[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in?
HELSÎNKÎ, 24/8 2013 — Gelek kes gazinan ji alfabeya niha ya kurdî-latînî dikin ko hemû herfên pêdivî tê de nînin. Giliya hin kesan li ser du cûnên cuda yên Ç (çar / çav), K (kar / kirin), P (perde / pênc), T (teze / te) ye.

Hin kes itirazê ji hindê dikin ko “L-ya qelew” ya wek di peyva “welat” de ji “L-ya zirav” ya wek di peyva “lazim” de bi nivîsînê nayê cudakirin. Hin gazî dikin daku em R-ya“ser” û ya “şer“ wek hev nenivîsin. Axîn û nalîna hin kesan jî li ser wê ye ko H-ya peyva “heft” jî wek ya peyva “heval” tê nivîsîn.

Helbest hin kes dixwazin ko “i” bibe“ı” û “î” bibe “i”. Hinên din jî bang dikin ko divê „ç“ bibe „c“, „č“ yan „ch“;„c“ bibe „j“; „ş“ bibe „sh“ yan „š“ û„î“ û „û“ bibin „í“ û „ú“. Lê em ê di vê nivîsê de tenê li ser wan gaziyan bisekinin yên ko dibêjin alfabeya niha têra me nake û pêwîstiya me bi hin herfên din jî heye (bo nimûne du H yan du R). Em ê li ser wan gazinan nesekinin yên ko dibêjin bila herfeka niha bi herfeka din bê guherandin (bo nimûne „ş“ bibe „š“yan „sh“.)

Ç / K / P / T

Em ji meseleya du cûnên Ç, K, P û T dest pê bikin. Bêguman e ko du dengên cuda yên van herfan di kurmancî û zazakî de hene: awayê req – bi inglîzî aspirated – (wek „çar, kar, perde û teze“) û yê nerm – bi inglîzî unaspirated – (wek „çav, kirin, pênc, te“). Hin kes dibêjin ko du herfên cuda li cihê her yek ji van herfan pêdivî ye û nimûneyên wek „ka“(li kû ye) û „ka“ (giyayê hişk), „pir“(rêya di ser avê re) û „pir“ (gelek) yan „ta“ (heraret) û „ta“ (dav, ben, dezî) didin û dibêjin eger em van dengan bi herfên cuda nenivîsin, ew ê xelet bên xwandin û fehmkirin.

Lê daxwazkerên du cûnên Ç / K / P / T du tiştên gelek giring yan ji bîr dikin yan jî naxwazin behs bikin:

1) Awayên nerm yên van dengan di nav zimanê kurdî û zimanên îranî de bi awayekê giştî tenê di kurmancî û zazakî de heye. Ew ne di soranî, ne di hewramî, ne di kelhurî û ne jî di zimanê farisî de heye. Hebûna varyantên nerm di kurmancî û zazakî de yekser ji tesîra dîrokî ya ermenî ya li ser zimanê kurdî ye. Balkêş e ko niha tesîreka berevajî heye: ji ber ko di tirkî de tenê awayê req ji van dengan heye, hin kurd êdî peyvên bi awayên nerm jî bi awayê req dibêjin.

Ji ber ko di alfabeya kurdî de (hem ya kurdî-latînî û hem jî ya kurdî-erebî) Ç / K / P / T tenê bi awayekê tên nivîsîn, ew xizmeta nêzîkkirina zaravayên kurdî dike: kurmanc û soran „çem, kes, pênc, teng“ û bi sedan peyvên wek wan wek hev bi lêv nakin lê dîsa jî wek dinivîsin. Anku nebûna du cûnên Ç / K / P / T xizmeta standardkirina awayê nivîsînê dike. Eger du cûnên cuda hebûna, kurmancî û soranî ew peyv dê ne wek hev binivîsîna.

2) Tişta ji nuqteya yekem giringtir jî ew e ko daxwazkerên du cûnên Ç / K / P / T ji bîr dikin ko mirov ne herfan û heta ne peyvan jî lê hevokan dixwîne. Rast e ko wek peyveka bi tenê mirov nizane ka mebest bi „pir“ rêya di ser avê re yan jî „gelek“ e yan jî armanc ji gotina peyvika „ka“ pirsîna cihê kesekî/tiştekî yan yan jî giyayê hişk e. Lê dema ko mirov hevokê yan konteksta peyvê bixwîne, ti şik û guman jê namîne ka mesele li ser kîşkê /kîjan e:

- Pira robarê gundê me ji darî bû.
- Tu pir delal î.
- Ka hevalên din?
- Kadîn tijî ka ye.

Her kurmancîzanê ko bi kurdî dizane bixwîne, bi otomatîkî dizane ko di van hevokan de van peyvan çawa ji hev cuda bixwîne.

Di ser re jî peyvên hevnivîs lê ne hevdeng û ne hevwate tenê çend lib in. Ji xwe gelek peyvên hevdeng lê ne hevwate jî hene. Bo nimûne "da": 1. dema borî ji lêkera "dan" 2. "daku" 3. dayik 4. "di filan tiştî DA"... yan "kar: 1. “şol, şuxl, îş, ked 2. qezenc, feyde, mifa 3. nêçîra li nav berfê”... Anku zêdekirina herfan jî dê her nikare rê li ber xeletfehmkirina hin peyvên bê kontekst bigire.

Me li destpêka vê nuqteyê got ko mirov ne herfan û heta ne peyvan jî lê hevokê yan tekstekê bi temam dixwîne û maneya wê di wê kontekstê de fehm dike. Xwandin û maneya peyvekê ya rast tenê dikare li gor wê hevokê bê zanîn. Bo nimûne, bala xwe bidinê ko çawa giranî (stress) di van herdu hevokan de ji hev cuda ye (di kevanên goşedar de kîteya girankirî bi herfên gir hatiye diyarkirin):

- Azadî xweş e. [azaDÎ xweş e]
- Wî Azadî got. [wî aZADî got]

Lê gelo madem ko awayên cuda yên gotina van herfan hene, ms zerer û ziyana wê çi ye eger ew bi herfên cuda bên diyarkirin? Hebûna zêdetir herfan – bi taybetî herfên bi dengên gelek nêzîkî hev – nivîsînê zehmet dike û xeletiyên nivîsînê zêde dike. Dema ko em peyvên bi Ç / K / P / T yên cuda dinivîsin, niha ne hewce ye ko em her carê bifikirin ka gelo Ç-ya „çar“ nerm e yan req e yan P-ya peyva „pênc“ nerm e yan req e. Ji xwe gelek kesên ko van peyvan di axiftina xwe ya rojane de tam rast dibêjin jî, eger jê bê pirsîn ka bo nimûne di peyva „çav“ de Ç nerm e yan req e, dê xelet bersivê bidin. Vêca eger di bersivdana piştî lêfikirînê de jî xeletî peyda bibin, êdî di nivîsîna bi lez de dê çawa be?!

Daxwazkerên du cûnên Ç / K / P / T herwiha ji bîr dikin yan naxwazin bibînin ko ya rast ne du lê zêdetir varyantên P û T hene. 1. P-ya nerm û zirav: „pênc“ 2. P-ya nerm û qelew: „piling, pazdeh“ û 3. P-ya req û zirav: „perde“ yan jî 1. T-ya nerm û zirav: “te” 2. T-ya nerm û qelew: “teng” 3. T-ya req û zirav: “tank” û 4. T-ya zirav û req û qelew : “tep” (lêdana bi mista destî).

Eger em daxwaza du P-yan yan du T-yan bikin, çima em daxwaza 3 P-yan û 4 T-yan nekin?!

Yek yan du R?

Her kurdîzan dizane ko di peyva "rêber" de R-ya destpêkê ji ya dawiyê şidandîtir tê gotin. Anku di kurdî de nirxê R-yê diguhere. Tiştê ko naguhere ev e: li destpêkê R herdem şidandî ye. Anku mirov di ti peyvên kurdî de R-ya destpêka peyvê wek R-ya dawiyê ya peyva "rêber" nabêje.

Di peyvên xwerû de (peyvên ko ne ji çend peyvan peyda bûne) R li dawiyê û nava peyvê bi piranî nerm e, neşidandî ye: "ar, ber, bêr, çar, agir..." û "aram, baran, garis, narîn...".

Anku mirov dikare bibêje ko R-ya şidandî ya destpêka peyvê û R-ya nerm li navê yan li dawiyê tenê alofon in anku ne du dengên serbixwe ne lê varyantên heman dengî ne û ji ber cihê xwe yê cuda ne wek hev tên gotin. Di piraniya zimanên din de jî wek kurdî R li destpêkê şidandî û li navê û bi taybetî jî li dawiyê nerm tê gotin yan heta qet nayê gotin jî.

Ji ber hindê, mirov pêwîstiyê bi nivîsîna du R-yên cuda nabîne: Her kurdîzan dizane ko R-ya destpêkê divê bê şidandin û ya navê û dawiyê bê nermkirin.

Lê di hin peyvan de R li navê û dawiyê jî tê şidandin. Hin ji van peyvan xwerû ne (wek "ger, mer, pir [gelek], cer, şer"). Ji van "cer" û "şer" bi eslê xwe ji erebî ne û "mer" jî belkî ji erebî "micrefe" be. Wek din peyvên xwerû yên ko R-ya navê yan dawiyê şidandî be di kurdî de kêm in.

Gelek peyv hene ko ji çend beşan pêk hatine û beşa wan ya dawiyê yan jî ya navê ji peyveka xwerû ya R li destpêka wê pêk hatine: "nîvro (nîv+ro[j]), garan (ga+ran), hêkrûn (hêk+rûn)..."

R-ya van peyvên pêkhatî (hevedudanî) bi piranî şidandî dimîne lê carinan nerm jî dibe: "nîvro" bi R-ya nerm tê gotin tevî ko ew ji "nîv+ro[j]" e û di peyva "ro[j]" de R şidandî ye jî.

Di peyvên pêkhatî de ji xwe mirov dizane ko R-ya peyva duyem yan sêyem bişidîne ji ber ko ew ji peyveka xwerû ye ko R li destpêka wê şidandî ye.

Wek din R-ya şidandî li nava peyvê yan li dawiya wê bi rastî marjînal û nadir e û bi gelemperî ji çend peyvên biyanî pêk tê. Dengê R-yê bi giştî li gor cihê wê diyar dibe. Em ne hewceyî zêdekirina barê xwe yê giran bi R-yeka din in jî.

Niha di alfabeya kurdî erebî de du R hene lê ew xeletkirinên nivîsînê zêde dikin. Bi piranî R-ya nerm li cihê ya şidandî jî tê nivîsîn.


L-yeka din jî?

Yek ji gazinên ko tên kirin jî ew e ko tê gotin du L di kurdî de hene lê em di nivîsînê de yekê bi kar tînin. Tê gotin ko L-ya peyva, bo nimûne, "welat" ne wek L-ya peyva "lez" e anku jê qelewtir e, stûrtir e.

Di alfabeya kurdî-erebî de L-yeka sade û yek jî ya bi kumikek berjêrkirî li ser L-yê heye. Sebebê hebûna vê L-yê ew e ko di soranî de (herwiha di kelhurî/feylî/kirmaşanî û di hewramî de jî bi rastî du L-yên cuda hene.) Lê di van zaravayan de jî L-ya qelew tenê li nava yan li dawiya peyvê heye, ti caran li destpêka peyvê nîne.

Di kurmancî û zazakî de L-ya qelew marjînal e: di peyva behskirî "welat" de, di peyva "sal" de bi taybetî dema ko ew tê tewandin: "wê salê", "sala 2013" û herwiha di hin peyvan de di hin devokan de: "milet" û "mela" di hin devokan de bi L-ya qelew in lê di piraniya devokên kurmancî de bi L-ya zirav e.

Heke soranî (yan kelhurî yan hewramî) jî ji dil dest bi bikaranîna alfabeya erebî bikin, mirov dikare bi hêsanî herfa "ł" li alfabeya kurdî-latînî zêde bike. Ji xwe niha jî ew di hin nivîsan de, bi taybetî di yên zimannasî de, tê dîtin. Yan jî mirov dikare li cihê L-yekê du L-yan binivîse.

Lê heke armanc yekkirina zimanê kurdî be, çêtir e ko L-yek tenê hebe. Hingê kurmanc, soran û kelhur dê peyvên wek "dil, lal, qelew" wek hev binivîsin lê gotina wan peyvan li deverên cuda dê piçekê ji hev cuda be – lê ji xwe gotina peyvan bi awayên ji hev cuda li deverên cuda di zimanên herî standardkirî de jî diyardeyeka berbelav e.


Varyantên H-yê

Herwiha gazin tên kirin ko H bi du awayên ji hev cuda tê gotin lê tenê bi herfekê tê nivîsîn. Tê gotin ko çawa mirov dikare peyva "heft" bi H-ya wek ya "heval" binivîse.

Di tevahiya kurdî de tenê di peyva “heft” ya xwemalî de û di peyvên jê çêkirî de (heftê, hefte, heftî, heftsed…) dengê H-yê ne wek H-ya peyva "heval" tê gotin. (Balkêş e ko di farisî de “heft” jî bi H-ya wek ya “heval”, ne bi herfa wek dengê “Hesen” tê nivîsîn tevî ko di farisî de du herfên cuda yên h tên nivîsîn jî.)
Wek din H-ya wek ya “heft”ê devokî ye: peyvên wek “hezar, he(y)şt, hemû, hirç, hişyar…” ko di devokên din de bi H-ya wek “heval” in. Lê ji ber hebûna tenê H-yekê di alfabeya kurdî-latînî de, kesên ji wan dever û devokan jî wan peyvan wek kurmancên din dinivîsin. Anku li vê derê jî nebûna du H-yan xizmeta standardkirinê dike. Lê dîsa jî kesên ji wan deveran dikarin di axiftina xwe de peyvên wek "hezar, hemû, hirç" li gor devoka xwe bi H-ya wek di peyva "heft" de bibêjin.


Hê jî dengên cuda hene

Gelek herfên din jî du yan zêdetir varyantên dengan hene. Bo nimûne herfa Z di peyva “zayîn” de zirav lê di peyva “zanîn” de qelew tê gotin.

Di hin devokan de jî du awayên cuda yên dengê B hene. Bo nimûne, berevajî piraniya devokên kurmancî, li hin deveran peyva “berdan” bi B-yeka qelew tê bilêvkirin.
Lê min nedîtiye ko kesekî doza du Z-yan yan du B-yan bo kurdî kiribe.


Diyarkirina awayên dengan

Alfabeya ti zimanÎ ne 100 % li gor dengên wî zimanî ye. Di her zimanî de hin peyv ne wisa tên nivîsîn wek ko tên gotin. Carinan hin peyv tên nivîsîn lê nayên gotin û carinan jî hin tên gotin lê nayên nivîsîn. Qisekerên natîv yên her zimanî awayê gotina wan peyvan bi piranî bi devkî hîn dibin û ji konteksta peyvê dizanin ka wê çawa bixwînin. Bo nimûne, inglîzên KO peyva “night” (şev) dibînin, jê re ne zehmet e wê wek [nayt] bixwînin tevî ko awayê nivîsîn û gotina wê peyvê pirr ji hev cuda ye. Yan farisên ko peyva bi alfabeya erebî bi herfên “krdn” nivîsandî dibînin, yekser dizanin ko di zimanê wan de ew peyv wek “kerden” tê gotin tevî ko bi teorîkî mimkin e ko mirov wê peyvê wek “kereden, keredin, keredon, kerdun, kirden, kirdin, korden, kurden...” û çendîn awayên din jî bixwîne.

Kesên kurdîzan jî dizanin bê zehmetî peyvên kurdî li gor dengê wan yê rast bixwînin dema ko peyv di hevokê de be. Tek nimûneya ko gelek caran tê behskirin ko dijwar e ew mirov bizane ka di hevokê de mebest “ker”ê heywan e yan jî kerê guhgiran ew e dema ko mirov bo nimûne binivîse: “ew ker e”. Lê mirov dikare bi hêsanî peyva “ker” ya bi maneya “guhgiran” bo rêgirtina li ber xeletfehmkirinê hingê bi du R-yan binivîse: “Ew kerr e.” Ji ber peyveka wisa mirov ranabe barê alfabeya xwe bi herfeka nû giran nake.

Di ferheng û kitêbên hînkirina zimanî yên gelek zimanan de dengên deqîq yên peyvê bi hin îşaretan tên diyarkirin. Bo nimûne li ber peyva inglîzî “night” mirov dikare awayê gotina wê [nayt] binivîse yan jî hereketan / diyakrîtîkan (“fethe, kesre, zemme” ko nîşanên “e, i, u/o” ne) li peyva farisî “krdn” zêde bike daku awayê deqîq yê gotina wê bê zanîn. Lê diyarkirina dengê deqîq yê peyvê karê ferheng û kitêbên hînkirina xwandinê ye, ne karê nivîsên bo kesên xwandewar e.

Di kurdî de jî (û ya rast di her zimanî de) mirov dikare – û zerûrî ye jî – ko di ferheng û kitêbên hînkirina alfabeyê yan hînkirina zimanê kurdî bo biyaniyan de dengên deqîq yên peyvan diyar bike. Bo nimûne kurdînasê jêhatî Michael Chyet di ferhenga xwe ya kurmancî-inglîzî de du awayên cuda yên Ç / K / P / T û herwiha R-ya şidandî û ya nerm bi îşaretan ji hev cuda dike.

Lê bo kurdî jî diyarkirina dengê deqîq yê peyvê divê karê ferheng û kitêbên hînkirina xwandinê be, ne karê nivîsên bo kesên kurdîzan û xwandewar be.

Encam

Zêdeyî 80 salan e ko bi alfabeya niha ya kurdî tê nivîsîn. Di hemû dîroka wê de gelek tîrên tûj jî ber bi wê ve hatine avêtin. Gelek kesan xwastiye wê biguherînin. Lê pêşniyarên nû ne tenê dijberên alfabeya heyî ne lê belkî hê jî dijberên pêşniyarên din jî.

Ti alfabeya ti zimanî ne temam e û ne jî dikare temam be. Armanca ti alfabeyê jî divê ne diyarkirina her dengî be lê diyarkirina dengên wisa be ko 1) mişe û berbelav in û 2) bi rastî ji hev serbixwe ne.

Alfabeya niha ya kurdî-latînî di nav xwe de wan dengan dihewîne ko di hemû zaravayên kurdî de hene. Du cûnên Ç / K / P / T di kurmancî û zazakî de hene lê di soranî, kelhurî, hewramî... de nînin. Du cûnên L di soranî, kelhurî, hewramî de hene lê di kurmancî û zazakî de marjînal in. Loma nivîsîna tenê yek awayê wan her pênc herfan xizmeta yekkirina nivîsînê dike. Herçi R-ya req û ya nerm e, ew bi piranî alofonên heman dengî ne: ji bilî çend istisnayan di peyvên xwerû de li destpêkê req e lê li navê û dawiyê nerm e. H-ya peyva “heft” jî di piraniya peyvên xwemalî de varyanteka devokî ye wek di peyvên “hezar, hemû, hirç” de ko di piraniya devokan de wek H-ya peyva “heval” tên gotin.

Zêdekirina herfan li alfabeya kurdî bi awayekê berçav xwandina bi kurdî hêsantir nake lê dikare rastnivîsînê gelek dijwartir bike.

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2013-08-24
Xwendin: 13166
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
Helîm Yûsiv klîşeyan dubare dike (2012-04-14)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org