
yên ko hez dikin wek strîkekî min
virve-wirve pif bikin û wek av bim
min ji destên xwe bireşînin.

Yan jî min bikujin.

***

Raymond Carver 1938 – 1988

XWEŞTIRÎN BÎSKA ROJÊ

şevên hênik yên havînê,
pencereyên vekirî,
ronahiya çirayan,
meyweyên di legenê de
û sere te li ber mile min.
Xweştirîn kêlîkên rojê…

ji bilî berspêdê, bêguman
û bîska berî firavînê
û danê êvarê
û tarîgewrika berêvarê.

Lê evîndarê
van şevên havînê me,
belkî ji gavên din zêdetir jî.
Karûbarên rojê hatine kirin
û kes nikare
min û te asteng bike.

***

Li Ch’ing Chao 1081 – 1150

DESTPÊKA BIHARÊ

Li nav vê berfê jî
dizanim ko peyama biharê hatiye:
tevî ko sar e jî, darhilûkê
çeqên xwe yên mircanî nexşandine,
bişkojên nîv-vebûyî yên bêhnxweş
li kenarên baxçeyî bi coş dihejin
wek zeriyên ko piştî balavê
dîsa rûyê xwe reng dane.

Xwedê mirada min hasil kiriye
û dihêle ko heyva geş
wek gewerekê şewqa xwe bide dinyayê.
Werin em niha meyê
ji tasên kûr binoşin!
Xwe giran neke! Vexwe û mest bibe!
Ev bihar ne wek yên berê ye!

***

Paul Verlaine 1844 – 1896

ÊVARÊ

Heyva sîs
daristanê geş dike,
wek sihrekê
her dar, her çeq
heman dengî vedide…

Dema evînê ye.

Di neynika avê re
benavek ji kûrahiyê şewqê dide şevê,
çeqên wê
rondikên bayî radigirin…

Xwenên şiyarker in.

Wisa bi nermî
bêdengî belav dibe,
wisa big eşî
valahiya esmanî
ronahiyê dirêje…

Ev kêlîk venagere.

***

William Butler Yeats 1865 – 1939

GIRAVÊ INNISFREE

Ez ê rabim biçim giravê Innisfree,
xanîkekê ji axê û çilû çêkim,
şaneyan bo mêşên hingivînî vedim,
nokan biçînim û bi tenê mêşên xwe xwedî bikim.

Ez ê li wir aram bibim,
aramî li ber sirrîna kuliyan
xunav bi xunav ji pelgan dibare.
Nîvşeva wir diçirise,
speed dibiriqe û êvarê
şeprepa çeng û baskan e.

Niha ez ê rabim û biçim
ji ber ko bi şev û roj
ava deryaçeyê hêdîka kevirên beravê vedişo.
Li kuçe û kolanan jî bim,
di dilê xwe de wî dengî dibihîzim.

***

Michelangelo 1475 – 1564

LEŞ GEH CEMEDA TEZÎ YE, GEH AGIRÊ GURR E

Car cemeda tezî, geh agirê gurr e.
gavekê nalîna pîriyê, bîskekê axîna rûreşiyê,
li paş maye jiyan.
Hêvîkirin derd û jan e,
xweşî tenê kêlîkekê dimîne
lê ew jî li min ne xweş e,
giran e û min xemgîn dike.
Biborin lê hem ji qedera xwe ya qenc
û hem jî ji bextê xwe yê reş kerrixîme.
Niha êdî zelal dibînim:
kêlîkên bextiyariyê, dilovaniyê kurt in
lê dermanê derdan tenê di destê mirinê de ye.


***

Ezra Pound 1885 – 1972, DYA

LI XEWXANEYÊ

Were, were em dilê xwe bi yên halxweş bişewitînin.
Were, dostê, û ji bîr neke ko zengînan xidam hene, ne heval
lê me heval hene, ne carî.
Were, were en dilê xwe bi yên zewicî û nezewicî bişewitînin.

Berspêde bi bêçîkan tê hindirr wek Pavlovaya zêrrkirî
û ez nêzîkî berdiliya xwe me.
Û di jiyanê de ti tişt
ji bîskek zelal û hênik,
ji bîska bihevreşiyarbûnê xweştir nîne.

***

Percy Bysshe Shelley 1792 – 1822, Brîtanya

MUZÎK

Muzîk, piştî bêdengbûna stranê jî,
di bîra mirovî de dilerize;
bêhna binefşê, piştî çilmisîna gulê jî,
hê hestan himêz dike;
pelên sorgulê, piştî beyîna wê jî,
li nav nivînên yarê bêhnê didinê –
di nav ramanên min de, piştî nemana te jî,
evîna min dixwaze bijî.

***

Çang Heng 78 – 139, Çîn

STRANA AWAZÊN HEVBEŞ

Qederê em gihandin hev,
niha tu li gel min, li odeya bûkaniyê dijî.
Bi coşî yekem cotbûna me tê bîra min,
dilerizîm wek ko destê xwe
bikim nav ava kel.
Ez ne şareza me
lê texsîriyê nakim
daku erkê xwe yê jinaniyê fêr bibim.
Li mala me ya hevbeş serwera kulînê me,
beşdarî merasiman dibim
û di cejna qurbankirinê ya payizê de alîkar im,
dixwazim hêsîla li ser textî bim,
bane xanî û beteniyê hevrîşmî bim
daku te ji ba û sarmayê biparêzim.
Nivînan dadiweşînim û firçê pak dikim,
gulavek nadir li xufikan dikim,
cotedergehan bi qerraseyek zêrrîn qepat dikim.
Li jêr û jor çirayên gulgulî dibiriqin;
xwe vedişelînim, boyaxê ji rûyê xwe dişom
û bendewarî te dimînim;
pirtûka wênedar vedikim û datînim ser balîfkan.
Zeriya Spî pozisyonên cuda-cuda nîşanî min dide,
zêdeyî deh hezar pozisyonan
ku kêm mêr ti car diceribînin.
Pîrê Esmanan ew fêrî Qeyserê Zer kirin.
Nîne ti zewq di ser ya vê şevê re.
Ma dê çawa li pîriyê jî wê ji bîr bikim?

***

Christina Rossetti 1830 – 1894, Brîtanya

DENGVEDAN

Were nik min dema ko şev bêdeng e
û xew bêdeng û çirîskdar e,
bi geşî were, bi tîrojan re were,
wek roja ko di robarî re dibiriqe,
bi rondikan were,
bi hêviya salên ko min ji dest dane were.

Xewna delal, digel delaliya xwe jî tehl e!
şiyar dibim û hinge hinda dibe Biheşt,
cihê ko giyan bi evîna xwe ve lê bendewar in,
çav li rê ne, hesretê dişewitînin
yên ko di derî re tên,
deriyê ko tenê rêya hatinê heye.

Lê di xewnê de were, ev jiyana min
bi mirina sar jî be germ dibe,
xewnê de vegere da bibînî ka çi li vir
bo te lê dide, bo te dijî,
hêdîka biaxêve, were nêzîk,
wek berê, yar, wek berê.

***

Pablo Neruda 1904 – 1973, Şîlî

EVÎNDARÊN REBEN

Li vê dinyayê çend zehmet e
bi aramî ji hev bêt hezkirin:
her kes çavdêriya çarşefan dikeín,
hemi xelk evîna te têk vedidin.

Hemî dinya bi xirabî
behsa keçekê û kurekî dikin
yên ko piştî gerîn
û vegerînan
tiştek wisa ecêb dikin
ku li gel hev diçin nav nivînan.

Dipûnijim ka gelo beq jî
nobetê li hev digirin û dikuxin,
di birka xwe de weq-weqê dikin
daku rê li ber şadiya evîndaran,
zewqa yên nemehrkirî bigirin.
Difikirim ka gelo firinde jî
hevalên xwe nefret dikin
yang a jî guhdariya gamêşî dike
berî ko dest biavêje çêlekê.

Her rê tijî çavdêr e,
her baxçe miştî nobedaran e,
hotêl bi dizîkî li mêvanan temaşe dikin,
pencere navan tînin bîrê,
top û artêş digerin
û evîndaran diçewisînin,
guh û gewrî bê navbirr
sîxurî û casûsiyê dikin,
keç û kurrên ciwan
neçar dimînin ku
li ser pişta duçerxeyan
bi lez bi rê ve
bipişkivin.

***

Nazim Hikmet 1902 – 1963

JIYAN BÊDAWÎ

Rojekê xwezaya dayika me dê bibêje:
“Tu keniyî, tu giriyî,
êdî bes e, kurê min!”
Dîsa dê jiyanek bêdawî dest pê bike,
jiyanek ko nabîne, na-axive, nafikire.

***

Charles Baudelaire 1821 – 1867

BIDE RÊ!

Oy Mirinê, pîre-kapitanê, de keştiya xwe bide rê!
Ev dever derdgiran e, lengerê rake!
Ger çi erd û esman wek qîrê reş in,
dilê me yê dostê te gurr û geş e.

Jehra xwe birêje dilê, Mirinê, pê xurt bike!
Agir mejî dişewitîne. Me divê ko xwe
biavêjin kendên nenas yên ecêb
– ferq nake ko biheşt be yan jî dûjeh!

***

Heinrich Heine 1797 – 1856

MIRIN ŞEVEK SAR E

Mirin şevek sar e,
jiyan rojek germ e.
Êdî dinya tarî dibe, xew tê,
rojê ez westandime.

Darek terr li ber nivînên min bilind dibe,
bilbil li ser distre,
strana wî nerm û şirîn e,
di xewa xwe de jî wê dibihîzim.

***
Li Yü 937 – 978

QERQEŞEYA VÊ DINYAYÊ TEK ÇARE YE

şeva borî baran bû û ba dihat,
perde û pencereyan
bi dengên payizî xije-xij dikir.

Find vemirî, demjimêrka avê sekinî
û hemi şevê min pala xwe dida balguhî;
li ser piyan bim yan jî paldayî,
nikarim aram bibim.

Heysûbeysa vê dinyayê
we kava robaran diherike,
hemî jiyan xewnek hejhejok e.
Qerqeşeya dinyayê
tek rê û çare ye,
bi wê ve bimeşe, dest jê bernede!
Tehemila ti rêyên din nakî.

***

Han Shan, sedsala 7ê, Çîn

HER TIŞT DIGUHERE

Kulîlkên darxoxaxn dixwest
ku hemî havînê pişkivî bin
lê ba û heyv nasekinin.
Ji mirovên berê
ti kes sax nemaye.
Roj bi roj pelgên kulîlkan diweşin,
sal bi sal mirov diguherin.
Cihê ko îro toz lê radibe
carekê deryayê lê pêl didan.

***

Gu Çeng, 1956 – 1993, Çîn

GORRA MIN AXÎNK NEVÊN

Gorra min
gul û kulîlk nevên,
axîn û nalînan naxwaze.
Min tenê divên
çend spîndar divên
ku wek birayan
bi dilxweşî rawestin
û mêrgek kesk
ya ko li ber bayî pêlan bide
û tav û ewrên
ku bê dawî bi hev biguherin.

***

Hafizê şîrazî, 1320 – 1390, Ecem

JIYAN PÎREQEHBIKEK E

Çi dibe, bila bibe,
guh nede soz û ehdên xelkê,
dinya ne bi îradeya min û te ye.
Jixwe ev jiyan pîreqehbikek e,
rûqurmiçî li kolanan digere,
bi sedan mêran ew hêlaye.

Bawerî bi ken û stranan nayê.
Binale, bilbilê şeyda,
bazarê fîxana te biha ye.

Gelo çima helbestvan ji te nefret dikin, Hafizo?
Ji ber ko wan behreya zikmakî nine,
ji hêza hunera hûnandinê bêpar in,
hibrê qelemê wan nikare
xwe bigihîne dinyaya xeyalî.

***

Federico García Lorca, 1898 – 1936, Spanya

GÎTAR

Robarê rondikên
gîtarê diherike,
piyaleyên spêdê
dişkên.
Robarê rondikên
gîtarê diherike.
Bêkêr e ko bêt bêdengkirin.
Nayê bêdengkirin.
Wek avê
bê navbirr digirî,
digirî wek bayî
li nav pûka berfê.
Nayê bêdengkirin.
Li yê li dûr,
li doza sosinên spî,
li xîzê agirbar yê başûr
digirî.
Li tîrê bêarmanc
û li êvara bê spêde
û li yekem çivîka
li ser çeqê darê mirî
digirî.
Ax gîtar!
Dilê pênc riman
bi jan birîndar kirî!

***

Luis de Góngora 1541 – 1627, Spanya

AX Û AVINO!

Delaltirîn zeriya vê beravê,
ku duhî bûk bû
û sibê dê bibe bîjin,
temaşe dike
çawa mêrê wê diçe cengê
û bi dilkovanî dilorîne:
Ax û avino,
bihêlin ez binalim.

Niha ji ciwanî ve, dayê,
pê hesîm
ku çendî kurt e bextiyarî,
çend dirêj e bextreşî.
Te ez dam mere ko netebitî
lê kilîlê azadiya min bir.
Ax û avino,
bihêlin ez binalim.

Karê çavan niha girî ye,
şadiya bînahiyê êdî nemaye.
Ma dê çi din ji çavan bêt:
yê ko çû cengê
aştiya dilê min jî bir.
Ax û avino,
bihêlin ez binalim.

Dayika delal, ma kî dê negirî, kî?
Halê min dê kevirên helanan jî bihelanda.
Ma kî dikar temaşe bike
dema ko geştirîn gavên gencatiyê hişk dibin?
Ax û avino,
bihêlin ez binalim.

Bila xewên şevan jî nemînin
madem çû yê ko xew pê re şirîn bû.
Bila xew jî biçin, nikarim li nivînan binerim.
Ax û avino,
bihêlin ez binalim.

Min aşt neke, min lome neke, dayê,
herdu jî bêfeyde ne.
Ger giriyê min bisekinînî jî,
jana di dilî de dê hê jî kembaxtir be.
Ax û avino,
bihêlin ez binalim.

***

Nazim Hikmet 1902 – 1963, Tirkiye

HER TIŞTÊ KO MIN LI SER ME NIVÎSÎ

Her tiştê ko min li ser me nivîsî xeyalî ye.
Ya rast bibêjim, ne rast e.
Ew bîrîkirina min bû,
hêvî bûn, li ser çeqên bilind, dûrî destan,
tîniya min e, ji kaniya xeyalan e,
wêneyên li ser ronahiyê çêkirî ne.

Her tiştê ko min li ser me nivîsî rast e,
delaliya te,
zembîlek mêweyan
yan seyranek li derve,
tenêtiya min
wek ko çirayek kolanan bim
li rexê dûr yê bajarî,
kumreşiya min
wek nêçîra bi çavên girêdayî
di nav trênên şevê re,
siûda min
wek robarekî ye ko li ber tavê diteyise
û bendavan diherrifîne.

Her tiştê ko min li ser me nivîsî xeyalî ye.
Her tiştê ko min li ser me nivîsî rast e.

***

Nazim Hikmet 1902 – 1963, Tirkiye

PIRRANIYA MIROVAN

Pirraniya mirovan li qata navberê siwar dibin,
di sefa sêyem de seferê dikin,
bi piyan bi rê ve dimeşin
pirraniya mirovan.

Pirraniya mirovan di heştsaliyê de dest bi kar dikin,
li bîstsaliya xwe dizewicin
û di çilsaliya xwe de dimirin
pirraniya mirovan.

Ji bilî pirraniya mirovan
nan têra hemiyan dike
û birinc
û şekir
û qumaş
û nîvişk
ew hemi bo hemiyan hene
ji bilî bo pirraniya mirovan.

Bo pirraniya mirovan li dinyayê ti star nîne,
ti çira rê ron nakin
ti cam bo pencerê nînin,
tenê hêvî bo pirraniya mirovan heye,
wê wê ew nikarin bijîn.
Çendî şeyda ye
dilê mirovî:
dema ko li gel te jî bim,
dîsa jî bêriya te dikim.

Nenas

***

Paulos Silentarios

WERE EM TAZÎ BIN

Cilên xwe ji xwe ke, yara’m,
were em tazî bin,
cihê ti tiştî
di navbera me de nine,
etekê te jî bi min
wek keleha Semîramîsî ye!
Xwe veşelîne,
bila sîng bigihe sîngî,
lêv lêvan bimêjin
û paşî
bêdeng be,
ez tehemila
gotinên evînî nakim!


***

Charles Bukowski 1922 - 1995

BI TENÊ LI GEL HER KESÎ

goşt hestiyan diniximîne
û mejî jî
têkilî wan tê kirin
û carna giyan jî,
û jin guldankan
li dîwaran didin û dişkînin
û mêr zêde vedixwin
û ti kes
ya yan yê dilê xwe bo xwe nabîne
lê hê jî lê digerin
xwe dixwişînin nav nivînan
û ji nav derdikevin
goşt hestiyan diniximîne
û goşt
li tiştekî ji goştî zêdetir
digere

ti çare
nine:
em hemi koleyên
heman feleka seyr in

ti kes
ti car
ya yan yê dilê xwe nabîne

sergo tijî dibin
semtên tilyakkêşan tijî dibin
şêtxane tijî dibin
nexweşxane tijî dibin
goristan tijî dibin
ti tiştek din
tijî nabe

***

Karin Boye 1900 – 1941, Swêd

TU BAŞTIRÎN SEBR Î BO MIN

Tu baştirîn sebr î bo min,
aramiya min î, naşkêyî,
baştirîn derman î bo min
çunkî çu tişt wek te min na-azirîne.

Na, ti tişt mîna te min na-arîne,
wek agirî, wek cemedê min dizûrînî,
wek kêra polayî canê min diperitînî,
tu bo min baştirîn xemrevîn î.

***

Karin Boye 1900 – 1941, Swêd

BI RÊ VE BE HERDEM!

Giringtirîn tişt ne têrbûn e,
xweştirîn roj ew ya ko hest bi tîbûnê bikî.

Diyar e ko gelek armanc li ser rêya me hene
lê meşa me bi xwe hêjayî zehmetiyê ye.

Armanc bila wardanîna tenê bo şevekê be:
agir hilke, pariyek nanî bixwe û speed dîsa bide rê.

Cihê ko tenê carekê lê binivîs,
bêhnvedan lê biewle ye, xew xweş e.

Rabe, bi rê keve! Dîsa rojek nû ye,
maceraya me berdewam û bêdawî ye.

***

Tadeusz Rózewicz 1921 –

XATIRXWESTIN

Jinik difikirî
ku dinya xem e
hemî
ku gul xem in û baran jî
ku xemê hêlîna xwe
di nav hiriya girr
ya bi bêhna resedayê de çêkiriye
ku xemgîn in
dengên rêvingên xatirxwaz
ku xembar e
ajovanê dilxweş
yê ko qamçiyan vediweşîne hespan
ew difikirî
erd û esman
zêde xemgîn
lê çerx lê diçerixin
çerxên her lezgîntir her dûrtir
çerxên zexm, yên bêtixûb

***

Ferîdeddîn Ettar

ŞIBLÎ JI ŞEYTANÎ DIHESIBE

Dema ko ecela şiblî hat, ew bêhedan bû. Wî kemera agirperêsan li navtenga xwe alandibû û di nav xweliyê de rûniştibû. Wî rondik dibarandin û xwelî bi ser xwe de dikir.

Yekî jê pirsî: “Malavayo, ma kes li ber mirinê kemera kafiran li xwe girê dide?”

şiblî gotê: “Ez ji çavnebariyê dişewitim û dihelim. Ma ez çi bikim. Min xwe ji dinya û axretê kiriye lê ji şeytanî dihesidim! Tenê ew bûye xwediyê naletekê yak u Xwedê bi xwe bi devê xwe lê barandiye. Dişewitim û qiçqiça dilê min e: Wî tiştek daye kesek din lê ez jê bêpar hêlame.”

***

Emily Dickinson (1830 – 1880)

ÇEND HELBEST

Dînîtiya xwerû hişmendiya herî esmanî ye –
bo çavê bisexbêr –
Pirr hişmendî – xwerûtirîn dînîtî ye –
Pirranî
di vê de, wek di her tiştî de, serdest e –

Bindest bibe – û dê hişmend bî –
Dijî rabe – û tu dê di cih de bibî talûke –
Û tu dê werî bendkirin.

***

Pär Lagerkvist 1891 – 1974

DINYA ÊVARAN DELAL E

Dinya herî zêde êvaran delal e.
Hingê hemi evîna esmanan
li ronahiya tarî dicive
daku axê, xaniyên erdê
biniximîne.

Li raserî her tiştî dilovanî dilerize,
Yezdan bi xwe beravan ron tarî dike.
Dûrî û nêzîkî dihelin hev.
Bo mirovî her tişt
bi emanet hatiye dan.

Her tişt ji min re hatiye dan
û dîsa her tişt ji min tê standin:
war û dar û ewrên esmanan.
Bi tenê
bê şop diçim.

***

Roberto Fernández Retamar 1930 –

STRANÊN KÊMPEYV

Gelek peyv hene
di zimanî de
peyvên wek heywanan
mezin, carna xerîb
û hin jî biçûk
û nezelal,
hinên ji kevirî
û şevê çêkirî.
Lê em
ne hewceyî gelek
peyvan in
daku bikarin
bijîn.
Yên ko pê
perdaqa avê tê xwestin,
pê gazî
dayikê tê kirin,
pê tê hezkirin.

Ma hewceyî
çend peyvan î
daku evînê gurr bikî?
“Hezkirin” diyar e
ku ne ne lazim e
û ne jî ”gul”;
tenê ew peyv pêdivî ye
ya ko taliyê
mirov her nabîne.

Berî peydabûna xwe
helbest
kaxezek vala
û komek bîranînan e,
perrek vala
û arezûyek hilfûrî ye,
wereqek vala
û daxwazek xurt ya kolanan e,
laperrek vala
û gurmîna şoreşê ye.

***

Çend helbestên eskîmoyî

PESNESTRANEK BO BIHARÊ

Bi qayika xwe meşîm
û gihiştim bejayiyê.
Rêya min bi keviyek berfê ket
ku dest bi helînê kiribû.
Ji wê min zanî ku
bihar e:
em ji zivistanê rizgar bûbûn!
Ez tirsîm
ku zêde qels im,
zêde qels
bo ko xwe li ber wê delaliyê ragirim!


MIN DIVÊ DÛR BIÇIM

Dûr, min divê dûr biçim.
Dûr, di ser çiyayên bilind re,
biçim warê firindeyan,
hê dûrtir, hê jî dûrtir ji vir.

Du zinaran rê li min asê dikir,
du zinarên zilh û zexm:
herdu wek erzînkan
vedibûn
û dimiçîn.
Mirov nikare li dor wan bizivire,
divê di nav re bizivirim
eger hez bikim biçim dûr,
pişt çiyayên bilind,
bal warê balindeyan.

Du hirçan rê li min asê dikir.
Du hirçên şerker
di rêya min de bûn.
Rê girtî bû.

Lê dîsa jî dil dikim
ji vir dûr biçim,
bigihim pişt çiyayên bilind,
bimeşim warê firindeyan.

***

James Berry 1924 –

KERAMET

Spasî bo guhî
ku mirov dikare pê bibihîze.

Spasî bo bînahiya çavan
ku mirov dikare pê bibîne.

Spasî bo destan
ku mirov dikare pê dest lê bide.

Spasî bo heyva sîs ko geş dibe,
perdeya şevê radike
û gund û bajaran digihîne hev.

***

Siegfried Sassoon 1886 – 1947

HEMÎ DISTRIN

Hemiyan ji nişkê ve dest bi stranekê kir
û şadiyekê dilê min dagirt,
şadiyek ko firindeyên rekehkirî
hest pê dikin, li azadiyê, li firrên kûvî,
li nav baxçeyên spî û zeviyên keskî tarî:
pêşve – dûrî dîtina çavan.

Dengê her yekê ji nişkê ve bilind bû:
û bedewî wek roja li ber avabûnê zêde bû;
dilê min di nav rondikan de dilerizî
û tirsê xwe veda… oy, ji xwe her yek
firrinde bû û stran bêpeyv bû
û stran ti car xilas nabe.

***

Vladimir Holan 1905 – 1980

MEHA ÇARÊ

Mija nîsanê. Tîrêjek tavê
wek gopalê koran newêrek
gav big av li rêka xwe diheziqe
lê niha ji hefteyekê berê jixwebawertir.
Destên sar, dilên germ.

Te jî hay ji tiştekî heye… Lê ne zêdetir.
Ger talûke bi ser te de bêt, bêparastin î.
Ger bextê te xweş be, bêhêz î.

***

Jaan Kaplinski 1941 –

SÊ HELBEST

Tu zarokiya min
ya tineyî be
nerm xweş
sivik
şevek havînê
ya ko min
bi çengên xwe yên bêdeng
diniximîne.

~ ~ ~

Nayê bawerkirin:
wek ko cara yekem be
ku pişkivîna daran dibînim.

Bo aşnabûna li hatina biharê
jiyan kurt e.

~ ~ ~

Kêlîkekê ewr dipijikin
roj sar e
li raserî kotanê
tarîgewrika êvarê
darên sotinê hatine hûrkirin
destikê gêzikî pê ve ye
li ser depê derenceyan rûniştî me
aşt im li gel roja borî
û bi şeva bêt re
aşt im li gel herriyê û pûşî
bi stêrên esmanan re
yên ko li hindavî xanîkê min
vêdikevin û vedimirin.

***

Qeşe Gibbon 1896 – 1987

JI ŞAGIRDIYÊ BÛN HOSTE

Jiyan wek xewnekê ye:
nizanim ka wê çawa dest pê kir,
zanîna min jî têra nake
bibînim ka dê çi bibe.

Ji nav tarîtiya şevê firindeyek
ji nişkê ve bi lez
di odeya ronkirî re firî –
û li vê derê namîne.

Dîsa ew
li tarîtiyê vedigere.
Wiha dibêjin pîrezana,
ez jî heman tiştî dibêjim.

Lê em qîma xwe bi hindê naînin,
ne ez, ne jî ew,
em ji her pêrgîhatiyî dipirsin,
li tiştek nû digerin, çi be jî.

Ji her kesê dibînim re dibêjim:
“Ev qas fehm dikim
lê dixwazim guh bidim te
eger tiştek zêdetir bizanî.”

Odeyek tarî, ronkirî,
firinde, firr
ne bes in bo mirovê
ku ji vir bi rê bikeve.

Ne bes in bo mirovî
firindeyê ko carekê
ji tarîtiyê difire tonahiyê
û vê derê namîne.

“Ger hê tiştekî bizanî,
ey giyanê hişmend, geroko,
ji min re jî bibêje
berî ko dawiya dema min bêt.”

***

Borîs Pasternak 1890 – 1960

PEYDABÛNA HELBESTAN

Sibat. Ximav, rondik!
Helbest lehiyan radikin,
herriya çerxan
gurzan li bihara reş dide.

Erebeyên lid û hespan. Nîv ripî
çingîna li ber zingilan
ximav, girî bo
tavîbaranek bihêztir,

cihê ko bi hezaran qirrereşk ji daran
wek hirmiyên rejîbûyî
wek xemên xuha dadikevin binê çavan
wek beq xwe diavêjin binê avê.

Av ji xeman reş dibiriqin,
hewar li ber bayî bilind dibin,
jixwebawer bi derbeyên tesedifê
helbest bi girî peyda dibin.

***

Tomas Tranströmer 1931

KEMBERÊN ROMANÎ

Li hindirê dêrek zexm ya romanî
geştiyar li nav nîv-tarîtiyê hev dehf didin-
Stûn li pey stûnê diyar dibe,
dîmenê giştî yê dêrê xwiya nabe.
Ronahiya çend findan dipirrpirre.
Firîşteyek bêrû min himêz dike
û bi hemi bûneweriya xwe dipiste guhê min:
“şerm neke ko tu mirov î, jê serbilind be!
Di te de bêdawî stûn li pey stûnê diyar dibe.
Tu ti car kamil nabî, û jixwe wisa baş e.”
Findan ez çavkor kirim
û izdihamê ez dehf dam derve
nav meydana li ber tavê dibiriqî,
li gel Mr û Mrs Jones, rêzdar Tanaka
û signora Sabattini
û di her yekî de bêdawî stûn li stûnê diyar dibû.

***

Jaroslav Seifert 1901 – 1986

BI XATIRÊ WE

Bi milyonana helbest li dinyayê hene,
min jî tenê çend rêzik lê zêde kirin.
Ew jî ne ji çîrr-çîrra kuliyan hişmendtir in.
Dizanim. Li min negirin.
Ez ê zû bes bikim.

Jixwe ew ne şûnpiyên pêşîn
yên li ser rûberê tozgirtî bûn.
Eger carna çirîskek jê dibiriqî jî,
ronahî ne ya wan bi xwe bû.
Ji vî zimanî hez dikim.

Zimanê ko lêvên bêdeng
dilerizîne
dikare bike ko evîndar maçan bidin hev
li ser rêka xwe ya li ber hingura tava êvarê
li deverek ko roj hêdîtir
ji deverên tropîkî ava dibe.

Helbest ji destpêkê ve di demarên me de ye.
Wek evînê,
wek birsîtiyê, wek êşê, wek cengê.
Carna helbestên min wisa aqilsivikane bûn
ku jê şerm dikim.

Lê daxwaza lêborînê nakim.
Bawer im ko baştir e li peyvên bedew bigerim,
ne mirovan bikujim û qetil bikim.

***

Bei Dao 1949 –

SIBÊ, NA

Ev ne xatirxwestin e
ji ber ko me ti car hev nedîtiye jî
tevî ko sîberên me carekê
li ser rê li hev ketin jî
wek tawanbarek bi tenê li reva xwe.

Sibê, na
sibe ne piştî şevê ye,
yê ko hêvî bike tawanbar e,
bila şev be dawiya wî
yê ko aîdî şevê ye.

***

Friedrich Nietzsche 1844 - 1900

ÇINAR Û BIRÛSK

Ji mirovan bilindtir bûm.
ger bipeyivim, ma kî dê bibihîze?

Bi tenê zêde hilketim.
Niha bendewar im – bendewarî çi?

Yê ko ta ewran hewa bikeve,
dê li hêviya birûska pêşîn be.

***

Nikki Giovanni 1943 –

BISERDEBIRIN

rojekê
tu tê malê
ez bi kirasê dirêj yê efrîqî me
tu rûdinî û dibêjî: ”Mirovên reş...”
û ez destekî i kirasê xwe derdixim
û paşî tu – bêyî ko qet bala xwe bidî min –
dibêjî: “Ew birayê me…”
û ez kirasî di ser serê xwe re dikeşim
û hê birde-birda te ye: “şoreş...”
dema ko ez destê te datînim ser zikê xwe
û – wek herdem – gotina xwe didomînî:
“Ez qet fehm nakim c_ima…”
dema ko destê xwe jor û jêr ve dilivînim
û gumlekê te vedikim
û paşî dibêjî: ”Ma em bi rastî hewceyî c_i ne…”
û ez zendê te dialîsim
û ”Bi min divê ko em…”
û ez qayişa te vedikim
”Herc_i rewşa niha ye…”
û derpîkurtkê te vedişelînim
û paşî pê dihesî ko tazî yî
û te dinasim loma bawer im ko wiha dibêjî:
“Nikki,
ma ne aha ev e şoreş...?”

***

Pablo Neruda 1904 – 1973, şîlî

EV TARÎGEWRIK JÎ…

Ev tarîgewrik jî ji destê me c_ûye.
Ti kesî vê êvarê em dest di destê hev nedîtin
dema ko şeva şîn bi ser dinyayê de herikî.

Min ji pencera xwe dît
şahiya roja ava dibû pişt c_iyayên dûr.

Carna pirtek rojê
wek qirûşek sifrî di destê min de dibiriqî.

Tu dihatî bîra min, û tu dizanî
ka c_i xemê giyanê min bêzar dikir.

Tu hinge li kû bûyî?
Li bal kê?
Te c_i peyv digotin?
Gelo c_ima ji nişkê ve evîn min digire
dema ko ez xemgîbn im û tu li min biyan î?

Ji destê min ket pirtûka ko li rojavabûnê tê xwendin
û wek seyek qutayî ebayê min ket ber piyên min.

Herdem, herdem tu êvaran vedirevî
cihê ko tarîtî lê radibe û peykelan dadiûre.

***

Halina Poswiatowska 1935 – 1967, Polonya

EZ JULIA ME

Ez Julia me
jiyê min bîstûsê ye
carekê min tam kir evînê
wek fincanek qehweya reş
gelek tehl bû
lerza dilê min lezand
leşê min zûrand
hasten min arandin

ji nik min c_û

Ez Julia me
li şaneşînek bilind
ew diheje
diqîrim: vegere
diqîrim: vegere
lêvên xwe yên gezandî
bi xwînê reng didim

ew venagere

Ez Julia me
jiyê min hezar sal e
dijîm –

***

Jaroslav Seifert, 1901 – 1986, C_ekoslovakya

LÊVÊN SEDCARÎ MAC_KIRÎ

şev, mûristana ebedî ya stêran
û hê c_i din?
Li ber tarîgewrika kesk ya kepirê
evîndarên bextiyar hev dimac_andin.

Lêvên sedcarî mac_kirî
peyvên agirbar
bo lêvên sedcarî mac_kirî dipistin
daku rê ron bikin bo xwînê
yak u diherikî c_alên kûr yên evînê.

Wek du xenceran
zimanan hev
di devên nîv-vekirî de diperitandin.

Û hingê stêra êvarê ya dibiriqî Gelavêj bû.

***

Frances Horowitz 1938 – 1983

TENÊ DESTLÊDAN

Gelo tê digihî ko hewceyî destkirina te me
wek c_awa dest didkim mêweyan yan zarokan?

Peyv tişta ko ji te hewcedar im nadin min.

Bihêle dest bikim pirc_a te, lêva te ya dilive,
hestiyê di bin c_ermê nerm ve.

Te naêşînim – min nevê evînê jî bikim.

Tenê destlêdan, bawer ke, ti ziyanê nagihîne te.

***

W. H. Auden 1907 – 1973

STRAN

Hemî demjimêrkan rawestînin, xetên telefonan bibirrin,
nehêlin se li hetsiyê goştî birewe,
piyanoyan bêdeng bikin, daholan qut bikin,
rê nedin behîc_inan, tabûtê rakin!

Bila firoke bi nalînan li esmanan bic_erixin,
bi tîpên dûxanî binivîsin ko ew miriye.
Bila kotirkên bazarî tacgulên reş li gerdenên xwe yên spî bikin,
bila polîsên trafîkê destgorkên reş bikin destên xwe.

Ew bakur, rojhilat, rojava û başûr bû,
ew yekşem bû, rojên min yên karkirinê bû,
nîvroja min, nîvşeva min, gotin û strana min bû:
Min bawer dikir ko evîn dê bêdawî be lê şaş bûm.

Rê nadim stêr bên mala min, wan bitemirînin,
tavê veşelînin, heyvê biniximînin,
deryayan vala bikin, daristanan ji binî ve bibirrin:
ti tişt êdî nikare tiştek baş bide min.

***

Eka Budianta 1956 –

WÊNEYÊ MALBATÊ

Wek Jononê pale yê ji Tegalê me
ku jin û herdu zarokên xwe
hêlane daku li Jakartayê
taksiya bipayder biajo.
Wek Salkayê masîgir yê ji C_ilingc_ingê me
ku ji malbata xwe ya li giravê Modura veqetiyayî ye.
Her sê mehan carekê yan
salê du caran
em jin û zarokên xwe dibînin
daku em ji hesreta xwe rizgar bibin.

Karkerek avakirinê me, dûr im ji malbata xwe.
Gelek kes bi vî halî ne, ezbenî, gelek kes.
Em bi sedan hezaran karker
li ser avahiyên bajarî dixebitin.
Me malbatên xwe li gundan hêlane.
Dema ko ewrên esmanan dibînim,
em nagirîn lê pê dilxweş jî nabin.
Ey ewrê spî, eger di ber gundê min re biborî,
bibêje ko jiyana min ya li bajarî îdare dibe.

Ez tenê Jojon im, bi kontratê li Londonê me.
Tu û zarok bi hejarî li gundê me dijîn.
Dema ko hûn bibînin
ku mij ji esmanan datê
yan berî cejna Zayînê
bi rojan baran dibare,
xwe pal din û bi dilek rehet binivin.
Ez ê bi milyonan stêran
bişînim xewnên we
û hûn jî di duayên xwe de
navê min jî bînin.

***

Kwang Kyn 1941 –, Koreya Başûr

BO XORTÊ TIRIMPÊLAJO

Tu êdî bi tirimpêla xwe digerî
û gelek kes hesûdiyê bi te dibin.
Dema ko te xwe fêrî ajotinê dikir,
dîmenên li ber te bêsinor bûn,
te bawer dikir ko tirimpêla te difirre her derê.
Her şarezayiyek nû baş e,
min digot.
Niha êdî pê lê didewisînî û dixijînî,
êdî te hay ji kirasên nû yên daran
li guherîna demsalan nîne,
ne dikandaran, ne fêkî yan
masiyên li ser maseyên firotinê,
ne jina ko dibeze û ne jî
zarokê nexweş yê di buxc_ika
li pişta wê de dibînî.

Divê te hay ji polîsê trafîkê.
ji çirayên sor hebe,
çavên te req li rê bin,
bi temamî ber bi bayî ve
bînahî wisa zelal dibe
û lez dilî digire
û digel ko benzîn
her girantir dibe
û dûxan c_avên te kor dikin,
tu her ajotina xwe didomînî
û qet nafikirî ko bimeşî
û hemî salên ku
kesên xort û ciwan bi asayî
dimeşin û dibezin
yan li otobûsê û metroyê siwar dibin,
tu li ser şêst kîlometreyan difirî.
Dema dibînim ko di ber min re diborî,
diramim ko tu hê zû
ji mirovan dûr ketî
û bo halê te dilgiran im.

***

Karin Boye 1900 – 1941, Swêd

BI RÊ VE BE HERDEM!

Giringtirîn tişt ne têrbûn e,
xweştirîn roj ew ya ko hest bi tîbûnê bikî.

Diyar e ko gelek armanc li ser rêya me hene
lê meşa me bi xwe hêjayî zehmetiyê ye.

Armanc bila wardanîna tenê bo şevekê be:
agir hilke, pariyek nanî bixwe û speed dîsa bide rê.

Cihê ko tenê carekê lê binivîs,
bêhnvedan lê biewle ye, xew xweş e.

Rabe, bi rê keve! Dîsa rojek nû ye,
maceraya me berdewam û bêdawî ye.

///

Bijartin û wergerandin: HUSEIN MUHAMMED

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2010-09-21
Xwendin: 5828
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org