[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
”Mîrname” – derdê duh û îro
HELSÎNKÎ, 3/11 2011 — Helbestvanê neteweyî yê kurdan Ehmedê Xanî bi huner û hinêra xwe, bi dûrbînî û nûxwaziya xwe ne kêmî William Shakespeareyê inglîzan, Miguel Cervantesê spaniyan, Giovanni Boccaccioyê îtaliyan, Marthin Lutherê almaniyan yan Voltaire’ê fransiyan e.

Li ser her yekê ji van bi hezaran lêkolîn hatine kirin, bi milyonan pirtûkên wan û yên li ser wan hatine firotin. Ew ne tenê bi pirtûkên xwe lê her wiha bi mûzexane û peykelên xwe, bi berhemên wêjeyî û dokumentarî tên bibîranîn û rêz li wan tê girtin. Ne tenê bi dehan lêkolînên ji alî û aspektên cuda-cuda ve li ser jiyana wan hatine kirin lê jiyana serdema wan, kesûkarên wan, pêşrew û paşrewên wan jî hatiye vekolîn û hilkolîn. Ev lêkolîn jî ne ko kêm dibin lê ew lêkolîn bi xwe jî rê li ber vekolînên nû vedikin.

Lê yê me, Xaniyê bilîmet lê bêxwedî? Ji her hezar kurdan yekî tenê jî berhemên wî ne tenê bi temamî nexwendibin, belkî carekê dest nedabe berga wan jî, heta ihtimal e ko ew bi çavên xwe jî nedîtibin. Xelkê jiyana yên xwe bi derziyê vekolîne, yê me em hê ji sala welidîn û ya wefata wî biguman in. Xelk dizane ka têkiliyên nivîskarên wan yên neteweyî bi xulam û xidamên wan re çawa bûn, me hê hay ji peywendiyên nivîskarê xwe yên bi mîr û mezinên wî re nîne. Vekolînên xelkê roj bi roj berfirehtir dibin, yên me vedîtina rastiyên bingehîn jî êdî roj bi roj dijwartir dibe.

Tevî vê rewşa kembax jî, hin camêr bi çiraya berhemên xwe hewl didin ko ronahiyekê li şevreşa me vêxin. Nivîskar Jan Dost yek ji wan kesan e ko bi salan ji jiyana xwe daye vekolînên li ser wêje û dîroka kurd û Kurdistanê. Wî du roman, ”Mijabad” û ”3 gav û 3darek”, û dastana Kela Dimdimê jî bi helbestkî raberî me kirine. Hemû ev berhemên wî li ser qonaxên cuda-cuda yên dîroka me ne lê wî kirasên delal yên edebî li wan kirine. Wî li aliyekî bi zanistî mijarên babetên xwe vekoliye lê wan bi şêweyên edebî raberî me dike. Herwiha wî çend çapên Mem û Zînê amade kirine û ew li kurdiya nûjen jî ew wergerandiye.

Mijara vê nasandin û nirxandinê dê nûtirîn romana wî ya bi navê ”Mîrname” be ko li ser jiyan, berhem, têkilî û baweriyên Ehmedê Xanî ye. Jan Dost awayekî balkêş yê vegotinê ji romana xwe re bijartiye: ne heman vebêj (çîrokbêj) ji destpêkê heta dawiyê diaxive û ne jî roman bi forma ”ez” ji aliyê Ehmedê Xanî ve tê vegotin. Romannivîsê me cih daye zêdeyî bîst kesan ko her yek ji wan ji aliyê xwe ve, li gor nerîn û dîtinên xwe, bi awa û islûbê xwe behsa Ehmedê Xanî û têkiliyên xwe yên li gel wî dike. Bi vî awayî jiyana Xanî û dinyaya li dor wî û têkiliyên civakî bi pirralî tên vegotin.

Roman bi bin-axkirina Xaniyê nûmirî dest pê dike. Piştî beşa yekem, ”Teymûrê fasiq”, yê ko civak wî ji ber meyxweriya wî nefret dike, lê dostekî baş yê Xanî ye dest pê dike. Teymûr dibîne û hawar dike ko di roja wefata Xanî de barana ko dibare ji hibr û ximavê ye. Li pey Teymûr, dora vegotinê tê Emerê xiznedar, ko piştî talankirina koşka mîrê Bedlîsê ji aliyê paşayê Wanê ve, çavên wî hatine daxdan û ew ji Bedlîsê hatiye Bazîdê, bajarê Xanî, û li wê derê Xanî li ber destê wî dixwîne. Bi rêya Emer, Xanî li rewşa kembax ya kurdan jî dipûnije û digihe Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî ko nîvsedsalekê berî jidayikbûna Xanî hatiye nivîsîn.

Dû re dor tê Şengê, yar û hezkiriya Xanî ya ko behsa wê û Xanî bi xirabî û galegotî di nav xelkê de belav dibe û tê bawerkirin ko Xanî helbestên xwe bi wê dinivîse û wisa nav û namûsa wê û malbata wê dilewitîne. Babê Şengê, ko piştî Şengê bi xwe jî dora vegotinê di romanê de digire, bazirganekî hesûd e ko naxwaze keça xwe bide Xaniyê destvala lê zengînekî azerî ko li Makûyê dijî. Wisa Şengê û Xanî ji hev tên dûrxistin lê agirê evîna wan gurr lê bêdeng ta mirinê di dilê herduyan de dimîne.

Buharî jî helbestvanekî hevdemî û hevbajariyê Xanî ye lê dixwaze helbestên xwe bi tirkî binivîse ji ber ko bawer dike ko tirkî zimanekî bo edebiyatê bilind e û - ji wê jî giringtir - zimanê sultan û serayan e. Lê di doza wergirtina nav û nîşanan, şan û şerefê de li bal sultanan bi ser nakeve û - dema dibîne ko Xanî di nav kurdan de tê hezkirin - li kurdî vedigere. Ew dixwaze bibe mezintirîn helbestvanê serdema xwe li Bazîdê û berdiliyê mîr loma di dilê xwe de bi mirina Xanî şad dibe.

Mîrza Sebrî kesekî rûniximandî bi kirê girtiye û mela Ferîd jî bi wan re, her sê diçin mala Xanî daku wî lome bikin ji ber ku, bi bawerî yan gotina wan, Xanî di Mem û Zînê de bêrêzî li dînê îslamê û li mîr jî kiriye. Kesê rûgirtî, ko goya rûniximandina wî ji ber devwerimîna wî ya ji didanêşiya wî ye, ji dizîkî ve hibirdanka Xanî bi hibirdankeke din vediguhêze. Piştî wê êvarê êdî Xanî nexweş dibe û hêdî-hêdî bi wê nesaxiyê dimire.

Dengbêj Dostoyê Ormewî dastana li ser qirrkirina şêniyên Kela Dimdimê yên kurdên mukriyanî ji aliyê leşkerê şah Ebasê ecem ve ji Xanî re distire û Xanî li ber e ko wê dastana binivîse. Recebê terzî nikare debara xwe li Bazîdê bike loma berê xwe dide Asitaneyê, Stenbolê û dixwaze bi pîşezanî û hunera xwe bikeve xizmeta sultanan jî û wisa dewlemend bibe. Lê ew dikeve çendîn serpêhatiyên balkêş: bi rê ve ji ber kêçan nikare şevekê jî baş binive, li Stenbolê tê zindankirin, paşî dibe berdestiyê terziyekî, lê - ko evîndara wî pareyên wî û yên karderê wî jê didize - ew xwe li xwedîkarê xwe vedişêre û dibe derwêş. Taliyê jî birryar dide beşdarî leşkerê sultan û dagirkirina Ewropayê bibe. Lê ko dibîne çawa ”cîhad” tenê bo şelandin û talankirina xelkê ye, û di ser re jî qetilbûna bi hezaran misilmanan ne xema sultan û giregirên wî ye, ew xeyalşkestî dibe û dîsa vedigere Bazîdê.

Xalidê çolaq jî bi coşeke mezin beşdarî ”cîhada” dijî ”qizilbaşiyan” (şîiyan) anku artêşa Ecemê dibe dema ko osmanî bi ser Rewanê (Êrîvanê) de digirin. Ew bi hesreta jidûrvejîdîtina sultan dijî. Lê li meydana cengê ew dibîne ko pêrgî du birayên kurd yên merîwanî tê û ew û hevalê xwe neçar dibin ko wan bikujin. Lê ev kurdkujî ji bîra wî naçe. Bi saya serpêhatiyên Dosto, Receb û Xalid, baweriya Xanî hê jî xurttir dibe ko kurd bi bêrehmî ji aliyê ecem û romiyan ve tên kuştin û ko herdu alî jî dînê îslamê tenê bo berjewendiyên xwe yên qirêjî bi kar tînin. Xanî dest bi doza yekîtiya kurdan dike, di weiza xutbeyê de dua ji sultan re nake û dibêje: ”Heta ko ji romiyan dûrtir bî, dê zêdetir nêzîkî Xwedê bî.”

Şêx Seyfeddînê Cubbeşîn carekê pirtûkek jî nexwendiye lê xwe li hemû Serhedê kiriye şêx, welî û dermanê hemû êşên laşî û canî. Ew gelek bi kîn e ko Xanî rê dide ko hekîmekî file wî bibîne û derman bike. Di roja bin-axkirina Xanî de Seyfedîn rê nade dostê Xanî yê êzidî, Şemsoyê qewwal, jî beşdarî merasima definandina Xanî bibe. Xanî bi xwe gelek bêhnfireh û dinyadîtî ye û bawer dike ko file, êzidî, heta kafir jî di rastiya xwe de dildarên Xwedê ne lê her yek ji wan bi rengê xwe Wî diperêse.

Mele Salihê Cizîrî jî behsa jiyana Xanî ya di dema xwendina wî ya li Cizîra Botan dike. Ew diyar dike ko Xanî bêhna wî ya teng ya li hember file û êzidiyan jî fireh kiriye. Li hêleke din, Xanî - tevî ko gelek ji şairiya Melayê Cizîrî razî ye jî - lê jê ecêbgirtî û heta xeyidî jî dimîne ji ber ko Melayê Cizîrî di beyteke xwe de pesnê mîrekî mirovkuj daye.

Bi berhevdana jiyan û serpêhatiyên Selaheddînê sehhaf (çapkerê pirtûkan) û Selîmê nalbend rewşa kembax, ya ko alim û edîbên kurd tê de dijîn, radixe ber çavan. Ji mêj ve ye Xanî daxwaz dike ko bila mîr çapxaneyekê li Bazîdê bide avakirin û hîngehekê çêke û kurdan ji her alî ve lê bicivîne û bide xwendin. Lê guhê mîr tenê li yarika wî, Şêrîna wî ya gurcî ya bi pêncsed zêrrî kirrî, li hespê wî yê bi navê Şahîn û bazê wî Şihab e.

Ber bi dawiya romanê ve dora vegotinê digihe ”mirovê rûgirtî” jî û ew jî bi dirêjî behsa jiyana xwe û rewşa xwe ya niha dike. Paşî dor tê Mela Ismaîlê Bazîdî ko nameya Xanî ya ji mîr re - Mîrnameyê - peyda dike û dixwîne. Tevî ko name di gelek deran de êdî nayê xwendin jî, peyama wê diyar dibe.

Jan Dost berhemeke hêja û pirralî afirandiye. Bi dordana kesên ji çîn û pîşeyên cuda wî romana xwe hem ji aliyê şêwazê û hem jî ziman ve dewlemend kiriye. Hemû vebêj li ser Xanî û civaka li dor wî dipeyivin û nîgarên rengareng dixemilînin. Tevî dema xwe ya ko tê de hê navgînên veguhastinê yên mîna tirimpêl û firrokeyan tine bûn jî, Bazîd bi xwe jî bajarekî navneteweyî ye: şêniyên wê yên serekî kurd in lê ermen û gurcî jî lê peyda dibin, azerî barên xwe yên bazirganiyê tê re dîtin, sultanê osmanî tê re derbas dibe û hê li bîra xelkê ye ko artêşa Ecemê jî tê re boriye.

Hin ji lehengên romanê bi zimanê sade û gelêrî dipeyivin, hin bi şeweyên felsefî û îlahî. Çend kes bi kurmanciya xwerû, hin bi termînolojiya îslamî. Geh bi zanetî pirr peyvên erebî û farisî, heta carina yên tirkiya osmanî jî tên xebitandin. Min berê jî dizanî ko Jan Dost baş şarezayê ziman û edebiyata erebî û farisî ye lê min nedizanî ko haya wî baş ji jiyana civakî ya imparatoriya osmanî û tirkiya wê serdemê jî heye. (Yan eger berê tine be jî, wî niha baş amadekariya xwe bo vê romanê kiriye). Ev hemû bi awayekî wisa tê pêşkêşkirin ko mirov bi rastî jî bawer dike ko kesên wisa wilo dipeyivin. Ev jî biserketinek e.

Vegotinên kesên li destpêkê bi giştî gelek balkêş in û her yek ji wan ji aliyê xwe ve, bi awayê xwe yê cuda, jiyan û rewşa Xanî radixe ber çavên me. Lê serpêhatiyên dirêj yên Recebê terzî, Selîmê nalbend û ”Mirovê rûgirtî” - herçendî ko balkêş bin jî - bi sistî bi jiyana Xanî ve hatine girêdan û kêm tiştên pêwîst didin romanê û Xanî û rewşa wî ji xwendevanan veder dikin.

Receb bi dûr û dirêjî behsa serpêhatiyên xwe yên Stenbolê dike lê giringiya wî di romanê de tenê ew e ko li Bazîdê vegere û Xanî ji ”cîhada” sultanan, ya ko ne bo îslamê lê tenê bo talankirinê ye, agadar bike. Selîmê nalbend çend serpêhatiyên nalbendan vedibêje û bi dirêjî behsa karê xwe û pîşeyê ji babê xwe wergirtî dike lê di romanê de, bo ravekirina jiyan, bawerî û rewşa Xanî ti tiştek pêdivî nade. Herçi ”mirovê rûgirtî” ye, bi kitûmatî û întîmî behsa qûnderiya xwe ya bi salan û li der, dever û diyarên cuda dike. Ev mijar belkî ji hin xwendevanan re balkêş be lê dîsa ew ti ronahiyekê nade mijara bingehîn, Xanî.

Serpêhatiyên her yekê ji van her sê kesan ji deh rûpelan zêdetir in (Receb rûpelên 97 - 112, Selîm 171 - 180 û mirovê rûgirtî 191 - 208). Lê ji her yekê re du-sê rûpel dê bes bûna. Jixwe yê nalbend qet ne pêwîst bû jî.

Ji aliyê ziman ve ”Mîrname” pirtûkeke jêhatî ye. Ew bi kurdiyeke rewan, zengîn û xweş hatiye vehûnandin. Tevî ko Jan Dost (bi zanetî) gelek peyvên erebî û farisî - ta tirkiya osmanî jî - bi kar tîne jî, ti guman ji reseniya kurdiya romanê nîne. Ji ber dewlemendiya zimanê romanê, hin peyv dê ji xwendevanan re nenas bin lê nenasiya wan rê li têgihiştina giştî nake.

Di rêzimanê de nivîskar zîrek û çeleng e tevî ko carina di rastnivîsiyê de şaşîtiyên sade jî dike: bi taybetî nizane birryara xwe bide ka kengî ”bû” bi peyva berî wê ve bizeliqîne yan jî jê cuda binivîse. Bo nimûne, carina dinivîse ”nema bû” (rast: nemabû) û carina jî ”bawerbûm” (rast: bawer bûm). Lê, eger mirov vê romanê, ziman, rêziman û rastnivîsiya wê bide ber pirraniya berhemên din yên kurdî, ev dikare bi kêmasiyên xwe yên kêm serbilind be.

Jan Dost şaheserek derbarê şairekî şahane nivîsiye. Xanî hêjayî bi dehan berhemên wiha ye lê li Taristana me, ev jî hêviyeke mezin dide kûrgeha ronahînedîtî ya dilê me. Xwezî li wan ronakbîr û qehremanên me yên dîrokî yên ko bibin xwedî romaneke ji pênûsa Jan Dost yan çelengên din yên mîna wî û ji tarîtiya dîrokê pencereyek ji wan re vebe.

Jan Dost: Mîrname, Weşanên Avesta, 2008, 230 rûpel.

***

Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî yan li ser kurdan dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîkirin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin: husein.muhammed@gmail.com

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2011-11-03
Xwendin: 5748
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org