[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan
» Abdulkadir Bîngol
CÎZÎRA BOTAN, 5/2 2017 — Gotineke tirkan heye: “Fikra derwêşî çi be , zikrê wî jî ew e.” Ez jî gelek caran, nexasim wan demên ko diketim nav cih û nivînan, beriya ko razêm diketam di nav xeyalên kûr û dûr de. Xeyalên zaroktiyê. Lehîstokên taxa Torê, Xarika Bayiraxa, gera li sûk û çarşiyên Cizîra berê. Min dixwest ko hema carekê tenê jî be bila ev zemana malkambax ji holê rabûya, disa çûbûma wan deman. Erê, bi wan xiyalan min çavê xwe digirt.

Min hew dît ez li ber Sûka Nû, nêzî mizgefta Şêx Abid im. Sibeh zû bû. Zarokên bajariyan di ber milê wan de nanê germ ê firinê û di destê wan de jî sîrika di nav kaxezê de pêçayî, ber bi malên xwe ve diçûn. Bêhneke xweş a nanê firinê dihat ber difna min. Ew bên ewqas xweş bû ko min qet nedixwest ew bêhn ji ber difina min biçûya. Ji wê bêhnê diyar bû ko ez nêzî firinekê me. Du gavan ez çûm, bi rastî jî min firin dît. Firina Sebriyê Sêkeko (rehma Xwedê lêbe). Ez hinkê li ber firinê rawestiyam. Sebrî li firinê bû. Nanê xweş ê germ bi destê xwe derdixsit û ji zarokên ko li dorê de bûn re diavêt. Destê wî be re dişewitî, bere jî xwêdana xwe paqij dikir. Ez ji wî derbas bûm, hatim ber dikana Hacî Reşîdê Emerê Helo (rehma Xwedê lêbe). Ez çi bibînim baş e; Hacî Reşîd wek her rojê li ber masa xwe rûniştiye. Li ser masê jî nêzî deh qotiyan hene, her yek ji wan qotiyan pereyê hûr tê de ne. Her qotiyek ya muşteriyeke wî ye ko hatibûn ber dikana wî da tiştê wan bifiroşe.

Ji nişka ve çavê min li şekirê pembû ket ko li ber mizgefta Şêx Seîdê Emer Bajarî difirot. Cenabê Şêx Seîd (rehma Xwedê lêbe) bi wî kincê xwe sipî ve li ser dika mizgeftê dihat û diçû. Zarok jî dibeziyan, da destê wî maçî bikirana. Ez ji wir vegeriyam serê ruknê Sûka Nû min nihêrî Feqeyê mala Yemanan (rehma Xwedê lêbe) di destê wî de mûçik, ji sîtilê mastî mûçikê tijî dike û dîsa vala dike û di ber de jî dike qîr û hawar: “Masto û rasto!” Zilamek ji bo ko mêst bikire hat li ber sindoqê sekinî, ji kula dilê xwe re herdu tiliyên xwe xiste nav mêst û paşê bir ber devê xwe û tam kir, ka şirîn e yan tirş e. Min hew dît Silêman (min efû bikin mecbûr im bêjim Silo Kiçî) di destê wî de hin goşt heye, di ber min re derbas bû. Silêman hem li goştê xwe dinêrî hem jî li mişterîkê dinêrî ka nafiroşe. Bi işq û şewq dixwest goştê xwe ji dest xwe derxîne da ko di ser wî de nemîne Lewre wê demê sarincok (buzdolabî) nebûn, qesaban diviya goştê xwe di wê rojê de bifiroştana, yan jî wê sifto bibûya, êdî nedihat xwarin. Ez ji wî borîm min dît Zakirê Hacî Xazî di destî wî de hin birinc heye nîşanî dikandaran dike. Birincê çiya. Eeeeh çiqas xweş bû ew birinc! Xwelî li ser birincê îro, ma ev birinc e!!!

Ez ji wî jî borîm min Hacî Mihemedê Bozê. (gelek ji min hez dikir, min jî gelek jê hez dikir) dît (rehma Xwedê lêbe). Di destê wî ya bimbarik de tizbiyekî dirêj û ser hev zikrê Xwedê dikir. Piştî wê ez çûm ber dikana Hacî Evdirehmanê Mele Mûsa. (Min ji wî jî gelek hez dikir. Ji ber ko ew jî weke min evîndarê Mewlana Melayê Cizîrî bû.) Hacî Evdirehman (rehma Xwedê lêbe.) fotêra wî li ser serê wî bû. Ez çûm ber dikana Hacî Gûndiz û borî ber dikana Egît Gûn. Ew jî di nav dikana xwe de dihat û diçû. Pêşberê wî jî Dîndarê (Dîdo) mala Hacî hesenê Ulyê hebû. (Dîndar zavayê min jî bû ha! Keça xaltîka min Xeyrîye pîreka wî bû) Dîndar ji ber ko gelek qelew bû, nedikariya rabûya û rûnişta, çeqolat û gofretên xwe danibûn derve. Dema zarok dihatin hema ji xwe re dibirin û pere dianin hundir û didanê. Ax ew sutliyên wî, ax ew gofretên wî çiqas xweş bûn.

Min hew dît pîrekeka Koçer, li pêşiya wê sê kerên barkirî, barê wan dar bû. Pîrekê ew dar (êzing) anibûn bajêr da bifroşiya. Yekî gazî kirê:

— Xwihê, xwihê! Xweya daran, xweya daran!

— Libê!

— Her sê barê te bi çiqasê?

— Her sê hem bila ji te re sih banqnotan be.

— Ne wele bila bîstan be.

— Hoooo! Pa wele li wê sûka henê bîst û heft dane min, min neda.

— De ka ne ji min, ne ji te, bila bîst û pêncan be

Ko wana holê bazara xwe dikirn ez jî ji wan dûr ketim, êdî ez nizanim ka ew li hev hatin an na!

Ez hatim serê çaryanê, rehmetî Hacî Ebdirehmanê Axê (Yigit) li dikana xwe ya li serê ruknî rûniştibû. Ez çand gavekê di Sûka Solkeran de çûm, ez li ber dikana Hacî Cehfer Sabûncî ya terzîtiyê hinkê sekinîm, min silav dayê, lê dengê min seh nekir. Min Hebeşê Sîrkê (rehma Xwedê lêbe) jî dît, li ber maseya xwe rûniştibû, hem dûyê çixara xwe dikişand nav dil û hinavê xwe, hem jî li yên dihat û diçû dinêrîya ka wê sîrikê bikirin an na. Min hew dît Hemedê Avê (em Cizîrî ji navê Muhemed re dibêjin Hemed, wek çawa Şirnexî jî dibêjin Miheme). Hemedê Avê (rehma Xwedê lêbe) dikir qîr û hawar: “Ava şevnivistî!!!”

Taybetmendiyeke Hemedê Avê hebû ko wî avfirotin ji xwe re kiribû pîşe. Karê xwe mezin kiribû. Şerbik û denên wî yên ko av bicemidandana hebûn. Hê şev amadeyiya xwe dikir, ava xwe dicemidand û dianî sûkê. Ji ber ko tê de qeşa nebû û bi yek carî sirûştî bû, dikandaran hewceyiya xwe ya avê li cem wî pêkdianîn. Ji bilî Hemedê Avê hin avfiroşên dî jî hebûn. Bi giştî ew zarok bûn. Qalibek qeşa (bûz) dixistin sitilka xwe û dianîn sûkê. Ji ber ko ew gelek cemidî bû, ehlê gundan bêtir berê xwe didan wan û av ji wan dikirîn. Tasek ji wê avê du çerxiyan, ango deh qurîşan bû. Bes carînan gundiyan bi wan re bazar dikir û sê tas bi 25 qurîşî dikirîn.

Ez hatim serê ruknî ber dikana Hacî Ebabekirê Zêringer (rehma Xwedê lêbe). Ew û birayê xwe û şagirtên xwe karê zêrî dikirin. Ji wir jî hatim Sûka Xaceyan. Ez di ber dikana Hacî Evdilqadir Sapan (rehma Xwedê lêbe) re derbas bûm. Hacî di nav giregirên mûrîdên Seyîd Muhemed Qedrî de bû. Xwedê jêrazî wek her carê dîsa melûl bû, diyar bû ko di serê xwe de qesîdeya Seyîd Muhemed Qedrî ya “Ketime ber çeperê, çav li xezalê ketim fewr” dixwîne. Li tenişta wî yek hebû (min ew nas nekir) dikir qîr û hawar û şebeş difirotin. Werin şebeşa! Werin şebeşa! Şertê kêrê, şertê kêrê! Heft çexa, heft çexa, heft çexa! (yanî çerxî, çerxî pênc qurîş bû, 7 çerxî dibûn 35 qurîş) Min li aliyê dî yê şahrêyê nihêrî Mihemed Salihê Pakîta (rehma Xwedê lêbe)… Xwedê jê razî min pakêtên sor jê dikirîn. Wê demê pakêt 70 qurîşan bûn. babê min sê rib, ango 75 qurîş dida min. Ez diçûm min paketek dikiri, 5 qurîş di ber de dima, ew jî ji min re bû. Bîn bereket. Xurabiyek pê dihat.

Ez di ber çayxaneya Birho (rehma Xwedê lêbe) derbas bûm. Henekçiyên Cizîrê tijî çayxaneyê bûn. Hin sîrika kiçan danibûn ber xwe, hin firingî, xiyar û şebeş jî, hem dixwarin hem jî tiqetiqa wan bû. Ez di şûna xwe de vegeriyam. Hêj ez dûr neketîm min min hew dît bû reqreqa kursiyan. Tu nabêjî li qehwexana Birho bibû şer. Li wan deman şer gelek hêsanî bû. Seba tiştekî gelek biçûk şer derdiket. Ez li benda şerî sekinîm, ka yên şer dikin kî ne, ne kî ne.

Ka di nav wan yên şer dikirin de mirovên min hene an na. Gerçî hem derfeta min a têwerdana şer nebû hem jî ez ji zikmakî dijê şerî me. Xasma wek yekî neteweparêz û mensûbê netewek bindes qet naxwazim şerê birayê xwe yê Kurd bikim. Lê îstîsna xaric. Namûs ne tê de. Axir ji wir hatim çaryanê, min dît Mekin (rehma Xwedê lêbe) erebeya xwe ya dest tijî kiriye û bi eşq û şewq berê xwe dide wê dikana xwediyê tiştan. Hê ez ji wî neborîm min dî Mîmîyê Hemal (rehma Xwedê lêbe) dibêje “berre, berre!”

Hacî Evdilah û Hacî Xelîl Saticî (rehma Xwedê lêbe) yên birayên hev mêtro di destê wan de bûn û şihade dipîvan. Haya wan ji bayê felekê tinebû. Di pêşberî wî de Hacî Mihemedê Ferfo pêlavên xwe di ber dikana xwe rast dikir. Li aliyê din Hacî Salih Deger (rehma Xwedê lêbe) û kurê wî Sileh ê yaqişîqlî (rehma Xwedê lêbe) dikana xwe ya paqij hê paqijtir dikirin. Di pêşberî wî de dikana Hacî Xazî. Hacî Xazî bi wê rihdîna xwe ya sipppî û bimbarik li ber deriyê dikanê rûniştî bû, kurên wî...

Heyf û mixabin, ez ji xewê şiyar bûm.

Bi hêviya xewneke dî…

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADIR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2017-02-04
Xwendin: 13215
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
Rojnameya "Şerq û Kurdistan" (2015-03-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org