[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Sultan Evdilhemîdê didoyê, Mistoyê Mîrî û qetlîama Robozkê
CIZÎRA BOTAN, 15/7 2012 — Mustefa Paşa ko di nav gel de weke Mistoyê Mîrî dihate nasîn serokê eşîra mîran bû. Sultan Evdilhemîdê didoyê ew kiribû paşayê Hemîdiyê. Sala 1902-yê şirnexiyan Mistoyê Mîrî di nêvbera Cizîrê û Şirnexê de kuşt.

Sultan Evdilhemîd ji bo ko otorîteya navendî çêbike û li Rojhilata Enetoliyayê dewletê bixe rewşeke fealtir û Enetoliyaya Rojhilat li hemberî sîyaseta êrîşkar ya Rusya û Îngilistanê muhafeze bike û armanca xwe ya “ji-dîn-sûd-wergirtinê” li vir jî pêk bîne “Serhengiyên Hemîdiyeyê” (Hamidiye Alaylari) saz kiribû.(*)

Mistoyê Mîrî ji ber ko pişta wî ji Sultan Evdilhemîdê didoyê yê dûgela osmaniyan germ bû, tişta ko bixwestiba li gelê herêmê dikir, milkê kê bixwestaba dest datîna ser. Tê gotin ko jinên bedew yên Cizîrê da ko xwe ji xirabiya wî biparastana rûyê xwe tenî didan. Bapîrê min mehîneke kihêl ya gelek hêja hebû. Dema ji Cudeydê gundê Cizîrê dihate navenda Cizîrê diviyabû ko di ber kolika wî ya ko li Banê Cirf (Cirm) danibû de derbas bibûya. Daku mehîn nereqise û bi vî şeklî spehîtayiya wê diyar nebe bapîrê min serê mehîna xwe serbesta berdida.

Mistoyê Mîrî car caran dişand pey mezinên Cizîrê û di civata xwe de bi awayekî ew li hemberî hevûdin rezîl dikirin. Zilma ko li gel dikir ji aliyê her kesî ve dihate gotin. Her mezinekî Cizîrê keçeke wî ji xwe re anibûn û xwe kiribûn xizmê wî da xwe ji şerê wî biparastana. Heta ko Ûstad Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî ji Bedlîsê qesta wî dike û bi hêza xwe ya manewî gefan lê dixwe, da ko wî ji zulma wî re bibe asteng. (**)

Sedema ko ez behsa zordestiya Mistoyê Mîrî dikim ev e: Yekî Cizîrê yê bi navê Ehmed ko bapîrê parêzer Alî Dînlerê gorbihişt bû, dema Mistoyê Mîrî dest datîne ser gundên wî ew biryar digire ko here giliyê wî li nik Sultan Evdilhemîd bike. Bi vê munasebetê bûrayê xwe Şêx Muhyeddîn bi xwe re dibe û berê xwe didin bajarê Stenbolê, navenda dûgela osmaniyan. Ew li nik xwe dibêje ko ew ê here ba badîşah û ji dadweriya wî bixwaze ko gundên wî ji Mistoyê Mîrî bistîne.

Piştî rêwîtiyeke gelik dirêj digihijin bajarê Stenbolê. Li gorî derfetên wê dema bi awayekî randevûyê dixwazin û xwe digihînin seraya padîşah. Ehmedê Cizîrê dema diçe pêşberî sultan, ji kelecanê dilê wî lê dide. Serê pêşî padîşah dipirse:

“— Ka bêje tu xelkê kuderê yî?”
“— Ez xelkê Cizîra Botan im, ezbenî.”
“— Te got tu xelkê Cizîrê yî, ne wusa?”
“— Belê ezbenî, ez xelkê Cizîrê me.
“— Kurê Mustefa Paşa li wir e, ew çawa ye gelo?”

Tam li vê derê haya Ehmedê reben jê çêdibe ko ewî rêwîtiyeke beytişa kiriye û wê tu feydeya giliyê “kurê wî” ya li ba “babê wî” tunebe. Ma wê giliyê kurî li cem babê bike? Hema xwe dide hev û sedemeke din ya serdana xwe ya Stenbolê nîşan dide û dev ji giliyê berdide. Lê diviya bersiva padîşah bidaya:

“— Erê ezbenî, Mustefa Paşa baş e, silaman li te dike.”

Ev siyaseta zordest ya dewletê ya li ser gelê Kurd tê meşandin ne ya îro ye; xwe digihîjîne berî niha sed û heftî, sed û heştî salan. Li gorî vê siyasetê çi zordestiya ko li ser navê dewletê li gelê Kurd were kirin rewa ye. Ji serîhildana Bedirxan Begê hetanî dema me failên wan kiryarana tu ceza nexwarine, dijane her dem ji teref dewletê ve hatine xelatkirin.

Qetlîamên li pey serîhildanên Kurd, xasma yên li pey qiyama Şêx Seîdê Kal, Agrî û Dêrsimê di nav wan de sereke ne. Failên wan nehatine cezakirin. Mustefa Muxlali yê ko failê bûyera “sih û sê guleyan” bû, hetanî CHP li desthilatê bû nehat darizandin û ceza nexwar. Dijane hate xelatkirin û navê wî ji bo ko bijî û wenda nebe li Garnîzona Ozalp’a Wanê hate kirin. Her çiqas piştî desthilatdariya Partiya Demokrat ew kes hatibe darizandin jî bêguman ne ji ber kujeriya wî ya kurdan bû, ji ber reqabeta di nav bera partiya desthilatdar û ya muxalefetê bû.

Êşkencekerên tevgera 12 êlûnê yên girtîgeha Amedê hetanî van demên dawî nehatin cezakirin. Failên kiryar nediyar yên di navbera salên 1992-1997-ê de ko bûbûn sedema mirina 17 hezar kurd heta îro jî neçûne pêçberî dadgehê. Navê wan û rûyê wan hatin guhertin û jiyaneke xweş ji wan re hate amade kirin. Hinek ketibin dadgehê jî piştî ko dadgeh ji wan re ji mala wan jî xweştir kirin paşê li wir kirin “mêhvan.”

Xeleka dawî jî Robozka birîndar dikeve pêşberê me. Jixwe sedema vegotina meseleya Ehmedê Cizîrî, Mistoyê Mîrî û Evdilhemîdê dûwem ew e ko ez herdu rûdanan deynin ber hev. Da ins û cin zanibin ko her çiqas ji sed salî zêde dem di ser de derbas bûbe jî lê ew siyaseta reş ya li ser gelê Kurd tê meşandin hêjan neguheriye, berdewam e.

Encama doza bombebarana Robozkê ya ji aliyê balafirên dûgela tirk ve hatî kirin ko bibû sedema kuştina 34 xortên xalîxerez yên kurd ji aliyê piştgiriya zalim û kujeran ve dişibe doza Ehmedê Cizîrî yê ko çûbû ba Sultan Ebdulhemîd û ji pergala wî ya zalim daxwaza dadweriyê kiribû û paşê jî destîvale vegeriyabû.

Sultan Evdilhemîd bi wê siyaseta xwe ya kûr hîs kiribû ko Ehmedê Cizîrî ji ber gilîyê hatiye ba wî, loma hêj ew nedayî axaftin Mistoyê Mîrî kir “kurê xwe” daku Ehmed fersenda giliyê jî nebîne. Zulma ko Mistoyê Mîrî li ser gelê herêmê dikir Evdilhemîd qet eleqedar nedikir; tişta ew eleqedar dikir beqaya dewletê bû û xulamtiya Misto ya ji bo dewletê bû.

Serokwezîr piştî rûdana Robozkê spasiya serpiriştiya leşkerî kir. Bi vî havî da aşkere kirin ko siyaseta kuştinê berdewam e û wê tu kes nikaribe ji kujeran hesabê jî bixwaze. Heta mirov dikare bibêje ko ev spasî ji kesên bixwazin bûyerê ronî bikin re peyameke hişyariyê ye. Jixwe hetanî îro ronîbûna bûyerê biqasî serê derziyê bi pêş ve neçûye. Ew wehşet ji destê kê hat kirin? Kê ew bi wa da kirin? Li pey wan kî hebû/heye? Kê dixwaze bide veşartin? Ev hemû di tariyê de mane.

Ji ber vê çendê wê ev doz jî mîna dozên din di dirêjayiya demê de wenda bibe û wê were jibîrkirin. Yê çûyîn jî ji kîsê xwe çûn. Ji xwe dadwerî ji zaliman nayê xwestin. Di vê derbarê de ûstad Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî çiqas xweş gotiye. Dema şagirtekî wî jê re dibêje: “Çima tu serî li wan nadî û doza mafê xwe nakî?” Holê bersivê dide: “Ew kesên ko bêmafîyê maf angaşt dikin, dozvekirina derbarê wan de û serîlêdana bo wan bêmafîyek e û bêrûmetîyeke di hemberî mafî de ye. Ez naxwazim vê bêmafîyê û vê bêrûmetîyê ya derbarê mafê de bikim, wesselam.”

Weke dawî: Zulma zalimî hebe Xwedayê mezlûmî jî heye.

(*) (Bayram Kodaman; Di Bin Ronahiya Pirsgirêka Rojhilat de Polîtîkaya Sultan Evdilhemîdê II. ya Rojhelatê Enetoliya.. W. Orkun, Stenbol, 1983, r. 29-36)

(**) Di nivîseke din de em ê behsa vê hevdîtina wan bikin.

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2012-07-15
Xwendin: 5837
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org