[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ev plana tirkên şerxwaz ne ya îro ye
STOCKHOLM, 24/10 2007 — Min parsal di nivîsa xwe >>Di serê dewleta tirk de plana dagîrkirina başûrê Kurdistanê heye<< ya di vê quncikê de hatibû weşandin, behsê wê kir ko general û tirkên şerxwaz, eger ji dest wan bihêt û bi her hêceteka hebe, ew dê hewil bidin başûrê Kurdistanê dagîr bikin. Her li wê derê jî min behsê wê kir ko ew dê ji wan kartên ko dê bi kar bînin di vê hingameyê de karta PKK-ê ye û pêwîst e ko desthilata başûrê Kurdistanê wan kartan û ji wan ya PKK-ê ji dest van şerxwazên Tirkiyeyê derxîne.

Çawa be niha hikûmet û parlamentoya Tirkiyeyê jî ketin pey generalan û vê plana wan ya genî û bi kerb û kîn ya kevin. Tiştê balkêş di vê hemî pirsê de ew e ko bûyer weha, ji generalan re, xweş û lihevhatî bi rêve diçin ko mirov nikare nebêje ko ev hemî planekirî ye.

Me dît ka çawa hikûmeta tirk li tirkiyeyê bi wezîrê navxwe yê Îraqê re rûnişt û lihevhatinnameyek pê re mor kir. Heta ew peyman jî, li gor aliyê îraqî bi du metnên ji hev cida bû. Ya tirkî dibêje tirk dikarin leşkerê xwe bibin nav axa Îraqê û paşî hikûmeta îraqî pê agahdar bikin, lê metna erebî ya di destê delegasyona Bexdayê de ye dibêje ko divêt berî ko ew bikevin nav axa Îraqê destûriyê ji hikûmeta îraqî bistînin. Evca kî rast dibêje û kî derewan dike û erê gelo ev ne leyistikek e di navbera aliyê îraqî yê erebî û tirkan de, ev pirseka bi serê xwe ye û ya mumkin e.

Lê ya ji vê hemiyê balkêştir şerek di nav sinorên vê dewletê de çê dibe û çend serbazên wê tên kuştin. Her zû dewlet vê dike behane û pêşniyara tezkereya ketina leşkerê xwe bo nav başûrê Kurdistanê dide parlamentoya xwe. Ew parlamento jî, bi kurdên rûreş û xwefiroş yên ji AKP-ê tê de wê tezkereyê erê dike. Ji bo ko aliyên şerxwaz yê vê dewletê vê pirsê gurtir bikin, şerekê din di nav PKK-ê û dewleta tirk de çê dibe û çend serbazên din tên kuştin û hinek jî tên êxsîr kirin. Êdî ev dewlet xwe har û dîn dike û top û leşkerên xwe yên peyade li ser sinoran zêde dike. PKK radibe û bêtir provokasiyona tirkan dike û wêneyên serbazên girtî belav dike û weha leşkerê tirk li hinek cihan dikeve nav başûrê Kurdistanê û hinek cihan, goya ew bingehên PKK-ê ne, bi balafiran bombe baran dike û top barankirina xwe bo gund û deverên sinorî yên di nav xaxa başûrê Kurdistanê de berdewam dike.

Ev ne wekî tiştekê ji nişkê ve ye, lê mirov jê weha fehim dike ko ev hemî bûyer li gor planekê hatine kirin, ko ev leyistikek e bo ko bûyer bigehine vê dereceyê û ew jî bikarin van gavan bavêjin. Bi min were eger her tişt li gor dilê generalan û tirkên şerxwaz bi rê ve biçe û rê li ber vê dînatiya wan nehêt girtin, ew dê berdewam bin li ser topbarankirina başûrê Kurdistanê bi dirêjyiya sinorên bakûr ligel başûr, ew dê bi balafirên cengî, bi hêceta ew li bingehên PKK-ê didn, gelek cihan top baran bikin. Dûr nîne ew li hinek cihên stratejîk yên eskerî yên hikûmeta başûrê Kurdistanê û desthilatdarên wê jî bidin û bibêjin ko wan PKK li wê derê dîtine û wan ji ber hindê li wan deran xistiye.

Dewleta tirk dê digel van kiryaran, leşkerê xwe jî bêxe nav başûrî bi dirêjahiya 15 heta 35 kilometran. Lê ji bo ko ew bigehin armanca xwe ya dawiyê ko dagîrkirina başûrê Kurdistanê ye û bi taybetî girtina bajarê Kerkûkê û destdanîn li ser nefta wê ye, ew dê hewil bidin şerî di navbera xwe û desthilata siyasî ya başûrê Kurdistanê û di destpêkê de digel PDK-ê çê bikin da ko ew wê bikin behane û bibêjin ha va ye barzançî jî ligel PKK-ê şerê me dikin û weha ew jî terorîst in û goya ew ji ber hindê neçar in li wan bixin.

Ev xewn û daxwaza general û şerxwaz û faşîstên tirk e ji bo têkdana desthilata siyasî ya kurdî li başûrî û rêgirtinê li ber xebata kurdan bo wergirtina mafên xwe di azadî û serfiraziya neteweyî de. Lê çend ji van xewnên van genral û şerxwazên tirk dikarin bên bi cih anîn, ev jî dimîne girêdayî hindê ka hikûmeta AKP-ê heta çi hedekî bi ya generalan dike, bakûrê Kurdistanê bi kurdên xwe ve çi reaksiyonê li dijî vê helwêsta şerxwaz ya aliyê tirkî nîşan dide, Emerîka û dewletên ewropî û civaka navneteweyî çawa miameleyê digel vê pirsê dikin û çi helwêstekê li hember werdigirin, desthilata siyasî ya başûrê Kurdistanê dê çawa miameleyê digel PKK-ê û grupên proPKK-yî yên li başûr bike û dê çawa serederiyê di vê pirsgirêka weha hesas û aloz de bike.

Bila hêvî û armanca serekî ew be ko şer çê nebe û eqlê dewleta tirk bête serê wê û ew xeman ji pirsên kurdên bakûrê Kurdistanê bixwe û bi awayekê aştiyan e û bi diyaloga dualî wan çareser bike. Lê ger şer çê bibe jî bila bizav bêt kirin ko ew berferh nebe û zû biqede.

Hindî desthilata siyasî ya bşûrê Kurdistanê ye, divêt ew li ser vê deskeftiya kurdan ya neteweyî li başûrî gelek miqate be û hindî pê çê bibe û ji dest wê bihêt wê nexe di xeteriya şerî de. Pêwîst e ko ew ji niha jî zêdetir li ser astê navneteweyî tevgeraka zêdetir ya diplomasî û ragihandinê bike bo berçavkirina raya kurdî di vê pirsê de li ser hemî astan û hewil bide kar bike li ser raya siyasî û giştî ya navneteweyî. Dûr nîne ew baş be eger desthilata siyasî ya bşûrê Kurdistanê li hember van gefên tirkan û êrişa wan ya leşkerî karta ragihandina serbixwebûna Kurdistanê bi kar bîne. Bi wateyeka din ew ji rayedarên vê dewletê re diyar bike eger ew bikevin başûr dê başûr dewleta kurdî ya serbixwe rabigehîne.

Xudê neke, eger êrişa tirkan bû rastiyek û ew ketin başûr û bajar girtin, divêt êdî hîngê desthilata siyasî ya kurdî ji niha jî bêtir hevdu bigire û biryara yekê ya ko divêt ew bide ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bibe û ew bi hindê dê piştê li dewleta tirk bişkêne û dê ji ziyanekê serketinekê çê bike.

-----------------------------------
Nivîskar: Sidqî Hirorî
Weşandin: 2007-10-24
Xwendin: 8418
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ev nivîsar ne xatirxwestin e (2008-01-31)
Cihgirê serokkomarî li Helebçeyê henekên xwe bi kurdan dike (2007-12-24)
2007 derbas dibe û Kerkûk tê de venegeriya (2007-12-16)
Eger alfabeya latînî nebûya dê rewşa kurdiyê li bakûrê Kurdistanê xerabtir bûya (2007-12-08)
Gelo ko PKK li Qendîlî nemîne dê grupên îslamî yên terorîst cihê wan negirin? (2007-11-03)
Ma kurdiya kirmanciyê li cem desthilata başûrê Kurdistanê hind bê qîmet bûye! (2007-10-06)
Divêt êdî şirketên partiyên desthilatdar li başûrê welatî Kurdistanê li ser xwe dabeş nekin (2007-09-02)
Sêşema xwînîn (2007-08-17)
Xemistana min (2007-08-03)
Xemistana min (2007-08-03)
Ma tu d’zanî (2007-07-16)
Lêhmişt (2007-06-29)
Bila şoreşa bakûrê Kurdistanê ya binefşî xurtkirina xebata bikaranîna zimanê kurdî li ser her astekî be (2007-06-17)
Pêwîst e şerê li dijî terorîzmê li Kurdistanê xurttir û ciddîtir be (2007-05-13)
Ev çi hovetî ye? (2007-04-21)
Nijadperistên tirk hertim li deholên şerî dixin (2007-04-11)
Êdî bes e, bila eqlê me misilmanan bêt serê me (2007-02-17)
Ez û keça min û xwendingeh (2007-02-11)
Mixabin ko êdî Sedam li ser tawanên din nahêt dadgeh kirin (2006-12-30)
Hinekan sirûdeka nû ya neteweyî durist kir û haya hinekan jî jê nîne (2006-12-27)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org