Barzanî û Erdogan dê bi minasebeta ”Şeb-î arûs” li Konyayê bicivin
» Mewlana siyasetmedaran li dor xwe dicivîne
KONYA, 17/12 2013 — Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê vê êvarê wekî mêvanê xweser yê serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Konyayê beşdarî ahenga ”Şeb-î arûs” ya Mewlana Celaleddînê Rûmî bibe.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî wekî mamê xwe serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Melayê Cizîrî, Mewlana Celalledînê Rûmî û klasîkên rojhilatê hez dike û gelek şi‘rên Melayê Cizîrî û Mewlana Celaleddînê Rûmî ji ber dizane.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û wezîrê derve Ahmet Davutoglu di hevdîtinên berê yên digel Nêçîrvan Barzanî de pêhesiyan ko Barzanî aşiqê klasîkên rojhilatê û kesên wekî Mewlana ye û lewra Erdogan serokwezîrê Kurdistanê dawetî vê ahenga ”Şeb-î arûs” kir.
Mewlana mirinê wekî gehiştina yarê yanî wekî ”Şeb-î arûs” bi nav dike û ev wuslet bi fedakariya berdewam ya di jiyanê de destpê dike û heta mirinê berdewam dike.
Mewlana Celaleddînê Rûmî bi eslê xwe bajarê Belxê yê Efxanistana îro ye û 30-ê îlona 1207-ê çêbûye. Berhema herî naskirî ya Mewlana dîwana wî ”Mesnewî” ye û bi farisî hatiye nivîsandin. Mewlana 17-ê kanûna-yekê sala 1273-yê li Konyayê wefat kir.