[ ŞEMÎ, 2024-12-21 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


ZIMAN 
Homer Dizeyî malik li dihokiyan şewitand – Kurdistana Iraqê û Îranê ji soraniyê re
» Homer Dizeyî
CIZÎRA BOTAN, 12/11 2008 — Kurdekê bi navê Homer Dizeyî ko berê li radyoya Dengê Emerîkayê jî kar kiriye bi nivîsareka ko ew dibêje behsa prosesa standardbûna “zimanê kurdî” dike de dibêje du Kurdistan hene: yek ji soraniyê re ye û ya dî jî ji kirmanciyê re ye. Li gor nivîsara Homer Dizeyî ko di malpera PUK-mediayê de bi latînî belav bûye Kurdistana Îranê û Iraqê dê ji zaravayê soraniya Silêmaniyê re be û Kurdistana bakur û binxetê jî dê ji kirmanciya botanî re be.

Homer Dizeyî dibêje ne hewce ye ko kirmancîaxêvên li Kurdistana Iraqê û Îranê serê xwe biêşînin çimkî soraniya Silêmaniyê li wan du parçeyan bûye zimanê standard û ti kes nikare rê li ber wê prosesê bigire. Herwiha ew dibêje botanî jî li bakurê Kurdistanê û binxetê (Sûriye) bingehê kirmanciya standard e û mesele safî bûye û çûye.

Ti problema kurdên bakur û binxetê bi soranan û soraniyê re nîne çimkî soran xwe bidirînin û biçirînin jî ew nikarin ji Zaxoyê derbasî bakur bibin û nikarin tesîrê li kirmanciya bakur bikin. Kirmancên başûr û nemaze dihokî di nêv destên soraniya Silêmaniyê de li ber xeter û têkçûnê ne.

Yanî du rê li ber devoka dihokiyan hene: Yan dê bibin soran û ji bakur bi dûr kevin, yan jî dê xwe bispêrin kirmanciya botanî û dest ji dihokiya xwe ya berteng ya li ber êrişên soraniyê berdin da ji têkçûnê rizgar bibin.

Kerem bikin û nivîsara Homer Dizeyî ya ko rêya soranîbûnê û mirinê nîşanî dihokiyan dide bi soranî bixwînin.

***

Pirrosey ledayikbûnî zimanî standard

Em tiwêjîneweyem le sallî 1993 le Waşintin nûsîwe û le kovarî Karwanî mangane ke wezaretî roşinbîrîy Kurdistan derî dekird bilawkirayewe, êstake debînim kijî hatuwe pêyida biçimewe û epdeytî bikem û legell em hefit û heşt û miştumirrey ke wa emrro le ser zimanî kurdî da dekrêt, bîguncênim û bîrurray xom lem beware da derbirrim.

Berayî

Derdî kurd her gel û wilate keritûpertkirawekey nîye, zimanekeşî letlet e. Maweyekîş e şarezayanî ziman bîrûrra û pêşnîyarî cîyacîya dexene rû bo dataşînî zimanêkî standard lew hemû dîyalêktaney zimanî kurdî, standardêk ke kurdî hemû parçekanî Kurdistan têy bigen û bibêt be zimanî resmî bo hemû kurd. Ellbet eme karêkî wa asan nîye û rastîyekey her zanistî nîye. Be bîrûtêgeyiştinî min ême carê debêt destberdarî em hewille bibîn û rêgayekî lewe sûk û asantir bigrîne ber, be watayekî tir min way debînim ke ême xoman karekeman le xoman sext û alloz kirduwe boye serederî lê deri nakeyn.

Ême be soj û atîfey nîştimanperwerîyewe xoman bew bîrokeyewe şorr kirdotewe ke Kurdistan yek wilate û danîş bew sinûre nêw neteweyîyane da nanêyin ke Kurdistanîyan awa kert kert kirduwe. Her bem bîrkirdineweyeş dellên ke Kurdistan yek wilat bêt debêt gelekeşî yek zimanî standardî hebêt, çon debêt yek gel û dû zimanî standard? Em core bîrkirdineweye û xoşorrkirdinewe bew bîroke bo emrro serabasaye(yanê wek serabê ye) be qise xoş e, belam daxî be cergim zor dûr e le waqî. To bitewêt û netewêt waqîy sîyasî emrro dellêt Kurdistan yek wilat nîye û hîç beşêkîşî serbexo nîye. Naşizanîn key ew beşane yan yekêk lew beşane serbexoyî wedest dênin, naşizanîn tenanet eger serbexoyîşîyan wedesthêna kê dellêt deyanewêt bibin beyek dewllet! Kê dellêt eger rojêk le rrojan Turkîya bû be endamî Yekêtî Ewrûpayî ke ewsa Kurdistanekeşî debête beşêk le Ewrûpaw kurdekanî ewê hemû mafêkî dîmukratîyan wek ewrûpayîyekan bo dabîn dekrêt, kê dellêt hengî kurdî Turkîya arezûy dabirran le Ewrûpa deken û xoyan regell Kurdistane asîyayîyekanî dîke deden (eger serbexo bûn) û xoyan dekenewe be asîyayî!? Hellekey ême le we daye ke her be xeyall–Don kîşotasa(wek donkîşot) zimanêkî standard bo Kurdistanêkî ewîş her be xeyall yekgirtû dadetaşîn û ezmûnî gelî erebî tenîşt xoman le berçaw nagirîn.

Ereb 20 dewlletî serbexoy heye her hemûşîyan le ser derîyan, ême hîçman nîye û her çwar laşman be neyaran gîrawe. Ereb pitir le 200 milyon e, ême zor kemtir. Ereb abûrîyekî zor pitewî heye ke dinîya le ber pare mastawyan(mastawkirin, îdyomek e yanê şelafîkirin) bo dekat, ême eweşman nîye. Ereb yek milîyard musillmanî dinîya piştgîrîy deken, ême dostman le naw ewane da zor kem e. Ereb jimareyekî yekcar zorî heye le zana û bîrmend û edîb û şayir û roşenbîrî le astî cîhanî da, ême eweman nîye. Ereb zimanêkî standardî zor dewllemendî heye ke hemû gelanî misullmanî dinîyaş sûdîyan lê wergirtuwe, ewey ême wa nîye. Ê başe ereb bew hemû tiwanayîye beşerîy û roşinbîrîy û abûrîyewe wa wazîyan le yekgirtinewew damezirandinî dewlletêkî erebî yekgirtû hênawe, boçî debêt em yekgirtine bo kurdî kem tiwana misoger bêt ke ême be xeyallî xoman waman bo danawe!? Pitir le 17 -18 dewlletî emrîkay latîn hen, Birazîl be der ke zimanekey portogîzî ye, ewanî dî xirrîyan be îspanî qise deken, boçî nabin be yek dewllet ke hîç kêşey ziman û dîyalêktîşîyan wek kurd nîye! Êran û Efxanistan û Tajîkistan be farisî qise deken, boçî hewllî yekgirtin le naw yek dewllet da naden! Azerbaycan, Ozbekistan, Turkmenistan, Qîrxîzstan, ta rraddeyek Kazaxistan û zor wirde nejadî dîkey Asîyay Nawerrast û wîgurekanî Çînîş, xo ewaneyiş giştîyan be zimanî turanî cîya cîya, belam her turkî qise deken boçî nabin beyek dewllet! Boçî legell Turkîya nabin be yek?

Ba billêyin Emrîka û Birîtanîya lêk dûr in, xo beşe înglîz zimanekey Keneda le gell Wilate Yekgirtuwekanî Emerîka hawsinûr e, xo Awstiralîya û Nîwzîland le tenîşt yek in, baş e boçî emane ke be înglîzî qise deken û kêşey dîyalêktîşîyan nîye boçî nabin beyek dewllet!Allmanîya û Nemsa û beşêk le Swîsira ke be zmanî allmanî qise deken, Firanse û Monako û beşêk le Beljîk û beşêk le Swîsira, bakîbêkî firansî zimanî kenedî legell da nebêt çunke dûr e, xo be franseyî qise deken, beşekey tirî Beljîk le gell Hollen da be yek ziman qise deken ke filamandîye, Romanîya û Molldavîya be rromanî qise deken. Korîyay Başûr û Bakûr yek mîllet û yek ziman û dû wilat in, herweha Çîn û Taywan. Baş e emane ke hemû serbexon û kes rêyan lê nagirêt eger bibin be yek dewllet, boçî nabin!? Boçî ême ke hêşta dewllet nîn her le êstawe waman danawe yek degirîn û le êstawe demanewê zirre zimanêkî mesix-î bo dabitaşîn?

Min ke wa tozêk le baseke lamdawe û xerîkî sîyasetim her le ber ewe ye ke ême sîyaset û zimanman wa betundî lêk girêdawe ke le xoman kirdote giloreyekî girêkore û xoman xistote naw gêjenêkî bê sereder. Berzkirdinewey diruşmî “yek Kurdistan û yek zimanî standard” pêm waye carê zu we.

Ca le ber roşinayî em rastîyane baskirdin le sazkirdinî yek zimanî yekgirtû bo hemû beşekanî Kurdistanî piçirrpiçirr bîrkirdineweyekî nazanistîy û dûr le waqî bînîye û belay minewe hewllêkî bêhude ye û tenha le sojî atîfey nasyonalîzmewe serî helldawe. Reng e serbexoyî û yekbûnî sîyasîy parçekanî Kurdistan zor asantir bêt le yekgirtinî şêwezarekanî zimanî kurdî û kirdinîyan beyek zimanî standard. Çunke dûr nîye serbexoyî le pirrêk da û le encamî gorranêkî diramatîkî barudoxî sîyasî le nawçeke da bête dî her wek ke bo Tîmorî Rojhelat û bo Kosovo rexsa, belam yekbûnî şêwezarî cîya cîyay zimanêk û sazkirdinî zimanêkî standard emeyan ne be birrîyarêkî sîyasî û ne be gorranêkî diramatîkî barî sîyasî nawçe dête dî, bellku le encamî pirroseyekî mêjûyî zor dirêjixayenewe. Ca em pirrose mêjûyîye dirêjixayeneye ke wa min lêreda basî lêwedekem.

Dergayek bo naw baseke

Ziman, çeşnî hemû organîzmêkî zîndû, debêt, dezê û deşmirêt. Her wekû hemû organîzmêkî zîndû, zimanîş le jmareyek serayî elemenit û pelûpoy binçîneyîyewe pêk hatuwe ke hemûyan be serîyekewe hebûnî ew zimane dabîn deken.

Wişe şane ye. Wata yekêk lew serayîyane ye ke organîzmeke be zorbûnî be hêz û be kembûnîşî kizu û lawaz û temenkurt debêt. Ba qeware û formî organîzmêk lewey dîkeyan cîyaş bêt, eger zadey yekem tuxim species bin, herî yekin. Însan her însane ba yekêk kurtebala yekêk kelleget, yekêk spî ewî dî reş bêt, seg her seg e çi tajî çi tûl e, emîbîyaş her emîbîya ye ba forrmîşîyan cîya bê. Ca her bem pêwere hebûnî şêwezarî cîya cîya le naw her zimanêk da şitêkî zor asayî û sirûştane ye û pêşkewtwutirîn zimanî emrroke le katî xoy da be qonaxî fireşêwezarî da têperrîwin û êsteş-gerçî be rradeyekî kemtir-her mawyane û le waneye her bişîyanmênê. Hemû netewekanî yekgirtûy emrro le berayî mêjûyan da birîtîy bûyin le jmareyekî zor le êll û xêlat û koçer û şiwankare û, le paşan şaristan û înca nawçey fîwdalî û şare dewllet citî state û mîrnişîn tageyiştûnete doxî dewlletî netewey emrrokeyan Nation state. Ca zor asayî buwe danîştuwanî herî yekêk lew nawçane sebaret be nebûn yan kizîy hatûço û zor hoy dîkeş her be şêwezarî nawçey xoyan diwabin û her eweşîyan be zimanî xoyan danabê û hellbeta her wişey taybet bew nawçeyeşîyan be karhênabê.

Rastîyekey, fireşêwezarî tîxêkî dûdem e. Xirapîşe û başîş e. Le layekewe kospêke le ser rêy hewilldan bo yekgirtinî ziman û kirdinî be zmanêkî standard, standard bo nûsîn ke zimanî kurdî emrro nimûneyekî zîndu we bo eme, le layekî tirîşewe kollêk wişey corawcor le berdest zimanî yekgirtû dadenê ke emeyan bitwanêt xoy pê be rrê we bibat, çunke aşkira ye ketake şêwezarêkî hîç zimanêk le wizey danabê be takî tenîya dereqetî ew hemû allugorre bê ke le encamî pêşkewtinî teknolojî û abûrî û komelayetîyewe beser jîyanî neteweyek da dêt.

Her çonêk bêt, emeş nabê û naşê ewe bigeyenê ketêk hellkêşanî hemû şêwezarekanî zimanêk, le twanay da debêt pêdawîstî pêşkewtinî teknolojî dabîn bikat, na, çûnke roj be rroj şitî wa niwê û taze babet peyda debêt, kenêwî lenaw hîç zimanêk û şêwezarî zimanêk da nîye û debêt boy saz bikirêt. Emeş kirdeweyekî zor sirûştaney berdewam e le hemû zimanêk da.

Çon şêwezarêk xoy dadesepênê

Legell rewtî rojgar, yekêk le şêwezare corawcorekanî her zimanêk xoy beser şêwezarekanî dike da desepênê û zall debêt. Mercîş nîye ew şêwezare gewretirînî zimanekey bê, wata merc nîye zortirîn kes qisey pê biken. Bo, çon û key em şêwezare cillewî be destewe girtuwe û bote pêşeng û pêş qerewll, how fakterî zorî bo heye. Belam girîng ewe ye ke em şêwe zare êsta wa baladest e be ser hemû ewanî tir da emeyiş xoy le xoy da debê dillxoşkerewe bêt bo ewaney peroşî bestandardkirdinî zimanekeyan in. Le seranserî împiratoratî berfirewanî Romanî da ke gelanî împiratorîyeteke nek be dîyalêktî cîyacîya, bellku be zmanî cîya cîya qiseyan dekird, zimanî resmî her latîn bû. Keçî latîn zimanî nawçeyekî çikolaney nawerrastî Êtallîyay êstake bû ke pêy degutira Latîwim Latium û paytextekeşî Romabû boye be zmane latînîyekan romî yan romanî-îş degutirê.

Zimanî îspanyolî emrroke şêwezarî nawçey nawerrastî Îspanîya ye ke bew nawçeye dellên Castilla boye îspanîyekan xoyan ke nawî zimanekeyan dênin, pitir be kastîlîyana- î nawi deben nek îspanyol. Zimanî erebî fishî ke quranî pîrozî pê nûsrawetewe le serdemî xoyda şêwezarêkî êllî binî qirîş buwe le mike. Zimanî derî-î emrro le Efxanistan zemanêk zimanî derbar dîwan-î şa buwe, boye êstaş her pêy dellên derî ke le derbarewe hatuwe.

Zimanî allmanî nêwerrast – Lêre da mebest le nêwerrast le rriwangey zemanî zimaneweye nek mekan-ke be Mittelhochdewtscih nasrawe û le dewruberî salanî (1050 -1450) da baw buwe, ew core zimane buwe ke le hof HOF wata dîwanî şaw dîwexanî mîrûxanedanan da qisey pê dekira û lehî reşûrrutî sewadî mîllet nasiktir û beytîkêttir û bijarkirawtir buwe. Her le bereweşe ke êstaş le zmanî allmanî modern da wişey hoeflicih manay be edeb û asul û nezaket dedat û wişey hoeficih- îş watay giran û sengîn û kîbar û xanedan degeyenê. Herdû ûşekeş le hof wata dîwan û dîwexanewe wergîrawin. Ewe bû keşayeranî nawçe corawcorekanî ew şanşîn û mîrnişînaney ke pêştir herîyeke be şêwezarî sewadî mîlletî nawçey xoy hellbestî de honîyewe û bendî be şaw şazadekan da hell degut, lew rêbazeyan lada û wired wirde rûyan kirde şêwezarî hof yanî şêwey axaftinî be îtîkêtî dîwan û dîwexanî mîr û axayan. Bê guman nabê rastîyekî dîkeş le bîrbikirê ke padaşt û xelatkirdinî ew şayerane le layen deselatdar û siwarçakanî ew serdemewe, rollêkî gewrey yarî kirduwe ke şayerekan rû le şêwey axaftinî dîwexan biken û pişt le şêwey axaftinî sewadî mîllet û ladê biken çunke lewê hîçîyan dest nedekewt. Be her hall le axirwoxirî ew zemane zimanîye da, le salanî 1450 -1500 keşayatî û mîrayetî û siwarçakî wek carî caran ewen de bawyan nemabû komell berew komellêkî bazirganîyewe derroyişt, ew barey zimanîş gorra. Her ewe bû ke le diway damezirandinî fêderasyonî bazirganîy nêwan şarekanî bakûrî rojaway Allmanîya ke pêy degutira Hansestaedtebund, şêwezarî ew herêmey Allmanîya ke zimanewanan diwatirê nawyan na Mittelniederdewtscih lew naweyeda kira be axa û bere bere pelû poşî dehawêşt bo naw nawçekanî zimanî allmanî nêwerrast û xerîk bû tengî pê hellçinê. Belam hellweşanewey ew fêderasyone bazirganîye bû be hoy westandinî peresendinî ew şêwezareş lenaw sinûrekanî xoyda.

Leserdemî zimanî înglîzîy nêwerrast Middle Englisih (dewrûberî salanî 1066 -1500), şêwey axaftinî şarî Lenden, ke gewretirîn şar û nawendêkî bazirganîy girîng bû, xoy beser hemû şêwezarekanî dîkey zimanî înglîzî da sepand, belam le heman katîş da xoy mutirbe dekird be wişemenîy hemû ew nawçaney ke danîştuwekanîyan hatuçoy lendenîyan dekird. Bem çeşne şêwezarî Lenden kira be biragewreyek û wek dellên bû bezmanî compiromise wata hemû layek pêy razî bûn.

Zimanî kurdî

Ca be umêdî sûd wergirtin lem kurte mêjuwey ew zimanane, ba bigerrêynewe bo wilatî xoman û bizanîn çi rêgayek heye bo sûd wergirtin le ezmûnî zimananî dîke.

Her wek pêştirê basim kird, hîç şêwezarêk wek takesiwar bergey şalawî allugorrî jîyan nagirê. Wişemenî her şêwezarêk ba çend dewllemendîş bê, her sinûrdar e. Xobestinewe be wşey yek şêwezar yan eweta pekit dexa yan tûşî bekarhênanî wişey laydet dekat yanîş naçarit dekat dabinîşît û bîr le darriştinî wişey niwê bikeyitewe. Xwastinewey wişey bêgane û darriştinî wişey niwê dîyardeyekî zor asayî û tendirust e û hemû zimanêkî pêşkewtûy emrro em rêgeye degirin bo xoguncandin legell rojgarî xoşirrew da, belam ba carê berdê leser em pirsîyare dabinêyin ta kijî dêt û degerrêynewe serî.

Ziman û gîrûgiriftî ziman zaniest e û nakirê be sojî neteweperwerîyewe destî bo bibeyit, çunke eger ewe bikeyit ewa be derdî ereban deçîn ke wetey be bîrman dê basî yekîyetî sîyasî ereb, deken keçî her asinî sard dekutinewe, çunke her le berayî da be helle û bê pilanêkî maqull û aqilane destîyan pêkird katê Cimal Ebdalnasir hat û yekser destî be wihdey sîyasî kird le nêwan Mîsir û Surîya, belam çunke ew wilate niwêye ke nawyan na Allcimhurîye Alirbîye Almithde le ser binaxeyekî hîsabî wirdbonekiraw da binîyadinirabû û bezorî û beşêweyekî nasirûştî dasepênirabû, serî negirt û çend be xêrayî û bepele damezira, ewha-ş be xêrayî û bepele tepî û rima. Berawejûy ewe, to eger serincêk bideyte pirrosey damezirandinî yekêtîy ewrûpayî-EU debînî ke le sallî 1956 be kobûneweyekî nêwan şeş wilatî Ewrûpay rojawa le Roma destî pêkird û komellêkîyan damezirand be nawî Bazarrî Hawbeş-common market le paşan kira be Komellî Abûrî Ewrûpayî-EEC, le paşana gumirkîyan kird be yek, înca destîyan be hengawî sîyasî kird û parlemanî ewrûpayî û encumenî Ewrupayîyan damezirand, le paşanda paseportîyan kirde yek û wa zorbeyan dirawîşîyan kirdote yek.

Ca wek ke deybînîn, ewrûpayîyekan karekey xoyan zor be plan û beşêneyî kird, dûr le sozî netewe perwerîy û mallekey xoyan le ser binaxeyekî zor pitew û hîsabî wirdbokirawda xişt bexişt binîyad na ke wa serî girtiwew ûserîş degirêt. Em nimûne sîyasîyem boye hênayewe taku kurdîş nek her le biwarî yekîyetî mîllîyewe ke emeyan babetî basekey min nîye, bellku le biwarî yekîyetî zimanîşewe kellkî lê werbigrêt û peyrrewî bikat.

Zimanewananî kon û niwêy kurd û bêgane çend şêwezarêkî serekîyan bo zimanî kurdî destnîşan kirduwe ke mebestî min lêreda ewe nîye biçime naw axnîyanewe, belam pêm waye zurbey zimanewanekan rêk in le serewey ke ewrroke sê dîyalêktî serekî le zmanî kurdî da bo qisekirdin be kardebirdirên, kurdî bakûr (kirmancî), kurdî nêwerrast ke behelle le naw xellkda nawî soranî lênirawe û dîyalêktî Goranî-zaza. Belam min bo asankarî têgeyiştin soranî bo kurdî nawerrast û kirmancîş bo kurdî bakûr be kar dênim, xoy raste ew sê dîyalêkte emrro le seranserî Kurdistanda qiseyan pê dekirê, belam ewey rastî bê tenha soranî le Êraq û Êran û kirmancîş le Turkîya û Surîya bûnete şêwezarî zall û xoyan feriz kirduwe. Le berewe ew rêgaye asantirey ke min le berayî da basim kird ewe ye ke debêt dan be waqîy dû Kurdistanî zimanî da binêyin, debê bîrokey yek Kurdistan û yek zimanî standard le bîr bikeyn (her nebê carê). Lew dû Kurdistane zimanîyeş da dû lehce be pirroseyekî mêjûyî nek be birrîyarî sîyasî xoyan dasepanduwe: soranî le Kurdistanî Êraq û Êran, kirmancîş le Kurdistanî Turkîya û Surîya. Ew dû şêwezare le dezgakanî dewllet û le mîdîya le xwêndingakan da be kar debirdirên. Rastî kurdayetîş her eweye ke kirmaşanî û hewramî û xaneqînîw feylî û badînanî û şikakî le êraq û êran û zazaş le Turkîya le dam û dezgakanî dewllet (eger hebû) û le mîdîya û le xwêndingakan da ser bo şêwezare zallekey lay xoyan dabinewênin û xoyan perawêz biken. Min em qisane be bê bellge nakem û hîwadar im qisepêkeranî kirmaşanî û Goranî û şikakî û badînanî û zazayiş em boçûnem be demargîrîy bo soranî werinegirin, çunke nimûneyekî zîndûm wa le berdest daye ke ezmûnî serkewtûy dîyalêktî soranîye.

Emrroke le Kurdistanî Êraq û Êranda soranî şêwezarî zall e û ew soranîyeş le ser binaxey dîyalêktî Silêmanî binîyad nirawe. Dellêm le ser binaxey Silêmanî çunke şêwey axaftinî Silêmanîş wek 50 sall lemew pêş nemawe û gorranêkî zorî be ser da hatuwe. Rast nîye emrro miştumirr le ser ewe da bikirêt boçî şêwezarî to standard bê, hî min nebê? Eger wabîrbikeynewe debê her şarêk û standardî xoy hebêt. Xogirêdan be nawçeperistî, lem ruwewe, tenha tûşî kolanî bin bestman dekat. Aya dekirê to hemû şarêkî wilateket razî bikeyit? Her çonêkî bê, ba bezeyîman be xomana neyetewe, eme nek her le Kurdistan bellku le hemû cîhanîş da her wa buwe. Dellên le zemanî Osmanîda şêwey her şarêkî turk lewey dî cuda buwe, belam diwatir şêwezarî Esitemboll ke le hemû ewanî dîke parawtir û modêrntir buwe û şêwezarî mêtropollî împiratorîyeteke buwe kira be şêwey nûsîn ke emrro pêy dellên turkî esitembollî (Istanbul turkcesi).

Xosepandinî şêwezarêk, le nûsîn û xwêndin da, kirdewey şewîrrojêk nîye, bellku pirroseyeke eger be sedanîş nebê be deyan sall dajiwa ta cêgîr debê. Le Kurdistanî nêwerrast da pêm waye şêwey Silêmanî ew mercey be tewawî têda buwe, le kurdî bakurîş wata kirmancî lam waye şêwey Botanî goyekey birdotewe.

***

Cêyî amaje ye goranîbêj û roşnbîrî nawdarî kurd Homer Dizeyî çendîn karî le buwarî mozîk û goranî da pêşkeş be hunerî kurdî kirduwe û bo mawey çend salêk le beşî kurdî radyoyî Dengî Emerîka karî kirduwe.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Kultur
Weşandin: 2008-11-12
Xwendin: 18039
 

ZIMAN   
Gelo ez ”bêm” yan ”bihêm”? (2012-11-27)
Ziwan û dîyalektê kurdî (2012-07-13)
Duzimanî (2011-01-02)
Ji kurdîya tirkî ber bi kurdîya kurdî ve (2010-10-28)
Bengi Yildiz: Li Kurdistanê zimanê yekê yê resmî dê kurdî be (2010-10-12)
Ziman bingehê nasnameya kurdî ye (2010-05-05)
Şovenîzma soranî û efsaneyên wê (2010-03-24)
Alfabeya Celadet Bedir-Xanî bûye sîmboleka neteweyî (2009-10-05)
[îdiyom] Mirov »banqeyê dişelîne« yan jî »banqeyê tazî dike« (2009-06-24)
Rastnivîsandina veqetandekên zimanê kurdî û tewangên wan (2009-02-27)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Çima “Carbekir” û ne “Cêrik”? (2008-01-02)
Zimanê ”gird = mezin” bo hemû kurdan (2007-12-04)
Yeknetewebûn ne bi zimanê yekgirtî ye (2007-11-26)
Zimanê qels tune ye – kurdê/a qels heye (2007-10-10)
Kurmancî zimanekî NRyî ye (2007-05-03)
Bibliografiya nivîsarên li ser zimanê kurdî (2006-02-22)
Koka zimanê kurdî (2006-02-08)
Îdiayên Ferhad Şakelî bêbelge û nezanistî ne (2005-11-20)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org