HEWLÊR, 9/2 2008 — Gelek caran ez jî wekî Xaniyê biheştî mame di hîkmeta Xudê da ka çima kurd nebûne dewlet. Lê bi rastî çima? Em dizanin ko hema ji çaxê navîn ve Ehmedê Xanî ev pirsyar kiriye di edebiyata kurdan da, lê ji ber ko kurd pirranî nexwenda in, ez bawer im çi kesekî bi awayekê rêkxistî û sîstematîk li pey bersiv an bersivên vê pirsyara jiyarî (girêdayî man û nemanê, vîtal) negeriyaye. An bi kêmanî min çi lêkolînên ji vî coreyî nedîtine, eger hebin jî.
Cihnasiya Kurdistanê di dîroka werar û pêşdaçûna mirovan de cihekî pir pir giring e. Destberdana ji nêçîrê û komkirina pancarî û destpêkirina cotkariyê û jiyana gundan (çandin û terşîdarî anko xwedîkirina heywanên xwemalî) li cihekî destpê bûye ko dibêjinê “heyvika zaxdar”. Piraniya deverên vê “heyvika zaxdar” niha parek ji erdê Kurdistana mezin in. Ew heyvik li rojhilatê ji zincîreçiyayên Zagrosê destpê dike û ber bi rojavayê ji axa Kurdistanê derbasî herêmên navîn yên niha Navduroyan (Mezopotamiyayê) û deverên Şamê, Libnanê û Felestînê dibe.
Xelkê ko ev kar di dîroka mirovantiyê da kiriye li ser wê axê jiyane ko niha kurd lê dijîn. Ew bi xwe kurd bûne an ne, ne zelal e. Jixwe destpêbûna cotkariyê li demekî bûye ko hebûna kurdan wekî neteweyekî li wî çaxê wesa kevnar ê berîdîrokê bi rastî cihê şik û gumanê ye. Lê bi her awayî be, xelkê ko li ser vê axê jiyaye her nebe mîratgirê wê ferheng û kultûrê bûye. Çima xelkên vê deverê (bi neteweyên nekurd ên ko niha akinciyên wê ne) niha ji paşdamayîtirîn xelkên vî gundê cîhanî ne. Lê her nebe xelkên hevsiyên kurdan dewletên xwe hene ko kurd ji wê jî bêpar mane.
Gelek sedem dikarin wekî binas û sûçên vê paşdamanê bihên rêz kirin: çiyayîbûna Kurdistanê û zehmetiya peywendîkirinê di navbera eşîrên kurdan da, cihê gelek giring yê Kurdistanê di xerîteya cihnaskî-siyasî (jeopolîtîk) ya herêmê da ko ew dikir armanca hemî mezinhêzên cîhana kevin û a nû, hatina tirkan û pismamên wan moxolan, şkestina osmaniyan di dorgirtina Viyennayê da.
Lê bi rastî, eger ev sedem li kar jî bûbin, ew tiştên dîrokî ne û çûne. Çima niha jî kurd wesa bê çare û bextreş mane? Erê dema wê nehatiye ev rûpela tarî ya dîrokî bihêt hildan û rûpeleka geştir an hema rûpeleka spî bihêt vekirin? Heta kengê em bi mantiqa tawanbarkirina erd û esmanan, sererd û binerdan, mirovan û jimeçêtiran, Xudê û Şeytanî, Selahedînî û Çengîzî, Atatirkî û Sedamî, dîrokê û cihnasiyê, ... dê barê guneha xwe ya muhtemel li ser milên xwe havêjîn?
Eger em destan ji berçêla van sedemên heyî û neyî ber bidîn û di nav xwe da li binas û sûçê bigerîn, ez bawer im maka hemî sûçên kurdan temaşekirina xwe bi çavê xelkê ye. Di dîroka nûdema kurdan da, hergav kurdan bi çavekê kêm û tenê li deriya tenga çavên xelkekê dî li xwe, ferheng û kultûra xwe, dîroka xwe û baweriyên xwe temaşe kiriye. Jibo hemî tiştan me xelkê dî wekî pîvik girtiye û me xwestiye wekî qelereşekê meşîna wan biyanên derdora xwe ko di çavên me da wekî kewan xuya bûne fêr bibîn.
Ji bo mînak, niha ez ne bawer im li hemî Kurdistana mezin sed kes hebin ko dîwana Melayê Cizîrî bê şaşî bixwînin. Tu hema ji fêmkirina wê mepirs! Li hemî Kurdistana mezin tu sed kesan nabînî ko bi diristî bizanin ka zimanê kurdî heye an zimanên kurdî? Ji wan sed kesan (eger hebin jî) çend kes hene ko wêrekiya eşkirakirina raya xwe hebe?
Li hemî Kurdistana mezin 100 kes hene bizanin bi hemî devok an “zimanên kurdî” biaxivin? Li hemî Kurdistana mezin çend kesan Mem û Zîn ji serî heta binî xwendiye? Li hemî Kurdistana mezin çend kesan li şeş mehên bihurî romaneka kurdî xwendiye, ne! Hema romanek bi kurdî xwendiye? Çend kes ji “profesorên” zimanê kurdî li zanîngehên Kurdistanê zêdetir ji devoka xwe devokeka dî ya kurdî dizanin?
Di van hemî waran da em wekî zaroyên hêtîm û sêwî çav-li-devê rojavayian bûne. Wan ji bo xwe lêkolîn kirine û me jî gelek caran bi bihîstina navnîşanên wan lêkolînan xwe zana û serwext dîtîye.
Heta kengê ev rewş dê berdewam bike? |