[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Şehadeta Nîhat Cîlason
CIZÎRA BOTAN, 18/3 2012 — Newroz… Newroza ko cejna gelên Rojhilata navîn, xasma ya netewaya kurd... Di newrozê de gerdûn nû dibe, bi gul û kulîlkan dihête xemilandin. Yezdanê dilovan sen’etên xwe yên heta tu bibêjî spehî û delal bi merasimeke gewre radixe ber çavan û pêşkêşî nêrîn, ramîn û ecibandina xwedîaqilan dike. Rojeke keyf û xweşiyê ye newroz.

Gelê kurd di wan demên ko serbixwe bû de dema ev roj di ser wan de dihat ji malên xwe derdiketin, berê xwe didan geşt û seyranan. Bi sirûştê re dibûn yek, kul û xemên xwe yên ko di demsala zivistanê de kişandibûn weke gilî ji sirûştê re vedigotin.

Lêbelê zordestan ev çendîn sal in gelê kurd ji vê keyf û xweşiyê pêpar hiştine. Xasma wê salê û di wê newrozê de…

Sal 1992, meha adarê… Dîsa li ser asîmanên welatê me ewrên reş û tarî digerîyan. Li şûna barana rehmetê xezeb, zilm û xwîn dibariya ji wî ewrî. Zordestan welê kiribûn ko serî bûbû pîvazek. Bendîxane, girtîxane, esîrxane mişt bibûn ji zarokên welêt, rê nemabûn tê de. Ji ber ko di wan dojehan de rê nemabûn ko azadîxwazan têxin tê de şeytanîyeke din ketibû serê zordestan. Biryareke nû girtin û li gorî wê biryarê li tevî bajarê Cizîra Botan derketina kolanê qedexe kirin û bi vî awayî ev bajar kirin girtîxaneyeke mezin.

Paytextê welatê Bedirxan bûbû girtîxane. Zarokên wî, nevîyên wî nedikarîyana derketana derve. Wî pilingî wê gavê serê xwe rakira û li rewşa bajarê xwe binêrîya gelo wê çi bifikiriya ez nizanim, lê ya ez dizanim ew bû ko eger Yezdanşêr ew malkambaxî dîtiba bawerim wê hatiba serê xwe û tepan û wê xebîneta xwe ya ko di hemberî mamê xwe de rabûyî û bûyî sedema wê şikestinê aniba zimên. Çi feyde!!!

Belê xelkê bajêr ketibûn hundurê malê. Ji hemû mafên xwe yên mirovî mehrûm bûbûn. Ne rojek, ne dudo, ne sisê; ew deh roj bûn xelk di mal de êxsîr bûn. Zarokan carcaran bi tirs û xofa xwe ve xwe digihandin firinan û hinek nan bo xwe dianîn, lêbelê hetanî vedigeriyan mala xwe, destê dê û babên wan li ser dilê wan bû û guhê wan jî li ser dengê tifingan bû.

Nîhat, Nîhatê panzdeh salî dema dît ko hewceyîya mala wan bi nên heye; dîya wî, babê wî birçîne, destxwe de biryar girt ko here firinê, nanî bikire û bîne bide ferdên malbata xwe. Bi kelecan bû Nîhat… Karekara diya wî ya ji bo nederketina wî ya derve û neçûna wî ya bo firinê agirê wê kelecanê sist nekir û ji biryara wî re nebû asteng. Wexta haya derûdorê jî jê çêbû ko Nîhat dê here firinê, ewan jî pereyên xwe kom kirin û radestî Nîhat kirin, da ji wan re jî nên bîne. Vêya kêfa Nîhat zêde kiribû. Lewra bi vî hawî dê ji dost û cîranên xwe re jî xizmet bikira. Berê xwe da firinê Nîhat, hem jî bi lez û bez. Bi bayê bezê re xwe gihande firinê, nan kirî û berê xwe da malê. Dema nan li berhîvîyên xwe belav kir, rûyê wî geş bû, te digot qey dinya bûye ya wî ewqas kêfa wî dihatê.

Ji nişka ve xizmekî wan hate wir. Dema nan di destê Nîhat de dît got:

“Nîhat, ser serê mamê xwe, eve ji te re pere, çend nanekê bide mala me jî.”

“Bila mamo ser serê xwe.” Bersiv da xizmê xwe Nîhatê delal. Hinek ji wî nanên ko li ser qewîtîyê anibû bir mala xizmê xwe û dîsa kete ser rêya firinê da hineka din bistîne.

Belê Nîhatê ciwan kete ser rêya firinê, lê haya wî jê nebû ko dê çi bihata serê wî. Haya wî jê nebû ko hin wehş û hov û dirinderyên li ser şiklê mirovan li ser rêya wî kemîn danîne. Yên çavê wan xwînê girtî, yên têhnî xwînê bûyîn, yên ketîn li pey nêçîra xifşikên xezalan li ser rêya wî ne. Dilê Nîhatê reben paqij bû, cihê van tiştên dermirovî nebû. Ewî dixwest mezin bibe, ji gelê xwe yê belengaz re xizmetê bike.

Belê Nîhat bi vê işq û şewqê kete firinê, nan kirî û li şûn de vegerîya. Em nikarin bêjin vegerîya, lewra peyva “vegerîya”yê ji çar kiteyan pêk tê. Em dikarin jê re bibêjin “vege”, lê “rîya”yê nikarin bêjin. Ji ber ko ew jê re qabil nebû. Ango “vege” kir, lê “rîya” nekir. Ango negiha mala xwe.

Xwînxwaran derketina Nîhatî ya ji firinê dîtibûn. Ev çend roj bûn li nêçîreke holê digerîyan, kêf kêfa wan bû. Li ser makîneya/tirimbêla xwînê bûn. Du cinawir bûn. Di nava wan herdu cinawiran de li ser kuştina Nîhatî gengeşîyek derket:

“– Mi berde vî yê ermen ez bikujim!”

“– Na, na; wê şerefê bo min bihêle.”

“– Na wele nabe, cara pêşî min dît. Ew nesîbê min e.” Hema yekî ji wan nemerdî nekir, lûleya tifinga xwe danî ser milê havalê xwe û berê wê da Nîhatî û got: “bîsmillah!” û tiliya xwe da dilika wê. Teeeq! Bi teqînîyê re Nîhatê ko dixwest li kolanê bifitile mîna çuwalê vale li erdê ket.

Bi teqînê re qîrek ji dayika wî ya reben derket: “Wele mala min xirabû, Nîhatê min çûye nên û eve dengê çekan hat.” Dêka reben her çiqas nedîtibe ko kurê wê hatiye kuştin û xeberek bi vî rengî hêj jê re nehatibe jî lê ew dil nîne, ew dil, dilên dayikan, ew dilên xessas, ew dilên hestîyar, ew dilên tejî-şefqet der barê zarokên xwe de bi her tiştî dihesin.

Dengê tifingê li taxa Tor-a Cizîrê olan dida. Ka kî dikariya çûbûya ser termê wî? Yê çûbûya ser wî wê ew jî ketiba tenişta wî. Nîhatê birîndar bi çi kul û halê heyî xwe gihande ber deriyekê û xwe avête mal de. Şaredarê Cizîrê yê wê demê ko mala wî nêzî cihê bûyerê bû ber bi Nîhat ve bezîya. Serê wî rakir danî ser ranê xwe.. Lê Nîhatê delal nefesên xwe yê dawî didan. Ji vê dinyaya bêbext xatir dixwest Nîhatê delal.

Bimre mirovahî… hek evana mirov bêne hesibandin her bijî hovîtî. Çi bû tawana Nîhatê belengaz? Gelo kujer bû, hinek kuştibûn? Gelo çavê xwe dabû namûsê yekî? Na. Lêbelê tawaneke wî ya zikmakî ya ne di destî de wî hebû: Kurd bû, kurd… Ev tawan ji kuştina wî re bes bû. Lewra li gorî zîhniyeta wan kujeran kurdê herî baş kurdê mirî bû. Ya herî zêde mirov diqehirand ew bû ko van wehşan ev hovîtîya xwe li ser navê Îslamê dikirin. Li gorî nêrîna wan kurd hemû ermenî bûn. Gelo haya wan misilmanên sexte ji ayeta “Men qetele nefsen bixeyrî nefsîn ew fesadîn fîlerdî, fekeennema qetelennase cemî’en-Ew mirovê ko yekî yê kes ne kuştî û li ser rûyê erdê fesadî dernexistî bikuje, herwekî mirov hemû kuştîn.”

Di çavên wan xunxwaran de Nîhat û ew gelê ko Nîhat mensûbê wê bû bêdîn bûn, ermenî bûn. Lêbelê rojî bû Nîhatê delal, hem jî destnimêj bû. Rojî jî bû. Lê nehiştin sax bimîne hetanî fitara xwe bike. Dîyar bû ko li axretê di serî de Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Muhemmed, Yusuf Zîya hemû pakrewanên Kurd û Kurdistanê li hêvîya wî bûn. Bi merasim pêşwaziya wî dikirin.

Armanca kujeran hatibû cih. Dinya ji kurdekî paqij bibû. Belkê jî dema ko hatibûn Kurdistanê soz û ehd danibûn ser rûh û canê xwe ko hetanî ew hinek kurd nekujin venegerin diyarê xwe. Dibe ko ji hinekan re soz dabin. Belê eger derfeta wan hebaya, wek çawa li deverên din jî kiribûn wê hatibana guhê wî jêkirana, bi xwe re bibirana û weke delîl pêşkêşî hemfikrên xwe kiribana.

Piştî ko babê wî û xizmên wî ji bûyerê agahdar bûn, bivênevê hinek mirov li ber derê mala şehîdî civiyan. Zaliman nedixwest mirov bigihên hev, loma hatin li wan kirin qîr:

“– Ev çi qerebalix e, çima hûn li vir kom bûne? Ma hûn nizanin derketina derve qedexe ye?

“– Cenaze heye, zarokek hatîye kuştin.”

“– Kê kuştiye?”

Babê şehîdî hew xwe ragirt:

“– Hewe kuşt, hewe!!!”

Hê gotina xwe xilas nekirî mîna gurên har bi kulm û pehînan ketin ser babê şehîdî.

Ji ber ko qedexeya li ser derketina kolanan berdewam bû nedikariyana şehîdê xwe veşartana jî. Cenaze du rojan ma di destê wan de. Di dawiyê de şaredar bo veşartinê destûr xwest. Çend mirovne li hev kom bûn û şehîd radestî axê kirin. Dema ew mirov ji bo veşartinê li ser gorê bûn jî kujeran berê tifingên xwe dane wan û li wan reşand. Ewan xwe avêtin erdê û bi vî hawî xwe ji mirinê rizgar kirin.

Belê ewan Nîhat’ek ji nav me derxistin û zen dikirin ko wê cihê wî vala bimîne. Ew nizanin Nîhat xilas nabin. Nîhat’ek here wê deh Nîhat werin dewsa wî. Hetanî neteweya kurd heye wê Nîhat hebin. Kurd jî bi kuştinê xilas nabin. Kurdên ko di tevkujîyên Gelîyê Zîlan de xilas nebûyîn, di Enfalan de xilas nebûyîn, di Dêrsiman de xilas nebûyîn di sînemaya Amûda rengîn de xilas nebûyîn, di kuştinên kiryar nedîyar de xilas nebûyîn…

Belê Nîhatê pakrewan di dilê me de dijî.

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2012-03-18
Xwendin: 4327
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org