[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê
CIZÎRA BOTAN, 29/3 2013 — Parlamentereka serbixwe ya kurd di hevpeyvîna xwe ya ko bi rojnameya Radîkalê re kirî de kula dilê xwe der kir û got: “Eger li herêmê terîqet û gurûbên olperest yên radîkal çênebûbin ev bi saya serê PKK-ê û Ocalan e. PKK temînata laîkiyê/laîsîzmê ye.”

Dema behsa laîsîzmê hat kirin, bi rastî wek her kurdekî mexdûrê vê pergalê mûyê laşê min jî gij bûn. Xeyalan ez birim dema zaroktiya min ya salên 60-an û ew gotinên ko di sohbetên kalemêran de dihate kirin hat ber çavê min. Di wan sohbetan de ma êdî çi hebûn, çi nebûn? Zordestiya ko ji aliyê laîkperestan ve li gelê masûm ê dîndar dihate kirin çawa bi dilekî xemgîn ji hevû din re vedigotin.

Bi rastî ez nizanim ev xanima laîk-perest, bi vê gotina xwe ya ko bêhna kemalîstiyê jê difûre dixwaze ji kîjan hêza tarî re peyamê bişîne yan jî xwe li ber kê şêrîn bike, lê tişta ko ez dizanim wê bi vê gotina xwe dilê gelê oldarên kurd birîndar kir. Lewra sîcîla wê pergalê ya di nav gel de ne gelik paqij e.

Helbet wek her kesî, mafê wê xanimê jî heye ko wek kesek bibe laîk yan jî bibe peyrew û şopînerê felsefeyeke dî; ev pêwistiya ramana azad e. Xasma di vê serdema ko mafê azadiya ramanê serbest hatiye berdan de ti kes nikare jê re bibe asteng. Bes gotina wê ji ber ko bi sifetê xwe yê wê partiya ko li bakûrê welatê me tevgera kurdî temsîl dike ye ez û yên mîna min difikirin xist nav fikaran: “PKK temînata laîsîzmê ye.” Temînata laîsîzmê…

Eger bigotiba tevgera wan laîkperest e jî kes pê nediêşiya. Lê gotina wê ya “temînat”ê hinkê giran tê. Herwekî bê gotin ko ji bilî wê ti riyên dî tune ne. Yan jî herwekî ji aliyê hin kesan ve ev li wan hatiye bar kirin.

Serê pêşî em lê binêrin ka laîkî/laîsîzm çi ye? Laîsîzm “Jiheveqetandina karên dewlet û olê ye” (*) Herweha di laîsîzmê de ji bo ko azadiya dîn û wijdanê were cih, pêwîst e dewlet bêalî tevbigere. Bi gotineke dî dewlet di hemî dîn û baweriyan de di heman nêzîkatiyê de ye.

Ê dikare were gotin ko “Ma ji vê baştir û xweştir çi heye? Her kes di ramana xwe de serbest be, di serî de dewlet, ti hêz û ti kes têkîlî ramana kesekî dî nebe. Di vê sedsalê de yek, du ne tê de hemû dewletên ser rûyê erdê bi vê sîstemê tên îdare kirin.”

Wele hetanî vê derê her tişt gul û gulistan e, pirsgirêk tune ne. Lê belê esas pratîk e, ne ya li ser kitêbê hatiye nivîsandin e. Lewra laîsîzma komara Tirkiyeyê naşibe laîsîzma ti dewletên dî. Gelê Tirkiyeyê xasma di salên navbera 1924-1950-yê dijwariya vê sîstemê dîtiye.

Ka em li hinek mînakên ko di wê heyamê de hatî jiyandin binêrin, paşê em vegerin ser daxwaza vê xanimê:

Piştî damezrandina komarê û qebûlkirina laîsîzmê bi giştî gelê Tirkiyeyê, xasma gelê kurd gelik û gelik êş û azar, kul û derdê vê laîsîzmê dît û jiya. Min got “xasma gelê kurd”; belê di opersyonên dewletê yên di dijberê laîsîzmê de şiqamek li welatiyan bihata xistin, para kurdan herî kêm du şiqam bûn: Yek ji ber ko qaşo dijberê laîsîzmê bû, ya dî jî ji ber ko kurd bû. Ango du tawanên kurdan hebûn: Yek dij-laîkî, dudo kurdbûn.

Di laîsîzma Tirkiyeyê de dewlet ti carî bêalî tevnegeriya ye; her dem bi gotina Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî li ser hesabê “kufra mutleq” û di eleyhiyê dîndaran de tevgeriya ye. Bawermend ji wê serbestiya ko ji bêdînan re dihat dayîn bêpar bûne.

Di laîsîzma Tirkiyeyê de dîn weke “efyon” hatiye qebûl kirin, li gorî wê tedbîrên tund hatine standin û têkoşîn pê re hatiye kirin.

Di laîsîzma Tirkiyeyê de mizgeftên misilmanan bûne tewilxana hespên dewletê.

Di laîsîzma Tirkiyeyê de ji ber ko nîşaneya Îslamê bû, şaşik û kum/kumik hatin qedexe kirin û bi darê zorê û bi danîna qanûnê şewqe li cihê wê hate danîn û lixwekirina wê hate mecbûrî kirin. Heçî şewqe nedanîba serê xwe bi tundî dihatin ceza kirin. Atif Xoceyê Îskîlîpî yê ko ji ber vê çendê hatibû darde kirin mînaka wê ye.

Di laîsîzma Tirkiyeyê de tedrîsata dînî, xasma xwendina Qur’ana Pîroz hat qedexe kirin. Welatî ji mafê hînbûna dînê xwe û elimandina Qur’anê bêpar hate hiştin.

Di laîsîzma Tirkiyeyê de, xasma li aliyê kurdan, qetlîameke pirtûkên dînî hatiye kirin ko ji dema Cengîzxanê ko li Bexdayê ew hovîtî kirî û vir ve menendê wê nehatiye jiyandin. Gelik kitêbên hêja, yên dînî di bin erdê de riziyane.

Di laîsîzma Tirkiyeyê de melayên welêt bi zordestiyek hovane re rûbirû man. Di pêşberî cemaeta wan de şaşika wan hate çirandin. Mehfûr û merşên mizgeftê di bin lingê leşkeran de lewitîn.

Di laîsîzma Tirkiyeyê de neyartiya ko li bangê, li ezana Muhemmediye hatiye kirin mînakên wê li ti dera dinyayê nhatiye dîtin. Çawa “Ellahû ekber” hatiye veguhurandin bo “tanrı uludur”ê? Yên nexwestaban ev banga sixte bidana çawa xwe dixistin hundirê mizgeftê de û bi awayekî veşartî banga xwe didan. Carcaran çêdibû ko melê dest banga orîjînal dikir û digot “Ellahû ekber!” pê re pê re ji tirsa “estexfîrullah”ek dianî û “tanrı uludur”a nehs dewam dikir. Hed û hesap ji mînakan re tune ne, dikare gelik were zêdekirin.

Di laîsîzma Tirkiyeyê de hetanî van rojên dawî jî xwendekara qîz nedikariya li gorî baweriya xwe ya dînî “serpêçayî” here zanîngehê, mamoseyê jin jî welê… Ev zordestiya ko li ti dera dinyayê mînakên wê nebûn, bibû sedem ko gelik qîz dest ji xwendina xwe bedrin, mamoste û karmendên dîndar jî ji karê xwe îstîfa bikin.

Vaye laîsîzma Tirkiyeyê eve ye. Laîsîzmê ev aniye serê vî gelî. Îca piştî ko vî gelê belengaz hinkê jî be tama azadiya seh kir, zordestiya berê ya laîsîzmê li pişt xwe hişt; îca mizgînî (!) ji parlamentera me hat û diyar kir ko ew temînta laîsîzmê ne û dixwazin wê belayê dîsa bînin serê me.

Bila hem ev xanim hem jî dinya alem zanibe ko gelê kurd misilman e. Yên dengê xwe dayîn xwediyê wê gotinê û ew wek parlamenter şandine wê derê hacî, mele û seydayên kurd yên evîndarên dînê xwe ne. Dîsa eger gelê kurd ji her alî ve alîkarî dabe wan, bê guman ji ber hestên xwe yên kurdayetiyê ye û ji ber daxwaza azadiya gelê wan e; ne ji ber wê çendê ye ko da laîsîzm bi serê wan de were anîn. Eger ew vêya qebûl nekin eve meydan, bila di propaxandeya hilbijartinan de behsa laîsîzma ko dixwazin bînin bikin, ka gelo wê karibin serbikevin?

Di dawiyê de ez dişêm wek şîret vêya bêjim, yên li ser navê kurdan biaxivin divê hay ji gotinên xwe hebin, xasma di mijara dînê mûbînê Îslamê de. Ev hem ji wan re hem jî paşeroja kurdan re ya baş e. Da rê li ber wê çendê bêt girtin ko nexêrxazên me bi rêya dînî dîsa me bixapînin.

(*) Saziya Zimanê Tirkî (TDK)

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2013-03-29
Xwendin: 10432
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye (2015-04-29)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
Mela Seîdê Kurdî û (ne)seyîdbûna wî (2013-01-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org