KOLUMNÎST |
|
|
Dewleta başûrê Kurdistanê ava bû |
|
SELAHEDÎN, 30/8 2005 — Gelek kesên ko vê sernivîsê bixwînin dikare bibêjin ko ez behsa xewnekê dikim û qey min di xewa xwe de dîtiye ko başûrê welat bûye dewlet, lê belê bi rastî jî ji we re bibêjim ez behsa ti xewnan nakim û dewleta başûrê Kurdistanê bi rastî jî ava bû.
Piştî bigre û berdeyeka ko sê heftiyan li Bexdayê dom kir, dawiyê kurdan karibû destûreka ko dewleta xwe pê ava bikin li ereban bidin qebûlkirin û desthilatên pir mezin ji başûrê Kurdistanê re garantî bikin. Ev desthilatên ko destûra Îraqê dide kurdan bê yek û du başûrê Kurdistanê dike dewlet û ji bo cara yekemîn di dîrokê de kurd dibin xwedî dewleta xwe ya di qada navneteweyî de naskirî. Dîsa ev jî rastî ye û ez xewnekê venagêrim.
Li gorî desthilatên di destûrê de ji başûrê Kurdistanê re çê bûne, di nava kêmtirî deh salan de hemû bingehên dewleteka bi hêz û xwedî bingehekî aborî yê mezin ko tê de berjewendiyên gelek welatên mezinên cîhanê yên aborî û siyasî lê hebin li Kurdistanê cihê xwe digirin û piştî ko hemû şert û mercên dewleteka weha jî rûniştin, ew qasî riyên qanûnî di destûrê de hene ko kurd bikarin bêjine ereban her yek ji li mala xwe û em êdî li ser erdê xwe û bi hêza xwe ya aborî û siyasî, dewleteka serbixwe ya Rojhilata Navîn in.
Destûra nûya Îraqê rê dide ko her çi petrol û gaza ji niha û pê ve li Kurdistanê bête dîtin ji Kurdistanê bi xwe re be û mafê wê heye tiştekî jê nede ereban. Destûr herweha rê dide ko di hemû balyozxane û kunsulxaneyên Îraqê de beşên Kurdistanê hebin û ev beş têkiliyên bazirganî û aborî bi cîhanê re ava û îdare bikin. Li gorî destûrê herweha hêzên leşkerî yên Kurdistanê jî dê hebin ko sînorê çalakiyên wan dê Kurdistan be û hemû xercî û lêçûna wan jî dê li ser samanê dewlemendê Îraqê be.
Bi van xalan bi tinê kurd dikarin di nava kêmtirî deh salan de dewleta xwe kamil bikin û hingê jî hezar û yek behaneyan bibînin ji bo ko biselimînin ko pêgîrî bi destûrê nehatiye kirin û ev yek jî li gor destûrê wî mafî dide kurdan ko ji ereban veqetin.
Rast e di destûrê de vekirî nehatiye gotin ko mafê kurdan yê biryardana çarenûsê heye û hevokeka weha eşkere qed ne mimkin bû bi ereban bihata qebûlkirin, lê belê madde û bendên ko tên vê maneyê di destûrê de hene û kurd kengî bixwazin dikarin ji xwe re bi kar bînin û dewleta xwe ya bi vê destûrê ava kirî, piştî ko bi hêz û xurt dikin û hemû bingehên wê mukum dikin, bidin ragihandin.
Tirsa gelek kurdan heye ko destûr dê di referandoma 15-ê oktobera pêşhatî de bête retkirin û sunnî dê jê re “Na” bibêjin, lê belê ev tirseka ne di cihê xwe de ye û rastî ew e ko ew hêza qanûnî ya sunniyan nîne li sê parêzgehan bi rêjeya ko pêwîst e destûrê ret bikin.
Parêzgehên sunniyan Rumadî, Tikrît û Mûsil in ko divê li hersêyan jî piraniya zêde destûrê ret bikin, ev yek jî qed ne mimkin e, ji ber ko eger ew li Tikrît û Rumadiyê jî karibin tiştek weha bikin, dê qed nikaribin li Mûsilê bikin, ji ber ko li Mûsilê kurd balansa meselê ne. Ji bilî vê yekê hoz û eşîrên ereban yên di nêvbera Mûsil û Tikrîtê de jî ne malûm e ko dê bi sunnî yên tundgirên îslamî û basî re bin, ji ber ko li aliyekî bandora kurdan li ser wan heye û li aliyê din jî biryara bi hezaran kesan ji wan di destê mezin û şêxên wan de ye, kirîna mezinên wan jî ne ewqas karekî giran e.
Xaleka din ya girîng ko ji kurdan re pir baş ew e ko welê xuya ye şîîyan jî fêm kiriye ko ev destûr destûra parvekirina Îraqê ye û êdî ne mimkin e ko carek din Îraq wek dewleteka yekbûyî bimîne, vêca ew jî êdî dê dev ji vê xewna Îraqa yek par berbidn û ew jî weke kurdan dê ji xwe re heremêkê ava bikin û paşî bikin dewleta xwe ya serbixwe. Ji ber ko samanê xwezayî yê ko dê bikeve sînorê herêma şîîyan jî pir dewlemend û bi xêr û bêr e, ew jî niha difikirin ko êdî ne hewce ye xwe bikin xwediyên Kerkûka kurdan û petrola ko li herêma wan ya başûrê Îraqê heye besî wan e, ji ber vê yekê jî bê yek û du dema ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê qebûl kir û di destûrê de jî bi cih bû ko divê heta dawiya sala 2007-ê serast bibe, lê belê li hember vê yekê çavê wan li Bexdayê ye û hewla wan dê bibe ew ko Bexda jî parek ji herêma wan be.
Kurt û kurmancî destûra Îraqê û berjewendiyên ko tê de ji kurd û şîîyan û tenê ji Emerîka û hevpeymanên wê re jî çê kirine, sunnî bixwazin û nexwazin Îraqê parve dike û dewleta kurd û şîîyan ava dike, lewra jî ev destûr avabûna dewleta başûrê Kurdistanê ye, lê belê dewleteka ko ragihandina avabûna wê ji bo demeka baştir, demeka ko tê de hemû binegên dewleteka xurt û bi hêz û di her warî de pêşketî, çê bibin, hatiye paşvexistin. |
----------------------------------- | Nivîskar: SAMÎ ERGOŞÎ Weşandin: 2005-08-30 Xwendin: 9944
|
|
Gelê şiyar (2005-12-20) |
|
Li Amedê, kurdîniya bi tirkî (2005-11-24) |
|
Dewleta şîîyan, piştre ya kurdan (2005-11-13) |
|
Barzanî dilşa ye (2005-11-07) |
|
Kurd, hevpeymanên yekê yên Emerîkayê
(2005-10-30) |
|
Tirs, av û av çû (2005-09-25) |
|
Kurdistan.. pêşveçûna aborî û siyasî (2005-09-18) |
|
Destûra Îraqê û mejiyên girtî (2005-08-23) |
|
Stratejiya neteweyî (2005-08-17) |
|
|