[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake
STOCKHOLM, 5/3 2011 — Xwîn ji hinavê sosyaldemokratên Swêdê têt. Sosyaldemokratên ko xwe wekî hîmdarên Swêdê dihesibînin dikin û nakin bi hilbijartinan nikarin desthilatê ji partiyên rastgir paşde bistînin. Asoya sosyaldemokratên swêdê tarî bûye lê belê cardî jî qet behsa hilbijartinên berî wextê xwe nakin û qet û qet bi terorê û şidetê welatê xwe têknadin.

Hilbijartin ji bo destguhortina desthilatê tên kirin. Berî du salan Goranê li Kurdistanê di hilbijartinên giştî de 25 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bi dest xist û bû partiya sêyê. Sebra Goranê têra dewreyekê û çar salan tenê jî nekir. Piştî du salan dest pê kir ko daxwaza hilweşandina parlamentoyê, hikûmetê û hemî dezgehên dî yên Kurdistanê kir.

Heger baweriya Goranê bi demokrasiyê û sîstema parlamenter hebûya divêt wê du salên dî xwe ragirta û di hilbijartinên bêt de yan Goranê dê dengên xwe zêde bikira û bibûya partiyeka esasî ya Kurdistanê yan jî dê dengên xwe yên ko ”jinerazîbûnê” standibûn cardî ji dest dabûya û bibûya partiyeka marjînal ko xelkê navê wê jî neanîbûya bîra xwe.

Goranê bi hevkariya Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê ajandaya xwe ya siyasî kir qurbana ajandayeka mafyawarî ya dewleta Îranê û paytexta xwe ya siyasî Silêmanî jî kir meydana têkdan û kaoseka civakî û aborî.

Bi vê plana xwe ya têkçûyî Goranê ne tenê derbeyek li xwe da, wê derbeyeka kujende li bajarê Silêmaniyê jî da û diyar bû ko hêdî Silêmanî li hemberî Hewlêrê wîlayeteka marjînal û haşiye ye: tenê slogan û qelebalix jê bilind dibe, pêşdeçûn û aborî lê xurt nabe.

Hemî elametên ko li ber çavan xuya dibin wê nîşan didin ko Goranê ruknên siyaseta xwe li ser dijminahiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê û nemaze dijminahiya familyeya barzaniyan ava kiriye.

Rojekî berî 17-ê sibatê yanî 16-ê sibatê ez li Selahedînê li cihekî mêvan bûm. Ji min re hat gotin ko sibe li Silêmaniyê xwenîşander dê êrişî Leqa 4-ê ya Partiyê bikin. Min got hon ji kû dizanin, ma polîs û ewlekariya Silêmaniyê nîne ko leqê biparêze. Gotin, belê heye lê belê em nizanin ka polîs dê rê li ber wan bigire yan ne.

Roja 17-ê mehê xwenîşandan çêbû. Digel ko dezgehên îdarî û ewlekariyê yên Silêmaniyê di destê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de ne û digel ko serokwezîr jî ji YNK-ê ye xwenîşanderan berê nerazîbûna xwe tenê da Partiya Demokrat ya Kurdistanê. Grupeka mîlîtan ko ji terefdarên Goranê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pêk dihatin yekser berê xwe da Leqa 4-ê ya Partiyê û ew da ber keviran û guleyên demanceyan.

Ya ji hemiyê xerîbtir ew bû ko li aliyê otêla Silêmanî Palasê yanî 100 metreyan nêzîkî avahiya Leqa 4-ê ya PDK-ê rêz-bi-rêz polîsên bi mertal û zirx ko li dijî xwenîşanderan tên bi kar anîn hebûn û wan qet midaxeleyî êrişa li ser avahiya PDK-ê nekir. Televizyona NRT-ê di destpêkê de ew wêneyên polîsan belav kir û paşê sansûr kir û jê avêt.

Li Hewlêrê ji serkirdeyên Partiya Demokrat ya Kurdistanê re plana hevkariyê ya di nêvbera Goran, Yekgirtu û YNK-ê de aşkera bû. Lewra jî di civîna polîtbîroya Partî û Yekîtiyê ya piştî wê rojê de cihgirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî bi aşkerayî ji YNK-ê re got li Silêmaniyê li hemberî Partiyê her çi bibe yekser YNK jê berpirs e û ew li dûv Goranê nakevin.

Partî li wîlayeta Silêmaniyê ji bo hilbijartinên bêt xwe organîze dike û ev ne bi dilê Goranê û ne jî bi dilê YNK-ê ye. Berjewendiya herduyan jî di lawazbûna Partiyê de li Silêmaniyê heye. Polîsên Yekîtiyê çavê xwe ji milîtanên Goranê û Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê re girt.

Silêmanî bûye gorepana rikeberiya Goranê û YNK-ê. Herdu jî dixwazin li wêderê hikimdar bin. Ew şerê hevdu dikin lê belê naxwazin ko wekî alternatîv ji bo herduyan Partî jî li Silêmaniyê bibe xudangotin.

Bêguman PDK nikare ji bo hirseka siyasî ya Goranê yan partiyeka dî dest ji wîlayeteka giring ya Kurdistanê berde û xwe jê vekişîne. Heger PDK wisa bike hingê divêt parçebûna herêma Kurdistanê ya îro qebûl bike û divêt li Hewlêrê û Dihokê dergehan li ber Goranê û YNK-ê jî bigire.

Di eslê xwe de Goran vê dixwaze û Îran jî vê dixwaze da Kurdistan giraniya xwe di siyaseta Iraqê û Rojhilata-nêvê de winda bike û da hêdî Bexda jî mihtacî Hewlêrê û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nebe.

Xetera siyaseta Goranê di vê derê de ye. Wê bawerî bi demokrasiyê û hilbijartinan nîne. Wê bawerî bi komployan, destdirêjiyên derve û siyaseteka berteng ya silêmanicîtiyê heye ko encamên wê dikarin bibin karesateka mezin ji bo miletê kurd.

Argumanên Goranê ko goya Kurdistan jî wekî Misr û Tunisê ye û divêt xelkê Kurdistanê jî li hemberî desthilatê serî hilde, dikare tenê li Silêmaniyê hinek kesan qane bike lê belê xelkê Kurdistanê bi giştî baweriyê pê naîne çimko rewşa xelkê ji aliyê aborî ve baş dibe û Kurdistan jî heroj moderntir û pêşdetir diçe.

Xwenîşandanên li Silêmaniyê berhemên projeyeka siyasî ya Goranê ye ko Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê jî hevkariyê pê re dike. Ew xwenîşandan ne serhildaneka xwezayî ya xelkê Kurdistanê ye û lewra zûzû ji tixûbê Silêmaniyê jî dernakeve.

Pêwistiya Kurdistanê bi reformên îdarî, reformên siyasî û reformên kulturî heye. Goranê şansekê mezin hebû ko di wan waran de bibe nimûneyeka baş û projeyên cidî pêşkêş bike. Lê belê Goranê di şûna siyaseta reforman de siyaseta hilweşandinê û têkdanê hilbijart.

Goran ji aliyekî ve dibêje bila hilbijartinên pêşwext çêbe û ji aliyekê dî ve dibêje bila her îro hikûmeteka teknokrat ava bibe û ev hikûmet îstifa bike. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ”merşika” hilbijartinên pêşwext ji bin lingên Goranê kişand û ji parlamentoyê xwest ko ji bo hilbijartinan lêgeriyanekê bike.

Hikûmeta îro hikûmeteka piraniyê ye û hêj du salên wê mane. Heger hilbijartin çêbin jixwe hikûmeteka nû dê ava bibe. Heger hilbijartin çênebin jî divêt Goran rêzê ji sîstema demokratîk ya Kurdistanê re bigire û du salên dî sebrê bike.

Lê belê sebra Goranê nemaye, sebra rêberê wê Noşîrwan Mistefayî jî nemaye. Tecribeyeka Goranê wekî ya sosyaldemokratên Swêdê jî nîne ko xwîn ji hinavên wê bêt jî rêzê ji xelkê Kurdistanê û hikûmeta hilbijartî re bigire.

Goranê di hilbijartinên borî de 25 kursî bi dest ve anî lê belê nekarî bersiva terefdarên xwe û kesên ko deng dayiyê bide. Ew deng dengên miweqet yên ”nerazîbûnê” bûn û xêr ji Goranê pê ve nehat. Lewra jî xelkê Goranê heta du salên dî li hêviya soz û ehdên vala yên Goranê namînin. Bi îhtimaleka pir mezin di hilbijartinên bêt de Goran dê lawaz bibe û heger bi YNK-ê re nebe yek dê hêzeka wê ya siyasî li Kurdistanê nemîne.

Rêberên Goranê nervoz in, bêhna wan teng e û bi hilweşiyana bingehê xwe re dixwazin Kurdistanê jî hilweşînin. Miletê kurd vê lehîstoka Goranê dibîne û di hilbijartinên bêt de her partiyek dê bizane ka hêza wê ya cemawerî çi ye û li gor quweta xwe baxive.

Piştî hilbijartinan hêdî pêwistî bi şidetê û metodên têkder nîne û kî piraniya dengan wergire ew dê hikûmetê ava bike. Opozîsyon jî divêt fêrî sebrê û xebata siyasî ya bêhnfireh bibe.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2011-03-05
Xwendin: 13364
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
Tirkiye kanaleka zazakî vedike û klasîkên kurdî çap dike (2010-04-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org