[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere
HELSÎNKÎ, 29/4 2012 — Kitêba Suleyman Demir ”Piştî bîst salan” serpêhatiyeke evînî ya bêmirad e. Navê romanê li pirtûkê hatiye kirin lê ji romaneke xeyalî zêdetir pirtûk hema bêje ji serî heta dawiyê çîroka nivîskar bi xwe û ya yara wî ya dema ciwaniyê Meyremê ye. Bêguman e ko serpêhatî ne xeyalî ye ji ber ko nivîskar heta li hin deran dibêje ko ew navê hin kesên têkilî bi serpêhatiyê ve heyî nabêje daku ew nekevin pirsgirêkan yan şermê.

Serlehengê çîrokê Memo vebêj bi xwe ye û vebêj jî nivîskar bi xwe ye. Ew bîst salan dûrî evîndara xwe maye lê niha bi sefer ji Swêdê diçe Rojhilata Navîn, bi taybetî Qamişloyê û Beyrûtê û yara xwe ya dema ciwaniyê dibîne.

Li destpêka kitêbê nivîskar çendbare hewl dide ko dilê xwendevanan bi bextê xwe yê reş bişewitîne û diyar dike ko ev bîst sal in dûrî yara xwe ye lê herdem yar di xeyalên wî de bûye û wan xeyalan jî bêhejmar xewên şevên dûr û dirêj li wî herimandine.

Lê kurtiyekê piştî hingê dide diyarkirin ko niha yareke brezîlyayî bo xwe peyda kiriye û êdî bi wê ji xeyalên Meyremê hinekî rehet bûye. Paulaya wî ya brezîlyayî xwe bo sefereke xweş ya welatê xwe hazir dike û hêvîdar e ko yarê xwe jî li gel xwe bibe û bi malbata xwe bide nasîn.

Lê Memo pêşniyara yara xwe red dike û jê re daxwaza xwe ya serdana welatê xwe tîne ziman. Ew dixwaze dîsa carekê biçe Rojhilata Navîn daku belkî yara xwe ya berê bibîne û belkî bi wê dîtinê kela wî hinekî dawere û ew rehet bibe. Yara wî berê xwe dide Brezîlyayê û ew jî ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê dikeve. Ew ji Nisêbîna Bakurê Kurdistanê ye lê ji ber tirsa ko belkî hê jî ji aliyê hikûmetê ve were girtin û cezakirin, newêre derbasî nav tixûbên siyasî yên Tirkiyê bibe lê tenê wek hesret ji Qamişloyê li Nisêbînê dinere.

Paşî ew berê xwe dide Beyrûta paytextê Libnanê û li wê derê dibe mêvanê dostê xwe û maliyê xwe yê carekê, stranbêjekî bi navê Evdo û malbata wî. Tê bawerkirin ko Meyrema wî jî li wî bajarî dijî.

Ji vê derê ve kitêb hinekî xweş dibe, zewq dikeve şevbêrka Memoyî û Evdoyê ko bi stranên xwe carinan kul û keserên lehengê me tîne bîrê lê carinan jî wî dilgeş dike û malbatê jî radike govendê. Nivîskar di kitêbê de hin parçestranên Evdoyî jî neqil dike ko bi rastî bi hunera xwe gelek di ser vegotina nivîskar ya dûrî edebiyateke bilind re ne.

Jixwe heta wê qederê vegotina kitêbê hema bêje wek gernameyeke sade û hem jî li hin deran behsa kirinên pirr rojane yên ne bi awayekî edebî ye. Bo nimûne dema ko behsa destpêkirina têkiliya xwe ya evînî ya li gel Paulayê dike, wiha ripîrût vedibêje:

”Roja şemiyê bû, em herdu betal bûn. Em çûn û me di ber sohbeteke dirêj re qahwe vexwar. Piştî qahwê, gava bû çaxê firavînê, em çûn çêştxaneyeke xweş û me firavîn jî bi hev re xwar. Piştî wê, em li bajêr geriyan û me kirîn kir.”

Yan jî dema ko behsa sefera xwe dike: “Piştî ez heftiyekê li Qamîşlo mam, ez dîsa vegeriyam Şamê ba dostên xwe û piştî du rojan jî çûm Bêrûdê.” Ji xwendevan re ne dijwar e bibîne ko nivîskar ji bûyerên balkêş zêdetir behsa qonaxên sefera xwe dike ko ne bawer im ji bilî belkî nivîskar bi xwe, mereqa ti xwendevanan be.

Lehengê me hay jê nîne ko mala Meyrema wî jî li nêzîkî ya Evdo ye, û ev Evdo êvarekê wî dibe mêvaniya wê. Pêşî Meyrem dike-nake, wî nas nake. Hevdîtina vebêjê me û yara wî ya ciwaniyê bijan e û hê jî dijwartir dibe ji ber ko neçar in hestên xwe di dilê xwe de asê bikin û zarokên Meyremê ji rastiya wan agadar nekin. Li hêleke din, diyar dibe ko mêrê Meyremê êdî ne li jiyanê ye.

Paşî êvareke din jî Meyrem û zarokên xwe wî û malbata Evdoyî vedixwînin. Meyrem qedir û qîmeteke nedîtî dide Memo û di xizaniya xwe de jî mazûvaniyeke derî edetan jê re dike. Nivîskar bi dûr û dirêjî behsa merdiya Meyremê û xwarinên wê dike.

Dû re dikeve serê vebêjê me ko rabe Meyremê birevîne. Lê em bi xwe û hem jî piştî şêwirîna li gel Evdo, zû digihe wê encamê ko revandin ne tiştekî maqûl e û ew ê rûreş û şermezar bibe.

Xwendevan dikare li vê derê bipirse: Gelo bi rastî hiştina Meyremê ji aliyê Memo ji ber rûreşî û şermezariya kiryarên dijî irf û edetan e? Jixwe êdî Meyrem ne bimêr e lê jinebî anku bîjin e. Gerçi di nav kurdan de kêm be jî, jinebî dikarin normal şû bikin û bigihin mêrekî nû. Nivîskar ji Meyremê napirse ew ê pê re bizewice yan ne lê dixwaze bi xwendevan bide bawerkirin ko pirr dixwest wê birevîne lê ji ber irf û edetan nedibû. Ya rasttir ihtimal e ew e ko Meyrem ji ber jiyana dijwar ya tê de jiyayî li ber çavên wî êdî pirr pîr bûye – vê yekser dibêje jî – û belkî herwiha naxwaze barê zarokên wê jî bigire ser milên xwe. Di ser re jî, jixwe yara wî ya brezîlyayî li Swêdê li bendê ye.

Nivîskar vedigere Swêdê û ji yara xwe ya nû iznê dixwaze daku here li nav baxçeyê xwe (ihtimal e mebesta wî “sommarstuga”yeke swêdî ye ko mirov dikare wek havîngeh yan warên havînî bi nav bike) daku serpêhatiya xwe û Meyremê binivîse.

Li berga paşîn ya kitêbê wiha pesnê wê tê dan: “Bi qasî romannivîserên hosta jê bihesidin ew qes tevn û honandineke delal, zimanekî biherk.” Di serpêhatiya Memo û Meyremê bi rastî kereste û malzemeyên romaneke hêja hene lê mixabin nivîskar wan bi kar naîne. Berî her tiştî ew dîl û êsîrê rastiyê maye û hefsarê xeyalên xwe bernade nav mêrga biber ya edebî:

Piştî vegerîna ji Beyrûtê û bicihbûna li Swêdê û jinûvedestpêkirina vegotina serpêhatiya xwe Meyremê, êdî ti heyecan û surprîz di romanê de namînin: xwendevan hatiye agadarkirin ko Memoyî Meyrema xwe terk kiriye û êdî tenê dixwaze serpêhatiya bûyî bibêje ko xwendevan dizane ka encama wê çi ye. Tek heyecana di romanê de ew e dema ko dikeve ser^r nivîskar rabe Meyrema bi zarok birevîne.

Tevî ko revandina Meyremê ne tek çare ye jî – wî dikarî pêşî wê normal bixwaze – lê ev fikra revandinê ê karibûya wek heyecan heta dawiyê bimaya û nivîskar di ber re serpêhatiya xwe gotibûya û paşî li dawiyê ji xwendevan re eşkere bikira ko nikarî yan nexwest Meyremê bîne û bi dilekî şkestî (rast be yan na) vegeriyaye Swêdê.

Lê berî ko nivîskar bigihe parek ji ji sê parên kitêbê biqedîne, ew heyecana heyî jî ji dest daye. Êdî li ser wijdana xwendevan dimîne ka dikare yan na hê sed û deh rûpelên din jî bixwîne ko behsa evîna wî ya berî bîst salan bike.

Jixwe nivîskar eşkere dide diyarkirin ko armanca nivîsîna serpêhatiyê berî her tiştî dermankirina derdê xwe ye, xwetedawîkirina ji trawmayeke xortaniyê ye, û – eger em sade bibêjin - bi vegotina serpêhatiyê dikare xwe ji fikrên derbarê Meyremê de rizgar bike.

Memo û Meyrem bi hev re mezin bûne lê berî ko bikeve aqilê wî ko wê ji xwe re bixwaze, kesek ji “binxetê” (Başûr-Rojavayê Kurdistanê) Meyremê dixwaze û ew diçe wê derê lê nivîskar li “serxetê” (Bakurê Kurdistanê) dimîne. Piştî hin vegerên Meyremê û hevdîtina wan li mala Memo û dayika wî, evîna wan serî hildide. Her carê piştî çûna Meyremê, Memo nikare ji bilî wê li tiştekî din bifikire. Herdu bîra revandinê dibin lê taliyê bêgavî, newêrekî û jixwexilasiya lehengê me dibe sebebê ko ew ti car bi hev re nerevin û negihin hev. Paşî Meyrem bi zarokên cêwî dikeve û herwiha mala wan barî Beyrûtê dike.

Di navberê re nivîskar bi Meyremê çîroka hevala xwesûya wê ya ji fermana ermeniyan xilasbûyî jî dide gotin. Dûr û dirêj pê ve diçe lê ne tam diyar e ka çi têkiliya wê bi meseleya serekî ve heye û ew çima ji serpêhatiya wî bi xwe re giring e. Bi hûrgilî behsa camêriya malbateke kurd dike ko du keçên ermenî parastine lê bi dirûşmî û kurtebirrî dibêje ko kurd jî tawanbarên wê gelkujiyê bûne û divê jê şerm bikin.

Nivîskar di heman demê de dibe mamoste û li hin deverên dûr yên Tirkiyê dixebite. Lê dike-nake, derdê Meyremê ji dilê wî dernakeve û radibe xwe digihîne Beyrûtê daku Meyremê peyda bike. Ew bi Evdo re li wê derê dibe dost û bi hev re hem kar dikin û hem jî bi stranên Evdo yên li ser navê Meyremê li taxên kurdan yên bajar li wê digerin.

Li Beyrûtê stranên Evdo û hin serpêhatiyên wan xweş in lê awayê ko ew pê li Meyremê digerin ne ihtimal e û dijwar e ko were bawerkirin: çima nivîskar û Evdo ê du salan bi stranan li Meyremê bigerin lê Memo pirsa malbat yan mêrê wê ji kurdên bajar nake: jixwe mêrê wê hay ji evîna wê û nivîskar nîne û nivîskar dikarîbû bi hêsanî pê bide bawerkirin ko ji ber sebebên din li Beyrûtê ye û tenê xwestiye ko serdana mala keça cîranên xwe yên Nisêbînê bike. Paşî wî dikarî bi dizîkî têkiliyên din jî li gel Meyremê dane û – madem ko bi wê niyetê ye – wê birevîne.

Lê nivîskar wisa nake. Loma piştî du salan bêçare û destvala vedigere Nisêbînê. Lê dewlet jê bişik e ko çûye li kampên filistîniyan hînî çekdariyê bûye û ji dewletê re talûke ye. Neçar dibe ji Tirkiyê bireve û pazdeh salan li Swêdê dimîne heta ko vedigere ko bo vê sefera xwe ya li destpêkê behskirî vedigere Rojhilata Navîn.

Zimanê romanê sivik û sade ye lê mirov nikare bibêje dewlemend û pirralî yû qet jî ne taybet e. Ji aliyê rêzimanî ve ne xirab e lê carinan hin pirsgirêkên tewandinê hene. Bo nimûne navê Meyremê herdem tewandî dinivîse (bo nimûne dibêje: ”Meyremê dibêje”) lê yê Henayê yan Paulayê qet natewîne (mînak: ”Hena got” yan ”Paula kir”).

Suleyman Demir romaneke din jî bi navê ”Kasandra” daye çapkirin. Em ê di vê xeleka nasandin û nirxandina kitêbên – bi taybetî romanên – kurdî de paşî li ser wê jî bisekinin.

Suleyman Demir: Piştî bîst salan, Doz, Stenbol 2007, 152 rûpel.

***

Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîkirin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin: husein.muhammed@gmail.com

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2012-04-29
Xwendin: 8318
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Helîm Yûsiv klîşeyan dubare dike (2012-04-14)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org