[ YEKŞEM, 2024-12-22 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng
SWÊD, 18/1 2013 — Di nav kurdên Sovyeta berê da gelek mirovên wisa hene, ko bi salan, wek dibêjin, serê xwe kirine ber xwe û ji bo miletê xwe karekî mezin kirine. Tu caran nefikirîne, ko karê xwe propaganda bikin, heta ne hîştine, ko hinekên din jî wana bi milet bidine naskirin, pesinê wan bidin, ji ber ko karê ji bo miletê xwe erkek dîtine.

Yek ji wan kesan Îvanê Omer Farîzov e, ko nav û dengê wî li tevaya Sovyeta berê wek profêsorekî mezin bela bûbû, lê kurdan ew zêde nas ne dikir. Ka binhêrin malpereke Rûsîyayê ya derheqa merivên Rûsîyayê yên here bi nav û deng da (http://viperson.ru/wind.php?ID=657506) ser zaneyê kurd Îvanê Omer Farîzov çi nivîsîye:

”Farîzov Îvan Omarovîç

Doktorê dîrokê, profêsorê Înstîtûta welatên Asîyayê û Afrîkayê (ÎAA) ya Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya Dewletê (ÛMD) ya ser navê M.V.Lomonosov. Xudanê ferhenga degme ya rûsî-kurdî (1957). 5ê çileya paşin sala 1923an li bajarê Tbîlîsîyê ji diya xwe bûye. Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Moskvayê xilaz kirîye (1950). Pêşekê piştî xwendinê: rohilatzan-welatzan. Namzedê doktorîya dîrokê (1953), karmendê zanyarî yê sereke li Înstîtûta aborîya cihanê û pêwendîyên navnetewî ya Akadêmîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovyet (1956), doktorê dîrokê (1971), profêsorê kafêdra ”Aborîya welatên dereke” ya kafêdra Aborîyê ya fakûltêta ÛMD (1975), bingehdar û serwêrê kafêdra ”Pêwendîyên aborî yên navnetewî” ya ÎAA ya ÛMD (1976), akadêmîkê Akadêmîya Înformatîzasyonê ya Navnetewî (1994), serekê şêwra êkspêrtîyê ya KAY (1985). (KAY tê maneya ”Komîsyona Atêstasyon ya Yekîtîya Sovyet”. Bi awayekî din: ew kesên, ko li Yekîtîya Sovyet dixwestin bibûna doktor, gerekê têmaya wan ya doktorîyê ji alîyê KAY da bihata testîqkirin: -T. X.), endamê kolêgîya rêdaksyonê ya kovarên ”Malûmatîyên ÛMD” ji cêrgeyên kovarên ”Rohilatzanî” û ”Aborî” (1976, 2003). Bingehdarê çiqilekî zanyarîyê yê nû – pêwendîyên aborî yên navnetewî li welatên ser riya pêşketinê. Xudan û hevxudanê zêdeyî 600 berhemên zanyarî, ko li Rûsîyayê û welatên dereke hatine çapkirin. Serokatî li zêdeyî deh doktorayên zanyarî kirîye. Bi gelek xelatên dewletê, şêr û civakî va hatîye pêşkêşkirin, di nav wan da: mêdalyaya zêrîn ya bajarê Mîlanê (Îtalîya, 1971), mêdalyaya KAY ya Yekîtîya Sovyet (1982), mêdalyaya zêrîn ya Ûnîvêrsîteya Sokayê (Yaponîya, 1985), serketîyê ”Êlîta înformasyonzanîyê ya cihanê” (2000), ”Karmendê emekdar yê zanyarîyê li Rûsîya Fêdêral” (2002), ”Profêsorê emekdar yê Ûnîvêrsîtêta Moskvayê” (2003) û h.w.d.

Î. O. Farîzov 26ê çileya pêşin sala 2012an wefat bû. Ew li goristana Troêkurovskê li ”Allêya Mêrxasan” li Moskvayê hatîye binaxkirin” (li vê goristanê kesên Rûsîyayê yên here navdar têne binaxkirin: -T.X.)

Rûsîya qîmetekî ha mezin daye Îvanê Omer Farîzovê kurd bona karê wî, ko zanyarîya Rûsîyayê pêş xistîye. Lê kêm kes zanin, ko ew karê kurdzanîyê jî pêş xistîye. Wek, sala 1957an berhema wî ya zanyarî ”Ferhenga ûrisî-kurdî” bi 30 hezar gotinan va, bi herfên kurdîya latînî çap bû. Eva ferhenga rûsî-kurdî ya yekemîn e li cihanê û ew bi du hezar nuxseyan va li Moskvayê çap bûye. (Berî çend salan zanyarê kurd Mehmet Bayrak pêşnîyar kir, ko ez û ew wê ferhengê bikine ya tirkî-kurdî. Me bi destûrdayîna Farîzov ew kar pêk anî. Wî gotinên rûsî kire tirkî, min jî rêdaktorî li gotinên kurdî kir, ko di nava weke 40 salan da pir guhêrî bûn. Ew ferhenga tirkî-kurdî sala 1994an li Enqerê di weşanên ”Özde” da çap bû).

Î. Farîzov pêşgotina pirtûka kurdzan V. M. Nîkîtîn ya bi sernavê ”Kurd” nivîsîye, ko sala 1964an li Moskvayê, ji alîyê weşanxaneya ”Progrêss” da bi zimanê rûsî çap bûye.

Sala 1941ê gotareke wî ya bi sernavê ”Tevgera miletîyê ya kurdên Îranê” di kovara ”Berhemên Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Moskvayê” da çap bûye.

Sala 1953an: ”Cîyê tevgera kurdan ya miletîyê-azadîyê di tevgera gelên Rohilata Nêzîk û Navîn da” (dîsêrtasyona doktorîyê).

Min Îvan Farîzov di zarotîya xwe da nas dikir, ji ber ko ew dostekî malbeta me bû. Dema dê û bavê min diçûne Moskvayê, tim rastî wî dihatin û derheqa mezinayî û merivaya wî, derheqa welatparêzîya wî da ji min ra digotin. Gava ez sala 1992an ji Ermenistanê derketim û 5 salan li Moskvayê mam, em gelek caran rastî hev dihatin, me şevbihêrîya xwe dikir. Tê bîra min, ez û ew sala 1992an bi vexwendina Komkara Merkezî li Kölnê çûne Almanîyayê bona tevî şayînetîya pîrozkirina 400 salîya ronahyîdîtina ”Mem û ”Zîn”a Ahmedê Xanî bin. Li wira ewî bi zanebûnên xwe va yên derheqa wê berhema di cihanê da navdar, amadekar zendegirtî hîştin.

Berî wê çend mehan du nûnerên PSK Nûreddîn Basût û Letîf Özdemîr ji Kurdistana Bakur hatibûn bona li Moskvayê nûnertîya partîya xwe vekin. Min pêşnîyar kir, ko di vî karî da tenê Îvanê Omer Farîzov dikare alî wan bike. Me berê xwe da wî zanyarê mezin. Ewî dûr û dirêj guhdarîya hevalan kir û bi têlêfona taybet ji serokekî Sovyet ra xeberda. Rojtira din ew herdu heval bi rêberîya Î. Farîzov çûne bal wî serokî.

Ji sohbetên min û wî ez gelek tiştên din yên balkêş hesiyam. Yek ji wan ew bû, ko ew gelek caran bûbû wergervanê wan sîyasetmedarên kurd, ko ji her çar perçeyên Kurdistanê bi fermî û ne fermî dihatin rastî serokatîya Sovyet dihatin. Û ew yek bi daxwaza sîyasetmedarên kurd dibû, ji ber ko wana ne dixwest wergervanê wan biyanî bin. Serokatîya Sovyet gelek caran bona azirûkirina pirsên kurdan bi wî şêwirîne. Ew wek nûnerê kurdên Sovyet bû di serokatîya Yekîtîya Sovyeta berê û Rûsîya niha da. Yek ji wan di dema vekirina radyoya bi zimanê kurdî bû, ko sala 2008an wê li Moskvayê, di radyoya ”Dengê Rûsîyayê” da vekirana û ji wan ra kadro lazim bûn. Ez gelek serbilind im, ko wî ez pêşnîyar kiribûm. Û ez çûm, di destpêkê da li wir xebitîm, heta ew radyo, wek dibêjin, xwe girt û kete ser rê.

Îvan Farîzovê serbilindîya gelê me bi alîkarîya aborî ya apê xwe Reşîdê Ecem berî zêdeyî 70 salan ji gundekî kurdan li Ermenistanê – gundê Camûşvanê derket, ji eşîra xwe ya Çoxreşî qetîya, berê xwe da Moskvayê, xwend û heta dawîya jîyana xwe li wir ma, bû merivekî binavûdeng, lê nav û dengê wî zêde belav nebû. Wek ko wî digot: ”Heta welatê me rizgar nebe, destûra tu kurdekî tune merivekî mezin bê hesibandin”.

Bextê gelê me lê xistîye, ko yên wek Îvanê Omer li Sovyeta berê gelek bûn û bi karê xwe va di nav miletên Sovyetê û cihanê da gelê xwe rûspî dikirin. Bextê me ji wî alî da jî lê xistîye, ko yên xudêgiravî binavûdeng, lê di rastîyê da helekar û nezan jî gelek kêm bûne. Ezê nimûneya tenê yekî bînim, ko nav û dengê wî ji nav û dengê Îvanê Omer gelek zêdetir bela bûye, lê bi zanebûn, welatparêzîya xwe va tam eksî wî ye, edebîyeta me herimandîye, di ser da jî bi dehan salan neyartî û dijminatîya gelê xwe kirîye. Û ew kes di nav kurdên cihanê da deng daye wek nivîskar, rexnevan, rojnamevan, kedkarê çand û edebîyetê, çend pirtûkên wî bi kurdî û rûsî derketine, li her deran bela dike, ko zêdeyî 50 salan di dayîreke kurdî da kar kirîye û h.w.d. Lê di rastîyê da ewqas sal kar kirîye, ji ber ko nikaribûye tu cîyekî din kar bike. Ne kurmancîya wî kurmancî ye, ne ermenkîya wî ermenkî ye, ji xwe rûsî jî qet nizane. Heta bi tîpên kurdîya latînî jî nikare binivîse. Serpêhatî û pirtûkên wî yên rûsî qîza wî ji kurdî werdigerîne, navê xwe wek werger dinivîse, paşê çap dibin.

Bi dehan salan cîgirê serokê dayîreke kurdan bû, dema serokê wî ji kar derket, serokatîya Ermenistanê ji ber zanebûnên wî yên zeîf ew nekire serok, lê kurdekî din ji der va anî kir serok. Lê dema Yekîtîya Sovyet hilweşîya û li wê dayîreyê tenê sê kurd man, ew bû serok. Û bona pereyan peyda bike, sponsorîya apoçîyan qebûl kir û çend salan pereyên sponsorîyê gorî wê yekê zêde û kêm dibûn ka ew dayîre di mehê da çend caran di nivîsan da dibêje ”Bijî serok Apo”. Û wî jî hewil dida van gotinan zêde binivîse. Herdu karmendên dinê dîtin, ko ha nabe, nave wan û dayîreya wan di nav gel da xirab dibe, biryar kirin, ko wî serokatî heq ne kirîye, civîn kirin û ew ji kar derxistin, gotin here mala xwe runê, çêtir e. Ji wê rojê da wî ji kar avêtin. Wî jî çi kir? Şev kete wê dayîreya kurdan, komputêrên wê dizîn, polîs hatin mala wî, ew komputêr dîtin, xwestin wî bigirin, xwe avîte ber pîyên serekê nû. Wî serekî jî gunehê xwe pê anî û şikyatê xwe, ko bona dizîya wî dabû polîs, paşda hilda. Pirtûkeke zanyarî ji rûsî wergerande kurdî û eva zêdeyî 35 salan e tu weşanxaneyeke kurdî ew çap nake, ji ber ko kurdîya wî pir qels e (Ecêb e, berhemên wî qîza wî ji rûsî werdigerîne, lê ew jî pirtûka zanyarî ji rûsî wergerandîye).

Dema di destpêka salên 1990î pirsa vegerandina Kurdistana Sor di meydanê da bû, hinek giregir hatin soz danê, ko eger ew di karê zevtkirina Laçînê da alî wan bike, ewê li wê herêmê karê wezîrê çapemenîyê bidine wî. Ewî jî çend gede dane dû xwe, ko piranîya wan ji der û dorên apoçîyan bûn, çûn ew war zevt kirin, kurdên wir deroder kirin û ne Kurdistana Sor li me vegerîya, ne jî ew bû wezîr. Ji bo vê kirinê min ji gotina ”xayîntîyê” zêdetir gotin ne dît. Niha jî blogek bi navê xwe vekirîye û dev davêje ronakbîrên kurd. Di bloga wî da du nivîs ser min in. Gotara min ya bê wê bi îzbatîyan, bi şedeyan, bi fîlmên vîdêoyê va bersîva wan nivîsan be û ezê navê wî belû bikim ka ew kî ye. Li bendê bin. Bi şertê, ko ew vê carê jî xwe nevêje ber pîyê min, uzra xwe ji min nexweze û wan nivîsên ser min ji bloga xwe dernexe.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2013-01-18
Xwendin: 11819
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org