[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Firat Cewerî bi ”Lehî”yê serpêhatiyên belengazan didomîne
HELSÎNKÎ, 20/9 2011 — Piştî romana ”Payiza dereng” û ya ”Ez ê yekî bikujim”, nivîskar Firat Cewerî niha jî bi romana xwe ya sêyem ”Lehî” derketiye pêşberî me xwendevanên zimanê kurdî. ”Lehî” dewama romana ”Ez ê yekî bikujim” e lê bi min ew dikare serbixwe jî were xwendin.

Lehengên serekî yên romanê Temo û Lehî ne. Lehî ew heman keç/jin e ko di romana ”Ez ê yekî bikujim” de bi navê Dîana digerî. Roman bi forma ”ez” hatiye nivîsîn û tê de geh Lehî û geh jî Temo behsa rewşa xwe dike. Carna jî ew herwiha behsa têkiliyên xwe yên bi Nivîskar re dikin.

Temo hê jî bi niyeta kuştina kesekî bêhedan e û sebra wî li derveyî girtîgehan nayê. Lehî nîv salê neçar maye ko laşê xwe bifiroşe. Herdu jî li heman bajarî lê her yek li hêla xwe dinale û dixwaze bi awayekî xwe ji rewşa heyî rizgar bike. Girêka ko jiyana wan herduyan kêlîkekê li hev diqelibîne Nivîskar e.

Kesa/ê bi nasnavê Nivîskar ji Swêdê hatiye Kurdistanê daku beşdarî semînarekê bibe. Lê em hem ji semînara xwe dimîne û hem jî piştî têgihiştina rewşa Temo û Lehiyê, dixwaze wan herduyan jî ji rewşa wan ya kembax xelas bike.

Lehî birîndar e lê nikare xwe bigihîne nexweşxaneyên fermî ji ber ko berê çekdareke kurd bû. Ji nav rêzan tê fehmkirin ko ne tenê dewlet dê ji ber xebata wê ya çekdarî ya berê wê mehû bike, lê herwiha partiya wê ya berê jî dê wê û rewşa wê ya niha nepejirîne eger pê bihese. Nivîskar alîkariya Lehiyê dike û bi rêya têkiliyên xwe yên xurt û bi bertîlan wê digihîne Stockholma Swêdê.

Nivîskar plan heye ko çareyekê ji derdê Temo re jî bibîne. Lê Temo ji ber trawmayên xwe yên dema zindanê û ji ber rewşa guherî ya civakî xwe pirr bêkes û bêxwedî his dike. Ew dixwaze bi awayekî dîsa vegere van dîwarên zindanê ji ber ko li derve em sebra wî nayê û hem jî ditirse. Kêrek di destan de ye û ji xwe re li goriyekî (qurbanekî) digere. Ew carna li ser hişê xwe ye lê gelek car qet nizane ka çi dike. Piştî birîndarkirina kesekî û kuştina belkî tek kesa/ê nêzîkî xwe (naxwazim mereqa xwendinê li xwendevanan biherimînin û wan kesan li vir diyar bikim), ew dîsa dikeve zindanê.

Nivîskar wek kesekî bihêz, camêr û dilovan tê pêşkêşkirin. Bi taybetî dema ko Lehî behsa wî dike, hema nêzîk e ko wî bike supermirov! Ew hem bi berhemên xwe di nav kurdan û li cîhanê jî navdar e, hem jî dixwaze hemû bal û enerjiya xwe bide ser rizgarkirina Lehiyê û Temo. Lê li aliyekî din, Temo di her navberê re tîne bîra wî ko wî dostê xwe bi salên dirêj bê peyam û bê name di zindanan de hiştiye û rojekê jî ew bi kurtemesajekê neaniye bîra xwe.

Lehî digihe Swêdê û çend mehan li mala Nivîskar û jina wî dimîne. Bi awayekî nediyar û bêyî ko Nivîskar raboriya Lehiyê wek jineke ”qehbe” bi jina xwe bide zanîn, wê razî dike ko Lehî demeke dirêj li mala wan bimîne tevî ko Nivîskar û jina xwe ji mêj ve ji hev bêzar in. Jin bi roj li kar e lê Nivîskar dema xwe bi xwendin û nivîsînê ve li qesra ko jinê kirriye diborîne.

Dostanî û hezkirina navbera Nivîskar û Lehiyê kûr dibe lê ew ne yaranî û dostaniyeke cinsî ye. Nivîskar destnivîsên xwe ji Lehiyê re dixwîne û nerîn û pêşniyarên wê jê dipirse. Ew yekem car di mala xwe de dibîne ko kesek nirxê nivîskariya wî dizane. Lê hevjiyana wan ya ronakbîrî zêde nadome: jina Nivîskar ji wan dikeve şik û gumanê û Lehî neçar dimîne ko malekê ji xwe re bibîne.

Erê Lehî li Stockholmê mecbûr nabe ko laşê xwe bifiroşe lê ew ji trawmayên laşfiroşiyê bi ti awayî rizgar nebûye. Belkî li wê derê wê hê jî zêdetir dem bo fikirîna li raboriya xwe heye loma janên derûnî ji berê jî zêdetir wê diêşînin. Ji ber raboriya xwe ew herwiha xwe neçar his dike ko divê li dûrî kurdan bijî û wan ji xwe haydar neke. Tevî ko malbata wê li Almanyayê ye û dikare xwe b du-sê seetan bigihîniyê, lê newêre ji ber ko ihtimal e ko ew êdî ji aliyê malbata xwe ve jî neyê qebûlkirin.

Tenêtî hem Lehiyê diêşîne û hem jî wê ditirsîne. Ew carna bi şev ji ber kabûsan ji xewê dipengize û dibeze di kunika (qulika) derî re binere lê dibîne ko ti kes li wê derê nîne. Gelo bi rastî ew tenê kabûs in yan jî hin kes wê dişopînin?

Hem Lehî hê jî hewceyî Nivîskar e û hem jî Nivîskar - roj bi roj zêdetir - pêwîstî Lehiyê dibe. Ew dixwazin ko hogir û xemrevînên hev bin bêyî ko bêbextiyê li jina Nivîskar bikin lê gumanên wê rê nadin ko ew bi serbestî baş hev bibînin. Lê gelo ma jina Nivîskar neheq e? Gelo dostaniya jinekê û zilamekî dikare çi qas kûr bibe bêyî ko ew veguhere evîna cinsî?

Hevdem Temo li Kurdistanê di zindanê de ye. Tixûbên xew û şiyariyê, rastî û xeyalan li wî şêlû dibin. Gelo ew bi rastî li zindanê ye yan jî zindan di wî de ye? Gelo wî bi rastî ew kesa/ê ewqas nêzîkî xwe kuştiye yan jî ew qetil tenê berhemê xeyalên wî ye? Romannivîs qenc kiriye ko bersiva her tiştî hazir raberî xwendevanan nekiriye loma belkî ev beşa romanê ji hemû pişkên wê yên din biserketîtir be.

Ber bi dawiya romanê ve, kelecana xwendevan bi beşên li ser jiyana Lehiyê ve jî gurr dibe. Ew dike ji tirsan bibizde û bibehece dema ko dibe govan û şahida kuştina navdarekê li navenda Stockholmê. Herwiha hêdî-hêdî nêzîkî hin kurdan jî dibe û pê dihese ka ji aliyê partiya wê ve ew çawa tê dîtin.

Du caran nêzîk bû ko Lehî bi evînê ji tenêtiya xwe xelas bibe lê herdu jî dirêj naçirisîn. Jixwe ji mêj ve ye ko havênê evîna sêyem jî dimeye lê gelo vekirina dilê xwe ji nêzîktirîn kesa/ê xwe re asan e yan jî tirs heye ko mirov bi vekirina wê pirsê tek nasa/ê xwe jî ji xwe dûr bixe?

Firat Cewerî bi vê romana xwe jî ketiye pey kewandina birînên kûr yên civakî ko kesên vederkirî û tenêhiştî jê dinalin. Lê nivîskar xwe nake dadgêr û hukim û darazan nade. Roman bi bûyerên watedar û bi zimanekî xweş hatiye hûnandin.

Di taliya romanê de kesek dimire lê serpêhatî naqedin. Bi ihtimalek mezin em ê dewama vê romanê jî bibînin. Xwendevan dê bi coş li bendê bin!

Firat Cewerî: Lehî. Weşanên Nûdem 2011, 259 rûpel.

***

Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîkirin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin:

husein.muhammed@gmail.com

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2011-09-20
Xwendin: 5537
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org