PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike
» Peymana YNK-ê û Goranê dê bibe bela
HEWLÊR, 18/5 2016 — Polîtbîroya Partiya Demokrat ya Kurdistanê îro civiya û paşê bi daxuyaniyeka nivîskî nerazîbûna xwe li hemberî peymana nû ya di nêvbera YNK-ê û Goranê de nîşan da.
Partiya Demokrat ya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got:
— Ji peymana di nêvbera Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ew têt dîtin ko xebatek ji berfirehkirina nakokiyên nêvxweyî têt kirin û ev jî xizmeta çareserkirina problem û giriftên asêbûyî nake û belko rewşê ber bi asteka nexwestî ya demên berê ve dibe. Di heman demê de ev peyman rê li ber Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê digire ko helwêsteka ji Tevgera Goranê cidatir nîşan bide ji ber Goran ber bi alozî û şidetperestiyeka zêdetir ve diçe.
Partiya Demokrat ya Kurdistanê got YNK-ê bêyî ko hesabekî ji bo peymana stratejîk ya di nêvbera PDK-ê û YNK-ê de bike û bêyî ko PDK-ê agahdar jî bike ev peyman digel Goranê îmza kiriye û got:
— Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê peymanek digel aliyekî girêda ko problemên wê yên siyasî digel Partiya Demokrat ya Kurdistanê hene.
PDK-ê got ew ji bilî îradeya miletê kurd rênade ko ti planên dî bi ser kevin û rênade ko istiqrara Kurdistanê bêt têkdan û xwîna pêşmergeyên Kurdistanê jî dê ji bilî serxwebûnê bo ti hedefên dî neyêt heder kirin.
PDK-ê got bêyî wê ti hêz nikarin hikimdariyê li Kurdistanê bikin.