[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

buy low dose naltrexone online

buy naltrexone
Ji bo ko behdînî di navbera simên hespên botanî û soraniyê de têkneçe
STOCKHOLM, 21/6 2006 — Arif Zêrevanî di nivîsa xwe (Behdînî dê di nêv simên hespên botanî û soraniyê de têkbiçe) ya di quncuka xwe ya Nefelê de li têla pirseka pir hesas li başûrê Kurdistanê da, ew jî pirsa stato û rewşa kirmanciyê (devoka behdîniyê) ye li wê derê. Ew di tirsa hindê de ye ko behdînî bi rewşa niha heyî dê pêş nekeve û dê nemîne eger behdîniyên elaqetdar devoka xwe wekî beşekê hemî kirmanicyê nehesibînin û ji bingeha vê baweriyê bizavê jê re nekin.

Ev rastiyek e û gelek kesên bispor di kirmanciyê de bi vê dîtinê ne. Serokê civîna kirmanciyê ya ko her şeş mehan carekê têt kirin Reşo Zîlan jî pir ne rehet e ji rakirina dersên kirmanciyê li xwendingehên destpêkê li devera Behdînan û ew vê wekî xeterekê li ser kirmanciyê dibîne. Bi dîtina wî piraniya kurdan kirmancîaxiv in û divêt kirmancî li Behdînan bibe bingeh bo perçeyên din. Ew li ser vî babetî ji rojnameya Evroyê re dibêje:

— Heliyana kirmanciyê li Behdînan dê bibe egera hindê ko kirmancî li perçeyên din yên Kurdistanê zûtir bête helandin û hesta netewî lawaztir bibe.

Newzad Hirorî jî rewşa kirmanciyê li Behdînan bi vî rengî ji Evroyê re berçav dike:

— Wekî min zanî di xwendina destpêkê de devoka behdînî bi tinê nahêt xwendin. Ew digel devoka soraniyê têkel bûye. Piştî xwendina seretayî jî behdînî di warê perwerdeyê de lawaztir lê dihêt. Vê jî kartêkirineka mezin li ser qotabî heye di warê bikaranîna behdîniyê de. Her qotabiyek di qotabxaneyê de fêrî hinek gotinên nû dibe, êdî ew wan gotinan di jiyana xwe ya rojane de bikar tîne. Eger rewş wesa berdewam be êdî soranî bi peyivên xwe heta hedekî dê şûna kirmanciya vê deverê bigire. Hêdî hêdî ew peyivên kirmancî berî sih salan bikar dianîn namînin û dê peyivên soranî cihên wan bigirin. Êdî dê kartêkirina soraniyê heta li ser vehandina risteyan jî hebe.

Bêguman arêşeyek heye lewma ev kes diltengiya xwe berçav dikin û dixwazin bala yên elaqetdar wekî desthilata siyasî ya kurdî û komeleyên sivîl û zimannas û nivîskar û rewşenbîrên kurd û dayikûbabên xwendinkaran li vê deverê bidin ser vê pirsgirêkê û peydakirina alternatîvên baş di çareserkirina wê de.

Min berî çendekê di programeka KTV-ê de û her li ser zimanê yekgirtî yê kurdî minaqeşeyek dît û diktorekê soranîaxiv jî tê de bû. Ev diktor ji hinekên din rehimtir bû û li gor wî divêt zimanê stndard bêt duristkirin lê ew bi topizê zorê nehêt sepandin. Wî digot têkelkirina pirtûkên xwendingehan bi soranî û devoka behdîniyê dê weha bikin ko hemû xwendevan hevdu fehim bikin û dê wextek hêt ko xelik bi qayilbûn û bi miraza dilê xwe zimanê standard hilbijêre. Mirovî ji axiftina wî jî weha fehim dikir ko mebesta wî ew e bila behdînî jî digel soraniyê hebe heta kirmancên behdînan hînî soraniyê dibin û ew bi xwe bi dilê xwe êdî dev ji behdîniyê ber didin û soraniyê tercîh dikin. Hene jî dibêjin hema bila soranî zimanê resmî û yê perwerdeyê be li Kurdistanê û xelas û çû. Ev hizir û bizav tên kirin bê li berçavgirtina hindê ko behdînî devokeka kirmanciyê ye û piraniya kurdan li perçeyên din yên Kurdistanê û belkî jî piraniya kurdan li başûrê Kurdistanê bi xwe jî kirmancîaxiv in.

Li başûrê Kurdistanê piraniya aliyên bi vê pirsê ve têkeldar in eger ne hemî, xelkê Behdînan ji aliyê psîkolojî ve bo qebûlkirina dîtina helandina behdîniyê di soraniyê de amade dikin. Li hember vê çi bizaveka weha ya mezin ya tagirên behdîniyê nîne bo zelalkirina rastiya vê pirsê û encamên wê di nav behdînîaxivan de û bi taybetî di nav dayikûbabên xwendinkaran de. Me nedît Yekîtiya Nivîskarên Dihokê reaksiyonekê li ser pirsa nehiştina pirtûkên behdîniyê û têkelkirina behdîniyê digel soraniyê nişan bide û semîneran li ser hindê amade bike. Me nedît çend babek nerazîbûnekê di rengê xwenîşandanekê yan xirvekirina îmzeyan de û pêşkêşkirina wê nerazîbûna xwe bo wezareta perwerdeyê yan cihên din yên peywendîdar bikin. Mirov weha tê digehe ko bizav ji yek aliyî ve têt birêve birin û ew jî tagirên kirina soraniyê wekî zimanê standard li Başûrê Kurdistanê û desthilata siysaî jî bi wan re.

Bêguman desthilatdar dikarin her biryarekê derbixin û bi biryarekê soraniyê yan her zaraveyekê din bikin zimanê resmî yê kurdî li başûrê Kurdistanê lê divêt baş bihêt zanîn ko bi çi biryaran ne mimkine ko soranî yan kirmancî ji nav biçe û nemîne û çêkirina zimanekê standard ji herduyan jî qet ne mimkin e eger mebest jê têkelkirina gramerê jî be, ji ber ko bi hindê zimanekê nû ko ne soranî û ne kirmancî ye dursit dibe. Girtina yek zaraveyî wekî standard û dewlemndkirina wî bi peyivên zaraveyên din wekî dewlemendkirina soraniyê bi peyivên kirmanciyê jî alternatîvek e bo çêkirina zimanekê resmî yê Kurdistanê. Lê bi dîtina min ya herî durist û ji bo pêşketina devera behdînan jî û parastina krimanciyê ko perçeyên din yên Kurdistanê jî pê diaxivin ew e ko kirmanciyê (behdîniyê) jî eynî statoya soraniyê li başûrê Kurdistanê hebe û ew li xwendingehan û di daîreyan de jî bêt bikaranîn.

Pêwîst e ko em kurd hemî û bi taybetî siyasetmedar û bêtir yên di desthilatê de li Kurdistanê xwe ji girêya yek zimanê kurdî yê standard rizgar bikin. Kurd bi hemî zaraveyên xwe yên cida ve dê xwe her kurd his bikin û dê Kurdistanê her bi welatê xwe bibînin. Qet pirsa du û sê zimanên kurdî nabe asteng di parastina hesta neteweyî ya kurdî di nav kurdan de û nabe asteng di rêya dewletbûna wan de. Behdînî jî çi behdîniyan viya û çi neviya yek e ji devokên kirmanciyê û serketina wê bes di standardkirina kirmanciyê û pêşdexistina wê de ye.

-----------------------------------
Nivîskar: Sidqî Hirorî
Weşandin: 2006-06-21
Xwendin: 5669
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Ev nivîsar ne xatirxwestin e (2008-01-31)
Cihgirê serokkomarî li Helebçeyê henekên xwe bi kurdan dike (2007-12-24)
2007 derbas dibe û Kerkûk tê de venegeriya (2007-12-16)
Eger alfabeya latînî nebûya dê rewşa kurdiyê li bakûrê Kurdistanê xerabtir bûya (2007-12-08)
Gelo ko PKK li Qendîlî nemîne dê grupên îslamî yên terorîst cihê wan negirin? (2007-11-03)
Ev plana tirkên şerxwaz ne ya îro ye (2007-10-24)
Ma kurdiya kirmanciyê li cem desthilata başûrê Kurdistanê hind bê qîmet bûye! (2007-10-06)
Divêt êdî şirketên partiyên desthilatdar li başûrê welatî Kurdistanê li ser xwe dabeş nekin (2007-09-02)
Sêşema xwînîn (2007-08-17)
Xemistana min (2007-08-03)
Xemistana min (2007-08-03)
Ma tu d’zanî (2007-07-16)
Lêhmişt (2007-06-29)
Bila şoreşa bakûrê Kurdistanê ya binefşî xurtkirina xebata bikaranîna zimanê kurdî li ser her astekî be (2007-06-17)
Pêwîst e şerê li dijî terorîzmê li Kurdistanê xurttir û ciddîtir be (2007-05-13)
Ev çi hovetî ye? (2007-04-21)
Nijadperistên tirk hertim li deholên şerî dixin (2007-04-11)
Êdî bes e, bila eqlê me misilmanan bêt serê me (2007-02-17)
Ez û keça min û xwendingeh (2007-02-11)
Mixabin ko êdî Sedam li ser tawanên din nahêt dadgeh kirin (2006-12-30)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org