[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Dengê wijdana kurdî
STOCKHOLM, 20/10 2005 — Bi dîtina vegera pêncdsedûdwazde barzaniyên enfalkirî, wan tabûtên şehîdên rêya azadiya gel û welatê me, di wê ahenga xem û perîşaniya me de li paytextê serfiraziya me di wê merasîma pir şkodar de, dil li me teng bûn, kizgiryokê gewriyên me girtin, rondikan xwe di çavên me de ranegirt, xem û jan û xeyidîneka cizbeyî can û laşên me vegirtin. Sîpela torebûnê ji tîranan û wan kiryar û bêbextiyên wan em xistin di kelecaniyê de. Hemî derdeserî û kulecergî û sitem û kuştar û binbirkirinên, bi dirêjiya dîroka bindestiya me, li her çar kinarên welatê me bi serê xelkê me hatin li ber çavên me, di hişên me de sax bûn ve.

Dengek ji nav wê kelecanî û şîn û taziyê hat û got:

— Ew tol bû, tola dijminên kurd û Kurdistanê. Tol bû ji wî helwêstî û ji wê mêrxasiya ko çi wextekî serê xwe li ber dijminî neçemandî.

Ew dengê wijdana kurdî bû di wê tingijîn û xemistanê de li ser zarê Mesûd Barzanî. Wî bi gotinên xwe yên ji mirovîniyê pirî hezkirin û li dijî şîdetê zengila toleransî û hişyariyê lê da û zelal kir ka divêt em li hember toleka weha çi bikin:

— Piştî wan hemî tawanan bi hezaran serbazên Îraqî êxsîr bûn û ketin nav destên xelkê Kurdistanê, hîngê hêj birîndarên Helebçeyê li nexweşxaneyan bûn, hêj gelek birînên din sax nebûbûn, lê yek serbaz jî nehat kuştin û nehat îhane kirin. Ew hemî hatin azad kirin û vegeriyan bo nav kesûkarên xwe. Ev serbilindî ye, ev mêrxasî ye, ev merdînî ye. Tol ew e ko em pêgirên exlaqeka bilind bin. Ew e em saziyên xwe yên qanûnî û destûrî dabimezrînin, ew e em damûdezgehan dabimezrînin, ew e ko em hikmê qanûnê li welatê xwe bi cih bikin û bextiyariyê bo xelkê xwe bi dest ve bînin.

Ev nimûneya wî ji nav xelkê wî bi xwe ye û diyar dike ka çawa xelkê Kurdistanê piştî serhildana 1991-ê, dema wan serbazên Îraqî yên ko axa wan dagîr dikir û ew dikuştin, girtin, wan ew hemî berdan û rê da wan bizivirin bo malbatên xwe.

Serokê Kuridstanê bi vê bersiva xwe li ser kumkujî û tadakariya dagîrker û tîranan bang dike me ko em wekî van diktator û terorîstan şerxaz nebin, kuştinê nekin û li şûna hindê em xewna wan şehîd û perîşanbûyiyên welatê xwe bicih bînin, ew jî bi avakirina şêngist û bingehên dewletbûn û medeniyetbûna xwe.

Ew bi van peyivan gazî me dike ko em beşdarî şerekê nû yê bê xwînrêtin, yê ji bo başiya mirovî û xelkî û welatî ye û ew jî şerê avakirina civaka medeniyet û qanûnê ye, civaka ko qanûn tê de serdar be û ew rê bigire li ber zulm û tadarî û bêbextiyan û me ji tîran û her corê diktatoriyetê û binpêkirina mafên mirovî û binpêkirina mafên miletan biparêze. Civaka ko mirov xwe tê de azad û êmin û bextiyar dibîne.

Her wekî ew di wijdana her yekî ji me de ye û dizane ko em di hizra barzaniyên din û enfalkiriyên din yên mayîn de ne lewma dibêje:

— Heta yek neferê me mabe, dê hewil û bizava me berdewam be û divêt em hemiyan bînin ve Kurdistanê. Ev proseseka domdar û dûrûdirêj e. Heta ko yek nefer jî mabe û bêt dîtin û bi me peydakirina wî çê bibe em nahêlin ew li başûr û wan cihên din bimînin û em dê wan hemiyan bo Kurdistanê înin ve. Heta yek ji wan mabe wijdana me rehet nabe û em nikarin hest bi rehetiyê bikin heta em wan hemiyan neînin ve.

Ew jî bi îsrareka weha mezin îsrarê li ser wê dike ya xelkê wî dixwaz e û diyar dike jî ka çima ew îsrar:

— Mebest jî li vê derê ew e ko nifşê me yê paşerojê jî bizane ka çi bi serê me hatiye û çi bi serê kurdan hatiye û têbigehin ko ev ya bidest ve hatî belaş bidest ve nehatiye û kesê xêr li me nekiriye û hemî bi wê qurbaniya mezin bûye ya ko niho li ber çavên me ye.

Weha divêt enfal û karesatên bi serê xelkê me hatine nehên jibîr kirin û ew di zakîre û hiş û dîroka me de sax û li beçav bin. Mezargehên wan li ber çavên me bin û ew hemîşe di bîra me û di jiyana me de bin. Em xelkê Kurdistanê îro û sibe û her tim pê haydar bin ka xelkê me çend perîşanî û rezalet û bindestî û bêbextî dîtine, ka dagîrkerên Kurdistanê çi aniye serê kurdan û çawa welatê wan parçe parçe û kavil û xerab kiriye. Em û yên piştî me jî vê bêbextiya li xelkê me hatiye kirin berçavî cîran û cîhanê bikin û îsrarê li ser hebûna xwe li welatê xwe û mafên xwe yên mirovî û neteweyî bikin û ji bo hindê daxwaza gerentiyan bikin û Barzanî li dawiyê gazî dike wijdana mirovatiyê û dibêje:

— Ez nizanim ka piştî aşkerebûna van hemî tawanan dê kesek hebe li cîhanê giliyan ji me bike dema em daxwaza gerentiyan dikin bo ko em careka din nehên ve enfal kirin, careka din nehên ve kîmyabaran kirin. Yê ko wê giliyê dike bila bihêt û guh bide ah û fîxanên wan dayikan, bila bihêt û berê xwe bide van hemî gorên bi komel, bila biçe û Helebçeyê bibîne.

Eger hemî xudan desthilat û xudan biryar, çi navxweyî û çi derveyî, bi vê mentalîteyê bin, bi vî şêweyî hizir bikin û bi rûheka weha reftar bikin dê cîhana me ji şer û kuştar û teror û neqebûlkirina yekûdu rizgar bibe.

-----------------------------------
Nivîskar: Sidqî Hirorî
Weşandin: 2005-10-20
Xwendin: 4822
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ev nivîsar ne xatirxwestin e (2008-01-31)
Cihgirê serokkomarî li Helebçeyê henekên xwe bi kurdan dike (2007-12-24)
2007 derbas dibe û Kerkûk tê de venegeriya (2007-12-16)
Eger alfabeya latînî nebûya dê rewşa kurdiyê li bakûrê Kurdistanê xerabtir bûya (2007-12-08)
Gelo ko PKK li Qendîlî nemîne dê grupên îslamî yên terorîst cihê wan negirin? (2007-11-03)
Ev plana tirkên şerxwaz ne ya îro ye (2007-10-24)
Ma kurdiya kirmanciyê li cem desthilata başûrê Kurdistanê hind bê qîmet bûye! (2007-10-06)
Divêt êdî şirketên partiyên desthilatdar li başûrê welatî Kurdistanê li ser xwe dabeş nekin (2007-09-02)
Sêşema xwînîn (2007-08-17)
Xemistana min (2007-08-03)
Xemistana min (2007-08-03)
Ma tu d’zanî (2007-07-16)
Lêhmişt (2007-06-29)
Bila şoreşa bakûrê Kurdistanê ya binefşî xurtkirina xebata bikaranîna zimanê kurdî li ser her astekî be (2007-06-17)
Pêwîst e şerê li dijî terorîzmê li Kurdistanê xurttir û ciddîtir be (2007-05-13)
Ev çi hovetî ye? (2007-04-21)
Nijadperistên tirk hertim li deholên şerî dixin (2007-04-11)
Êdî bes e, bila eqlê me misilmanan bêt serê me (2007-02-17)
Ez û keça min û xwendingeh (2007-02-11)
Mixabin ko êdî Sedam li ser tawanên din nahêt dadgeh kirin (2006-12-30)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org