[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe
HELSÎNKÎ, 31/8 2012 — Têmûrê Xelîl di nivîsa xwe ya bi sernavê ”Ecêba salê” (Nefel, 29/8) ji ber nivîsara min ya bi sernavê ”Dêrsim, kurd û filetî” (Nefel, 24/8) bi tundî êrişî min dike. Mijara nivîsara min ne êzidîtî bû lê behsa êzidîtiyê jî tenê di ber dînên din re hatiye kirin. Min bi ti awayî nexwestibû ko êrişî êzidîtiyê bikim û niha jî ti armanceke min ya wisa nîne. Lê ya ko ji nivîsa min bo kek Têmûr bûye kul û derd ew e ko min rastî veneşartiye û îdiaya bêbingeh, ya ko dibêje êzidîtî dînê kurdan yê berî îslamê ye, qebûl nekiriye û wiha gotiye:

”Herçi êzidîtî ye, ko gelek kurd wê wek dînê kurdan yê resen yê berî îslamê dihesibînin, bi delîlên berçav piştî îslamê peyda bûye. Ji bilî gotina êzidiyan bi xwe, ti delîlên dîrokî hebûna êzidîtiyê ya berî îslamê napeyitînin û isbat nakin. Termînolojiya êzidîtiyê bi xwe diyar dike ko ew mezhebek e ko ji îslamê peyda bûye lê jê veqetiye: peyvên bingehîn yên êzidîtiyê yên wek ”şêx, mirîd, qewl, qewal, şeytan, melek, meshef” hemû ji erebî ne. Ne gengaz û mimkin e ko ev hemû peyvên bingehîn yên wî dînî ji erebî bûna eger êzidîtî bi rastî berî îslamê wek dîn hebûya.”

Li cihê ko Têmûr bersiva gotinên min bide û bi rastî hin belge û delîlên dîrokî bîne ko isbat bikin ko ev gotinên min şaş in, ew rabûye maye bi hin detay û kitûmatên nivîsê ve yên ko li gor mijarê ti giringiyeke serekî nîne. Bo nimûne, min tenê xwestiye bibêjim ko ”dêr” peyveke ji siryanî ye û ew peyv di ermenî de ne wisa ye lê peyva ermenî ”եկեղեցի” anku ”dêr” (belkî di Nefelê de alfabeya ermenî baş xuya nebe). Têmûr li awayê transkrîpsiyona wê li alfabeya latînî li min hatiye yemanê û ji ber ko bi baweriya wî min ew baş transkîbeyî latînî nekiriye, diyar dibe ko hemû gotinên min ji aqilan dûr in û ne zanistî ne. Rast e ko kêmasî di transkrîpsiyona min de heye û heta min du herf li cihê hev jî bi şaşî nivîsîne lê ev gotinên Têmûrî nikarin wê rastiyê veşêrin ko ew xwe ji mesela giring vedidize ji ber ko ti bersiveke beraqil û maqûl di destê wî de nîne.

Min di destpêka nivîsara xwe de behsa suhbeta çend kesan ya li ser etîmolojiya navê ”Dêrsim”ê kiribû û dîtinên wan kesan diyar kiribûn. Lê Têmûr dixwaze rastiyê berevajî bike loma dinivîse: ”Husein Muhammedê birêz di ”lêkolînên” xwe da gelek vêrsyonan tîne, ko hemû jî dûrî aqilan in û nikarin bingehê wê gotinê dîyar bikin.”

Berevajî ko Têmûr dike, ez bi xwe giring dibînim gotinên hevrikên xwe baş rêz bikim û paşê dîtinên xwe li ser wan bibêjim. Dîtinên derbarê etîmolojiya Dêrsimê, yên ko li destpêka nivîsara min hatine rêzkirin, ne ew in ko ez ji hemûyan bawer im lê ew in ko hevalan pêşkêş kirin û me jî li ser gotûbêj kir. Ji nivîsara min zelal diyar dibe ko ez bi xwe li ser wê qenaetê (bû)me ko ”Dêrsim” ji ”dêr” (kilîse, kinîse, peristgeha fileyan) + ”-sîm” (zîv) pêk tê. Dîtinên din yên camêr û xanimên din in.

Dibe ko dîtina min (û ya hemû beşdarên din jî yên suhbeta li ser navê Dêrsimê) şaş bin û Têmûr tenê bersiva rast bizane. Hêjayî gotinê ye ko Têmûr bi xwe jî endamê koma ”Zimanê Kurdî” ya li ser Facebookê ye û wî jî dikarî di dema suhbeta li ser Dêrsimê de dîtina xwe bibêje lê hingê wî xwe mit û bêdeng kiribû. Lê niha ew di nivîsa xwe de dibêje: ”Lê eger wî [anku Husein Muhammed] bizanibûya, ka gotina ermenkî ”têr” (dibe ko di kurdî da bûye ”dêr”) ji ko hatiye, an çima paşnavê yek ji serokkkomarê Ermenistanê Têr-Pêtrosyan e û çima bi ermenkî ji ”keşîş”an ra dibêjin ”têrtêr”, belkî wê gavê bersivên rast bistendana.”

Berî her tiştî haya min ji ”տեր” (têr) ya ermenî heye ko li gel çend maneyên din herwiha wateya hem “xwedî” û hem jî ya ”xweda” dide. Lê ihtimala ko navê Dêrsimê ji vê gotinê be gelek û gelek kêm e. Ti bajar yan bajarokên Ermenistanê bi xwe bi vê peyvê wek ”têr-” yan ”dêr-” (ji bilî gundekî bi navê ”Dêrêk” ko belkî ew jî ji kurdî be) dest pê nakin. Lê berevajî wê, li Kurdistanê, Sûriyê, Filistînê, Libnanê gelek cihên bi navê ”dêr-” yan ”deyr-” (forma erebî û siryanî ji peyva ”dêr”) dest pê dikin hene.

Têmûr xwe şaş dike ko dibêje ez şaş im ji ber ko min pirsiye ka gelo filetî çawa ji Filistînê/Israîlê bi rêya Sûriyê di ser Kurdistanê re derbas bûye û bûye dînê fermî yê Ermenistanê lê di ser kurdan re boriye û kurd nebûne file. Têmûr îdia dike ko ez şaş im ji ber ko di wê demê de ne Filistîn/Israîl û ne jî Sûriye hebûn. Lê kerê kor jî dizane ew wek dewletên niha tine bûn û Kurdistan jî tine bû lê mebesta me ew cografya ye ya ko niha wek welatên Filistîn/Israîl, Sûriye, Kurdistan û Ermenistan tê nasîn. Ne ko Têmûr fehm nake, lê her hewlê dide ko kêmasiyekê di nivîsa min de bibîne. Lê ji ber ko yên mezintir nabîne, li nimûneyên wiha pûç dixetime.

Lê hevokên nivîsara min, yên ko Têmûr bi qest hewl daye şaş fehm bike yan şaş pêşkêş bike, ne yek û du ne. Bo nimûne, min qet negotiye ko artêşa îslamê li sedsalên destpêka wî dînî war û welatên dîn û gelên din dagir nekirine. Lê min diyar kiriye ko misilmanan belkî hin caran lê ne herdem peristarên dînên din mecbûr kirine ko bibin misilmanan. Tevî ko misilmanan Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkayê û Nîvgiravê Îberyayê (Portugal û Spanyaya niha) girtin jî, li hemû van deveran mirovên ne-misilman jî wek file, cihû, zerdeştî li ser dînê xwe man jî tevî ko gelek bûn misilman jî. Dîroknasên niha bi pirranî hevbîr in ko yên bûn misilman jî bi pirranî ne bi zorê lê ji ber siyaseta bacê ya ji misilman û ne-misilmanan re cuda îslam ji xwe re bijart.

Têmûr îdia dike ko dilê min pê şewitiye ko Portugal û Spanya dîsa ketine destê fileyan û dibêje min ji bîr kiriye ka misilmanan ew ji kê girtibû. Berî her tiştî ew neheqiyê li xwe dike dema ko gotinên min wiha xelet bi xwe dide fehmkirin. Min bi ti awayî ne girtin û ne jî vegirtina Portugal û Spanyayê wek şanazî yan wek şermezarî li qelem nedaye. Min tenê diyar kiriye ko dema ko fileyan ew vegirtin, misilmanên wir hatin mecbûrkirin ko birevin yan bibin file. Min bi qest peyva ”ve-girtin” bi kar aniye. Kurdîzanekî wek Têmûr dizane lê naxwaze fehm bike ko ”ve-” di kurmancî de maneya ”dubare” dide anku ”vegirtin: dîsa girtin”.

Gotinên Têmûr bi xwe pil û zirreke bêalîtiyê û neutralîteyê di xwe de nahewînin dema ko dinivîse: ”Dilê xudanê gotarê ji ber wê yekê diêşe ko Spanya û Portugal ji bin destê misilmanan derketin û ketin bin destê ewropayîyên medenî û wan jî merivên wekî Sêrvantês û Dalî xulqandin û pêşî li wê yekê girtin ko li cihanê hejmara têrorîstên xwekuj zêde bibe.”

Bi gotineke din, Têmûr me hemû misilmanan (bi kêmî misilmanên Spanyayê û Portugalê) wek terorîst yan terorîstên potansiyel dibîne! Yanî bi baweriya wî her bosta axê, ya ko ji misilmanan were standin, ew terorîzmê li dinyayê kêmtir dike. Ne hewce ye ko em dûr biçin, eger harî û hêçiya hemberî misilmanan Têmûr çavkor nekiribûya, wî wisa nedigot. Herwiha ne hewce ye ko em behsa zilm û zordariya – bi gotina wî – ”ewropayiyên medenî” bikin ko çawa çûn Amerîkayê û gelên wir yên orijînal qirr kirin, çawa Afrîka û Asya tarûmar kirin û heta niha jî formeke kolonyalîzma wan ya aborî li ser dinyayê berdewam e. Belkî bes e ko hema Têmûr bîne bîra xwe ka ermeniyên file piştî serbixweyiya Ermenistanê çi aniye serê êzidî û misilmanên kurd û misilmanên azerî.

Têmûr wek şanaziyekê dibîne ko fileyan Portugal û Spanya ji misilmanan vegirtin û pê re ”merivên wekî Sêrvantês û Dalî xuliqandin”. Lê Têmûr ji ber kerb û kîna xwe ya hemberî misilmanan naîne bîra xwe ko Spanyayê di dema misilmaniya xwe de jî fîlozofên mezin yên wek Ibn Sîna û Moşê bin Meimûn (li Ewropayê bi navên Avicenna û Maimonides) afirandin. Herwiha giregirên serekî yên kurdî jî çi nivîskar û çi jî siyasetvan bin ji nav misilmanan û heta yekser ji dezgehên dînî rabûne: Melayê Cizîrî, Xanî, Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Mela Mistefa… Îslam bi ti awayî li ber welatperweriya van kesan nebûye asteng, berevajî wê, ew bi perwerdeya dînî ya îslamê gihiştine kurdperweriya ji ast û pileya herî bilind.

Li aliyekî din, Cervantes û Dalí (Têmûr bi min transkrîpsiyona şaş ya peyva “dêr” ya ermenî tawanbar dike lê ew bi xwe navê van camêran şaş dinivîse tevî ko ne hewce ye mirov transkrîbe jî bike) herdu jî ne ji ber filetiya xwe lê ji ber hunera xwe tên nasîn. Tenê tesedif e ko ew li welatekî ne-misilman gihiştine û navdar bûne.

Têmûr ji nik xwe ve gotinan dike devê min û dibêje ko ez misilmanan yan fileyan wek netewe/milet dibînim. Li ti dera nivîsa min wisa nayê gotin û ew buxtaneke bêbingeh e. Li aliyekî din, ew dixwaze hemû êzidiyan wek kurd bide diyarkirin. Rast e ko êzidîtî bi pirranî di nav kurdan de heye ji ber ko ew kulteke nevekirî û nepêşwazker e anku qebûl nake ko kesên ne-êzidî bibin êzidî. Herwiha ew kulteke nepenî û nehînî ye û naxwaze yên derveyî wan ne qenc ne xirab baş naveroka wê kultê bizanin. Ew herwiha li ser kast û çînên hişk hatiye avakirin: ne tenê êzidî û ne-êzidî nikarin bi hev re bizewicin lê herwiha endamên çîn û kastên cuda yên êzidî jî nikarin bi kesekî/e ji derveyî kasta xwe re bizewicin. Anku divê kesên ji kasta şêxan bi yên ji şêxan re, yên pîran bi pîran re û yên mirîdan jî bi mirîdan re bizewicin. Lê bila trajediyên ko vê bêhntengî û bêtoleransê bi xwe re anîne bo nivîsareke din bimînin.

Dîsa jî ne rast e dema ko Têmûr dinivîse: ”Lê di nav êzdîyan da… gava ko yek dibêje ko ’ez êzdî me’, herkes dizane ko ew kurd e.” Belê, min got ko ev ne rast e ji ber ko li Mûsilê êzidiyên ereb jî hene û herwiha gelek ji êzidiyên Ermenistanê xwe ne-kurd dihesibînin. Ez dizanim Têmûr ê bibêje ko tenê ermenî dixwazin bibêjin ko ew ne kurd in lê ew jî ne rast e: lêkolînên meydanî yên civaknasên bêalî yên ewropî (em ji bîr nekin ko Têmûr ewropiyan wek ”ewropayiyên medenî” dinase) bêguman eşkere dikin ko gelek êzidî xwe wek kurd nahesibînin. Ti heqê min yan yê Têmûrî nîne ko em bi zorê kurdbûnê li ser wan ferz bikin!

Li ser gotina min ”Herçi êzidîtî ye, ko gelek kurd wê wek dînê kurdan yê resen yê berî îslamê dihesibînin, bi delîlên berçav piştî îslamê peyda bûye. Ji bilî gotina êzidiyan bi xwe, ti delîlên dîrokî hebûna êzidîtiyê ya berî îslamê napeyitînin û isbat nakin.” Têmûr dinivîse: Îcar ez dê vê kulê bikime kîjan qulê? Dilê merivan diêşe ko ev fikirên kurdekî xwenda û welatparêz e. Ya yekem, ne ’gelek kurd’, lê – ji dervayî çend kesan – ’hemû kurd’. Ya duyem, ew çi ’delîlên berçav’ in ko tu nabêjî? Ya sêyem, gelo haya te ji hemû delîlên dîrokî heye? Heta niha fikirên ha an ji alîyê merivên nezan va hatine gotin an jî ji alîyê zanyarên neyarên me va hatine gotin. Çend muawîyên ereb ko xwe êzdî dibînin, dibêjin ko êzdî ji ereban çêbûne.”

Yek: Gelo Têmûrî ji hemû kurdan pirsiye heta ko bizane ka kurd çawa li ser vê mijarê difikirin? Heta eger pirraniya kurdan yan hema hemû kurd wisa bawer bikin jî ko babûkalên hemû kurdan berê êzidî bûn yan êzidîtî dînê hemû yan pirraniya kurdan bû, dîsa jî ka Têmûrî yek belge û delîlê dîrokî neaniye ko rastiya vê gotina wî biselmîne û bipeyitîne.

Du: Têmûr dilê xwe diêşîne ko ”kurdekî xwenda û welatparêz” [qesta wî ez im – HM] van pirsan dike. Berevajî Têmûrî, ez dînê mirovan yan kevnarbûn yan nûjenbûna dînê wan bi ti awayî wek nîşana welatperweriyê yan xaîntiyê nabînim. Di nav kurdên misilman de bi milyonan mirovên kurdperwer û bi hezaranan yên xaîn û bi milyonan jî yên derbarê kurdîtiyê de terkexem yan ”bêalî” hene. Di nav êzidiyan de jî li gor rêjeya nifûsa wan wisa kurdperwer, xaîn û terkexem jî hene. Êzidiyên kurd jî bi birayên xwe yên kurdên misilman re xebat û têkoşîneke hêja û qurbaniyên mezin dane. Lê dîsa jî gotina ko dibêje êzidî bi hev re ji kurdên misilman bi hev re welatperwertir in bêbingeh e: hemû serhildanên kurdistanî ji aliyê kurdên misilman ve û (ji bilî çepgirên vê dawiyê) bi rêberiya serokên kurdên misilman yên dîndar (Şêx Seîd, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Mela Mistefa…) ve hatine birêvebirin. Rast e ko misilmanên dîndar yên xaîn jî hene lê êzidiyên xaîn li gor rêjeya (%) xwe ne ji wan kêmtir in: li Ermenistanê gelek êzidî xwe kurd nahesibînin, li Mûsilê ”Tevgera Êzidî bo Nûkarî û Pêşketinê” (ku di hilbijartinên parlemanî yên Îraqê de li gor hejmara êzidiyên Iraqê pirr deng standin) bi Hevpeymaniya Kurdistanê re wek partiyeke kurd kar nake û ne kurdîtiyê lê êzidîtiyê dide pêş û dixwaze ko êzidî ji kurdan cuda werin hesibandin.

Sê: Têmûr dipirse ka min çi delîlên dîrokî hene ko êzidîtî berî îslamê tine bû. 1. Min tam di hevoka piştî wê hevoka xwe ya ko Têmûr neqil kiriye de diyar kiriye ko delîlê wê peydabûna êzidîtiyê ji îslamê ew e ko termînolojiya êzidîtiyê bi pirranî (eger ne hemû) ji erebî ye: ” şêx, mirîd, qewl, qewal, şeytan, melek, meshef”. Eger ew ne bes bin, ha hinên din jî: ”tawis, axret, ’Adî (Şêx ’Adî), Kitêba Cilwe (hem “kitêb” û hem jî ”cilwe” ji erebî ne). Herwiha tu çi pirtûka li ser dînê êzidiyan vekî, eger ne ji aliyê êzidiyan ve hatibe nivîsîn, lê encamê kar û xebatên bêalî yên civaknas, gelnas û dînnasên ewropî be (em dîsa bînin bîra xwe ko Têmûr wan li hemberî misilmanan wek ”ewropayiyên medenî” bi nav dike), em ê bibînin ko ew dibêjin ko êzidîtî ji elementên tevlihevkirî yên îslamê (bi taybetî sofîtiyê) û çend binemayên dînên îranî pêk hatiye. Çawa be jî, êzidîtiya îro bi giranî di bin tesîra Şêx Adiyê Umewî yê ji malbata xelîfên umewî yên ereb e. Piştî şkestina umewiyan li hemberî ebasiyan, dûndeha umewiyan xwe spart kurdan, hin ji wan kirin alîgirên xwe û dijî xelîfên ebasî serî hildidan. Ev kurdên alîgirên umewî bi navê yezîdî hatin nasîn û paşî di nav gel de navê wan forma ”êzidî” girt. Pirr derengtir hin kurd rabûn ew nav bi peyva ”yezete-” ya îranî ve girê da.

Têmûr ti çavkaniyên xurt yên dîrokî ji argumentên xwe re nabîne loma xwe dispêre hin gotinan ko dibêje helbestvan Cegerxwîn jê re gotiye ko gelek imaratên (mîrekên, mîrgehên) êzidî hebûn ko dijî misilmanan şer kir û tenê piştî têkçûna xwe bûn misilman. Bêguman em nizanin ka Cegerxwîn bi rastî qet wisa gotiye jî yan na lê werin em bawer bikin rast e ko Cegerxwîn wisa gotiye. Wek ko Têmûr neqil kiriye, navê pirraniya wan mîr û mîrekên serhildêr erebî ne (Ceferê kurê Hesenî, Mehmûdî, Xalidî). Eger ew ne misilman bûn yan êzidî berê ne terîqeteke ji îslamê bûna, gelo çawa û çima wan navên erebî û axretî/îslamî li xwe kiribûn?

Qesta ”imaratên êzidî” yên kurdan jî ev alîgirên umewiyan yên dijberên ebasiyan bûn. Jixwe peyva ”imarat” û peyva ”mîr” jî ji erebî ne, têkilî peyva ”emîr” in ko ji peyva ”emir” (ferman) ya erebî tên. Hem li Kurdistanê û hem jî deverên din hêdî-hêdî alîgirên umewiyan dijî ebasiyan têk çûn. Gelek kurd jî van bûyeran bi şaşî wek şerê navbera kurdên ne-misilman û erebên misilman bi nav dikin. Lê di rastiyê de umewiyên ko kurd bûbûn alîgirên wan ji ebasiyan erebên şoventir bûn: erê xelîfên ebasiyan jî ereb bûn lê hem di siyasetê de û hem jî di kultûrê de tesîra îraniyan gelek li ser wan hebû.

Çar: Têmûr ji min dipirse: ”Gelo haya te ji hemû delîlên dîrokî heye?” Nexêr, bêguman haya ti kesî ji hemû çavkaniyên dîrokî nîne. Lê hindî ko lê digerim, ti çavkaniyeke bêalî nabêje ko êzidîtî berî îslamê dînê kurdan bû yan êzidîtî berî îslamê hebû. Têmûrî bi xwe jî yek delîl bi tenê jî neaniye, tenê gotiye ko gotina min ne rast e û êzidîtî berî îslamê hebûye. Lê navê yek nivîsar yan kitêbeke dîrokî nedaye ko tê de ev îdiaya bêbingeh were isbatkirin.

Têmûr ji rastiyê dûr dikeve û dibêje: ”Heta niha fikirên ha [anku tinebûna êzidîtiyê berî îslamê yan çêbûna êzidîtiyê ji îslamê - HM] an ji alîyê merivên nezan va hatine gotin an jî ji alîyê zanyarên neyarên me va hatine gotin.” Ez bawer nakim ko Têmûrê xwenda wiha bi temamî ji çavkaniyên dîroknasî yên bêalî yên rojavayî yan rusyayî bêagah be. Loma neçar im bibêjim ko ew yekser rastiyê berevajî dike. Qet ne hewce ye ko em xwe bispêrin çavkaniyên alîgir yên ereban, farisan, tirkan yan ermeniyan ko bêguman di derbarê kurdan de gelek derewan dikin. Tenê bes e ko mirov çavkaniyên bêalî yên dîroknasên navneteweyî (bi gotina Têmûrî ”ewropayiyên medenî”) bixwîne daku rastiyê bibîne.

Têmûr van gotinan ji Cegerxwîn neqil dike yan jî wan dike devê wî de: ”Hinek dibêjin, ko yezîdî jî musulman in, lê derew e. Yezîdî kevnare ne, berî musulmanan hebûne. Belkî Mehemmed pêxember hine gotin ji ola yezîdîyan derxistibe.” Lê dîsa jî bi yek delîlê zanistî jî nabêje ka çawa derew e, êzidî çawa kevntir in û çi belge hene ko ew berî misilmanan hebûne. Rast e, Mihemed pêxember jî peyv ji dîn û miletên din wergirtine. Lê ka, Têmûr yek delîlê jî nade ko wî peyv ji êzidiyan wergirtibin.

Ji ber ko min gotiye ko termînolojiya bingehîn ya êzidîtiyê bi pirranî (eger ne hemû) ji erebî ye, Têmûr ti delîlekî dijî vê gotinê nedîtiye, tenê dest avêtiye navê min û dinivîse ko navê min (Husein Muhammed) jî erebî ye lê dîsa jî ez ne ereb im. Bi vê dixwaze bide diyarkirin ko erê termînolojiya êzidîtiyê ji erebî ye lê dîsa jî êzidîtî berî îslamê hebûye.

Lê di zimannasî û dîroknasiyê de wek avê zelal e ko tesîra zimanê erebî û ereban berî hatina îslamê li ser zimanên îranî tine bû. Eger bi rastî êzidîtî berî îslamê hebûya, termînolojiya êzidî ya bingehîn, qewlên wan (ku nêzîkî duayan in) û kitêbên êzidiyan yên pîroz “Mishefa Reş” û “Kitêba Cilwe” dê ne bi peyvên erebî dagirtî bûna.

Bêguman min ti caran îdia nekiriye ko navê min ne erebî ye. Pirraniya misilmanan navên ji erebî li zarokên xwe dikin. Kurdên misilman vê yekê venaşêrin. Lê pirraniya navên êzidiyan bi xwe jî ji erebî ne yan jî formeke kurdîkirî ya ji navên erebî ye. Bila kek Têmûr hinekî li navên xwe bi xwe bifikire: Navê wî yê nivîskariyê Têmûr ji zimanekî tirkî/tûranî ye û maneya ”asin, hesin” dide (bi tirkiya niha ”demir) û paşnavê wî Xelîl jî ji erebî ye û maneya ”dost, heval” dide. Navê wî yê fermî jî Hamlet Muradov e: Hamlet ji şanoyeke Shakespeare ya inglîzî, Murad ji erebî ”mirad, miraz, hêvî, daxwaz” û ”-ov” jî paşgireke rusî ye bo çêkirina paşnavan. Gelo ka para kurdî di wan navan de?!

Wek me got, em kurdên misilman zirt û virtan li xwe nadin û pesnê xwe bi purîtanîzm, petîperistî û gotinên wek “kurdên misilman kurdên eslî ne” nadin. Em dizanin ko ya giring ne ew e ka em kurên kê ne lê ya giring ew e ka em bi xwe kî ne û çi dikin. Mixabin gelek ji nivîskarên me yên êzidî xwe li ser serê kurdên din wek tek kurdên eslî dihesibînin û misilmaniya me (em dîndar bin yan jî tenê bi nav misilman bin jî) wek kêmasî li me dihesibînin.

Berevajî Têmûrî, ji min re dîn tiştekî şexsî ye. Kesekî dînek hebe, ez li hemberî wî rêzgir û bi-ihtiram im û tine be jî, dîsa qedir û qîmetê didimê. Tu êzidî bî, zerdeştî bî, fileh bî, cihû bî jî, ihtirama me ji te re heye.

Lê eger em bixwazin ko bêhnfirehî û tolerans li hember kêmaniyên dînî yên wek êzidî, fileh û hwd. di nav kurdan de zêde bibe, mixabin gelek ji qelemşorên êzidiyan stratejiyeke ruxîner bijartiye: bi dijminiya pirraniya gelê xwe anku kurdên misilman û dînê wan di armanca peydakirina bêhnfirehî û toleransê de bi ser nakevin. Lê eger armanca wan dijminiya navbera dînên cuda yên li Kurdistanê û bawerkerên wan be, dibe ko bi ser bikevin. Mixabin li ba gelek birayên me yên êzidî yên kurdînivîs bûye edet li şûna ko doza bihevrejiyaneke aştiyane ya bi misilmanan re bikin, kar û sen'etê wan tenê dijûn û sixêfên dijî îslamê û misilmanan in.

Ez bi xwe ne wisa bêhnteng im ko bersiva van îdiayên ko pirraniya wan bêbingeh in bidim. Lê ditirsim ko êzidî bi xwe bi arandin û şarandina pirraniya kurdan tenê ji xwe re dijminan peyda bikin. Eger – Xwedê neke – rojekê dijminiyeke vekirî di nav kurdan de li ser dîn peyda bibe, hingê ne misilmanên pirranî lê kêmaniyên dînî yên wek êzidiyan ê di xetera herî mezin de bin. Dijminên me têra xwe kurdên ji dîn û mezhebên cuda dijî hev bi kar anîne û xwestine ko pirralîtiya civaka me ji me re bikin derd û serêşî. Mixabin heta niha pirr bi ser ketine jî. Lê bila em bi xwe nebin beşek ji vê lîstika li dijî me.

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2012-08-31
Xwendin: 9405
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
Helîm Yûsiv klîşeyan dubare dike (2012-04-14)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org