[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike
» Nêçîrvan Barzanî
HEWLÊR, 21/5 2012 — Wezîrê serkaniyên xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî duhî li Hewlêrê di konferansa enerjiyê de got sala bêt Kurdistan dê bi rêya boriyeka xweser petrola Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re rêke bazara derve. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî got kurd qebûl nakin ko hinek petrol û gazê li hemberî wan bi kar bînin û got kurd ”azadiya siyasî û aborî” dixwazin.

Di serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Tirkiyeyê û paşê jî serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyeyê de esasên tifaqeka nû ya Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin danîn.

Lewra jî Nêçîrvan Barzanî duhî di konferansa enerjiyê de ko wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz jî beşdar bû got têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê derbasî ”qunaxeka nû” bûne.

Taner Yildiz jî duhî piştrast kir ko tebadula petrola xam ji Kurdistanê bo Tirkiyeyê û petrola safîkirî ji Tirkiyeyê bo Kurdistanê dê pêşiyê bi tankeran dest pê bike heta ko boriyên petrolê yên nû tên amade kirin.

Hikûmeta Bexdayê ji tifaqa nû ya Tirkiyeyê û Kurdistanê nerazî ye û dibêje divêt hemî kontraktên Kurdistanê yên digel Tirkiyeyê biçin ber destê wê. Lê belê realîteya siyasî ya Iraqê û Kurdistanê gehiştiye rewşeka wisa ko hêdî her alî destûra Iraqê li gor xwe tefsîr dike û Kurdistan jî dihesibîne ko her kontrakteka ko îmza dike li gor destûra Iraqê ye û ne şert e ko bi rizamendiya hikûmeta Bexdayê be.

Ji axaftina serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya duhî diyar dibe ka Kurdistan dê siyaseteka çawa di warê petrolê û gazê de bimeşîne. Nêçîrvan Barzanî behsa pêgiriya Kurdistanê bi destûra Iraqê dike lê belê behsa pêngavên serbixwe yên aboriya Kurdistanê û petrola Kurdistanê jî dike. Wisa diyar e Kurdistan berî ko serxwebûna siyasî îlan bike dê serxwebûna ekonomîk ya petrol û gazê îlan bike.

Teksta axavtina Nêçîrvan Barzanî li jêrê ye.


Amadebûyên birêz

Mêvanên birêz

Roj baş û hûn hemû bixêr bên bo Hewlêra paytexta herêma Kurdistana Îraqê.

Bixêrhatina wezîrê enerjî û samanên xwezayî yê komara Tirkiyeyê birêz Taner Yildiz û ambasador Mithat Balkan serokê rêxistina STEM û nûnerê Wezareta derve ya Tirkiyeyê dikim bo amadebûna wan di vê konferansê de.

Em, bi beşdarîkirina berprisên hikûmeta federal û birêz waliyê Kerkûkê û waliyê Mûsilê di vê konferansa giring de kêfxweş û bextewer in, bixêr bên. Bi germî bixêrhatina hemû kompaniyên navdewletî, diplomatkar û mêvanên birêz dikim. Spasiya rêxistina STEM dikim bo amadekirina vê konferansê.

Birêzan

Em, weke hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo vê derfetê û sazkirina yekemîn konferansa navdewletî ya enerjiyê li Hewlêrê, gelek kêfxweş in. Hatina kompaniyên cîhanî yên warê enerjiyê û beşdarîkirina wan di vê konferansê de giringî û qîmeta xwe ya taybet heye. Em hêvî dikin ko çavkaniyên enerjiyê û samanên xwezayî ji bo tevaya gelên Îraqê bibin hokarê bextewerî û jiyaneke xweş.

Amadebûna cenabê wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê û hatina birayên me ji Tirkiyeyê bo vê konferansê, îşaretek giring û berbiçav e ji bo hevkarî û hevahengiya di warê enerjî û samanên xwezayî di navbera herdu aliyan de, herwesa belgeyek e jî ka çawa em dikarin bi rêya têkiliyên dîrokî û kulturî piştevaniya vî warê giring li herêma xwe bikin.

Kar û çalakiyên aborî û bazirganî gelek caran dikare bibin pêşeng ji bo kêmkirina aloziyên siyasî û herwesa alîkar bin bo diruskirina têkiliyên xurt yên di warên cida de; siyasî, civakî, perwerdeyî û aliyên din yên jiyanê. Me gelek bi zelalî dît ko ji encamê karkirin û têkiliyên aborî yên bihêz dikar destkeftiyên siyasî yên mezin bi dest ve bên.

Nuha jî ew bizava aborî ya berbiçav ya Tirkiyeyê û daxwaza wî welatî ko bibe yek ji 10 welatên bihêz yên aborî li cîhanê, ji bo me qîmeteke mezin heye. Di vê çarçoveyê de Tirkiye dibe deriyek nimûneyî bo herêma Kurdistanê û hemû Îraqê.

Birêzan

Di dema çend sadlên borî de û ji encama jîngeheke minasib û qanûna sermayerazandinê ya herêma Kurdistanê, Tirkiyê sermayerazandineke mezin li herêma Kurdistanê kiriye, her vê yekê jî wisa kiriye ko îro ew welat bibe mezintirîn hevbeş û berhemînera biyanî li herêma Kurdistanê.

Di demên borî de û ji encama danûstandinên me digel hevparên me li komara Tirkiyeyê, me behsa gelek mijarên giring kiriye ko ji bo alîkarîkirina me bo misogerkirina îraqeke biîstîqrar, aram û jiyaneke xweş bo pêşerojê, giring in. Herwesa me îşaret bi wê rola giring kiriye ko Îraqeke demokratîk û federal ya bi îstîqrar dikare roleke baş bilîze û fêde û berjewendiya hemû aliyan jê heye.

Di warê piraktîkê jî de, me, pêngavên cidî bo teşwîqkirin û avakirina têkiliyên stratejîk di navbera komara Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê de avêtine, bi awayekî ko di xizmet û berjewendiya tevaya gelên Îraqê de bin.

Mêvanên birêz

Hevkarî û hevahengî di warên aborî yên ciha de bi awayekê giştî û di warê enerjiyê de bi awayekî taybetî ji prensîpên sereke yên siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ne, di vî warî jî de pêngavên me bo pêşerojeke geştir û misogerkirina geşepêdana aborî li herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê, bi piştbestina bi destûra bingehîn ya Îraq federal, berdewam dibin. Madeyên taybet bi warê enerjiyê û neftê di wê destûrê de gelek zelal û eşkere ne û ew xeta sereke ya karkirina me ne û ew ji bo me rênîşander in, ji ber vê yekê em dê li ser xebat û siyastea xwe ya di vî warî de berdewam bin.

Em li ser wê yekê ko samanên xwezayî bi hişiyarî û hîkmet bên bi kar anîn pabend in, me divê ko neft û gaz bibe hokarê xweşkirina jiyan û bexteweriyê bo gelê me. Her ji ber vê yekê em dê li ser siyaseta xwe li navxweya welêt berdewam bin. Li ser asta derve jî, li ser pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî digel welatên cîhanê bi awayekî ko di berjewendiya hemû aliyan de bin, berdewam bin.

Nêrîna me ji ya hindek berpirsên Îraqê cuda ye, bi baweriya me pêwîst e siyaseta me ya di warê çavkaniyên enerjiyê û samanên xwezayî de li ser esasê hevkarî û hevahengiyê be, ne ji bo dijîtîkirin û rûbirûbûnê û heyfhilanînê be. Siyaseta me di vî warî de û baweriya me ew e ko samanên xwezayî tenê bo xizmeta berjewendiyên tevaya gelên Îraqê bên bi kar anîn.

Her ji encama wê siyaseta serkeftî ya ko herêma Kurdistanê li ser diçe, herêma Kurdistanê karî şûntiliyên xwe li ser nexşeya enerjiya cîhanê diyar bike û nas bike. Bêguman dê petrol û gaza yedek ya herêma Kurdistanê di dabînkirina enerjiya cîhanê de roleke karîger hebe.

Di heman demê de jî herêma Kurdistanê ji bo tevaya Îraqê bûye deriyekî giring. Herwesa dê herêma Kurdistanê ji bo çalakiyên bazirganî yên rasteqîne ko bi sedan kompanî û berhemînerên cîhanî bi awayekî serkeftî sermayeyê xwe tê de dirazînin, bibe wêstgehekî giring.

Mêvanên birêz

Tevî wan hemû aliyên geş ko min îşaret pê da, ez naxwazim xwe ji wan arîşeyan dûr bikim yên ko li herêma Kurdistanê hene, lê ez dixwazim wê bêjim ko qonaxa derbasbûna ji diktatorî û malwêraniyê bo demokrasî û avadaniyê, bo geşekirin û xweşjiyaniyê, rêyek dûr û dirêj e û gelek caran jî tejî astengên cur bi cur e. Hewildan ji bona guhertina hizir û adetên kevin ne karekî sade û hêsanî ye. Tevî van tiştan hemûyan jî, ez dixwazim bêjim ko me bawerî bi pirensîpên hînbûna ji rabirdu û derswergirtina ji tecrûbeyan heye, di heman demê de em dê bi cidî ji bona teşwîqkirina buhayên azadiya ferdî, demokrasî, serweriya yasayê û bazara azad li herêma Kurdistanê bixebitin.

Bêguman, em dê di bikaranîna samanên xwezayî ji bo xizmeta gelên Îraqê berdewam bin, herwesa li ser xebatên xwe ji bona misogerkirina bikaranîna çavkaniyên xwezayî û dabeşkirina dahatên wan bi ser hemû deveran de bi awayekî adil ji bo xizmetkirina gelê me li gor destûra Îraqê, berdewam bin.

Amadebûyên birêz

Ji sedema texîrbûn û nebûna qanûna petrol û gazê ya [hikûmeta] federal, Parlamentoya Kurdistanê di sala 2007-ê de qanûna neft û gazê ya herêma Kurdistanê qebûl kir, ev yek jî li gor destûra Îraqê bû. Vê gavê jî ew destkeftî û pêşkeftinên em dibînin, rastî, dirustî û serkeftina wê siyasetê ya ko herêma Kurdistanê di van pênc salên borî de peyrew dike îspat dike. Ango rastî bixwe diaxivin, ji ber vê yekê em dê li ser pêngavên xwe bo pêşve berdewam bin.

Em kêfxweş in dema em dibînin li hindek deverên dî yên Îraqê, li ser rêya ko me daye ber xwe, pêngavan diavêjin û dixwazin tecrûbeya me dubare bikin ko ev yek jî mafê wan yê destûrî ye bo birêvebirina samanên xwezayî li wîlayetên xwe.

Em hêvî dikin ko bi zûtirîn dem qanûna neft û gazê ya federal û qanûna parvekirina dahatê li Parlamentoya Îraqê bê qebûl kirin. Da ko pênaseyeke qanûnî û destûrî bo têkiliyên navbera çalakiyên warê neftê yên herêman Kurdistanê û tevaya Îraqê bê diyar kirin. Ew pênase jî divê li gor bend û madeyên destûra bingehîn ya Îraqa federal be.

Careke dî ez dupat dikim ko şirîkatî di rêvebirina samanên xwezayî de û misogerkirina dabeşkirina dahatê bi awayekî adil bi ser hemû deveran de, esasê xweşkirina jiyana gelên Îraqê ye ko ev jî armanceke gelek sade û prensîpî ye. Xweveşartin ji bend û madeyên destûrê, ji bilî derdeserî û paşvemayînê tu armanceke dî bo welatê me naîne.

Ya ko em dixwazin û me kar jê re kiriye û qurbanî jê re daye, Îraqeke demokratîk, federal û plural e ko xizmeta berjewendiyên hemû îraqiyan bike, herwesa azadiya siyasî û aborî ye ko em hemû dixwazin wan biparêzin. Em dê li ser van xebatên xwe jî berdewam bin.

Gelê Kurdistanê, ji bona derbasbûn ji derdeserî, azar û nexweşiyên berê, rêyeke dûr û dirêj biriye, gelek xebat û qurbanî ji bo bidestveanîn û misogerkirina paşeroj û ayîndeyeke baştir dane. Ji encamên pêngavên xwe yên berê, em bi paşeroja xwe geşbîn in, dê ji bo berbipêşvebirin û dabînkirina aramî û îstîqrarê bo herêma xwe û xweşkirina jiyana hevwelatiyên xwe berdewam bin, fêdeya aboriya herêma me di xizmeta hemû aliyan de be û bibe hokarê baştirkirina jiyana hemû hevwelatiyan li sertaserî Îraqê.

Sisyaseta karkirina me, li gor destûrê, di berjewendiya tevaya gelên Îraqê de ye. Em, ji bona gehiştina encam û xala yekalîkirinê digel tevaya aliyên Îraqê bi îsrar in ko ev jî xwe di rêvebirina hevbeş û dabeşkirina adil ya dahatên welêt dibîne.

Birêzan

Em, li hikûmeta herêma Kurdistanê kêfxweş in ko têkiliyên me digel hikûmeta Tirkiyeyê ketine qonaxeke nû de, bi taybetî di warê enerjiyê de. Em wê karkirin û vebûna komara Tirkiyeyê bilind dinirxînin û siyaset û helwesta wê bo herêma Kurdistanê û sertaserî Îraqê giringiyeke mezin heye. Em hêvî dikin ko piştî serdana me bo Tirkiyeyê, têkiliyên me guhertineke esasî bibîn in. Ev jî dê belgeyekê din be ko îradeya siyasî û canê karkirina hevbeş û lihevtêgihiştinê dê encamên baştir ji bo herdu aliyan hebe.

Pêşveçûna têkiliyên herêma Kurdistanê digel komara Tirkiyeyê di berjewendiya hemû Îraqê de ye. Herêma Kurdistanê weke beşek giring ji Îraqa federal, dikare ji bo zêdetir pêşxistina wan têkeliyna li ser esasê berjewendiyên hevbeş yên Tirkiye-Îraqê, rolek erênî û karîger bilîze.

Me li herêma Kurdistanê ew yek gelek caran dupat kiriye ko em bi sîstema demokratîk û federalî li Îraqê û bi destûra ji % 88 îraqiyan deng jê re daye pabend in. Ew pabendbûna me jî ji bona nuha û avakirina paşerojeke geştir bo vî welatî ko tê de em hemû pêkve hevbeş û beşdar bin di desthilat û birêvebirina welatî de.

Di dawiyê de careke dî spasiya we dikim û kêfxweş im ko îro di vê konferansa bijare ya enerjiyê de digel we yên birêz beşdariyê dikim, gelek bixêr bên bo Hewlêra paytexta herêma Kurdistana Îraqa federal.

Serkeftinê ji bo konferansa we dixwazim û hêvî dikim ko ev konferans bibe hokara xêr û bexteweriyê bo tevaya gelên Îraq û Tirkiyeyê, herwesa hêvî dikim ko bibe hokara zêdetir teşwîqkirina kompaniyên cîhanî yên navdar di warê enerjiyê de kar dikin ko hevbeş bin û beşdar bin ji bo geşkirin û avadankirina vê deverê. Careke dî bixêr bên ser çavan.

Gelek spas

Her şad û serkeftî bin

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2012-05-21
Xwendin: 59779
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org