[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Dev ji dibistanê berdin
HELSÎNKÎ, 8/7 2012 — Ji ber ko pirr neheqî û zilm û zordarî li zimanê kurdî hatiye kirin, gelek kurd ji dilpakiya xwe hewl didin ko zimanê kurdî ji tesîra zimanên biyanî pak û paqij biparêzin. Bi taybetî ew tê dikoşin ko bi her awayî ji peyvên bi zimanê erebî û tirkî birevin. Ev bûye sebeb ko peyvên hevbeş yên kurdî û wan zimanan red bikin û bo xwe li hin peyvên din bigerin.

Bo nimûne, gelek kurd bawer dikin ko peyvên ”dîn, qanûn, qelem” erebî ne û loma divê kurd wan bi kar neînin. Ew hewl didin di nav gel de peyvên hemberî wan peyda bikin yan jî eger di nav gel de tine bin, ji wan peyvan re hin gotinên din biafirînin.

Wek encam, kurmancîaxiv û kurmancînivîs ji van her sê peyvên ko her kes ji babûkalên xwe, dêûdapîrên xwe hîn bûye direvin û xwe dispêrin bikaranîna peyvên wek ”ol, zagon, pênûs”. Di soranî de jî li cihê ”dîn” peyva ”ayîn” û li ya şûna ”qanûn”ê jî heta ji aliyê Parlemana Kurdistanê ve jî peyva ”yasa” tê tercihkirin.

Rast e ko her sê peyvên ”dîn, qanûn, qelem” di zimanê erebî de tên bikaranîn. Lê di rastiyê de yek ji wan jî bi eslê xwe ne erebî ye.

Kurdîaxiv û kurdînivîsan peyva ”dîn” li xwe heram kiriye û bi bikaranîna peyva ”ol” (bi taybetî di kurmancî de) û ”ayîn” (nemaze di soranî de) dixwazin kurdîzaniya xwe ya berz û bilind bidin diyarkirin. Peyva dîn bi hezaran sal e ko hem di zimanên îranî û hem jî yên samî de heye: avestayî "deêna", pehlewî "dên", akadî "dînu" (di wî zimanî de bi maneya "qanûn"ê). Bi ihtimalek mezin rehê peyvê samî ye lê ji akadî (ku zimanek samî ye) bi rêya zimanek din (belkî elamî) ketiye avestayî û ji avestayî jî ketiye pehlewî û taliyê ji wê jî ketite zimanê erebî.

Lê herçi peyva ”ol” e, ew hem di nav kurdên normal de kêm tê nasîn, hem ne kurdî ye û hem jî yekser şaş e ko bi maneya ”dîn” were xebitandin. Ew ji tirkî ”yol” (rê) ye. Ihtimal e ko ew pêşî bi maneya "terîqet" hatiye xebitandin û dû re maneya "dîn" girtiye. Hin nimûneyên din yên ko di kurdî de "y" ya destpêkê ji peyvên ji tirkî deynkirî dikeve ev in: aprax / îprex (ji tirkî yaprak "belg, belçim") û hêwaş (di soranî de bi maneya "hêdî, hêdîka" ji "yavaş" ya tirkî). Bingehê peyva "terîqet" bi xwe di erebî de "rê" ye, ko bi tirkî dibe "yol". Tiştekî herwiha pirr giştî û berbelav e ko mirov "dîn" dişibîne "rê": "rêya rast", "cîhad di rêya Xwedê de", "rêya Xwedê".

Peyva ”ayîn” jî bi rastî maneya ”dîn” nade. Wateya wê ”merasim, rêûresm, rîtuel” e. Erê gelek ji wan merasiman yên dînî ne lê ji yên nedînî re jî ”ayîn” tê gotin.

Kurdan "qanûn" ji erebî wergirtiye lê ereban bi xwe jî ew ji yûnanî "kanón” deyn kiriye. Yûnanan ew ji peyva ”kanna” (rûl, çîx, qamîş) çêkiriye. Lê wan jî peyva "kanna" îcar ji akadî "qanû” deyn kiriye. Jixwe akadî jî ew ji sûmerî ”gi-na” deyn kiriye... Û dîroka peyvê belkî hê jî dûrtir diçe. Herçi "yasa" ye - ko kurdên Başûr bi texmîna ko ew peyveke kurdî ya orijînal be bi kar tînin - ew bi rêya tirkî "yasa" ji mongolî "yasag" e ko herwiha serekaniya peyva ”yasak” (qedexe, memnû’) ya tirkî ye wek ”yasax” ketiye kurdî jî. "Zagon"a ko vê dawiyê li serê kurmancan , bi taybetî bakuriyan bûye bela, ji ”zakon”a rusî ye û ihtimal e ko bi rêya kurdên Sovyeta berê ketiye kurdî. Peyva "qanûn" bo bikaranînê ji peyvên din baştir e ji ber ko hemû kurd li hemû parçeyên Kurdistanê wê fehm dikin. Bi sedan – eger ne hezaran – salan e ko kurd wê bi kar tînin. Eger ew ne bi eslê xwe kurdî be jî, ji hemû yên din kurdîtir e.

Dîsa bi sedan yan hezaran salan e ko kurd peyva ”qelem” bi kar tînin. Lê vê dawiyê dîsa gelek ji me rabûne hin peyvên din li ser me ferz dikin ji ber ko ereb, faris û tirk jî peyva ”qelem” bi kar tînin: ji xelkê re edet e lê ji me re qebhet e! Lê peyva ”qelem” jî ne bi eslê xwe erebî ye, ew jî ji yûnanî hatiye û li dinyayê belav bûye. Ew di nav hemû gelên misilman de tê naskirin. Ji beravên Indonezyayê bigire heta bigihî Okyanûsa Atlasê, gel û xelkên cuda wê peyvê bi kar tînin û ti kes bi avêtina wê zimanê xwe seqet nake. Lê em kurdên reben vê tînin serê zimanê babûkalên xwe!

Pirraniya kurdan rojekê jî derfet û delîva xwendina bi zimanê kurdî li xwendingehan bi dest nexistiye. Niha tê behskirin ko gaveke pirr biçiûk û nebes ê li Tirkiyê were avêtin û kurd dikarin beşdarî dersên berbijar yên bi kurdî bibin. Lê berî ko wisa were kirin, ji mamosteyên kurdî rica û hêvî dikim ko dîsa peyveke ji pirraniya kurdan re nenas li wan nekin bela. Ew peyv jî ”dibistan” e.

Bi sedan salan e ko kurdên xwendewar û nexwendewar jî dizanin ka ”mekteb” û ”medrese” çi ne: cihê hînbûna xwendin û nivîsînê ne. Ew herdu peyv ji erebî hatibin jî, di nav gelên misilman de belav bûne û kesên ko maneya wan nizanin pirr hindik in. Lê ji ber ko tirkên kemalîst xwestin ko xwe ji misilmanan veqetînin û qaşo bibin ewropî û modern, rabûn ew peyv li gel heram kirin û peyva ”okul” bi tevlihevkirina ”oku-mak” (xwendin) ya tirkî û ”école” (xwendingeh) ya fransî çêkir, ”ronakbîrên” me jî êdî bi zimanê babûkalên xwe razî nebûn û rabûn bi sergermî li peyveke ko gel nas nake geriyan.

Wan ji derekê peyva ”dibistan” bihîst û bawer kir ko aha ev e peyva kurdî. Ti kesî nepirsî ka gelo kengî kurdan ev peyv bi kar aniye yan jî ma Xwedê ew ji wan re ji esmanan nazil kiriye. Di rastiya xwe de ti kurdewarî di peyva ”dibistan” de nîne. Ew ji ”debistan”a farisî ye ko maneya ”xwendingeha destpêkê” dide. Di hin peyvên din de jî yên bi maneya xwendingehên cuda di farisî de paşika ”-istan” heye, wek ”debîristan” (lîse) û ”kûdekistan” (zarrokxane, baxçieyê zarokan, kreş, rewze). Etîmolojiya peyva ”debistan” ne tam zelal e lê ihtimal e ko ew ji ”edeb+istan” hatiye, ”edeb” jî jixwe erebî ye û maneya ”perwerde, terbiyet, gihandin”ê dide. Yanî em ji zimanê erebî revîne dûlika dinyayê û dîsa jî bi peyveke bingeha wê erebî re vegerîne malê!

Loma ji mamosteyên kurdî hêvî û rica dikim ko li cihê peyva ”dibistan” kelîmeyên wisa bi xwendekaran re bi kar bînin ko hem zarok bi xwe û hem jî dêbabên wan fehm bikin. ”Xwendingeh” peyveke baş e û zû tê fehmkirin. Lê ”mekteb, medrese” û heta ”oqil”a tirkmancan jî (< tirkî okul < fransî école) ji ”dibistan”ê çêtir e ji ber ko ew tê fehmkirin.

Ji ber tinetiya yan kêmiya imkanên hînbûna kurdî, jixwe ji gelek kurdan re zêde zehmet e ko fêrî xwendin û nivîsîna zimanê xwe bibin. Serê wan bi peyvên xerîb û nenas ve zêdetir neêşînin. Û ji bîr nekin ko her peyva ko di nav gel de neyê bikaranîn nayê wê maneyê ko ew peyveke kurdî ya eslî û orijînal e û divê ko hûn wê li ser gel ferz bikin.

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2012-07-08
Xwendin: 8808
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
Helîm Yûsiv klîşeyan dubare dike (2012-04-14)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org