[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe
» Ivan Turgeniev bi xwe rêya jiyana xwe bijart
 
STOCKHOLM, 21/8 2017 — Nivîskarê rûs Ivan Turgeniev dibêje her feylesofek nabe romannivîs, lê belê divêt her romannivîsek bi awayekî feylesof be, an jî bi kêmanî nêrînên wî yên kûr di asoyên felsefeyê de hebin. Turgeniev dibêje: Roman bi felsefeyê dewlemend dibe, romannivîs nikare wêneyekî jiyanê şêwe bike bêyî ko wî wêneyî bêxe çarçeveyeke felsefî de.

Felsefeya Ivan Turgeniev diyar e, rengê reşbîniyê di berhemên wî de serdest e, jixwe navê lehengê Turgeniev di romana wî “Bav û zarok” de Bazarov Nihîlîzm e.

Bazar gotineke bi koka xwe farisî-kurdî ye, teteriyan ji tirkan standiye, paşê ketiye nêv zimanê rûsî. Rûs ji sûka vekirî ya gelêrî re dibêjin ”bazar” lê peyva bazar wekî îdyom jî bi kar têt, dema behsa bûyereke aloz û tevlihevbûyî dibe dibêjin "bûye wekî bazarê". Turgeniev jî aloziya rewşê, tevliheviya hest û ramanan di kesayetiya Bazarov de neqişandiye, ango Turgeniev bi zanîn ew nav li lehengê xwe kiriye.

Nihîlîzm felesefeyeke reşbîn e, dibêje jiyan êş e, dawiya jiyanê fenabûn e, piştgirên vê felsefeyê wê wekî realîteyekê dibînin, Ivan Turgeniev jî reşbînekî realîst e, ji fantazî û xeyalan hez nake lê belê ne realîstekî monoton e, zimanê wî yê edebî zêde spehî û tenik e. Turgeniev li ser zimanê lehengê xwe dibêje:

— Carinan mirov ji nêşkê ve li xwe hişyar dibe, dibîne ko sal bi lez wekî xewnekê borîn, bûyerên jiyana mirovî wekî fîlmekî li ber çavên wî derbas dibe, ew êdî bûye 40, 50 an jî 60-salî, hejmara berevajî destpê dike, kesereke kûr dikêşe, bi xembarî li mirinê dihizire.

Bazarov, kesayetiya serekî ya romana "Bav û zarok", xwendekarekî unîversîteyê ye, diçe gundê hevalê xwe, malbata hevalê wî dewlemend e, xwediya gundekî ye, hingê ne ji mêj ve koletiya cotkaran bi biryareke fermî qedexe dibe. Di axaftina di navbera Bazarov û mezinên gundî de, cidahiya raman û nêrînên herdu nifşan diyar dibe, nifşê berê yê tradisyonel ko ji guhertinê ditirse û nifşê nû ko piştgirî û serkêşiya prosesa guhertinê dike. Turgeniev aloziyên klasên civatê û dubendiya di navbera herdu nifşan de, radixe ber çavan.

Turgeniev ji malbateka esilzade ye, bi sedan cotkaran wekî kole di erdê malbata wî de kar dikir, dema diya wî mir, milkê malbeta wî jêre ma, hingê Turgeniev ji Elmanyayê diçe gundê xwe û cotkarên malbata xwe ji koletiyê rizgar dike. Yên ko Turgeniev ji nêzîk ve nas dikin dibêjin ko wî raman û xewnên gencîniya xwe, di kesayetiya Bazarov de pêşkêşî xwendevanan kiriye, Turgeniev jî dibêje wî hêvî dikir ko ew di gencîniya xwe de bi qasî Bazarov bi cesaret bûya û hertim ya dilê xwe bigotiba.

Di temenê çilsaliyê de Turgeniev romana xwe nivîsand, ramanên wî kûr in, diyalog jî têrhest û balkêş in. Ivan Turgeniev wekî psîkologekî jêhatî kesayetiyên romana xwe analîz dike, ji ramanê bêhtir giraniyê dide hestan û dibêje:

— Hest pir giring e, hest çiraya ramanê ye, hemî caran pêwîst nake ko mirov helwêstên xwe bi awayeke lojîk rave bike, carinan hest tenê têrê dike ko mirov qencî û xirabiyê ji hev derêxe, bi rêya hestan rastiyê nas bike.

Turgeniev romana xwe "Bav û zarok" di navbera sala 1860 û 1862-ê de belav dike, hingê tevgera fikrî li Rûsyayê zêde aktiv bû, civata rûs li ber dergehê guhertinên mezin bû, Ivan Turgeniev ko beşeke mezin ji jiyana xwe li derveyî Rûsyayê borand, ne digel guhertinên radîkal e. Turgeniev dibêje: Çi pêwîstî pê heye ko em lehiyeke xwînê birêjînin eger rêyên aram û aştiyana yên guhertinê hebin.

Turgeniev rexneyan li herdu nifşan digire, sîstema kevin red dike, lê di heman demê de li dijî şoreşên xwînî ye, dibêje: Welatên rojavayê Ewropayê bi çend gavan li pêş me ne, qet ne kêmasî ye ko em bidin ser şopa wan, ji metod û pêşketina wan fêdeyê wergirin.

Helwêsta Turgeniev bû sedema minaqeşeyên berfereh, nexasim wê hingê hestên neteweperweriya rûsî zêde xurt bû, neteweperwerên rûs digot: ”Turgeniev dixwaze ko em çavgirtî bidin ser rêya rojavayiyan, nasnameya xwe ya tradisyonel wenda bikin, ew xwe edî wekî rûs hest nake, bûye rojavayî.” Turgeniev jî bi ruheke îronîk bersivê dide û dibêje: ”Balkêş e, aqilê mirovan têrê dike ko kêşeyên matematîkê û ka çawa erd li dora rojê dizîvire fêm bike, lê hest û helwêstên mirovên jixwecida fêm nake.

Dibe ko ti nivîskarên rûs bi qasî Ivan Turgeniev behsa tradisyon, kultur û jiyana rûsî di nivîs û romanên xwe de nekiribe, lê berhemên wî piranî ne bi zimanê rûsî, bi inglîzî, fransî û elmanî navdar bû, lewra dijayetiya neteweperweran li hemberî wî dijwartir bû. Dema ko Turgeniev serdan diçû Rûsyayê, gencên xwîngerm bi gotinên nexweş pêşwazî lê dikir, ev jî bû yek ji sedemên dudiliya wî ko vegere Rûsyayê. Ivan Turgeniev jiyana xwe heta mirinê (1883) li rojavayê Ewropayê, li Elmanya û Fransayê borand.

Di heman dema ko xeleka civakî li Rûsyayê li derdora Turgeniev teng dibû, stêrkên lîteratura fransî wekî Jules Goncourt, Gustave Flaubert û George Sand li Parîsê bi himbêz û qeflên gulan pêşwazî lê dikir. Sala 1878-ê kongireyeke lîteraturê ya navneteweyî li Parîsê pêk hat, ji nav gelek nivîskarên balbilind Ivan Turgeniev wekî birêvebir û serokê kongreyê hat hilbijartin.

Kêm nivîskarên rûs wekî Turgeniev di jiyanê de, hêj sax, li rojavayê Ewropayê qedr û qîmet dîtiye. Çawa ko Fyodor Dostoyevsky bi "Birayên Karamazov" û ”Anna Karenina”, Tolstoy bi "Şer û aştî", herweha Turgeniev jî herî pir bi romana xwe "Bav û zarok" navdar bû. Romana Turgeniev “Bav û zarok” yek ji stûnên edebiyata rûsî ye. Turgeniev dibêje:

— Rola lîteraturê ne ew e ko bibe bersiva hemî pirs û tirsên mirovî, lê divêt ko lîteratur ji hûrgiliyên jiyana xelkê, ji realîteyê dûr nekeve, pirsgirêkên veşartî bide pêş. Ji kontrastên kesayetiya Turgeniev, bi qasî ko ew realîst e, ewqasî jî tenik û hestbar e, li hemberî sojîna dilê xwe jî şoreşgerekî radîkal e. Turgeniev jiyana xwe digel êşa evîndariyeke bêhêvî derbas kir.

Baweriya Bazarovê nihîlîst qet bi hestên evîndariyê nedihat, dilê wî jî bi agirê evîndariyeke dijwar disoje, bîrûbaweriyên wî serûbin dibe. Bazarov ji bo hestên evîndariyê û prensîbên xwe bi mêrxasî li ber xwe dide. Jiyana xwe heta mirinê di xizmeta xelkê xwe de diborîne, Turgeniev behsa mirina Bazarov dike, dibêje:

— Evîndarî û mirin du bûyerên herî giring in di jiyana mirovî de. Evîndarî zora hemî ramanên reşbîn dibe, hêviyên spehî diafirîne, mirin jî her çiqasî tehl e, ewqasî jî ji bo berdewamiya jiyanê pêwîst e. Dema mirin bi serbilindî di ber helwêst û ramanên hêja de be ew serkeftin e.

Turgeniev ji welatê xwe dûr bû, lê belê pencereya komunîkasyonê di navbera wî û Rûsyayê de her vekirî bû, agah ji hemî bûyerên ko li welatê wî diqewimîn hebû, bi pirsgirêkên civata xwe jî zêde diêşiya, nivîsandinê hestê ewlehiyê dida canê wî yê êşiyayî. Turgeniev dibêje:

— Di bêhnikên xemgîniya kûr de, mirov zelaltir êşa derdora xwe dibîne, mirov çiqasî bizane ewqasî jî diêşe. Mirov ne egoîst be, bextewarî jî zehmet e. Divêt mirov li paş xwe nenêre, çavan bigre, ji xwe pê ve ti kesî nebîne, li ti kesî nehizire, tenê wê hingê dikare jiyaneke aram û bextewar bijî.

Turgeniev heta dawiyê li ser helwêsta xwe ma, Ji boyî wî ji bextewariyê giringtir ew bû ko mirov xudanbiryar û displîn be. Turgeniev dibêje:

— Ti caran derfetê nede ti kesî ko serkêşiya aqil û jiyana te bike, bi xwe rêyên jiyana xwe hilbijêre. Ne bextewar lê serbilind be, li hemberî zordariyê têkneçe, li hemberî êşa xwe jî bihêrs be, tu dê rojekê zora wê êşê jî bibî.

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Weşandin: 2017-08-21
Xwendin: 21015
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
Rojnameya "Şerq û Kurdistan" (2015-03-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org