[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Hêrs û nifrîna Fethullah Gulen!
CIZÎRA BOTAN, 5/11 2011 — Berî çend rojan Fethullah Gulen yê ji ber zulm û zora pergala dûgela Tirkiyeyê û kemalîzmê reviyayî û li diyarê kufrê cihûwar bûyî hin gotinên welê got ko gelê kurd ji dil û mêlakê pê êşiya. Bi gotineke din devê xwe vekir û çavê neqand.

Di axaftina wî ya ko digel heval û hogirên xwe dikir û bi wan dida “amîn” kirin de du xisûs sereke bûn. Yek: Gazind ji artêşê dikir ko çima hetanî îro qira wan mirovan neanîye û ew neqelandine. Ya dudoyê destê xwe raberî Xwedê dikir û ji kezebê, ji nava dilê xwe eleyhiyê wan mirovan de nifrîn dikir: “Xwedayo! Wan mehû bike, yekîtiya wan xerab bike, agirî berde mala wan, qîr û hawarê bixe nava wan, koka wan bibire, wan hişk bike, karê wan biqedîne.”

Dema min li nifrînên wî guhdarî kir û kîna wî ya hember gelê me de dît, bi rastî xeyalan ez birim serdemên gelek û gelek kevin, serdema Cenabê Nûh eleyhîselam. Dema vî merivê salih (Cenabê Nûh) ji Xwedayê xwe yê afirînêrê erd û asîmanan lava dikir ko li ser rûyê erdê tu kafir nemînin. Lê belê ew qewmê ko Cenabê Nûh nifrîn li wan dikir baweriya wan bi Xwedayê gerdûnê nebû, senemperest bûn, dijê pêxemberê Xwedê û Îslama wê demê tevdigeriyan. Lê belê em ne qewmû Nûh in, baweriya me bi Xwedê, bi Îslamê heye. Eger îro behsa neteweyên ko herî zêde bi Îslamê ve girêdayî bêt kirin, em dikarin bi dileke rihet bibêjin ko netewaya kurd dê di serî de cî bigre.

Belê dema min ev nifrîn seh kir hemû hestên min yên mirovî û Îslamî li ser serê giyanê min kom bûn, serî li ber rakirin û jê xwestin ko ew bersivekê bide. Lê belê ji ber hin sedeman ez nikarim bi heman tûjî û dijwariyê bersivê bidim. Ev sedemana jî ev in: Min rêz û edeba xwe ko ji Qur’ana Kerîm, ji Rîsaleê Nûrê û ji eşqa Mewlana Şêx Ehmedê Cizîrî wergirtiye. Ji ber wê çendê ez nikarim mîna hin kesên ko di malperên muxtelif de bersiv û bertekên heqaretamîz dane, bikim. Lê belê ev jî nabin asteng ko ez hinek gazindan jî bînim zimên, dijane ew jî min teşwîqî wê çendê dikin. Lewra xwe-şirkirina hemberî zulmê de ne karê bawermendan e, karê şeytanê lal e.

Ez serê pêşî vêya jî bibêjim ko ji sala hezar nehsed heştê û şeşan û vir ez wek şagirt û xwînerekî Rîsaleê Nûrê vê camîayê û kesayetiya ko wê camîeyê bi rê ve dibe dinasim. Lê belê ez tevlî cemaeta wan nebûme. Min gelek pirtûkên xwediyê wê camîayê jî xwendine û dîsa ez li xwe mukir werim ko ez gelek di bin bandora hestên olî yên di nav wan pirtûkan de ne mayî me. Xasma pirtûkên wî yên li ser şîroveya têgehên tesewûfî yên bi navê “Kalbîn Zûmrût Tepelerî 1-2-3”… Min kovar û rojnameya wan şopandiye, li kaseta weezan guhdarî kiriye. Dîsa jî ez dubare bikim: Bêyî ko ez tevlî cemaeta wan bibim. Herweha min ti deman siyaseta wan xasma siyaseta wan ya derbarê pirsgirêka gelê kurd de ne ecibandiye, ez her tim dij derketime. Min gotibû ez ê hinek gazindan bikim. Gazindên min ev in:

1- Min di tu weez û sohbetên wî de nifrîneke evqas dijwar ko behsa qelandina koka hin mirovan, xerabkirina xaniyên wan û şewitandina mala wan bike, nedîtiye. Gelo ma koka van mirovên muxatebê vê nifrînê ne kî ne? Mane gelê kurd e? Gelê kurdê ko ev dused sal in bûne sêwiyên umetê… Gelê kurd ê ko zulma herî mezin ji birayên xwe yên misilman (!) dîtiye… Gelo ma vî gelî ev nifrîn heq kiriye? Gelo dema bê gotin “mala wan bişewite” di wê malê de ji bilî wan kesên ko mirina wan tê xwestin jî, dê û bab û zarok û jinên wan yên masûm jî tê de nînin? Ji ber wê çendê ev nifrînên ewqas dijwar gelo ma ne dijê dîstûra Qur’anê ya “Wela tezîrû wazîretûn wîzre uxra” ye, ne li dijê dîstûra Rîsaleya Biratiyê ya Ûstad Bedîuzzeman Mele Seîdê Kurdî ya “ko deh eşqîya û yekî masûm di keştiyekê de bin, ji ber wî masûmî bi tu rengî ew keştî nayê bin’av kirin” e, ne li dijê dîstûra cemaeta wan ya ko tê angaşt kirin ko li ser viyanê (muhabbetê) ava bûye ye?

2- Gelo ma Ûstadê me ne gotiye “Em fedaiyên viyanê ne, dema me ya neyartiyê tune ye.” Dîsa negotiye: “…Eger sedemên dijminayîyê bi ser bikeve û bi heqîqeta xwe ve di dilekê de be, wê demê hezkirin dibe mecazî, dikeve awayê nejidilî (tesennû’) û lêxwedîderketin (temellûk)ê” Ango eger di dilekê de neyartî hebe wê demê di wî dilî de hezkirin namîne. Lewra hezkirin û neyartî dijê hev in, ji ber wê çendê di dilekê de herdu nacivin, yek hebe ya din diçe. Îca ew dilê ko ew qas nefreta zarokên netewayekî misilman tê de cîbûbe êdî esera hezkirinê tê de namîne.

3- Gelo ma ne gengaz e ko di nav wan merivên ko ji wan re mirineke dilsoj û bişewat tê xwestin de hembajariyê Ûstadê me Bedîuzeman Mele Seîdê Kurdî jî hebin, heta xizmên wî jî hebin? Gelo ew Bedîuzzemanê ko niha li Alema Berzexê, li benda me ye û teqez em ê pê re hevdîtinê pêkbînin ne gengaz e ko ji wê nifrîna neheq eciz bûbe. Wê demê wê ew bi çi rûyî here hizûra wî. Gelo wê ew Ûstad jê re nebêje ko “belê te nifrîn li zarokên gelê min kir, paşê hemû şewitîn, gelo te nifrîn li yên ko bi awakî hovane ew şewitandîn jî kir?” Gelo Ûstadê me di wê alema nûranî de wî bi nijadperestiyê tawanbar nake.

4- Gelo ma qey mîna her netewaya ko îro li ser rûyê vê erdê dijî, mafê netawaya kurd ya ji pêncî milyonî pêk tê jî nîne ko bi awayekî azad bijî û ew xwe bi xwe birêve bûbe? Hetanî îro wî kengê ev maf daye kurdan. Gelo hetanî îro, weke cemate herî mezin ya vî welatî ji boyî pirsgirêka netewaya kurd çi hewildanên we çêbûne? Ji boyî tefandina vî şerê biratiyê çi pêşniyarên wî yên dadmendane çêbûne? Kengê bang li kurdan kiriye ko dest ji şer berdin, werin em tev bira ne, em vê pirsgirêkê bi awayekî aştiyane çareser bikin.

5- Gelo ma qey zarokên vî gelê belengaz yê ji ser dema pêşîya Îslamiyetê û hetanî îro, bêyî hizra nijadperestiyê ji Îslamiyetê rexizmeteke zelal kirî, di serî de herdu mucedîdên dawî (Mewlana Şêx Xalidê Zêbarî û Bedîuzeman) hezaran zanyarên qedirbilind derxistî, çi dema ko serê birayê wî yê misilman (!) êşayî be, bêyî ko li zulma ko lê hatîye kirin binêre, bi canê xwe, bi malê xwe li hawara wan beziyayî ev nifrînên hovane heq kirine? Gelo heke îro navê Eyntabê Gazîantep be, navê Rihayê Şanlîurfa be, navê Mereşê Kahramanmaraş be, ne ji “gazî” tî, “şanlî”tî û “qehreman”tiyâ vê netewayê tê? Ma cezayê vê netewaya evqas dilovan, dîgerxam, safî û zelal ew e ko li zarokên wan nifrîn were kirin?

6- Gelo ma haya wî jê nîne ko Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz, sûretê Hucûratê de bi çi awayî behsa şer û pevçûnên ko di nav bera du qebîle, taîfeyên û miletên misilmanan de biqewimin kiriye? Li gorî fermana Xwedê ma nedivê mirov rola aşitiyê bilîze û bibe havalê yên aştîxwaz û li yên aştînexwaz bixe?

7- Gelo ma ne diviya yekî mîna wî ji dêl ko alîkî bigre û bibe şirîkê şaşî û gunehên wî, ji bo aşitiya di navbera wan de tevbigeriya. Ez ya we nizanim lêbelê di çanda me de usûleke gelek baş heye: Dema du malbatan şer dikir, eger di nav alîkî de yekî mela heba ew mela tevlî şer nedibû. Ne xizmên wî hêvî jê dikirin ko ew tevlî şer bûbe û alîkariya wan bike, ne jî aliyê dijber dengê xwe li melayê balbata dijberê xwe dikir. Ango herdu aliyan dizanîn ko ew mela ye, tevlî şer û fitneyan nabe, rola wî aştî ye.

8- Gelo haya wî jê heye an na, evên ko ew ji dil û mêlakê nifrînan li wan dike navê wan Hesen in, Huseyn in, Ehmed in, Muhemed in, Elî ne… ne Mîxo ne, ne Jons in, ne Corc in. Zarokên misilmanan e, ez nizanim ka ew bixwe nimêj dikin an nakin, lê belê babên wan nimêjker in, rojîgir in; diyên wan serîgirtî ne.

9- Gelo ma ew nizane ev dused sal in, xasma ev sedsal e ev gelê belengaz bi çi neheqiyan re, bi çi qirkirinan re rûbirû maye. Li dîroka nêzîk binêre, ka li Geliyê Zîlan çawa jinên ducanî ketine ber qesetoran, li Dêrsimê çi qetlîma çêbûye, li Alaqemşa Herzexa Şirnexê çawa gund tev da hatiye şewitandin? Li Cinibra (Yeşilyurt) Cizîrê çawa pîsî bi gundiyan dane xwarin? Di navbera salên 1990-1996-ê de li herêma kurdan çend kes ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetil kirin, bêserûşûn çûn, termên hinan hetanî îro jî nehatine dîtin. Li girtîgeha Amedê… Jixwe mirov nikare behsa wê jî bike. Gelo rojekê, carekê wî evên hanê li bîra xwe anîne, ji failên van kiryarên zalimane re jî heman helwest û bertek nîşan da?

10- Ma ne diviya ji me hemûyan zêdetir wî zanibûya ko ji çar esasên mezin yên Rîsaleê Nûrê yek jî piyarî ango şefqet e. Herweha Ûstad şefqetê ji bo gihiştina Xwedê ji eşqê jî girîngtir dibîne. Ko mirov ji çerçeveya şefqetê jî lê binêre diviya ew gotinên tije-kîn, tije-nefret nehtina kirin.

11- Di şerê Kendavê de dema Sedam Hûseyn bomba avête Telavîvê, ew ji zarokên Îsraîlî re giriya. Bila, gelek baş e, lêbelê ma zarokên kurdan ne ji zarokên cihûyan nêzîktirê wî ne. Ma ne diviya wî ew şefqet ji zarokên kurdan yên ev nêzî hezar salan e cîranên wî ne re jî nîşan bida?

Bi kurtasî me ev hereketa ko nijadperestî jê dipijiqe, kîn û nefreta di navbera gelê kurd û gelê tirk de zêde dike, bi tu awayî xizmetê ji aştiyê re nake û bûye sedema nerazîbûna gelê kurd ji zanyarekî mîna wî hêvî nedikir. Tişta me jê hêvî dikir ew bû ko ji bo rawestandina şerê biratiyê tevger û gotinên erênî bikira.

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2011-11-05
Xwendin: 6053
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org