[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin
» Selah Bedredîn
HEWLÊR, 25/10 2012 — Siyasetmedarê kurd yê Kurdistana Sûriyeyê Selah Bedredîn dibêje: ”EGRK û ENKS ne ji bo pêwistiyeke neteweyî ya kurdî ya niştimanî ya Sûrî hatin ava kirin, lê belê ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşa Sûriyê ko bi awayekî di berjewendiya rêjîma Esed de be hatin ava kirin.”

Nefel hevpeyvîneka dirêj ko berê bi zimanê erebî digel Selah Bedredîn hatiye kirin bi wergera kurdî ya Besam Mistefa belav dike.

***

Pirs: — Nuha salvegera yekemîn a şehîdbûna Mişel Temo ye, li gor wê yekê ko navborî bo demeke dirêj hevkarê we bû, hûn di vê helkeftê de çi dibêjin?

Selah Bedredîn: — Erê me bi hev re dora bîst salan di heman partiyê de "Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê" ko ez serokê wê bûm, kar kir. Di rewşên herî dijwar û rojên herî giran ên têkoşna li dijî projeya rêjîma Esed (Hafiz Esed û kurê wî Beşar) de û planên wan ên nijadperestî û erebkirinê, wî gelek berpirsiyarî di hundirê partiyê de girtin heta gihişt endamtiya polîtburoyê. Herwiha ji bo demekê bi erkê hevahengî û pêwendîkirinê di navbera min û serkirdayetiya partiyê li hundir de, rabû. Herwiha me bi hev re li dijî planên rejîmê û hewldanên wê yên parçekirina tevgera kurdî kar kir, nemaze hewldanên lawazkirina rêzên partiya me. Di vî warî de, şehîd Mişel û hinek hevalên din wek rehmetiyê Samî roleke berçav leyîstin û planên parçexwazên ko ji aliyê berpirsê ewlekariya leşkerî li Qamişlo û çavdêrê dosya kurdî general Mihemed Mensûre dihatin piştgirîkirin, têk birin. Piştî destpêkirina "Bihara Şamê" û derketina bizavên civaka svîl, hevtêgihiştinek hat kirin ko şehîd Mişel bê terxankirin ko di wî warî de kar bike. Di bin çavdêriya wî de navenda Celadet Bedirxan hat çêkirin. Navenda Celadet Bedirxan li gundê min "Cimaya", bi piştevaniya alîgir û dostên partiya me û hinek kesên serbixwe hat damezrandin.

Piştî wê bi demekê û li hember êrişa hêzên ewlekariyê ya tund li dijî tevgera çep a neteweyî ya demokratîk û partiya me bi taybetî û serketina wê di parçekirina partiyê de, nemaze jî bi derketina hinek nakokiyan di navbera wî û hinek hevalên wî yên partiyê de, şehîd Mişel berê xwe da karekî rêxistinî yê nû, li jêr navekî din (Şepêla Pêşeroja Kurd). Vê tevgera nû jî rêbaza Konferansa 5ê tebaxê pêrew kir, tevî ko li jêr navekî din kar dikir û ji partiya dayik cihê bû. Heta şehîdbûna wî jî, pêwendî di navbera me de berdewam bûn û rêzgirtin, şêwirmendî û civîn di navbera me de her hebûn. Mixabin hinek kesan ziyan gihandin salvegera şehîdbûna wî ya yekemîn. Ev kes ji aliyê şehîd Mişel bi parçekirina partiyê û piştgirîkirina projeya rêjîmê dihatin tometbarkirin. Dîsa dibêjim mixabin ko van kesan xwestin jiyannameya wî sexte bikin an hinek qonaxên jiyan û xebata wî piştguh bikin, an wek ko peyamnêrê kanala – El-Arabiya- bi awayekî plankirî hinek şahidên bi guman di wê helkeftê de dan peyvandin.

Pirs: — Piştî destnîşankirina Laxzer Îbrahîmî wek nûnerê NY û Yekîtiya Ereban ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, hûn tiştekî nû di vî alî de dibînin?

Selah Bedredîn: — Na tiştekî nû nabînim. Laxzer Îbrahîmî girêdayî hikûmet û desthilatdarên ereb e û di xizmeta sîstema serdest a fermî ya erebî de ye. Ew riya nûnerê berê Kofi Anan didomîne û xalên ko dewletên mezin û yên herêmê derbarê kirîza Sûriyê de dipjirînin, cîbicî dike. Ev yek bi awayekî zelal di insyatîfa Yekîtiya Ereban de hat xuyakirin ko bingeha hewldana Îbrahîmî pêk tîne, û hewl dide pirsa Sûriyê bi awayê Yemenê çareser bike. Yanî serok biguherîne, lê dest nede rêjîmê û hikûmeteke koalîsyonê pêk bîne yan jî hinek endamên –opozisyonê- tevî hikûmetekê bibin ko ji aliyê berpirsekî rêjîmê ve bê pêkanîn. Bêguman jî ev yek li dijî armancên şoreşa Sûriyê û xwîna şehîdên wê ye ko armanc dikin rêjîma dîktator bi tevahî hilweşînin.

Pirs: — Gelo îmkaneke pratîkî heye ko çareseriyeke aştiyane û hevtêgihiştinek bi rêjîma Esed re bê kirin? Herwiha di vî warî de hûn çi li ser komîteya çaralî ya serokê Misrê dibêjin?

Selah Bedredîn: — Ne pêkan e ko hevtêgihiştin li gel rêjîmekê bê kirin ko tawanên dijî mirovatiyê pêk tîne û bi hezaran hevwelatiyên Sûriyê kuştine û gund û bajarên Sûriyê bi çekên tevkuj û firokeyên şer bombebaran dike. Rêjîma Esed, bi hemû sembol, berpirs, lîder û Şebîheyên xwe ve divê li pêşberî dadweriyê bê dadgehkirin da ko cezayê xwe wergire. Gelê Sûriyê gotina xwe got bi riya dirûşmên ko her roj di meş û xwenîşandanan de bilind dike û dibêje (Gel dixwaze rêjîmê hilweşîne, na ji diyalog û hevtêgihiştina li gel rêjîma zordest re). Derbarê komîteya çaralî ya serokê Misrê yê girêdayî tevgera Îxwanan (Biraderên Musilman), ko heta niha ji ber beşdar nebûna Erebistana Siûdî sêalî maye, wê tiştekî nû bi xwe re neyîne û di baweriya min de dê bi ser nekeve, nemaze ger Îran beşek jê be. Ji ber ko Îran li dijî gelê Sûriyê ye û alîgiriya rêjîma Esed dike di aliyê leşkerî de, herwiha di medyayê de piştevaniya Esed dike.

Pirs: — Nêrîna te çi ye derbarê projeyên damezrandina hikûmetên demkî û krîzên opozisyona derve?

Selah Bedredîn: — Di çend mehên dawî de hinek hewldan ji aliyê kom û kesan li derve hatin kirin, di nav de "Encûmena Niştimanî ya Sûriyê (ENS)" bi mebesta ragihandina hikûmetên demkî û diyarkirina "Komîteya Aqilmendan" ji bo hilbijartina endamên wan hikûmetan. Wek ko hat xuyakirin hundir û şoreşgerên li hundirê Sûriyê û Artêşa Azad a Sûriyê ne haya wan û ne jî pêwendiya wan bi van lîstikan nîne. Xwediyên van hewldanan bi awayekî sexte dixwazin bi rola desteyên rewa rabin, ko biryar e piştî ketina rêjîma Esed ji aliyê gel bên hilbijartin. Ev deste jî dikarin hikûmeteke demkî ji bo birêvebirina karûbarên xelkê, destnîşan bikin.

Bi dîtina min divê ev kes lîstik û ziyanên xwe li hember gelê me û şoreşa me rawestînin, yan na wê bikevin ber lêpirsîna şoreşgeran. Çawa dibe hinek kes xwe wek Komîteya Aqilmendan destnîşan bikin!? Piraniya wan di serdema rêjîma Hafiz Esed û kurê wî Beşar de hevkarên hêzên ewlekariyê yên Sûriyê bûn û tenê çend meh in ko tevî opozisyona Sûriyê bûne. Belgeyên me hene li ser vê yekê û em ê di dema pêwist de wan belav bikin. ENSê jî niha di rewşeke herî xerab de ye. Biraderên Musilman niha ENSê birêve dibin û her ko diçe pêwendî di navbera wê û şoreşgerên hundir de, lawaz dibe. ENSê dide dû plan û pêşniyarên herêmî û navneteweyî derbarê pirsa Sûriyê, bêyî ko wan red bike yan pêşniyarên xwe yên taybet di vî warî de pêşkêş bike. Lê tiştê ko dilê me xweş dike ew e biryara siyasî bi awayekî tevahî ketiye destê şoreşgerên hundir de.

Pirs: — Wek kesatiyeke siyasî ko roleke te ya mezin hebû di tevgera kurdî ya neteweyî û bizava niştimanî ya Sûrî de, di aliyên wê yên hizrî û çandî de ji destpêka salên 1960 yên sedsala borî û heta niha, tu niha rola xwe derbarê rewşa kurdan û Sûriyê de çawa dibînî?

Selah Bedredîn: — Ez li serokatiyê nagerim û min bi sê telaqan karê partîzanî berda û min berî destpêkirina şoreşa Sûriyê daxwaza amadekirinê jê re kir û min piştgiriya ciwanan kir. Berê û niha jî bi hemû şiyan û îmkanên xwe piştevaniya ciwanên Sûriyê dikim, nemaze ciwanên kurd li navçeyên kurdî û hevrêziyên wan û bizavên wan ên serbixwe û çalakiyên wan ên aştiyane, ji ber ko ew hêvî û umêd in. Wek ko tê zanîn ti hêviya min bi partiyên klasîk ên kurdî nîne, bi taybetî piştî rabûna şoreşgerî ya sala 2004an. Gelek partî dûvelangên rêjîma Esed in û alîgirên projeya rêjîmê ne. Berevajî vê yekê ez dibînim ko ev partî bûne bar li ser tevgera gelê me. Pêdiviya me bi tevgereke siyasî ya nû heye ko ji nifşê nû û çalakvanên bajar û gundan ên ji hemû çîn û tiwêjeyên civakî pêk bê û bi awayekî aktîf beşdariyê di şoreşê de bike, herwiha xwe ji şerê siyasî yê qonaxa piştî hilweşandina rêjîma Esed re, amade bike.

Pirs: — Di belgeyên nehênî yên kifşkirî de ko ji aliyê kanala El-Erabiya hatin belavkirin, peyva "serkirdayetiya hevbeş" zêdeyî carekê derbas dibe. Ev tê çi wateyê? Herwiha nerîna te li ser anîna navê PKKê wek aliyekî ko piştevaniya rêjîma Esed dike, çi ye?

Selah Bedredîn: — Helbet haya me ji hemû aliyên wan belgeyan nîne, lê belê lojîk rastiya piraniya wan teqez dike. Derbarê meseleya "serkirdayetiya hevbeş", bawer dikim mebest jê aliyên herêmî û xwecihî ne ko bi rêjîma Esed re kar dikin, ko naskirî ne û bi hemû awayan li dijî şoreşa gelê Sûriyê derdikevin. Hêzên wek Îran û Rûsiyayê şirîk in di tawanên rêjîma Esed û biryar û çarenivîsa wî de. Herwiha hinek hêzên din hene ko rêjîma Esed wan bikar tîne, û dibe ko pêwendiyê li gel wan deyne bi riya hêzên ewlekariyê nemaze ofîsa general Mihemed Nasîf û dezgeha sîxuriya hewayî, lê belê nahêle ew hêz di biryardayînê de beşdar bin wek Hizbollah û grûpên iraqî û PKKê ko çend caran navê wê di belgeyan de derbas dibe wek hêzeke alîgira rêjîma Beşar Esed.

Pirs: — Tu karê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Desteya Bilind a Kurd (DBK) ko ji ENKS û EGRKê (Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê) ya girêdayî PKKê, çawa dibînî?

Selah Bedredîn: — ENKS û EGRKê ji partiyên klasîk ên têkçûyî li ser asta kurdî û niştimanî pêk tên. Herdu encûmen ne bi îradeya gelê me li hundirê welêt pêk hatine, lê bi lez derketin holê. Bêyî hebûna şert û mercên objektîf û bi piştgiriyeke berçav ya ji derveyî sînor ava bûne. Herdu jî piştî derbasbûna zêdeyî 8 heyvan ji destpêkirina şoreşa Sûriyê û beşdarbûna ciwanên kurd di şoreşê de ava bûn. ENKS û EGRK ne ji bo pêwistiyeke neteweyî ya kurdî yan niştimanî ya Sûrî hatin ava kirin, lê belê ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşa Sûriyê ko bi awayekî di berjewendiya rêjîma Esed de be ji bo têkbirina hewldanên ciwanên kurd ên ko serî hildabûn û qurbanî dabûn hatin ava kirin. Ji ber ko ne endamê herdu meclîsan im, ti pêwendiya min li gel tiştê ko di wan de diqewime nîne.

Tenê wek welatperwerên kurd ên din, dizanim ko DBKê di pêkanîna biryarên xwe de bi ser neket û encamên wê yên di pratîkê de nîşan didin ko PKK her tiştî li deverên kurdan kontrol dike. PKKê vê yekê bi razîbûna rêjîma Esed û bi hêz û çekan dike, û bi vî awayî berê nakokiyê dide Tirkiyê û pirsa kurdî li Sûriyê piştguh dike. PKKê nehişt leşkerên kurd ên cudabûyî ji artêşa Esed, ko li Herêma Kurdistana Iraqê hatine perwerdekirin, vegerin welêt û beşdarî şoreşê bibin. Lê sedem û hokarên van encamên xerab, û berpirsên wan heta niha ji min re nayên zanîn. Divê kes û aliyên têkildar wan ji gelê Sûriyê û gelê kurd li Sûriyê re zelal bikin.

Pirs: — Piraniya partiyên ENKS û DBKê ji helwesta dijberiya Sûriyê derbarê kurdan bi gazinc in, heta carna helwestan li dijî hinek hêzan û artêşa azad digirin?

Selah Bedredîn: — Pirsên me li gel şirîkên me yên erebên Sûriyê piralî ne. Bêguman nakokiyên me yên siyasî li gel piraniya hêzên dijberiyê hene, lê ne nû ne û vedigerin qonaxên derbasbûyî û dê di dawî de bi riya diyloga aştiyane û lihevkirinê bên çareserkirin. Serketina şoreşê dê pêngaveke stratejîk be ber bi pêkanîna lihevkirinê û çareserkirina pirsa kurd li Sûriyê di çarçoveya Sûriya nû û demokratîk de. Ev helwesta piraniya herî zêde ya kurdên Sûriyê ye. Lê tevgera partiyên kurdî ji destpêka şoreşê û tevî ko piraniya wan ne pêbendî mafên kurdan bûn di serdema rêjîma Hafiz Esed û kurî wî de, niha ew wan mafan wek behane bikar tînin bi mebesta şermezarkirina şirîkên me yên ereb û dûrkirina kurdan ji şoreşê li jêr navê bêalîtiyê, ko rengekî alîgiriya rêjîmê ye.

Pirs: — Bi dîtina te pirsa kurd çawa dikare bê çareserkirin?

Selah Bedredîn: — Kurd gelekî resen û kevnare ye û ji gelên Sûriyê yên resen e û li ser xaka xwe ya dîrokî dijî. Mafê kurdan heye çarenivîsa xwe ya siyasî û îdarî di çarçoveya Sûriyeya hevgirtî de, diyar bikin. Lewma serketina şoreşa Sûriyê ya niştimanî herî zêde di berjewendiya kurdan de ye. Divê tevgera gelê kurd beşdariya xwe di şoreşê de teqez û berdewam bike. Piştî dirustbûna Sûriyeya azad, baştir e di nava demokrasiyê de referendum bê kirin û raya piraniya gelê kurd bê standin ji bo diyarkirina çarenivîsa gelê kurd a siyasî û îdarî di çarçoveya Sûriyê de. Formên naskirî ji bo çareserkirina pirsa neteweyî ya kurdî li Sûriyê hene ko ji federalîzmê dest pê dike heta digihije otonomî û deverên neteweyî yên xwerêveber.

Pirs: — Tu li gel wê yekê yî ko Artêşa Azad a Sûriyê li navçeyên kurdî belav bibe?

Selah Bedredîn: — Min gelek caran gotiye û dibêjim ko ev pirs bi awayekî çewt tê kirin. Artêşa azad nayê bangkirin, lê ji nav gel derdikeve holê. Ciwanên kurd bi hezaran ji artêşa rêjîmê cuda bûne û hinek ji wan li welatên derdorê bi cî bûne. Eger şert û merc rê bidin ew dikarin pêkhateyên xwe yên leşkerî li deverên me wek artêşeke azad a kurdî ava bikin, ko di hevahengiyeke xurt de be li gel artêşa azad a Sûriyê û parçek jê be. Ev hêza kurdî dikare beşek ji şoreşa Sûriyê be, ji ber ko artêşa niştimanî ya Sûriyê wek gelê Sûriyê yek e.

Pirs: — Car caran medyaya PKKê tometan li dijî te belav dike û dibêje ko pêwendiyên we li gel Tirkiyê û artêşa azad û hêza Selahedînê Eyûbî li çiyayê Kurmênc li parêzgeha Helebê hene, tometa dawî di vî warî de belavkirina belgeyeke din bû bi navê Hewlêrê îdia dike ko civînek bi amadebûna te û Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salih û çend berpirsên emerîkî û îsraîlî û tirk û kurdên Sûriyê hatiye sazkirin bi mebesta gotûbêjkirina rewşa kurdên Sûriyê. Gelo ev rast e û helwesta te ji PKKê çi ye?

Selah Bedredîn: — Helbet ji destpêka şoreşa Sûriyê em ser wê yekê ve bûne ko gotegot, îdia û nûçeyên sexte ji aliyê medyaya PKKê ve bibihîzin. Medyaya PKKê çi kesê ko nerîna wî ne wekî ya PKKê be çewt derdixe û xwediyê wê jî wekî xayîn îlan dike. Li gor medyaya PKKê, ji sedî 99 kurdên cîhanî xayîn in. Di dema dawî de, piştî ko PKKê cardin vegeriya ser hevkariya rêjîma Esed û Îranê, medyaya PKKê dest bi weşandina hin belgeyên sexte kir ko cihê tiliya hin dezgehên sîxuriyê yên herêmî li ser wan heye. Li vir dixwazim li ser du belgeyên sexte rawestim. Belgeya yekem ko îdia dike li gel tirkan kar dikim, piştî serdana min a fermî û ragihandî ji bo Enqere di roja 24-1-2012an de li ser daxwaza wezareta derve ya Tirkiyê, hat. Di wê civînê de min gotûbêj li gel wekîlê wezaretê Ferîdûn Sinirlioglu û berpirsê dosya Sûriyê li wezareta derve Xalit Çevîk kir, bi amadebûna wergêrê serkirdayetiya Herêma Kurdistana Iraqê.

Min hemû tiştê ko di civînê de hat behskirin belav kir û heyva duyemîn di daxuyaniyekê de ji KTV re ragihand, û herwiha min naveroka wê civînê eşkere kir di semînereke xwe de li enstîtuya kurdî ya Parîsê de di heyva yekê de û di hevpeyvînekê de li gel kovara (El-Mûşahid El-Siyasî) di 5-5-2012an de. Piştî wê bi çend heyvan ragihandina PKKê îdia kir ko ez li gel tirkan kar dikim. Dixuye ko hevdîtina siyasetvanekî kurdê Sûriyê ko hay ji şoreşa gelê xwe yê Sûrî û pirsa gelê xwe yê kurd a neteweyî heye û bi awayekî fermî û eşkere li gel wezareta derve ya Tirkiyê ne bi dilê PKKê bû. PKK fêr bûye pêwendiyan li gel dezgehên ewlekariyê yên girtî li dewletên herêmê ava bike.

Niha dibêjim û teqez dikim ko di berjewendiya kurdên Sûriyê de ye ko pêwendiyên wan dostane bin li gel hemû cîranên Sûriyê (Tirkiyê, Iraq, Urdun û Libnan). Pêwistî bi hebûna pêwendiyên hevahengiyê yên sêalî heye ji aliyê kurdên Sûriyê û Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta Tirkiyê bi mebesta parastina deverên kurdî û vekirina rê li ber kurdan da bi awayekî aktîf tevî şoreşê bibin bi şertê ko Tirkiyê pêşwext ragihîne ko mafên kurdan li Sûriyê nas dike û çareseriyên aştiyane ji bo pirsa birayên me li Kurdistana Tirkiyê bibîne. Derbarê belgeya sexte ya nû, diyar e ew hewldaneke ji bo veşartina belgeyên Sûriyê yên kifşkirî ko ji aliyê kanala El-Erabiya tên belavkirin û hin ji wan behsa hebûna peymanekê di navbera rêjîma Esed û PKKê de dikin. PKKê bi vê belgeyê armanc dike têkiliyên kurd û ereban têk bibe û nakokî û dubendiyan di nav kurdên Sûriyê de derxe û kiryarên terorkirin û revandinê ko di odeyên nehênî de amade dike, binuxmîne. Ev kiryar hemû dikevin berjewendiya rêjîma Esed û Îranê de.

Derbarê beşa duduyan a pirsa we jî dibêjim ez PKKê li ser du beşan rêzbend dikim, PKK 1 û PKK 2. PKK 1 partiyeke kurdî ye di çarçoveya bizava neteweyî ya kurdî ya berfireh de ko qada wê Kurdistana Tirkiyê ye û qurbanî dane bo pêkanîna armancên xwe, em li gel armancên wê yên ragihandî ne û wekî bira em şîretan lê dikin ko karê aştiyane bikin û dûrî şîdetê bikevin ji bo çareserkirina pirsa kurd; em li gel nerîna wê ne li ser şovenîtiya rêjîma Tirkiyê û xwezaya wê ya nijadparêz û em daxwazê jê dikin li gel tevahiya hêzên niştimanî yên kurdî li Tirkiyê kar bikin û li gel demokrasîxwazên tirk. Lê PKK 2, em dibînin di pirsa Sûriyê de piştgiriya Esed dike û em bang lê dikin siyaseta xwe ya çewt û zirarkar û wêranker rawestîne û çekdarên xwe ji deverên kurdî li Sûriyê bikişîne û destêwerdanê di karûbarên me de neke. Herwiha em bi bîra PYDê tînin ko kontrolkirina wan a leşkerî ya ji nişkê ve li ser deverên kurdî, li derveyî çarçoveya bizava kurdî û tevgerên ciwanên kurd û şoreşa niştimanî ya Sûriyê, wekî derbeyeke leşkerî dibînin. Ev karê PYDê dê neyê qebûlkirin ji aliyê kurdên Sûriyê û ji aliyê tevahiya welatiyên Sûriyê, ne niha û ne di paşerojê de.

Pirs: — Bi qenaeta te pêwistiyên parastina ewlekariya deverên kurdî û birêvebirina wan di qonaxa niha de, çi ne?

Selah Bedredîn: — Kurd ne lîstik in di destê ti kesî de û ne beşek in ji projeyên malbata Esed. Em beşek ji Sûriyê ne û deverên me beşek ji erdnîgariya Sûriyê ya niştimanî ne. Di berjewendiya gelê me de ye berdewam bin di şoreşê de bi awayê xwenîşandanên aştiyane, herwiha di berjewendiya miletê me de ye ko rêveberiyên rêjîma Esed biqewitîne û deriyên sînorî kontrol bike û meclîsên milî ava bike ko tevahiya faaliyetên siyasî û sivîl û ciwanan li xwe bigirin û cihê pêkhateyên din ên ne kurd ên ji xelkên resen ên deverê di wan de bibe. Divê ev bi awayekî demokiratîk bê kirin ji bo birêvebirina karûbarên wan deveran û parastina ewlehiya wan wekî deverên rizgarkirî. Lewma divê xêr û bêrên deverê bikevin qezenca gelê deverê û şoreşa Sûriyê, nemaze bîrên petrolê – Qereçox-, bi hevahengiyeke tevahî li gel tevgera şoreşger li seranserê welêt, û bi taybetî li gel şirîkên me li parêzgehên cîran û nêzîk wekî Reqa û Dêre Zor.

Pirs: — Herêma Kurdistana Iraqê bi erkên xwe derbarê tengezariya kurdên Sûriyê radibe?

Selah Bedredîn: — Bêguman erk di navbera berpirsiyariyên neteweyî û mirovî û siyasî de tên dabeşkirin. Cardin spasiya serokê Herêma Kurdistana Iraqê kak Mesûd Barzanî dikim, li ser hevsoziya wî ya bilind derbarê birayên wî yên kurdên Sûriyê û piştevaniya wî bi wan re û guhdana wî ji rewşa wan re. Min gelek caran gotiye em naxwazin zirarê bigihînin destkeftên birayên me li Herêma Kurdistana Iraqê û em naxwazin ti aliyekî tengzar bikin. Di heman demê de, em naxwazin ti aliyek zirarê bigihîne pirsa me ya sûrî û rewşa me ya kurdî. Riya tenê ya piştevaniya şoreşê û kurdên Sûriyê ji kesê ko dixwaze re, wek me gelek caran got û me bi awayekî devkî û nivîskî ji berpirsan re ragihand, piştevaniya şoreşa Sûriyê û tevgera ciwanên kurd e.

Divê em bizanin ko nerînên cuda hene derbarê rewşa Sûriyê di navbera hêzên Kurdistanî yên hevbend li Herêma Kurdistana Iraqê. Bi awayekî giştî ev yek bandoreke nerênî li me dike. Serkirdayetiya herêmê rastî zextên mezin ên navxwe û herêmî tê ji bo girtina hin helwestan li dijî berjewendiya gelê Sûriyê û şoreşa wî û kurdên Sûriyê. Herwiha divê bê mikurhatin ko hewldanên berê yên birêvebirina kirîza kurdî ji Herêma Kurdistanê bêsûd bûn. Em derbarê çarenivîsa peymanên Hewlêrê û rewşa sedan leşkerên kurd ên cudabûyî li herêmê dipirsin? Herwiha em dipirsin kê berpirs e ji serdestiya leşkerî ya grûpên PKKê li tevahiya deverên kurdî bi razîbûna desthilatên fermî, gelo partiyên kurdî yên Sûriyê yên endamên ENKSê ji vê yekê berpirs in?

Em hêvî dikin ko serkirdayetiya herêmê hemû aliyên tevgera xwe li gel dosya kurdên Sûriyê serast bike di qonaxa bê de da ko li gel rewş û berjewendiyên gelê me û pirsa me û guherînên Sûriyê, û berjewendiyên herêmê lihev bike. Ji ber ko niha artêşa Sûriyê ya azad dora ji sedî 60 ji xaka Sûriyê kontrol dike. Berjewendiyên ewlekariya neteweyî ya berjewendiyên neteweyî û ewlekariya neteweyî li gor partî û grûpên siyasî û fanatîkên parçeparêz, diguhere; nemaze ko kurdên cîhan û deverê di rewşekê de dijîn ko navendeke neteweyî tê de nîne.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2012-10-25
Xwendin: 33444
 

HEVPEYVÎN   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org