[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Îniyên sîvîl
CIZÎRA BOTAN, 26/5 2012 — Ev serê du salan e ko gelê me yê bakur bi navê “îniyên sîvîl”, “xutbeyên alternatîf” pêk tîne. Her çiqas eleqeya gel ya bo van xutbeyan ne biqasî berîya hilbijartinê be, ango piştî hilbijartinê eleqeya gel hinekê kêmtir bibe jî lê hêjan didome.

Ez bixwe jî gelik caran tevlî van xutbeyan bûme û bi rastî jî bi vê tevlîbûnê ez xwe dilşad dibînim. Eger pirsgirêkên min yên tenduristiyê nebana bawer dikim min yek jî bernedida û ez ê tevlî hemûyan bibama.

Ev xutbe jî çi ne, di fiqha Îslamê de cihê wê heye an na? Ev pirsên hanê bê guman zanyarên zanista fiqha Îslamê eleqedar dike. Lêbelê ez dixwazim hin hestên xwe yên derbarê van xutbeyan de beyan bikim:

Wek tê zanîn ola Îslamê dijê olên din oleke civakî ye. Îslam çareserkirina pirsgirêkên civakê li peyrewên xwe bar dike. Ji bo vê çendê daku misilman li hev bicivin û derdê xwe ji hevûdin re vebêjin hin wecîbeyên rojane, hefteyane û salane daniye li ber wan. Wek mînak, her roj pênc caran çûna mizgeftê ya ji boyî cemaetê bi wadeya xêreke mezin teşwîq kiriye. Di hefteyê de carekê bi boneya xutbeyê li hev kombûna li mizgeftekî fer (ferz) kiriye. Salê carekê jî bi navê Hecê ji mîtîngeke mezin re hatiye vexwendin bo Mekkeyê. Mirov dikare ji van civînên îbadetê re mîtîng bibêje. Di nav wan mîtîngan de ji ber ko mîtinga hefteyane ango xutbeya rojên îniyan me eleqedar dike ez dixwazim di vê mijarê de hin nêrînên xwe vebêjim:

1- Di vê mîtîngê de bê guman ji wê xwezayîtir tune ko pirsgirêkên wê herêmê were goftûgokirin. Lewra mebest ji wan mîtîngan ew e. Wek tê zanîn pirsgirêka herî mezin ya herêmê jî pirsgirêka kurd e ko di serî de serokwezîr, pirtirîn xelkê Tirkiyeyê di vê çendê de hemfikir in. Îca ji ber ko di mizgeftên Dîyanetê de behsêkirina vê pirsgirêkê jî ne mimkun e, di destên kurdan de ya mayî ewe ko dereke welê peyda bikin ko li wê derê karibin bi rehetî vê pirsgirêkê biaxivin.

2- Ji damezrandina komarê û vir ve gelek neheqî li gelê kurd hatiye kirin. Yek ji wan neheqiyan jî bê guman qedexekirina zimanê kurdî ye. Bi vê qedexekirinê digel gelik tiştan, mafê wî yê guhdarîkirina we’za ya bi zimanê wî jî heye. Belê di vê dinyaya medenî û ramana azad de mixabin hêjan ew neheqî didome. Vaye gelê kurd, dereng jî mabe bi kirina van xutbeyên alternatîf vê bêdadmendiya zordestan li rûyê wan dixe.

3- Di mizgeftan de Qur’an tête xwendin, xutbe tê xwendin, weez tê dayîn. Armanc ji xwendina Qur’ana pîroz û xutbeyan û dayîna wan we’zan ewe ko rastiyên Îslamê ji xelkê re were ravekirin da ewana di derbarê wan tiştên ko nizanin de werin ronîkirin. Lêbelê beriya hemî tiştî divê di mizgefta Xwedê de rastî were gotin û baweriya xelkê jî were ko di mizgeftê de rastî tê gotin. Dema derbarê rastiya wan xutbe û we’zan de guman têkeve dilê xelkê êdî tu wateya wan xwendin û we’zana namîne. Vaye gelê kurd gumanê deynin aliyekê wek navê xwe zaniye ko di mizgeftên fermî de rastîtiya Îslamê nayê vegotin. Tişta li gorî pergalê be, li hesaba wê be tê gotin; ya ne li gorî hesaba wê be nayê gotin. Ji ber wê çendê gel bi van xutbeyên alternatîf dixwaze guhdariya vegotineke bê sansor ya Îslamê bike. Ev jî mafê wî ye.

4- Bi tecrûbeya dehan salan êdî gelê kurd bawerî aniye ko Serokatiya Karên Diyanetê sazîyeke pergalê ye, di helandina (asîmîlasyon) gelê kurd de ew jî erkdar e. Heta mirov dikare bibêje ko zîhniyeta wê ya derbarê kurdan de ji ya pergalê bijhrîtir e. Lewra dirûşmeya ko ehlê xutbeya îniyên sivîl bikar tîne vê xisûsê bi awayekî wecîz îfade dike: “Kesê zimanê (mafê kurdan) înkar dike nikare dînê me nîşanî me bide. Madem welê ye, mafê tu kesî tune ye ko ji kurdên welatparêz û hişyar re bibêje ko “çima hon di mizgeftên dewletê de nimêja îniyê nakin, hon diçin li derên din nimêj dikin?”

5- Armanceke din jî ya ji van komcivînên xutbeyan ewe ko takekesên misilman hevûdin nas bikin, qedr û qîmetê bidin hevûdin. Daku biratiya di nav bera wan de bihêz bibe. Lê belê ji ber ko min li herdu deran jî, ango li mizgeftên dewletê jî û li yên alternatîf de jî xutbe kiriye û li rewşa nimêjkerên herdu aliyan jî temaşe kiriye, ez bisond dikarim ji we re bibêjim ko dehyeka wê germahiya di nav bera takekesên xutbeyên alternatîf de di aliyê din tune bû. Min nav bera mirovên xutbeyên alternatîf de germahiyeke wan kesên ko ji bo heman armancê têdikoşin dît. Vêya bala min dikişand. Dema yek nû dihat nimêjê serbilindiya wî ji rûyê wî diyar dibû. Ji leza wî xuya dibû ko ew dixwaze zû were li cem hemramanên xwe rûne û guhdariya wê we’za ko têhnî wê bû bike. Yê rûniştî jî dema didît ko vaye yekî din têt, ew jî bi hatina wî kêfxweş dibû. Ji dûr ve bi serê xwe merheba didayê û bi vî hawî dixwest ko hatina wî pîroz bikira. Di navbera wan de pêwendiya biratiyeke rasteqîn ya bêyî riya hebû. Ev pêwendî di awayê “jihevûdinrerêvekirin” û “pêşniyarkirina cihê xweştir ya ji bo havalên xwe de” de diyar dibû ko di Qur’ana Pîroz de ji vê xesletê re “isr”(*) tê gotin. Ev xisûs jî sedemeke mezin e û herweha sedemeke Îslamî ye ko xelk li dereke cuda nimêja xwe ya îniyê bikin.

Mirov dikare van sedemana hêj zêde bike. Erê rast e li cihê xutbeyên alternatîf mehfûr tune ne; ji dêl wê ve karton hene. Xelk li ser kartonan rûdinin. Wek tê zanîn rûniştina li ser kartonan ezîyet e. Çokên wan diqerimin, diêşin. Ew kesên ko li ser kartonan rûniştine ji ber qerimandina zêde çokeke xwe radikin, yeka din datînin. Car heye ko baran wan şil bike, car heye jî tava germ wan bişewitîne, biperitîne; bes ne şilkirin ne şewitandin û peritandina tavê ne jî qerimandina çokên wan nikare wana ji rêya wan ya protestokirina mizgeftên fermî û pêkanîna xutbeyên nalternatîf bide alikê.

”Ew bixwe hewce jî bin wana (birayên xwe) li ser xwe re digrîn, tercîhê xwe dikin.”, Sûretê Heşr, ayet: 9

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2012-05-26
Xwendin: 4457
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org