[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Mewlana Ehmedê Cizîrî û îd
CIZÎRA BOTAN, 16/8 2012 — Îd ko di kurdî de weke “cejn” jî tê gotin di jiyana mirovan de rojên taybet in. Du cûre îd hene: Yên dînî û yên netewî. Yên dînî ji aliyê Xwedê ve hatine tesbît kirin; yên netewî jî ji aliyê civakê ve hatine qebûlkirin.

Mexsedeke hevbeş ya herdu cûre îdan ew e ko rojên îdê ji aliyekê ve ji rojên dî cuda ne. Eger ew îd ya netewî be, teqez di wê rojê de rûdaneke ko ew netewe kêfxweş kiriye qewimîye. Wek mînak: newroz. Wek tê zanîn di serî de netewaya kurd, hemû gelên arî vê rojê pîroz dikin. Ji ber ko di vê rojê de pergala Dehaqê zordest hatiye rûxandin, Kawayê kurê gel ketiye dewsa wê.

Îdên dînî jî di encama bûyerên mezin de qewimîne. Wek îda remezanê. Di îda remezanê de bawermend maweya mehekê di serî xawrin û vexwarin ji her cûre daxwazên nefsanî dûr ketine. Di pey wê meha ko li ser nefsa mirovî zor de îd tê û êdî xwarina her ne’metî serbest dibe.

Name tey kir roze’ê ‘îdê vekir fesla meyê
Lê bi zimzim tên bi awazê neyê fincan û cam

Me got ew roj rojên taybet in. Belê di wan rojan de bi gelemperî mirov bextewar in, kêfxweş in. Xwarinên xweş bi hev ra dixwin, bi hevra digerin. Diçin malên hevûdin, îda hevûdin pîroz dikin. Yên bi ji hev xeyidî hebin bi xêra mirovên dînî û we’za wan yan jî bi pêstiriya mirovên mezin li hev tên, hevûdin hembêz dikin. Bi vê boneyê ew rojên berê û kîn û xeyda di wan rojan de tên ji bîr kirin.

Lêbelê hin kesên ko di wê rojê de ji aliyê bextewariyê ve bêsiûdin jî hene. Yên di wan rojên xweş de ji welatê xwe, ji hezkirî û ferdên malbata xwe dûr bin wê bextewariyê najîn. Îda wan bi kul û keser derbas dibe. Ew kesên holê zemanê berê bi name û tebrîkan, di dema me ya îro de jî bi rêya telefon û înternetê tevlî pîrozbahiya hezkerên xwe yên ji wan dûr in dibin.

Bes hin kesên evîndar hene ko nêrîna wan ya derbarê îdan de hinkê cihê ye. Lewra çavê van kesên evîndar her dem li xoşewîstên wan in û li xebereke ko ji aliyê wan ve bête bo wan e. Herweha ji evîndaran re îda herî mezin wesleta yara wan e yan jî tevgereke yara wan ya wesletê mizgîniya vê wesletê bide ye.

Yek ji wan evîndarên ko bi awayekî cuda li îdan dinêre jî lehengê edebiyata kurdî Mewlana Ehmedê Cizîrî ye. Min di vê nivîsara xwe de dîwana wî serûbin kir, hemî qesîdeyên wî yên derbarê îdê de kom kir û ji xwendevanên xwe re bo kurdiya îro rave kir. Kerem kin:


Xett-i ya qewsê du nûn mektûb ji muşkê ezferand
Ya hilalu l-’îd-i ya ebrûyê bêhemta ‘sti în

Ew xetên ko min li ser çavên dilberê dîtîn gelo ewana du tîpên nûnan yên qews û ji miska reş hatine çêkirin in yan jî hîlala “ÎD” ne yan jî ebrûyên bêhemta yên dilberê ne?

Çû ‘umir mi d’ vê xiyalê
Ma şevek ‘îdan di salê
Bêm ziyaret zulf û xalê
Roj û şev min ev du’a ye

Umrê min hemû di vê xiyala gihiştina dilberê de derbas bû. Ez nizanim gelo di şevek ji şevên “ÎD”an dê ji min re derfet çêbibe ko ez ziyareta zulf û xalên dilberê bikim. Şev û rojan duaya min her eve ye.


Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ‘îd
Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be’îd

Îro roja “îdê” ye. Îd rojên bimbarik in. Her kes ji dîdar û dîtina te sûdê werdigre û bi vî hawî îda wî jê re pîroz dibe. Lê ez rebenê Xwedê bi sed qonaxan ji wê dîdar û dîtinê dûr im.

Her seher dihnêrim ez cana bi ahan ra ji dil
Bareke l-barî bi-is’adin ‘eleyha yewme ‘îd

Ey dilbera min ya ko di qedr û qîmeta xwe de mîna rûh û rewanê min e! Serê her sibeha Xwedê ez ji dil û mêlaka xwe digel wan ah û birînan ji te ra pîroznameyeke “îd”ê dişînim û tê de holê dibêjim: “Bareke l-barî bi-is’adin ‘eleyha yewme ‘îd” yanî

Leyletu l-qedr û berat in zulf û cebhet subhê ‘îd
Dêm weko fesla biharê lê qiyamet qedd û qam

Zulfa dilberê ya reş ji reşatî û şerefa xwe ve mîna şevên Leyletûl Qedr û Beraetê ne. Cebheta wê di ronahiya xwe de mîna sibeha “îdê” ye. Hinarokên rûyê wê mîna demsala biharê ye. Lêbelê qed û qameta wê di xisûsê îzdîhama mirovan de mîna Roja Qiyametê ye. Ango dema dilber radibe ser piyan herwekî qiyamet rabe.

Hindekê roj û şev in têk ‘îd û leyli l-qedr-i bin
Cam medam pir bade bit lê ne j’ meya engûr-i bî

Ey Xanê Xanan! (Gazî Mîrê Botan dike) daxwaza min ji Xwedayê mezin ewe ko çiqas rojên ko li ser cenabê te de werin tevda di pîrozayî û qedriya xwe de “îd” bin û mîna Leyletulqedrê bin. Her wusa dîsa daxwaza min ewe ko badeyako tu jê dinoşî her tim ji meya temxweş tejî be. Lêbelê ne ji vê meya ko ji tirehî çêdibe be, ya ji “Rehîqê Mextûm” ko Xwedê (c.c.) di Qur’ana Pîroz de behsa wê dike be.

Veke carek xet û xalan
Li ser wan mesned û palan
Bixwîne lê me ‘ebdalan
Bibînin ‘îd û sersalan

Ey dilbera min! Ma çi dibe wê dema ko te di cıvata milûkan de xwe li ser wan balgehên ermûşim paldayî carekê tu perdeyê ji ser wan hinarok û dêmên xwe yên sor rakî. Paşê tu me van evdalên Xwedê yên evîndar bi awayekî fermî vexwînî bo cıvata xwe, daku em ev evîndar bi dîdara te rûmetyar bibin û em “îd” û sersalan bibînin.

Ger ne teşbîhê du birhên te bitin
Me di ‘îdan bi hilalê çi xered?

Ey dilbera min, bila ji te ra yeqîn çêbibe ko sedema ko ez li benda derketina hîlalan dimînim ewe ko ew hîlal gelik dişibin birhên te yên qews. Hey ne, ez li benda derketina hîlala “îd-an” nedimam û tu mexseda min ya di vê derbarê de tune ye.

‘Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir
Go Mela hingî bixwazî dê bidim bes tu bixwaz

Îro roja “îdê” ye. Dilbera min ya ko di hukmê xwe de dişibe sultanan deriyê lutf û keremê vekiriye, daku diyariyan belavê li ser evîndaran bike. Dema çavê dilbera min li min ket û dît ko ez jî di nav wan evîndaran de me hema gazî min kir û ji min re holê got: “Melayo! Diyariya te ne mîna ya van e, ya te taybet e. Soz û ehd li can û cesedê min ketibe tu çi bixwazî ez ê bidim te, bes hema tu ji min bixwaze.

‘Îd e û da ‘alemê bang-i sefayê xas û ‘am
Mah-i new ebrû numandin çû ji ber ‘ewr û xemam

Îro dîsa roja “îdê” li ser me de hat, ango îro “îd” e. Dengek, dengê kêf û xweşiyê ket alemê. Her cûr mirov, çi yên xas çi yên ewam her kesî ev banga hanê bihîst. Kêfxweşiyeke tam ket di nav mirovan de. Di vê navberê de ji dêl hîlala “îdê” ve ebrûyên dilbera min yên qews yên dişibin hîlalan ji ber ewr û xumamê derket û ji temaşekeran re xuya bû. Êdî xelk û alemê ji dêl ko li hîlala “îd” binêrin li ebrûyên dilberê nihêrin.

Name tey kir roze’ê ‘îdê vekir fesla meyê
Lê bi zimzim tên bi awazê neyê fincan û cam

Dema heyîvoka (hîlal) “îdê” xuya bû û meha rojiyê ya remezanê qediya, rojiyê nameya xwe tewand û rakir. Ango dema îbadetê û dema qedexeya li ser xwarin û vexwarinê ji holê rabû. Paşê jî “îdê” fesleke nû vekir. Di vê feslê de her cûr xwarin û vexwarin xasma vexwarina meyê serbest bû. Li ser vê çendê fincan û qedehên meya evînê ji hevûdin re tên dayîn û adeta li hev dikevin. Em vê rewşê ji zimzim û dengê di nav bera gera qedehan û fincanan de dizanin.

‘Îd e w hebîbê nezre lê
Yan dê bi qurban bî Melê
Ya reb bibînim roj hilê
Sikkîn di dest qesab-i da

“Îda” haciyan, ango “îda” qurbanê li ser me de hat. Dilbera min jî li xwe nezir kiriye ko qurbanekê ser jê bike. Nebit ko dilbera min ji dêl pezekê ve Melê ser jê bike û bike qurban. Pa xwezî ev xeber rastbûya! Rebbiyo! Ji min re bike nesîp ko li min bibe sibeh û ez bi çavê xwe bibînim ko qesap ji wê tê û di destê wî de kêr heye!

Zemzem û xulxule û ‘umre û ‘îd û ‘erefat

…du mîrên (yanî çavên dilberê) bê murwet li ser riya min rawestiyan û nehiştin ez herim ziyareta Ke’beya rûyî û ez ji bîra Zemzemê ya devê wê vexwim. Hal bihal ev dem dema Hec û Umre û “îd” û Erefatê bû...

Têbînî: Hinek kurd peyva “îdê” weke “eyd” dinivîsin, lê gorî nêrîna min ev şaş e. Lewra ev peyv erebî ye û orîjînala wê jî “îd” e. Di dîwanê de jî holê derbas dibe.

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2012-08-16
Xwendin: 4175
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org