KOLUMNÎST |
|
|
cialis 5 mg generico cialis generico Kurd, hevpeymanên yekê yên Emerîkayê
|
|
SELAHEDÎN, 30/10 2005 – Dawiyê wisa çê bû ko kurd bibin hevpeymanên yekê yên Emerîkayê li Rojhilata Navîn û piştî xistina Seddam û rizgarkirina Îraqê jî, Emerîka xwe dît ko mecbûr e gelek hesabên xwe yên dûr û stratejîk yên ji bo Rojhilata Navîn li ser kurdan û bi taybetî jî di rewşa îro de li ser başûrê Kurdistanê bike.
Ji bilî ko kurdan li başûrê Kurdistanê azmûnek baş pêşkêş kir û selimand ko dikarin sistemek demokratîk li herêmê ava bikin, gelek fakterên din jî wisa kir ko îro kurd di rêza yekê ya hevpeymanên Emerîkayê de cî bigirin. Ji wan fakteran hebûna beşên Kurdistanê di nav wan dewletan de ko roj bi roj diselimînin nikarin bêne guhertin û tevlî bayê nû yê cîhanê bibin.
Serhişkiya van dewletan û bêhêvîbûna Emerîka ji wê yekê ko bêne ser hesabên wê, bi taybetî jî piştî 11-ê septemberê, şansekî bêtir li ber kurdan vekir. Herweha serederiya kurdan ya bi operasiyona azadkirina Îraqê re û meşandina siyaseteka ko berjewendiyên emerîkî û kurdan bi hev re girê dan, vê yekê jî bêtir emerîkî mecbûrî kurdan kirin.
Piştî azadbûna Îraqê û çêbûna rewşa nû, kurdan dîsa di vê qonaxê de jî siyasetek pir erênî meşand û roleka mezin û bingehî ji bo dubare avakirina Îraqê û sistemeka demokratîk ya li gor hesabên Emerîkayê lîzt. Emerîka dît ko piraniya girê û astengiyên li Îraqê derdikevin pêşiya prosesa siyasî, li ser destê kurdan têne çareserkirin û kurd bûne balansa serekeya ragirtina prosesa siyasî li Îraqê.
Kurdan demekî ev rol û siyaset meşand ko çi qasî dihat wêneyê Emerîka li ber çavê îraqiyan kirêt dibû û ji encama xerabiya karguzariyan û nakokiyên mezebî û maytêkirina dewletên cîran, her kû diçû barê Emerîka girantir dibû. Mecbûr dima hem hebûna xwe ya leşkeriya xurt biparêze, hem jî ji bo serketina prosesa siyasî bikeve nav tevgereka mezintir. Kurd di vê yekê de jî di hawara emerîkiyan çûn û nehişt rewşa Îraqê têk biçe.
Dihawarçûna herî dawî ya kurdan ji bo emerîkiyan li Îraqê ew bû ko prosesa amdekirina destûrê û piştre referandoma ji bo derbaskirina wê jî bi ser xist û nehişt xwesteka erebên li dijî Emerîka û hinek grûpên tundgirên îslamî yên sunnî û terorîstan ser bikeve. Helbet vê yekê jî yekcarî dilê emerîkiyan rehet kir û riya avêtina gavên nû ji bo avakirina Rojhilata Navîna mezin ya ko ew dixwaze, hêsantir li ber vekir.
Bêguman kurdan ev hemû ne bi tinê ji bo xatirê çavê Emerîka kir û hê jî dike. Serûbinên vê yekê di berjewendiya kurdan de ye û wan rola xwe ya ko divêbû bilîzin, lîzt. Lê belê ya girîng ew e ko kurdan gelekî bi hostetî wisa kir ko emerîkî bixwazin, nexwazin berjewendiyên wan bi berjewendiyên xwe re girê bidin. Bi vê siyaset û rola xwe, herweha ji emerîkiyan re diyar kir ko eger berê hebûne jî, lê belê niha li Rojhilata Navîn ne mimkin e ti kesên din weke kurdan dostên emerîkiyan bin.
Tevî ko bi dirêjiya vê pêvajoyê jî weke ko kurdan dixwest , helwêst û siyaseta Emerîka ne rona û zelal bû, lê belê piştî referandomê û derbasbûna destûra Îraqê, Emerîkayê jî perde ji ser wê nezelaliya siyaseta xwe ya li hember kurdan li Îraqê hilanî û eşkere li ber çavê hemû cîhanê vekirî nîşan da ko li Rojhilata Navîn îdî kurd hevpeymanên wan yên numare yek in û ji bo meşandin û pêkanînan rojev û siyasetên xwe yên stratejîk jî, dê bi awakî pir mezin pişta xwe bi kurdan germ bikin.
Vexwendin û pêşwaziya fermî ya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li koçka spî ji bal serok George Bush ve, ragihandina femrî ya vê helwêsta Emerîka ya li hember kurdan û piştrastkirina wan e ko îdî berjewendiyên kurd û emerîkiyan bi hev re ne û herdu alî jî ji bo parastina van berjewendiyan, divê bi hev re bixebitin.
Ev pêşwazî û daxuyaniyên serk Bush yên di derheqa serokê Kurdsitanê de, herweha sîgnalên pir eşkere û vekirî yên ji bo ereb, fars û tirkan e jî ko divê gelek baş fêm bikin îdî mecbûr in nêrîna xwe ya klasîk li ser kurdan biguherin. Bixwazin, nexwazin divê weke ko hene kurdan nas bikin û bi awa û metodên modern pirsa gelê kurd çareser bikin. Herweha jî fêm bikin ko hemû guhertinên niha li Rojhilata Navîn çê dibin û yên dê çê bibin jî, cihê kurdan û hevalbendiya wan ya bi Emerîkayê re xurttir dikin.
Li aliyê din, di vê rewşê de helbet gelek erkên nû jî dikevin milê kurdan de û divê ew jî îdî xwe li gor van hesabên nû li Rojhilata Navîn çê bûyî, eyar bikin. Bi taybetî piştî ko rewşa başûr û bidestxistiyên kurdan li wir bi awakî fermî û li gor biryarên navneteweyî ketin warekî destûrî û qanûnî de, îdî li hemû beşên Kurdistanê, divê kurd siyaset û rojeva xwe dîsa di ber çavan re derbas bikin.
Di vê rewşê de ji bo kurdan rojev û stratîjek nû pêwîst e ko li her beşê Kurdistanê tev kar û çalakiyên siyasî yên kurdan xizmeta heman stratîjê bikin û ji ti beşan tiştek wisa dernekeve ko zirarê bide beşeka din, yan jî pirsa kurd bi tinê di beşa xwe de bibîne û piçûk bike. Ji bona avakirina stratîjek weha jî helbet erka herî mezin ya başûrê Kurdistanê ye û ji bo vê yekê jî bi taybetî çavê her kurdekî li her beşeka Kurdistanê li serok Barzanî ye.
|
----------------------------------- | Nivîskar: SAMÎ ERGOŞÎ Weşandin: 2005-10-30 Xwendin: 9600
|
|
Gelê şiyar (2005-12-20) |
|
Li Amedê, kurdîniya bi tirkî (2005-11-24) |
|
Dewleta şîîyan, piştre ya kurdan (2005-11-13) |
|
Barzanî dilşa ye (2005-11-07) |
|
Tirs, av û av çû (2005-09-25) |
|
Kurdistan.. pêşveçûna aborî û siyasî (2005-09-18) |
|
Dewleta başûrê Kurdistanê ava bû (2005-08-30) |
|
Destûra Îraqê û mejiyên girtî (2005-08-23) |
|
Stratejiya neteweyî (2005-08-17) |
|
|