[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Remezanên berê
CIZÎRA BOTAN, 28/7 2011 — Remezanên berê ji yên dema me ya îro gelek cihê bûn. Di meha remezanê de rengê jiyanê dihate guherîn. Feyz û bereketê ji her alîyî ve xwe dida hîs kirin. Mirovan wê mehê bêhtir xwe nêzî Rebbê Alemê qebûl dikirin.

Di wê mehê de çi ji ber belav kirina zekat û sedeqeyan be, çi ji ber qenciyên din be beşişîn ji ser rûyê xizanan kêm nedibû. Welê dihate bawer kirin ko rizqê meha remezanê fireh e. Lewre gotina pêşiyan ya “Rizqê remezanê têt ji Hemedanê.” Ev rastiya hanê dianiya zimên. Di vê mehê de girêdaneke pir qewî dikete di navbera çînên dewlemend û xizan de.

Dema meha remezanê dihat, hejmara nimêjkeran zêde dibû. Yên berî hingê di ber mizgeftê re jî derbas nedibûn, di vê mehê de dema xwe ya zêde bi kirina nimêjên bicemaet û bi guhdana we’zan derbas dikir. Wê mehê xelkê tobe dikir yan jî tobeya xwe nû dikir. Lê paşê jî gelekên wan tobeya xwe dişkandin. Ji ber vê çendê bû gotina pêşiyan ya “sofîyê remezanê, weke kerê di nav garanê” dijê mirovên bi vî rengî de weke bertek hatibûye gotin.

Bêguman dema behsa remezanê dihat kirin serê pêşî terawîh dihat bîra mirov. Wek li her derî li Cizîrê jî nimêja terawîhê bi lezeke zêde dihate kirin. Ji ber ko xelkê terawîhên bilez dixwestin û tercîh dikirin melayan jî adeta usûl û qaîdeyên nimêj û îbadetê binpê dikirin û bersiva daxwaza xelkê ya ecelekirinê bi cî dianîn.

Car dibû ko xelkê çavê xwe li wan mizgeftên ko melayên wan zûtir dixwendin, digerand. Her wisa hin nimêjkerên terawîhê hebûn ko dema di sohbetan de behs dihate ser kirina terawîhê pesnê melayên xwe didan ko melayên wan ji melayên din zûtir nimêja terawîhê diqedînin. Di remezanên demsala havînê de ji ber germahiyê li ser banên mizgeftan terawîh dihate eda kirin.

Nimêja pêşî ya terawîhê bi xêrhatina “merheba”yê dest pêdikir. Berî ko rabibna nimêja terawîhê, cemaeta bi hev ra qîr dikir “merheba” yê:

“Merhebaaa, meeerhebaaaa, meeeerhebaa ya şehre remezan-elmubarek, merheba!!”

Panzdeh şevan vê “merheba”yê dewam dikir. Şeva şanzdehê vêca xatirxwestina “elweda”yê dest pê dikir:

“Elwedaaaaa, eeelwedaaaa eeelwedaaaa şehre remezanilmubarek, elweda!”

Piştî terawîh diqediya û beriya nimêja witrê ev duaya ko eslê wê nebû û bid’e be dihate xwendin:

“Şefîîî’ûl xeeeelqîîî fîîîl- mehşeeeer, Muhemmed saaaahîîîbûûl-mîîînbeeer, Ebûûûbekiiir Omeeer Ooosmaaan Emîîrûlmû’mînînHeydeeeerrr!”

Remezan eger di demsalên bihar, pehîz yan jî zivistanê de ba jixwe pirsgirêk nebû; lê belê eger di havînê de ba wê demê germê bandoreke neyînî li ser rojîgirtina cizîrîyan dikir. Di wê mehê de yên rewşa wan ya aborî baş bûna teqez ji Cizîra bazdidan, diçûn deverên hûnik. Yên derfeta wan ya revê nebûna, piştî karê wan yê rojane diqediya çavê xwe li deverên hûnik digerandin. Li navenda Cizîrê sê naûr, ango bîrên biderince hebûn ko xelk diçûn tê de xwe hûnik dikirin. Herweha mizgefta mezin jî ji bo heman mebestê bi kar dianîn. Çemê Dîcle jî ciyê xwesipartinê bû.

Ji ber kêmderfetiyan, sofreyên fitarê yên wê demê jî ne mîna yên îro rengîn û dewlemend bûn. Nîskek, metfûniyek yan jî savarek heba têrî wan dikir. Şîraniya sereke ya meha remezanê zengilok û lûzîne bûn. Bawer im ne li navenda Cizîrê be ez rastî lûzîneyê nehatime.

Wê demê ji ber ko mîna îro alavên cemidandinê yên mîna sarincê nebû, xelk ji aveke sar bêpar bûn. Ji Hesana, ko gundekî filehan bû û li qûntara çiyayê Cûdî bû berf dihat firotinê. Yê kariba xwe gihandiba berfê û çendkîloyek aniba mala xwe, ewî xwe bişans dihesiband û di malê de jî mînafermandarê ko di şerî de serkeftinek bi dest xistî dihate pêşwazî kirin.

Dema paşîvê mitribên Cizîrê kolan bi kolan digeriyan û bi dihol û tîtika xwe xelk hişyar dikirin. Di sibehê eydê de jî mal bi mal digeriyan û li nik pîrozkirina cejnê, miza xwe ya jixewrakirina bo paşîvê jî werdigirtin. Dema banga mexrib dida ji hêla şaredariyê ve sîren dihat lêxistin û bi vî awayî haya gel ji dema fitarvekirinê çêdibû.

Tiştekî hetanî tu bibêjî sosret hebû ko ew jî zêdebûna şer û pevçûnan ya di meha remezanê de bû. Di vê mehê de serê her demjimêrekê şerek diqewimî. Pirgirêka herî biçûk ya di navbera du mirovan de jî dibû sedem ko yekî ji yên din re gotiba: “Li min binêre! Min hêrs meke, ez rojî me ha!”

Lewre xelkê welê li xwe dabû qebûl kirin ko di rojiyê de bêhna mirovî teng dibe. Heta dema şer diqewimî jî şîroveyên ko derbarê şerî de dihate kirin herwekî wê rewşê rewa bibînin bû: “Belê, rast e.. remezan e, bêhna mirov teng e…” Lê ya rast dijê wê bû: Lewre nefsa ko birçî ba, daxwazên xwe bi dest nexistî ba; diviya zelîl ba, serkêşî nekiriba.”

Di dawiyê de ez dixwazim hinek pêkenokên remezanê jî li vir deynim:

Yekî cizîrî ko li hemberî rojiyê qels hebû, haya xelkê ji vê qelsiya wî ya rojiyê hebû. Roja dawîya remezanê ko êvara cejnê bû nasekî wî rastî wî tê û jê re dibêje:

“— Mizgîniya min li te, eve remezan qediya, sibê cejn e, bila keyfa te were.”

“— Wele qet kêyfa min nayê.”

“— Çima!”

“— Wê çima be, li vir man deh meh û bîst roj, wê dîsa vegere.”

Yekî şirnexî ko ew jî ji rojiyê eciz bûbû, got:

“— Yawû wele heqê remezanê ne sih roj bûn; heqê wê heştû, nehû, gelek gelek dehû..” (1)

(1) Li gorî devoka Şirnexê. Ango heqê wê heşt roj bûn, neh roj bûn, gelek gelek deh roj bûn.

-----------------------------------
Nivîskar: Abdulkadir Bîngol abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2011-07-28
Xwendin: 6107
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org