[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Peyvên tirkî yên di Dîwana Mewlana Cizîrî de
CIZÎRA BOTAN, 7/8 2012 — Gotineke pêşiyan ya Kurdan heye: “Giyayê hewşê tehl e.” Wateya vê gotinê eve ye: Di xûyê mirovan de heye ko ji kesayetiyên nêzî xwe bêhtir qedr û qîmetê bidin kesayetiyên dûrî xwe. Rasteqîniya ko ev gotin îfade dike di nav Kurdan de bêhtir tecellî kiriye.

Yek ji wan hêjayiyên me yên ko hetanî demên dawî me qedr û qîmeteke layiqî wî nedayiyê Mewlana Ehmedê Cizîrî ye. Me qedirgirtina wî zatî bi hêviya çendik sofî û melayên ko di civatan de qesîdeyên wî bixwînin ve hêla ye. Alimên me yên zanyariya edebiyatê mixabin serê xwe pê neêşandine, heqîqetên ko di nav rûpelên dîwana wî ya pîroz de ne ji xelkê xwe re rave nekirine; ew durr û elmasên ko di wê heftbehranê (okyanûs) de ne dernexistine Ji ber wê çendê xelkê, xasma xelkê nexwende ew tam nas nekirine, her dem bi tenê bi çavê weliyekê lê nêrîne.

Eger îro Mewlana Cizîrî hem di derveyî welêt de hem jî di nava welêt de mîna hempayên xwe Celaleddînê Romî, Hafizê Şîrazî û Se’dê Şîrazê nehatibe nasîn bê guman encama wê îhmal û wê guhpênedanê ye. Hal bi hal Mewlana bixwe serdestiya xwe ya di hemberî wan kesayetiyan de aniye zimên:

Ger lû’lû’-i mensûr-i ji nezmê tu dixwazî
Wer şi’rê Melê bîn te bi Şîraz-i çi hacet

Wate: Ey kesên ko ji helbestan fêm dikin û jê hez dikin! Eger hewe helbestên menzûm yên di spehîtayî, întîzam û rewneqa xwe de mîna mirariyên belavbûyî bivê, werin helbestê Melê bibînin. Ma çi hewceye ko hûn herin hetanî Şîrazê!

Çendekê sadiq cema bin
Er bibêjî can fida bin
Wek Melê lazim tu nabin
Wî ji dil canê xwe daye

Wate: Eger aşiqên ko di işqa xwe de dilsoz in hemû li bicivin û tu zen bikî ew di rêya işqa te de giyanê xwe didin, bawer bike yek jî mînanî Melê nabe. Lewra heçîke Melê ye (behsa xwe dike) ewî bi dilxwaz canê xwe daye.

Pîrê şe’’ar e di şi’rê we Melê şalifiroş
Tu nişan min mede Ferxî ko li nik min bûye ferx

Wate: Melê pîrê şairan e û vî sen’etê şi’rê ko dişibe şalê Ecem difiroşe. Tu wî şairê navdar yê bi navê Ferxî (Ferroxî) nîşanî min mede; ew li nik min bûye ferx, ango li nik min mezin bûye

Yek ji taybetmendiya Mewlana Ehmedê Cizîrî ewe ko ji bilî zimanê dayikê yê Kurdî, zimanê wêjeyê yê farisî û zimanê Dînê Îslamê yê Erebî haya wî ji zimanê tirkî jî hebûye. Ev xisûs di dîwanê de xuya dike. Ez ê di vê nivîsara xwe de peyvên zimanê tirkî yên di nav dîwana wî ya pîroz de ne bi awayekî alfabetîk raxim ber çavan:

ALA/ELA:

‘Enberên xemrî û sosin (ALAN)
Sohr û zer şitrî û çîçek alan
Ko bi mestî didirin yek palan

Wate: ….ew keziyên enberîn yên sor û sosinên bi rengê “Ala” ango bi rengê têvel.. ew zulfên sohr û zer û ew çîçekên “AL” ango sor….

ÇAŞİTÎ/ÇEŞÎT

Min go mehê new (ÇAŞİTÎ)yê ebrûyê yarê
Go min çi hed e şubhetê ne’lê feres im ez

Wate: Min ji meha nû (hîlal) re got: “Meha nû! Tu dişibî birhên hebîbê, ango tu ji cûreyên (ÇAŞİTÎ) ebrûyê yarê yî”. Hîlalê holê bersiva min da: “Ev ji min zêde ye e ko ez bişibim ebrûyê wê. Dibe ko ez bişibim nalê hespê wê.”

ÇİX/ÇİK

“Çik”a tirkî ya vê demê ye. Ji ber ko di kurdî de bi karanîna vê peyvê ya wekî “çik” zor e, tîpa wê ya dawî ya “k”yê weke “x” hatiye bikaranînin.

1- Lê li tolê asitanê “çix” bi wan le’lan kirin
Dergehê fethê vebû îro li mehcûran ‘eceb

Wate: Ev tiştekî gelik sosret e ko ji ber ber ko dilbera min bi wan lêvên xwe yên mîna le’lên sor ji seyên li ber devê deriyê xwe (yanî Mewlana behsa xwe dike) re got “çix” yanê em ji ber deriyê xwe avêtin, sebeba axaftina wê ya bi me re deriyê fethê li me vebû. Di kurdî de “çîx” me‘naya vexwendina rikeberê xwe bo meydana şerî dide û dibe ko Melayê Cizîrî bi wê me‘nayê jî bi kar anîbe..

2- Bê keştî li ber behra firaqê erixîm ez
Xewfek me hebû lew bi wisalê perixîm ez
Bihnek ji wisalê me bihîst û kerixîm ez
Wek tole li pê mûçih li dorê çerixîm ez
“ÇİX” kir me hebîbî ko tu narî biqeşî

Wate: Bê keştî ez gehiştim rexê deryaya fîraqê. Tirseke me ji wîsala hebîbê hebû, ji ber wê tirsê laşê min bû perçe perçe. Paşê me bêhnek ji wîsalê seh kir, ji ber wê bêhnê ez kerixîm. Wek çawa tûle li pey mûçeyê difitile, min jî wusa li dora hebîbê çerx kir. Lêbelê hebîbê ez qewirandim û gote min tu naçî û bi zimanê tirkî ji min re got “çix!”

DENGİZ/DENÎZ

Xudrê bi remz û mu’cizê mest-i me dî di (DENGİZ)ê
Hat-i peyaleyek di dest eşkere sed peyale kir.

Wate: Me Xidirê ko xudanê remz û mûcîzeyan e di nava deryayê (dengiz/denîz) de, di haletê serxweşiyê de dît ko wa ji wê ve tê û qedehek di destê wî de ye. Ji wê qedehê da me, bes paşê hejmara wan qedehan bi aşkereyî kire sed.

ESLAN/ASLAN

‘Ala we tayên qurmizîn
(ESLAN) di ber daberizîn
Wate: Nêrgiz di baxan tewwizîn
Neyşekeran nîşan e reqs

Herdu çavên hebîbê yên dişibin şêran (ESLAN) di bin kefiya wê de êrîş kirin…

HANÎ?

Mislê Mûsa wî tecellaya te dî
Ê tu dî kanî xeta hanî xelet

Wate: Wî (Şêxê Sen’anî) mîna Cenabê Mûsa (s.e.w.) tecellaya Te dît. Îca ew kesê Te bibîne kanê xetayê wî kanê (HANÎ) xeletiya wî

ÎLAN/YİLAN

Herdu “ÎLAN”ên te dî min toqa gerden kir medam
Da mi her bêtin tebessum wek gula dehhak-i rûh

Wate: Min her tim herdu keziyên te yên ko dişibin du marên (ÎLAN) reş li gerdena xwe alandiye, daku giyanê (ruh) min mîna gula vebûyî ya kenoker bibeşişe.

NE?

Zanim perîşan î ji dil
Bêhed biêşan î ji dil
Teşbîhê biryan î ji dil
Bi l-lah (NE) insan î Mela

Wate: Ez dizanim ko tu (ey Mela!) ji dilê xwe ve perîşan î û bêhed êş di dilê te de hene. Herweha tu ji dilê xwe ve mîna biryanê yî. Ev tu çi (NE) însanî ey Mela!

QOŞİÇÎ/KUŞÇU

Teyrê dil bê tem’ekê nayête dest şehzadeyan
QÛŞÇİYÊ) şahîn di destê wî di bêazar-i bit

Wate: Dilê evîndarî yê dişibe teyrî bê tamik nayête destê şehzadeyan. Ji ber wê çendê pêwist e ew teyrvanê (qûşiçî/kuşçu) ko di destê wî de şahîn heye bêeza bit.

SUWAJ/SAVAŞ

Zuhreçengê ev “SUWAJ” dî ew ji çeng avête çeng
Xweş li pê qanûnê wê guh de tu qanûn û rebab

Wate: Ew kulîlka reqqas ango ew kulîlka ko bi hereketa xwe ve herwekî direqise dema di alemê de ev “suvaj” ango şer dît, hema aleta reqsê avêt…..

TELES

Saqî ji ezel yek du qedeh bade bi min da
Hetta bi ebed mest û xumar û teles im ez

Wate: Saqî hêj di rojika ezel da qedeh bade da min, ji ber bandora wê meya heta hetayê ez serxweş û xumar zeîf (TELES) im. Teles, di wateya zeîf û hejarî de ye.

YOK/YOX

Netrik û tayên bi rîşî
Ê di zêr in pê ve wîşî
Min du fêris dîn di pêşî
Murwe û insafi YOX

Wate: Netrik û tayên (ev herdu aletên spehîtayiyê yên jinanin) xudan-rîşî, yên zêrînin ûşî bi wan ve hene. Min ji aliyê pêşiyê ve du fêris (çav) dîtin. Murwet û insafa wan nebûn (yox.)

YOL

Ko dilber hate vê (YOL)ê
Ji ber pir hin ketin çolê
Ji qencan ko revand holê
Ji mehbûban birin nerde

Wate: Dema dilber hate vê “YOL”ê, ango hate wê civata ko tê de mey tê vexwarin, gelek dilberên din ji ber fihêta bedewiya wê ew civat terikandin û ketin çolê….

ZORBE/ZORBA

Wate: “ZORBE” we têtin ‘ereb têk-i çevandin qeseb
Qenc-i bi çehvan me dî ceng û cidala Cemel

Artêşa Ereb bi awayekî “ZORBE” ango bi awayekî tund tê. Hemûyan rimên xwe cevandine. Bi rastî me bûyera cenga Cemelê bi çavê xwe dît.

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2012-08-07
Xwendin: 4765
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org