[ ŞEMÎ, 2024-12-21 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Psîkolojiya Yekîtiyê, Qralê Kurdistanê û Şîretên Dawî
STOCKHOLM, 3/1 2008 — Em tev dizanin û di jiyana xwe ya ferdî û siyasî de pê dihisin ko "pirsgirêka yekîtiyê" bo me kurdan pirgirêkek kel (bi tirkî 'yakıcı', bi ingîlîzî 'hot') e ko paşketin, di cîh de mayin an pêşketina me tayin kiriye/dike. Em kurd ji xwe re tekrar tekrar dibêjin ko em nebûne dewlet ji ber ko "yekitiya me kurdan tune bûye" û ev yek ji aliyê gelek dîrok- û siyasetzanên biyanî ve jî hatiye/tê ziman. Lê em dikarin berevajî jî lê binêrin û bêjin ko "yekitiya me çê nebûye ji ber ko em nebûne dewlet"; sosyolojiya neteweperestiyê (nasyonalîzm) vê mijarê bi pirsa "Gelo netewe dewletan ava dikin an dewlet netewan ava dikin?" bi kurahî nîqaj û teorîze kiriye, lê ezê nekevim wê "çewtiya dualîst" û rasterast balê bikşînim ser realîteya trawmayî* ya civata kurdan û hin nêrînan bînim ziman ko hêvîdar im ber me ronî bikin. Herwisa ezê nekevim nav nîqajên wekî "feodalîzmê" jî, ko bi nêrîna min tu rûmeta wê "argumana" modernîst, ko di eslê xwe de normatîv û kolonyalîst e, tune ye.

Eger "netewebuyin" xak, ziman, dîrok ûwd be, bêşik kurd neteweyek in. Em tekrar tekrar dibêjin ko "Kurdistan hatiye perçekirin", ko rast e, lê dema em wê perçebuyinê/perçekirinê bi bîr tînin û tînin ziman, pirranî caran em behsa ew sînorên Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê dikin; kêm caran behsa perçebuyina/perçekirina ziman dikin û hama hama qet (hîç) behsa perçebuyin/perçekirina mêjî nakin. Wekî ko em ji vê mijarê direvin, wê "hessas" dibînin. Ew ê ji vî nivisê eşkere bibe ko sebebê vê yekê ew trawma ye ko kurd tê de ne, ew şerm e ko kurd his dikin û ew tabû ne ko civata kurd li ser xwe ferz dike.

Nivisa mebûsê DTPê û "nûnerê" Diyarbekirê Aysel Tuğluk, "Trawmaya [tirkan a] Sewrê û Empatiya Kurdan", nimûneyek tazî û cirnexweş a berevajîkirina rastiyan e, ko ji aliyê rejîma kolonyalîst a tirkan ve wek şerrê psîkolojîk li hember kurdan hatiye/tê bikaranîn**. Li gor "nûnerê" Diyarbekirê Tuğluk, Peymana Sewrê, ango avabûyina dewleta Kurdistanê, ko jê re dibêjin "perçebûyina Turkiyeyê", tirkan trawma kiriye û divê kurd "empatî" bo wan nîşan bidin, ango wan fahm bikin! Mirov ji gelek aliyên cuda dikare li vê fenomenê binêre. Çend ji wan:

1 - Wek hat gotin, berevajîkirina rastiyan û şerrê psîkolojîk, şerrê mêjûyî;

2 - Rol û fonksiyona "nûnerê" Diyarbekirê, ya partiya DTPê, ya PKKê û ya Îmralî;

3 - Cîhdanîna rojnameya Radikalê, ya ko ew nivis tê de hat weşandin, a bo Tuğluk, û karakterê medyaya tirkî.

Lê hem bi giştî, hem jî bi taybetî bo vê nivisê, giringiya nivisa Tuğluk naveroka wî ye. Em deynin aliyek ka di salên 1910-20an de çiqas "civatek tirkî" hebû ko trawma bibe, ji ber ko helbet ew dem demên şerr û transformasyona civatan bû û her ferd bi awayek di bin tesîra wê demê de dima, lê mirov nikare behsa "tirkan" wekî ew çax hebûnek (bi ingilizî "entity") yekgirtî bike ko bi çavên îro mirov jê re bêje "civata tirk"***. Rejîma kolonyalîst a tirk, bi destê Tuğluk, ciyên êrîşkar/zilimkar û qurban diguhurîne û ji aliyek ve pozîsyon û sûcê rejîma kolonyalîst a tirkan vedişêre, wê rûspî dike - ji aliyek dî ve jî ne-yekser (bi tirkî "dolaylı", ingilizî "indirect") kurdan sûcdar dike û berpirsyarek datîne ser milê kurdan ko divê empatî bo tirkan nîşan bidin.

Hama hama bi tu awayî li serê lêkolîn nehatine kirin lê mirov bi rehetî dikare bêje ko kurd, ji ber dîroka xwe ya kêmasî ev 80 salan, ji ber kolonyalîzm û zilm û şîddeta wê, di nav trawmayek kûr de ne. Ji xwe gelo ev nivisa Tuğluk an teşebbusa Abdullah Öcalan a rûspîkirina Mustafa Kemal û kemalîzmê, ko wisa gelek bi rehetî hatin kirin, ne nîşana ev trawma û "bêxwedîtiya" kurdan e? Wek nimûne, sûcdarbuyina Mustafa Kemal, xirabiya kemalîzmê û qehremaniya Şêx Seîdê Pîranî di çavê kurdan de gelek zelal bûn û civata kurd kêm zêde bi giştî li ser van yekan xwedî qeneetek bû. Lê di carek de dewleta tirk, bi destê wekên Tuğluk û Öcalan, nêrînên sedîsed eksê van qeneetan anî ziman û ev bû sebeb ko ji aliyek ve gelek kurd ketin nav şikê û ji aliyek dî ve jî kurdan zehmetî kişand ko bersiva wan îddîa û nêrînan bidin. Tunebûyina medyayê (ko ezê li jêr zêdetir behsê bikim), tunebûyina an/û kêmasiya zanyariya dîrokî ûwd, belê... Lê gelo ev kirina dewletê bi xwe ne nîşana vê yekê ye ko kurd, taybetî kurdên Bakûr, "zeîf" in û ji manîpulasyonan re gelek vekirî ne?

Mirov û civatên trawmakirî "ji xwe dûr in", ango navenda (merkez) xwe ya otonom/serbuxwe wenda dikin an ew navend wisa diheje ko êdî ew mirov an civat di nav xwe de û di têkiliyên xwe de ne li hev e, xwe tenê his dike, baweriya bi xwe û yê bi dervayên xwe wenda dike, bi hêrs e lê nizane bi wî hêrsê çi bike û zerarê dide xwe. Dema mirov bi vî çavê li kurdan, li Bakûr an li PKKê binêre, gelo rewş ronîtir nabe?

Di civatên rojavayî de, lîteraturek mezin heye li ser trawma û "tedawiya" wî. Li gor vanan, li ber qurbanê/a tecawuzê, wek nimûne, du rê hene: ew dikare wî/ê mirovê efû bike û bi vî awayê jiyana xwe berdewam bike an jî ew dikare tecawuzkarê xwe efû neke û wisa, li hember wî/ê û kirina wî/ê helwest deyne. Herdu rê jî meşrû ne û tercîh ya qurban e ko li gor karakter û realîteya xwe tercîha xwe dike. Lê, eger em nimûneya tecawuzê dîsa bi kar bînin, hatiye îspatkirin ko di dema tecawuzê de, ango dema tecawuz hin berdewam dike, (wekî ko rewşa li Kurdistanê hê jî berdewam dike) hîtapkirina mirovatiya tecawuzkar an hewldayina avakirina empatiyek bi tecawuzkar re, encam nade (P. Bart û P. O´Brian, Stopping Rape: Successful Survival Strategies, 1985).

Kurd dikarin xwe ji hisên wekî kîn û nefretê biparêzin an wan hisan transforme bikin da ko ew his, ko çavkaniyên enerjiyên mezin in, li kêleka hêrsê, bibin qewetên erênî (pozîtîv) û bi xwe re mijûl bibin da ko ew zerarên ko kolonyalîzma rejîma tirkan (û rejîmên dî yên dijmin) di mirov û civata kurd de peyde kirine, çareser bikin û xwe ji nû ve ava bikin, damezrînin. Xwedî li welat, ziman, dîrok, çîrok, stran û kilîmên xwe derketin û wan rûmetiyên xwe hembêzkirin, rêya vê "xwe-damezrandinê" ye. Ango, ji xwe û ji hevdû hizkirin...

Lê zehmet e. Vegera li xwe divê (bala xwendevan bikşînim ser hisa şermê û tabûyan) û alîkariya derve divê.

Azadbûyin û dewletbûyina kurdan li başûrê Kurdistanê bo vê yekê firset û nîmetek e. Êdî dezgeh çê dibin ko dikarin îmkan û çavkaniyan bi kar bînin da ko taybetî li ser vê pirsgirêkê bisekinin, da ko civatek mirovane ava bikin. Dewlet bo vê yekê divê.

Lê tekoşîna rizgariyê berdewam e û pê re siyaseta wê jî. Bo dewletbûyinê (ne "netewebuyin", ne jî "netewe-dewletbuyin", ko ev gotin û konsept yên "wan" in, ne yên me) hevgirtin divê, ko "yekîtiya" ko em behs dikin, ew e. Me li jor got ko taybetiyên neteweyek xak, ziman, dîrok ûwd ne ko civatê bi hevdû re girê didin. Kêleka wan, pergalên dî hene ko neteweyek dikarin li dor bicivin, xwe mobîlîze bikin: wekî ala, marşa neteweyî, rêxistin û şexsiyetên sereke. Îro dema mirov temaşe dike, dewlet û hikûmeta başûrê Kurdistanê wekî "rêxistin" û kak Mesûd Barzanî jî wekî şexs derdikeve pêş ko kurd dikarin û divê li dor bicivin. Bo wî, her çiqas gelek rexneyan heq kiribin jî, ez ne li gel wan kesan im ko bi awayek tûj û hukumkar, êrîşê hikûmeta başûrê Kurdistanê û kak Mesûd Barzanî dikin û wan tenê dihêlin.

Di salên 1920an de Şêx Mehmûd Berzencî wekî beşek tekoşîna xwe, xwe "Qralê Kurdistanê" îlan kir, lê tekoşîna wî têk çû û kurd bi ser neketin. Îro rewş li gel me hatiye guhertin û Kurdistan hêdî hêdî ava dibe. Swêd an Brîtanya qraliyet in lê bi demokrasiya parlamentarî têne îdarekirin. Gelo Kurdistan çima nebe qraliyet? Gelo dê ne şeref be ji bo hemû kurdan ko malbata Barzanî yê têkoşer û barzan (yên ko barê neteweya me hilgirtine) bibin qraliyeta me? Pêşniyar dikim.

***
Li jor hinek behsa medyayê hate kirin û herwisa ya "alîkariya derve". Me kurdan wekî mexdûr û qurbanê "tecawuzê" destnîşan kir û herwisa anî ziman ko kolonyalîzmên li Kurdistanê ne tenê maf û azadiyên kurdan ji wan stendin, lê herwisa "nasnameya" wan jî binpê kirine û hebûna wan bi kurahî hejandine. Kurd di trawmayek de ne û kêm zêde vê yekê înkar dikin, nas nakin an naxwazin bivînin. Sebeb jî hem ew "tecawuz" û trawmaya encam e, hem jî şerm, tabû û "grûra sexte" ne. Ev yek in ko dibe sebeb ko mexdûr ji xwe direve, bi xwe re mijûl nabe û "kole dişibe efendiyê xwe". Taybetî li Bakûr rewş ev e. Ne tenê rejîma kolonyalîst kurd înkar dike - kurd bi xwe jî xwe înkar dikin.

Êrîş û zilma ko dibe sebebê trawmayê, gelek caran bi dizî (veşartî) diqewime. Îro bi milyonan zarok li seranserê dinyê zilmên veşartî dibînin. Dema mirov li rejîmên kolonyalîst ên li Kurdistanê dinêre, mirov dibîne ko rewşa kurdan jî ji vê yekê ne zêde dûr e: wek nimûne, gotara rejima tirk ew e ko "kurd azad in û dikarin bibin serokdewlet jî" lê em baş dizanin ko kurd ne azad in û ewil serê xwe ditewînin û dû re dibin serokdewlet. Lê gotara rejîma tirk berdewam e û ev rejîm li hember hindir û derve xwe bi awayek nîşan dide lê sîstema xwe ya înkar û wendakirina kurdan û nasnameya wan (ziman, welat, ûwd) berdewam dike. Ango durûtiyek dike û zilma xwe vedişêre. Ev yek sebeb û beşek mezin a trawmaya kurdan e. Zilma li ser wan di nav çar dîwaran de diqewime û ev yek hem serbestiyek fireh dide zilimkar, hem jî dibe sebeb ko kurd xwe tenê û bêqewet his bike. Divê kurdê mexdûr were bihêzkirin (bi tirkî "güçlendirmek", îngilîzî "empowerment"). Taybetî bi rêya medyayê eşkerekirina zilma zilimkar û êrîşa êrîşkar, rê li ber vê bihêzbûyinê vedike. Dema zilim eşkere dibe, şahid peyde dibin û êdî hem zilimkar dizane ko kirinên wî di nav çar dîwaran de namînin û herwisa qurban jî êdî dizane ko ew ne tenê ye û ew tiştên ko jê hatibûn stendin (pîroziya hebûna wî/ê, bawerkirina bi xwe û bi mirovatiyê ûwd) vedigerin wî/ê.

Nuha problema kurdan ev e. Kêm zêde herkes dizane ko zilmek tê kirin lê tu kes vî zilmê nabîne û "yê ji çav dûr, ji dil jî dûr e". Bi dehan rojname û kanalên televizyonê û bi sedan malperên kurdan hene lê medyaya kurdî tune ye. Rojnamevanên kurdan tune ne ko bi çavên xwe li buyeran binêrin û tiştên ko dibînin nîşanê raya giştî bidin. Helbet di nav vana de hêjayî hene lê ew hêjayî teko teko û ji hevdû dûr û cuda ne - hevbeşiyek tune ye. Xeynê medyaya PKKyî, ko xwedî rewşek taybetî ye û dervayê vê niqajê ye, medyaya dî ya Bakûrî gelek bê ser û ber e, marjînal e û dervayê avakirina raya giştî (bi tirkî "kamuoyu oluşturmak", ingilîzî "opinion-building") ne. Şûna ko bi rihek neteweyî werin cem hev, hêzên xwe bi ahengî bikin yek, hevdû temam bikin; herkes xwe kişandiye quncika xwe û ji wir "têdikoşe". Wek nimûne, heq ew e ko Arif Zerevan di nav medyayek kurdî de (rojname, kanala televizyonê) wekî rojnamevanek bixebite, lê ji ber tunebûyina dezgehek wisa, di Nefelê de, ko di qada giştî de marjînal e, hem rojnamevan e, hem redaktorê sereke ye, hem "webmaster" e, ûwd. Kêleka vê rewşa xirab, ev komên marjinal car carna şerrê hevdû jî dikin, ko êdî rewş dibe trajedî-komîk.

Ev rewş divê were guhertin û ev potansiyelên ko hene lê dervayê "tekoşîna reel" in, divê bibin xwedî fonksiyon - da ko pirsgirêkên civat û neteweya me çareser bibin. Ev guhertin ê çawa bibe, nizanim, lê kêmasî dizanim ko ne rast e ko ez bi xwe "xweyn bidim" vê rewşê - çawa ko naxwazim bi yekser "endametiya" PKKê, xweyn bidim serokatî û mekanîzmaya wê. Bo wî, ev yek nivisa min a dawî ye ko ji bo Nefelê dinivsînim. Spas dikim bo Arif Zerevan bo rûpelên xwe bo min vekir. Û herwisa spas bo hemû xwendevanan. Hêvîdar im ev helwesta min bibe sebeba lêgerînan.

Sala 2008 ê hin bêtir bibe sala kurdan.

Bi xatirê we.




* "trawma", hejandin an hilweşandina psîkolojik a di nav mirov an civat de, ko encama şîddetek wekî tecawiz, şerr ûwd ye. Wekî encam, qurbanê ew serpêhatiya nerênî (negatîv) nasnameya xwe ya otonom/serbuxwe wenda dike an ew nasname diheje, zerarê dibîne û ev yek dibe sebebê "nexweşînan".

** Li vir dixwazim bala kurdan bikşînim ser vê yekê ko jê baş haydar bin ko van rojan mijarek tê nîqajkirin ka gelo "tirk hene an na?" an hebin bi çi awayî hene, kî ne, çend heb in...? Ev nîqaj perçeyek şerrê psîkolojîk in ko xwedêgiravî "nasnameya tirkî" ne etnîkî (milletî) ye û bo wî herkes dikare ji xwe re bêje "ez tirk im". Mixabin gelek kurd ne tenê têne vê leystikê, lê herwisa dibin perçeyek jê û vê gotarê tekrar û promote (reklam) dikin. Ev mijar ne mijara me ye, divê yekser me eleqeder û mijûl neke.


-----------------------------------
Nivîskar: Rojda Çelîker
Weşandin: 2008-01-03
Xwendin: 18672
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Yekîtiya Bakûr, parastina Başûr û deklarasyona PKKê (2007-12-03)
Dawiya barbariyek û serxwebûna başûrê Kurdistanê (2007-10-26)
Dema ko Evren jî ”xayîn” be (2007-03-03)
Banga niviskar û rewşenbîrên kurd çima kêm e û ez çi lê zêde dikim? (2006-09-17)
Rejîma Tirkiyeyê û federasyon (2006-08-15)
Kurd tima ne... bijîn kurd! (2006-05-06)
Êsîrên jibîrkirinê (2006-04-07)
Dem e ko Ocalan here (2006-04-02)
Ziman, Heval û Bêdengî (2006-03-21)
”Mêr” kî ne, jin çi dikin? (2006-03-07)
”Realîteya tirkan” û rastîya me (2006-03-02)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org