[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Li Cizîra Botan mirin û dêlindêza mirinê
CIZÎRA BOTAN, 10/12 2010 — Dema berê dêlindêza mirinê ji ya îro gelek cuda bû. Mala yê mirî serê pêşî ji qerebalixa li ber devê mala wî eşkere dibû. Heçî li ber derî re derbas bibûya, yan jî bi awayekî dî seh kiriba hema qesta wê malê dikir. Di demeke kurt de haya her kesî jê çêdibû. Wek pêşiyên me gotine: “Xebera reş zû digere.”

Her kesî li gorî hêz, temen û pîşeyê xwe xizmetek ji mirî û mala xweyê mirîyî re dikir. Hinek dibeziyan goristanê da cihê gorê tesbît bikin. Hin diçûn darbest didan radan. Hin jî bo kirrîna kifinî ber bi sûkê ve hereket dikirin, hin jî ji bo genimê îsqate diçûn elepxanê. Kesên alim, navsere û giregirên bajêr jî li ber derê, malê li ser kursiyan rûdiniştin.

Hin kes jî hebûn Qur’an berdest dikirin û dianîn didan wan kesên li wir rûniştî yên qur’an-xwîn. Herweha ew kesên ko Qur’an belav dikirin, lê miqate bûn ko sih cizûk Qur’an ango xitmeya Qur’anê tev bihataya xwendin û ji giyanê yê mirî re bihata dîyarîkirin. Ji xwe wê demê ji ber ko hejmara yên qur’an-xwîn gelik bûn ji boyî temambûna xitmeyê pirsgirêk dernediket. Paşê ji bo şûştina meyitî gazî melê dikirin. Di vê navberê de jinan jî hetave kifin amade dikirin.

Yek ji wecîbeyên mirî jî îsqat bû. Li gorî dînê Îslamê dema yek sondekê bixwe û paşê jî wê sonda xwe bi cî neyne divê cezayê xwe bide. Mîqtara wî cezayî jî di pirtûkên fiqhê de tesbît kirî ne. Îca dema yek mir daku bikeve li ber wan sondên wî yên di dema xwe de xwarîn û cezayê wan nedayîn de îsqat tê dayîn. Her kesî li gorî rewşa xwe ya aborî îsqat didan. Hin hebûn du elb genim didan; hin jî hebûn pêncî elban.

Bi giştî mirî bi darbestê dihate veşartin. Piştî ko şûştin û kifinkirin qediya xortan dest diavêtin darbestê datînan li ser milê xwe û berê xwe didan mizgeftê. Nimêja cenazeyî li mizgeftê dihate kirin. Melê li gorî sunnetê wan kesên ko nimêja cenazeyî bikin dikirin sê sef û paşê bi dengekî bilind nîyeta nimêjê hînî wan dikir:

— Ya rebî min niyete ez bikim nimêja miriyan li ser vî/vê miriyê/a he ferzûlkîfaye, eda bikim ji Xwedê re Ellahû ekber! Em ê çar tekbîran bidin; piştî tekbîra ewil em ê fatîheyê bixwînîn. Piştî tekbîra dudoyê em ê selewatan li ser ruhê Hezretî Muhemmed bidin ‘Ellahûmme sellî ‘ela Muhemmedîn we ela alî Muhemmedîn.’ Piştî tekbîra sisêyê em ê ji meyitî/ê re duayan bikin: ‘Ellahûmmexfîr lehû/leha w’erhemhû/ha’, piştî tekbîra çarê em ê selama xwe vedin.

Piştî nimêjê êdî dor dihat birêkirina cenazeyî bo goristanê. Ji bo ko haya xelkê bêhtir jê çêbibe dûr jî bûya darbest di caddeyê de derbas dikirin. Her kes ji bo ko rêzê ji bo cenazeyî bigrin li ber devê dikana xwe disekinîn. Hê cenaze nigihiştî ber dikana wan xwediyê dikanê ber bi qerebalixa cenazeyî dibeziyan, di ber re digotin “Laîlahe îllellah!” û destê xwe diavêtin darbestê, datînan ser milê xwe. Çend gavik jî be bin nîyeta ko ji xêrê bêpar nebin ew cenaze hildigirtin.

Piştî gihîştin ser goristanê, eger gor amade bûya hema dest bi veşartinê dikirin. Li pey veşartinê melê dihat li hindama serê meyitî disekinî û telqîn dixwend. Di wê dema ko melê telqîn dixwend de, kesên li wir destê xwe datînan li ser singê xwe û çavên xwe didan erdê û bi vî awayî ji xwendina telqînê re rêz digirtin. Piştî ko telqîn jî dihate xwendin, yekî bangî li kesên wir dikri:

— Xwedê ji hewe razî be, hûn di heqê vî mirîyî de çi dibêjin?

Yên li wir jî bi yek dengî:

— Xwedê rehma xwe lê bike, xweş mirov bû.

Eger xwediyê mirî yekî halxweş bûya li ser gora wî kon dihate vedan. Usûla konvedanê jî eve ye. Dudo, sisê yan çar feqî, mela yan jî hema yên qur’anxwîn digirtin, biucret Qur’an didan xwendin.

Piştî telqîn jî qediya ew kesên gelik nêzîkî yê mirî (bab, kur, bira, pismam) dibûn rêz, hemû kesên li wir di ber wan re derbas dibûn û yekoyeko destê wan toqe dikir û serxweşî li wan didan. Malzemeyên serxweşiyê jî ev bûn.: “Xwedê efû bike”, “Xwedê cihê wî bike biheşt”, “serê te/hewe sax be”, “Xwedê vê dinyayê neîne bîrê”, “Xwedê te/hewe şûna wî bihêle”…

Li pey merasima goristanê îca ya li malê dest pê dikir. Li Cizîrê berê û pêş de cihê serxweşiyê (tazîye) mizgeft e. Ji ber ko mala yê mirî mêhvanên zêde raneke, yan jî daku kesên têne serxweşiyê bi awakî rehet karibin nimêja xwe bikin û we’iz bête dayîn çanda mizgeftê rûniştiye. Li navenda Cizîrê navekî din yê cihê serxweşiyê heye, ew jî “heft”e. “Me hefta xwe danî filan mizgeftê”, “ez ê herim filan mizgeftê, li wêdê heft jî heye” falan.

“Heft”ê sê rojan dewam dikir. Di heftê de xizmên mirî û yên nêzîkî wî rûdiniştin. Yên ji bo serxweşiyê bihatan mizgeftê, bêyî ko destê yekî toqe bikin rasterast rûdiniştin. Heke ew kes alim bûya duaya wê dixwend: “E’zemellahû ecrekûm, we ehsene ‘ezaekûm we xeferellahû li meyyitîkûm/meytetîkûm. Îla rûhînnebîyyî wealîhî we eshabîhî, xusûsen îla rûhî meyyîtîkûm/meytetîkûm Elfaaaatîhe…” Heke yê hatî nexwendabûya bi kurtî hema digot: “El-fatîha” hinan jî “el” jê tavêt “Fatîha”. Piştî ko têra xwe rûniştin radibûn ser xwe û destê xwediyê/n mirî toqe dikirin û serxweşî lê didan.

Taybetmendiyeke din a ko navenda Cizîrê ji derdora wê cuda dike ew e ko çend kes bi hev ra bêne heftê her yek cihê cihê dibêje “fatîhe..” Ev adet ne li Cizîrê be min nebihîstiye ko li çi dera dinyayê hebe. Heta yên li derdora Cizîrê dema dihatin heftên wêdê û ev adeta fatîheyan ya cihê cihê didîtin ecêpmayî diman û hin jî di bin lêva xwe de dikeniyan

Wê demê mala yê mirî qet xwarin çênedikirin; cîran û nas û mirovan ji wan re dişandin. Sibehan hetanî êvaran heftê dewam dikir, êvaran her kes diçûn malên xwe roja dîtir bi hilavêtina rojê re her kes dîsa li ber mala yê mirî yan jî li mizgefta ko heft lê ye kom dibûn. Piştî ko melê jî dihat bi hev re diçûn ser gora mirîyî û Yasîna Şerîf dixwendin. Êvaran jî heman welê. Sê rojan hem sibeh hem jî piştî nimêja berêvarê (esrê) diçûn ser gorê.

Piştî nimêja esrê ya roja sisêyê yekî nêzîkî mala yê mirî diçû berberek yan jî didû dianîn ser û rihên runiştvanên heftê dida kurkirin. Piştî kurrkirina ser û rihan êdî heft qediyabû. Êdî lêdana serxweşiyê yan jî gotina “el-fatîhe” qedexebû. Piştî bû roja înê dîsa bi hev re diçûn ser gorê. Sê înan li pey hev ewê jî dewam dikir. Êdî her tişt xilas bibû, her kes diçû ser îş û karê xwe. Hetanî îdê (cejn). Dema dibû îda ewil, li mala yê mirî dîsa heftê dest pê dikir. Li mala wî de xwarin nedihat çêkirin, şeqolat nedihat sitandin, kincên nû nedihat kirrîn.

Dîsa li malê yan jî li mizgeftê rûdiniştin û fatîhe hey fatîhe…

Ev adetên hanê li gorî dema berê ne. Hinek wan adeatan hêjan jî didomin, hinek jî rabûne, yên dî lê zêde bûne.

Di nav wan adetên ko rabûne de ya herî giring şandina xwarina hazir ya bo mala yê mirî ye. Wek me di jor de jî gotibû, di wan hersê rojên ko taziyeyê dom dikir de xwarina mala yê mirî û ya mêhvanên taziyeyê ji aliyê xizm, cîran û derdorê ve dihate şandin.

Lê mixabin îro ew kevneşopiya xwarin-şandinê ko di dînê me de jê weke Sunnet tête dîtin rabûye. Ji dêl wê ve mala yê mirî bêgav dimîne ko ew bi xwe xwarina mala xwe û ya mêhvanên xwe bide amadekirin. Ji ber wê çendê xweyê mirî hêj cenaze ranebûyî dikeve derdê xwarinê. Gazî dike jinên xwarinçêker û bi ucret xwarinê dide çêkirin. Ne xwarin tenê ye, gazî dike çayvanekî û muddeta sê rojan çayê jî dide mêhvanan. Herweha çixareyên biha jî tête îkramkirin. Ango, di dema berê de xelkê xizmet ji xwediyên mirî re dikir, lê mixabin îro xweyê mirî ji xelkê re xizmetê dike.

Bi kurtasî, ji du aliyan ve derbe li xweyê mirî dikeve. Yek ji ber ko ji mala wî yek miri ye, ya dî jî ji aliyê aborî ve.

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2010-12-10
Xwendin: 6911
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org