[ ŞEMÎ, 2024-04-27 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Jîyana kurdên Ermenistanê bi nimûneya malbata Zîna Tîtal
SWÊD, 21/7 2012 — Berî çend salan, dema ez rastî kurdên Ermenistanê an komareyên Sovyet yên berê dihatim, min bi wan ra qise dikir an jî derheqa wan da gotar dinivîsî, min texmîn dikir, ko welatparêzîya wan ji sînorên wan komareyan dernakeve.

Lê di dema sohbeta min ya berî çend rojan bi keça delal Zîna Tîtal Cindoyan û endamên mal û malbat wê ra ez pir dilbaristan bûm, ko welatparêzîya wan ji sînorên Ermenistanê derketîye û ya Kurdistanî ye.

Di malbata malbavanê wê da sê doktorên zanyarîyê hene, sê kes rêvebirîya dayîreyên dewletê dikin, hinek ji wan di karê xwe da mecbûr in xên ji kurdî çend zimanên din bizanibin – ermenî, rûsî, îngilîsî, fransî, latînî, lê bextewarîya xwe di kurdbûna xwe da dibînin, sitiranên têne bihîstinê piranî kurdî ne, guhê wan li ser bûyerên Kurdistanê ne, zimanê malê - zimanê dayîkê -kurdî ye û wek gelek kurdên Ermenistanê hîç caran ji wê “dayîkê” ra bêbextîyê nakin.

Heta niha jî kurdên Kurdistanê û Awropayê zêde wan kurdên Sovyet nas dikirin, ko bi karê kurdeyatîyê va girêdayî bûn. Ango, an nivîskar û helbestvan bûn, an dengbêj û rojnamevan bûn, an kurdzan û mamosta bûn. Lê kêm kes wan kurdên Sovyet nas dikin, ko bi kar û barên xwe yên ser dereceya dewletê va nav û dengê kurdan û Kurdistanê bilind kirine. Merivên wisa gelek in, wek sêkrêtarê Yekîtîya Nivîskarên Rûsîyayê Keremê Reş, sêkrêtarê zanyarî yê Akadêmîya Qazaxistanê ya Ulman, akadêmîk Nadirê Kerem Nadîrov, wezîrê dewletê yê Ermenistanê Nadoyê Xudo Maxmûdov, Mêrxasê Yekîtîya Sovyet Semend Sîabendov, serwêrê kafêdra aborîyê li Înstîtûya welatên Asîyayê û Afrîkayê ya Zanîngeha Moskvayê ya dewletê, akadêmîk Îvanê Omer Farîzov, serokê navenda zimanên cihanê li Zanîngeha Alma-atayê ya Qazaxistanê akadêmîk Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv, artîstên sîrka Moskvayê yên pir navdar, artîstên gelêrî yên Rûsîyayê Nazî Şîray û Ezîzê Bişar Eskeryan, bizîşkê zara yê Ermenistanê yê sereke Sehîdê Îbo, travmatologê zaran yê Ermenistanê yê sereke Gêorgîyê Xudo Mihoyan, derhênerê sereke yê têatroya Rewanê ya Pantomîmayê Arsên Poladov, dengbêja Rûsîyayê ya bi nav û deng Zara (Zera Paşa Mihoyan) û gelekên din.

Îro malbata Zîna Tîtal, ko wek malbat Cindoyanan tê naskirin, vê tradîsyonê bi serketî berdewam dike.

Zîna Tîtal Cindoyan 6ê sibatê sala 1967an li Rewanê ji diya xwe bûye. Sala 1984an dibistana navîn bi mêdalyaya zêrîn temam kirîye. Di eynî salê da ketîye Zanîngeha Bizîşkîyê ya Rewanê ya dewletê û sala 1990î ew jî bi mêdalyaya zêrîn xilaz kirîye. Di salên 1990-92an da li ordînatûrayê, li kafêdra nexweşîyên hundurîn xwendîye. Piştî xwendinê sala 1992an li wê kafêdrayê bûye xebatkara zanyarîyê. Di salên 1996-2003an da bûye asistana wê kafêdrayê. Sala 1996an dîsêrtasyona xwe ya zanyarî ya bi sernavê “Qenckirina nexweşîyên kula madeyê û ya rûvîya 12 tilîyê ya bi awayê heralî” bi serketî pewan kirîye û bûye namzada zanyarîyên bizîşkîyê. Sala 2003an navê dosênta kafêdra nexweşîyên hundurîn dane wê.

Sala 2010an bi mêdalyaya zîvîn ya Zanîngeha Bizîşkîyê ya Rewanê va hatîye xelatkirin. Sala 2011an têma wê ya doktorîyê ya derheqa nexweşîyên demdirêj da hatîye qebûlkirin û em wisa bawer in, ko ewê di nav zanyarîya bizîşkîya cihanê da gotina xwe ya nû bêje û wê rêyeke nû veke bona qenckirina nexweşîyên, ko heta niha çare pê ne dibûn.

Zîna Tîtal ji hezîrana sala 2011an da dibe sereka navbenda dîagnostîkayê li nexweşxaneya Zanîngehê, lê ji çirîya paşin ya wê salê heta îro serwêra kafêdra têrapîyayê ya nexweşxaneya Zanîngehê ye.

Keça kurd ya zane û delal xudanê 40 berhemên zanyarî ye, ko hatine çapkirinê, herwiha bi zimanê înglîsî 5 berhemên mêtodîyê nivîsîye bona xwendkarên Zanîngehê yên biyanî. Ew ji sala 2003an bi zimanê înglîsî dersan dide wan xwendkaran. Ji sala 2005an ew endama komîsyona întîhamên dawî yên wan xwendkaran e, ko xwendina li Zanîngehê xilaz dikin û dibine bizîşk.

Du keçên Zînê hene – Lîlîya û Înêssa. Lîlîya xwendkara Zanîngeha Bizîşkîyê ya Rewanê ye. Ew di nav xwendkarên hevalên xwe da yekemîn e. Derheqa wê da di rojnameya “Zagros” (hejmar 4, nîsana sala 2009an) da gotareke layîqî zanebûnên wê çap bûye.

Mêrê Zînê – Robêrtê Xidir, nûnerê “Armavia”ê ye li balafirxaneya Rewanê ya sereke “Zvartnos”ê. Bavê Zînê – Tîtalê Huseyn di salên 2001-2007an da cîgirê dozgerê sereke yê paytextê Ermenistanê - Rewanê bûye, lê niha di desthilatdarîya Ermenistanê da ser qulixeke bilind e. Ew doktorê hiqûqzanîyê ye. Diya Zînê – Xatûna Celîl, pêşekzana zimanê fransî ye. Birê Zînê – Têmûr, serekê beşa lêgerînên gunehkarîyan e li navçeya Araratê ya Ermenistanê. Di bin serokatîya wî da gelek hiqûqzan kar dikin. Birayê dinê – Gêorgî, cîgirê serekê Înstîtûta Zanyarîyê-Lêkolînan ya nexweşîyên çavan ya ser navê Gêmgols e li Moskvayê, doktorê bizîşkzanîyê ye.

Wek hûn dibînin, ev kesên navdar ji nav çend hezar kurdên Ermenistanê derketine. Dibe bal hinek kesan pirsek serî hilde: eger ev kesana li Kurdistanê bûna, wê bigihîştana van serketinan û bi wê ra tevayî jî kurdên welatparêz bûna? Bersîv wê “na” be. Çima? Sebeb gelek in. Yek ji wan ew e, ko du tiştên sereke, ko me ji gelên din cuda dike - dîn û ziman e. Li Kurdistanê dînê piranîya kurdan û gelên din yek e. Ango, di hêla dîn da kurd û desthilatdar û miletên din ji mlbatekê ne. Ev yek helandina miletan leztir dike. Li Ermenistanê dînê me û yê ermenîyan ne yek e. Ya duduyan, li Kurdistanê desthilatdar bi dewr û zemanan hewil dane kurdan asîmîle bikin. Di wî alî da bi ser ketine jî, xwesma li Kurdistana Bakur, ko di rûyê sîyaseta bindestkirin û pêpeskirina mafên kurdan da piranîya milet bi tirkî dipeyive. Li Ermenistanê ew hewildan hema bêje tunebûye û tune. Ya sisîyan, li her çar perçeyên Kurdistanê qedexeyên ser zimanê kurdî bi salan û zemanan hebûye, li Ermenistanê tunebûye. Di ser da jî, her firsend hatine sazkirin bona miletên kêmjimar ziman û kûltûra xwe biparêzin û pêş bixin.

Yekbûna dîn dibe sebebê nêzîkbûna miletan, ji ber ko di nav dîn da erf-edet, rabûn-rûniştin, eyd-erefat hene. Û ew nêzîkbûneke wisan e, ko me ber bi windabûnê dibe. Ji ber ko du tiştên pir nêzîkî hev, bi demê ra dibine yek. Ya me û ermenîyan ne wisan e. Şîn û şahîyên me jî tam ji hev cuda ne. Bi reng û rûyê xwe va jî em naşibine hev. Navên me jî ji hev cuda ne. Ji ber wê jî her miletek bi awahê xwe, gorî reng û dengê miletê xwe pêş dikeve, ew milet dikarin bibin cînarên hev yên baş, hevalên hev, dostên hev, xêrxwezên hev û ji nûnerên wan miletan kê ji hev ra bêje ”em birayê hev in”, yên din texmîn dikin, ko ew gotin di jîyanê da nikare hasil bibe.

Di hêlekê va zordestîya dijmin, di hêlekê va yekşivêtîya dîn li ser riya kurdmayînê dibine asteng. Lê astengeke din jî heye: gelek kurd, xwesma kurdên bakur, bê hemdî xwe alî daxwezên dijmin dikin. Ewana ser wê bawerîyê ne, ko gerekê tirkî fêr bibin û bi tirkî bipeyivin bona di paşdemê da karekî baş bibînin û wisa bawer in, ko tirkî hînbûn û peyivîn gerekê kîsî bi kurdî nehînbûn û nepeyivînê be. Nimûneya Zîna Tîtal dide xuyakirin, ko meriv dikare çend zimanan bizanibe, lê zimanê malê, ango zimanê dayîkê kurdî be. Hinek kurd jî ser wê bawerîyê ne, ko dema tirkî dipeyivin, dibine medenî. Eger em jî wisa bifikirin, em gerekê rûsî bipeyivin. Û bi rûsî peyivînê meriv dikare xwe wek merivekî medenî bibîne. Lê bi tirkî peyivînê meriv medenî dibe? Şika min heye!

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2012-07-21
Xwendin: 7494
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org