[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Cihgirê serokkomarî li Helebçeyê henekên xwe bi kurdan dike
STOCKHOLM, 24/12 2007 — Cihgirê serokkomarê Îraqê Teriq Haşimî bi serdan hat Silêmaniyê. Ew roja înî, ji wê derê digel cihgirê serokwezîrê Kurdistanê Omer Fetahî diçe Helebçeyê. Ew hem di axiftina xwe de û hem jî di bersiva pirsiyaran de du gotinên pir êşdar dike.

Yek jê ew bû ko ew ecêbmayî dimîne ko ew Helebçeyê di wî kirasî de dibîne ko ne hikûmeta Kurdistanê û ne jî ya Îraqê hêj ew ji nû ve avedan nekiriye. Ew sozê dide ko vê pirsê bibe cem serokkomarê Îraqê, ko ew bi xwe di van rojan de li Silêmaniyê mêhvanê wî ye û pê re li ser biaxive. Hûn fehim dikin çi? Yan ev henekên xwe bi me dikin yan di rastiyê de weha ye? Erebekê sinî ji Bexdayê dê biçe bibêje serokkomarê Îraqê yê kurd ko rewşa Helebçeyê xerab e û pêwîstiya wê bi arîkariyê heye? Heylo ev çi karesat û çi setimîne.

Ew, gotina duyê jî di bersiva xwe de li ser çima heta niha sizaya tawanbarên enfalan nehatiye bi cih anîn dike. Ew dibêje ko Sultan Haşim bes wezîrek bû û wî ferman bi cih dianîn û nimûneyekî tîne û dibêje ew kesê bombe havêtî ser Hîroşîmayê, heta nehat dadgeh kirin jî. Ev careka din û bê şerim li hember Helebçeyiyan vê gotina xwe dibêje û çi kurdekî hêkek jî li navçavên wî nexist.

Yek yê bombe havêtî ser Hîroşîma japonî ne ji Japonê bû, ew emerîkî bû û wî ew karê xwe di şerê emerîkî de li dijî Japonê kir. Emerîka wî dadgeh nake, ji ber ko Japonê jî di wî şerî de emerîkî û yên din dikuştin û Emerîkayê nedixwest weha xwe û leşkerê xwe dadgeh bike. Lê ko ew balafirvan ji xelkê Japonê bûya û li wê derê bûya, bê şik ew dê bihata dadgeh kirin. Dû, heta niha jî li dinyayê xelik li kevne nazîstên elman digerin bo ko wan bidin dadgeh kirin. Heta demekê nedûr nêçîrvanên nazistên elman hebûn û bi rêya wan gelek hatin girtin û dadgeh kirin û gelek ji wan efserên biçûk jî bûn. Çima Haşimî vê naîne bîra xwe û Helebçeyiyan?

Bila em behsê tiştekê biçûktir ji enfalan bikin, em bibêjin Haşimî wekî cihgirê serokkomarî bi fermana serokkomarî bertîl wergirtin û wî feyde ji wan bertîlan dît û ew çend kifiş bû. Erê gelo ma dê bes serokkomar li ser wan bertîlan bêt dadgeh kirin yan divêt her kesê bi wê pirsa bertîlxwarinê ve girêdayî ye bêt dadgeh kirin û bigehe sizaya xwe? Bê şik divêt her kes li gor meziniya guneha xwe sizaya xwe bistîne.

Ev Sultan Haşim ne wezîrekê hema çawan bû. Ew wezîrê bergiriyê bû û ew berpirsiyar bû ji beşdarkirina leşkerê Îraqê di hêrişên Enfalkirina Kurdistanê de. Ko ferman bo wî ji serî hatibin, yên di bin wî re bê fermana wî çi nekiriye û ya hatiye kirin bi fermanên wî û yên di bin wî de hatiye kirin. Wî ferman bi cih anîn ji ber ko yan wî bawerî bi wê siyaseta jinavbirina kurdan hebû yan jî ew di xema şexsê xwe û karyêra xwe de bû. Eger û binas çi ji herduyan bin ew bi hindê beşdarbûye di kuştin û jinavbirina xelkê Kurdistanê de. Ev, yên weha bi gunehkar û tawanbarên şer û cengan tên bi nav kirin û yên weha divêt bên sizadan. Yan jî Haşimî Kurdistanê bi dewleteka cida ji Îraqê dibîne û naxwaze bi sizadana Sultanî dewlet û leşkerê xwe yê Îraqê siza bide?

Xwe dadgeheka serbixwe û vekirî, ko dinyayê hemiyê didît ka karûbarên dadgehkirinê çawa bi rêve diçin, dihat kirin. Her tişt belî û li ber çavan bû. Dadgehê biryara xwe da û sizayên cida li ser tawanbaran dan û sizaya îdamê jî di derheqê Sultan Haşimî da. Niha jî yên mîna Haşimî û xeyrî wî, bê şerim tên û mayê xwe di biryara dadgehê de dikin û dixwazin kesekê berpirsiyariyeka weha mezin di tawana jenosîdkirina kurdan de dîtî rizgar bikin. Ew qet fikra wan 182 hezar kurdên enfalkiriî û kesûkar û malbatên wan nakin û ew ne di xema wan çend hezar kurdan de û ne di xema miletê kurd û xelkê Kurdistanê û ew êş û ziyanên ji ber enfalan gehiştine wan de ne, lê belê ew gelek di xema yek kesî bi tenê de ne û ew jî berpirsiyarê herî mezinê wan leşkeran bûye yên hêriş û Enfal dikirin û Kurdistan û xelkê wê wêran dikirin û jinav dibirin.

Gelo we rûyên ji Haşimî qayîmtir dîtine! Ew têt hember Helebçeyiyan û di roja cejna Heciyan de û li şûna ko bi navê ereban û dewleta Îraqê daxwaza lêborînê ji Helebçeyiyan û xelkê Kurdistanê li ser wê ya dewleta Îraqê aniye serê wan bike, ew li bihaneyan digere û dixwaze hemşehriyê xwe yê erebê sinî biparêze.

Eger ev nesizadana efserên mezin û berpirsiyar yên mîna Sultan Haşimî bibe tradisyonek êdî subehî herkes dê biryarên ji wî rengî bi cih bîne û paşî bibêje ez efser bûm û min ferman bi cih anîne. Dê bi sedan efser û serbaz û polîsên ko gelek xelik azardane, îşkencedane, talan kirine û kuştine bibêjin wan ew kiryar û destdirêjiyên xwe bi fermanên yên ji xwe bilindtir kirine û yên bilibdtir jî bi yên ji xwe hêj bilindtir kirine û weha tawan û tawanbar nahên sizadan. Weha û li gor vê felsefeya Haşimî kes ne tawanbar e û her wekî Enfal ne tawan e. Ev henekkirine bi trajediya Enfalan û bi Helebçeyiyan û hemî xelkê Kurdistanê û ya bi destên van kujekan bi serê wan hatî. Ev gotinên bê me’irîfet in û diviyabûya bi sedan hêk û bacansork bi navçavên van kesên gotinên ji vî rengî dikin ketiban û bikevin û çi kurdekî, heta serokkomarî jî piştgiriya hizir û dîtinên weha nekiriba.

-----------------------------------
Nivîskar: Sidqî Hirorî
Weşandin: 2007-12-24
Xwendin: 17802
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ev nivîsar ne xatirxwestin e (2008-01-31)
2007 derbas dibe û Kerkûk tê de venegeriya (2007-12-16)
Eger alfabeya latînî nebûya dê rewşa kurdiyê li bakûrê Kurdistanê xerabtir bûya (2007-12-08)
Gelo ko PKK li Qendîlî nemîne dê grupên îslamî yên terorîst cihê wan negirin? (2007-11-03)
Ev plana tirkên şerxwaz ne ya îro ye (2007-10-24)
Ma kurdiya kirmanciyê li cem desthilata başûrê Kurdistanê hind bê qîmet bûye! (2007-10-06)
Divêt êdî şirketên partiyên desthilatdar li başûrê welatî Kurdistanê li ser xwe dabeş nekin (2007-09-02)
Sêşema xwînîn (2007-08-17)
Xemistana min (2007-08-03)
Xemistana min (2007-08-03)
Ma tu d’zanî (2007-07-16)
Lêhmişt (2007-06-29)
Bila şoreşa bakûrê Kurdistanê ya binefşî xurtkirina xebata bikaranîna zimanê kurdî li ser her astekî be (2007-06-17)
Pêwîst e şerê li dijî terorîzmê li Kurdistanê xurttir û ciddîtir be (2007-05-13)
Ev çi hovetî ye? (2007-04-21)
Nijadperistên tirk hertim li deholên şerî dixin (2007-04-11)
Êdî bes e, bila eqlê me misilmanan bêt serê me (2007-02-17)
Ez û keça min û xwendingeh (2007-02-11)
Mixabin ko êdî Sedam li ser tawanên din nahêt dadgeh kirin (2006-12-30)
Hinekan sirûdeka nû ya neteweyî durist kir û haya hinekan jî jê nîne (2006-12-27)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org