[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Salvegera sêyê ya wefata Abdulmelik Firat
CIZÎRA BOTAN, 21/10 2012 — Yek ji wan sedemên perîşaniya ko netewaya kurd roja me ya îro jî dijî ewe ko kurdan ji xwe re nekiriye adet ko piştî mirina serok û kesayetiyên xwe yên hêja, ew taybetmendî û hêjayiyên wan ji nifşa paşerojê re ragihînin.

Halehale netewayên din ne wusa ne. Heta mirov dikare bibêje ko netewayên welatê me dagir kirine daku ji hesta dînî ya ûmmetê, xasma ji hesta dînî ya gelê me sûdê werbigrin û raperîna ko li dijî wan rûbide “nerewa” bidin qebûlkirin serokên xwe wek yekî dîndar, wek welîyekê, wek yekî ko “Xwedê ji hez dike” nîşandayîne. Herweha ji bo ko bigihîjin vê armanca xwe ya xapînok ji her cûre derewan û ji xewnên sexte xwe nedane alî.

Tê bîra min ew mehek bo ko li ser tevgera 12-yê îlûnê re derbas bibû. Rojekê dema ez liqayî havalekî xwe yê ko xwe wek musilmanekî radîkal dida nasîn hatim, ez û wî li ser rewşa tevgera zalim ya 12-yê îlûnê axivîn. Tişta ko min jê sehkirî ez matmayî hiştim. Holê got:

– Pêxemberê me Cenabê Muhemmed (selat û selamên Xwedê li ser bin) hatiye xewna Kenan Evrenî û jê re gotiye ko de îca rabe, tevgerê bike!” Min wê demê zanî ko ev jî taktîkeke wan ya ji aliyê Dewleta Osmanyian ve ji wan re wek mîrate hatiye ye ko bi vê hîleyê netewayên din bixapînin.

Bes van demên dawî cihê kêfxweşiyê ye ko kurdan çav li gelên dî kiriye û ew jî di vê mijarê de hestiyar bûne. Ango êdî ew jî serokên xwe yên netewî, yên ji gelê xwe re xizmet kirine bibîr tînin.

Di vê çerçeveyê de dawiya meha borî bi boneya sêyemîn salvegera wefata Abdulmelîk Firatê gorbiheşt ji aliyê HAKPAR’ê ve li Amedê bîranînek hate li dar xistin. Ez jî li ser vexwendina dostekî xwe yê hêja tevlî vê bernameyê bûm. Birastî vê bîranînê ji gelek aliyan ve ez kêfxweş kirim. Cihê xemgîniyê ye ko min birêz Abdulmelîk Firat bi awayekî rûbirû nas nekir; tenê ji xelkê, ji çapemeniyê nas kir. Lêbelê herûher min ji malbata wî ya dîndar û kurdperwer re rêz digirt.

Ez dixwazim li xwe mukir werim ko cara yekem bo ko di vekirina vê bîranînê de ez ji bo rewşeke cuda radibûm ser piyan û min ji bo wan kesên ko di rêya doza Kurdistanê de şehîd bûne xulekekê rêz digirt. Lewra di jiyana min ya karmendiyê de ew rêzgirtin ji aliyê wate û naverokê ve sed û heştê dereceyan cûda bû. Ji ber vê çendê ez gelik bi kelecan bûm.

Havaldozê û hemrêyê Firatî yeko yeko dihatin ser dikê û diaxivîn. Di axaftinên xwe de hem behsa dilsoziya gorbihiştî dikirin û tiştên ko ji wî bihîstîn û bûyerên ko di navbera wan de qewimîn bi me re parve dikirin hem jî behsa doza gelê Kurd dikirin. Xwendina eşrekî Qur’ana Pîroz ya ji aliyê axivkerekî ve rengekî cûda û layiqî gelê me da bernameyê. Kesayetiyên ko ji ber hin sedeman derfeta tevlîbûnê nedîtîn peyam dişandin û xemgîniyên xwe yên tevlînebûnê vedigotin. Lê heyf û mixabin di nav yên peyam şandîn de kesayetiyên nêzî BDP tunebûn. Vêya jî dida aşkere kirin, kurd hêjan di rakirina dîwarê partîtiyê ya ji yekîtiyê re dibe asteng de qels in. Ev jî cihê xemgîniyê bû.

Mêhvanê ko ji Rojava hatibû û li ser navê partiyeke wê herêmê axiftin dikir bi rastî em hemû kêfxweş kirin. Lewra wî camêrî behsa yekîtiya gelê Kurd ya ko li wê eniyê pêkhatî dikir û mizgînî dida me ko wê di nêzîk de tiştên xweş çêbibin.

Axaftinên beşdaran bêhtir bû sedem ko ez Abdulmelîk Firatî nas bikim. Di vê çerçeveyê de ez hînî van taybetmendiyên wî bûm:

1. Ew di fêrgeha Şêx ‘Elî Riza û Şêx Seîdê Kal ya ko hîmê wê li ser dîndarî û kurdperweriyê bû de giha bû. Ji ber wê çendê ew di van herdu mijaran de sereke bû.

2. Rêzdar Abdulmelîk li ser zimanê kurdî û li ser kurdîaxaftina rast ya kurdî gelek hestiyar bû. Car dibû ko di vê mijarê de yên nêzî xwe jî hişyar dikir.

3. Kul û derdê gorbihîştî yekîtiya kurdan bû. Wî di her platformê de ev daxwaza xwe dianî zimên û ji kurdên derdora xwe û ji yên dihatin seredana wî dikirin re heman hestiyarî dixwest.

4. Birêz A.Melik zêde zêde ji kurperwerên nêzî partiya CHP-ê eciz bû. Ji ber ko gelik tevkujiyên kurdan ji aliyê wê zîhniyeta kevneperest ve hatibû kirin, êdî çawa yekî kurdperwer dikaribû ko di nav refên wan de cî bigirta.

5. Gorbiheştî digel ewqas zulm û zordariyê jî tu deman di doza xwe de bi paş ve gav neavêşt.

6. Birêz Firat di dema sergomiya xwe ya dirêj de jî, di rewşa xwe ya xizaniyê de jî tu caran di doza xwe ya kurdayetiyê de neketiye nav bêhêvîtiyê.

7. Herçiqas damezrîner û serokê partiya HAK-PAR-ê bû bes ji ber dilnizmî û biçûkmiroviyê qet xwe ji ferdekî ji rêzê yê vê partiyê mezintir nedidît.

8. Birêz Firat yekî ko jiyana sergomiyê û derbeyên leşkerî û dîtibû bû. Dema pirpartîtî jî jiyabû. Ew kesayetiyeke wusa bû ko hem bibû şahidê vê pêvajoyê hem jî aktorê wê.

9. Mirovekî xwediyê asaletê bû. Bi kesê nexwenda re jî bi awayekî rehet diaxivî. Kibir li ba wî tunebû. Ji boyî parastina gelê xwe di her platformê de gotina xwe digot. Axaftina xwe bi ayet, hedîs, bi gotinên feylesof û helbestvanan dixemiland.

10. Wicdan û hafizeya gelê kurd bû. Mîna bab û bapîrê xwe wî jî gelik cewr û cefa dîtibû. Pêwendiyên wî yên siyasî yên digel DP, AP, HADEP-ê hebû. Di dawiya jiyana xwe de ji ber rewşa nebaş ya tendurustiya xwe dest ji siyaseta aktîf berdabû.

Hin gotinên wî yên giranbuha:

1. Hûn çiqas ji partiyên dewletê dûr bin, hûn ewqas nêzî îmana kurdayetiyê ne.

2. Ji rikberên xwe re digot: “Em şêr in, natirsin. Lê hûn wawik in”

3. Li ber mirina xwe holê got: “Du daxwazên min hebûn ko pêk bihatana lê mixabin pêk nehatin: Yek, min dixwest ko di welatê me de Kemalî têk çûbûya; dudo, min dixwest ez di vê rêyê de şehîd bibûma.”

4. Birêz digot “ew ji du tiştan natirse; yek ji rizqê xwe, yek jî ji mirinê.”

5. Demekê musteşarê MÎT-ê tê mala wî û lê dibe mêhvan. Ji A. Melik Firat re holê dibêje: “Melik Beg, generalekî qedirbilind di kitêbeka xwe de holê dibêje: “Kurd bi eslê xwe Tirk in.” Dema min evya zanî ez di nav heyretê de mam” A. Melik holê dibêje: “Generalê birêz! Ez ewqas ziman dizanim ko hetanî çapemeniya Rojava bişopînim. Ji felsefeya skolastîk ya Yunan bigre hetanî Farabî û Bîrûnî ez dizanim. Îca tu radibî ji min re behsa çîrokên Dede Korkut dikî, îca ma ev bû?”

Xwedê wî li ber dilovaniya xwe bixe.

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2012-10-21
Xwendin: 5159
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org