[ ŞEMÎ, 2024-12-21 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Stêreka dî ya Cizîrê xuricî – mirina aliman mirina alemê ye
» Seyda Mele Evdilkerîm Ozervarli wefat kir
 
CIZÎRA BOTAN, 29/4 2015 — Îro ne tenê kolan û şahrêyên Cizîra Botan digirîn; hemû medrese û mizgeftên wê jî bi Mem û Zîna xwe ve, bi Birca Beleka xwe ve, bi mela û feqiyên xwe ve digirîn; hemû xemgîn in, dilşikestî ne. Seyda Mele Evdilkerîm îro wefat kir.

Ew sohbetên ko Rîsaleyên Nûrê tê de dihatin xwendin û ew civatên ko behsa qesîdeyên Mewlana Melayê Cizîrî tê de dihatin kirin ji îro pê de wê xwe sêwî hîs bikin. Ji ber ko yê hem pisporê wan hem jî evîndarê wan êdî nîne.

Ez behsa Seyda Mele Evdilkerîm dikim. Belê, Seyda Mele Evdilkerîmê Hacî Seîdê Evdêyê Evdilqadir, ango Abdulkerîm Ozervarli îro berê sibê, li nexweşxaneya Qoserê (Kiziltepe) nefesa xwe ya dawî da û ji nav malbata xwe, ji nav dost û havalên xwe, ji nav wê Cizîra ko gelek jê hez dikir bar kir û berê xwe da welatê xwe yê rasteqîn, welatê bab û bapîran, alema Berzexê. Înna lîl-Lahî we înna îleyhî racîûn. Em yên Xwedê ne, em ê dîsa vegerin ba Wî.

Belê ka em serê pêşî Seyda nas bikin:

Seyda Mele Evdilkerîmê Hacî Seîd ko paşnavê wî bi tirkî Ozervarli ye kure Hacî Se’îdê Evdêyê Evdilqadirê Helîma Melê ye. Evdilqadir jî kurê Mihemed e, ew jî kurê Şêx ‘Elî ye. Şêx ‘Elî ji Mûsilê hatiye Cizîrê. Seyda di sala 1932-an de li navenda Cizîrê hatiye dinyayê.

Mele Evdilkerîm cara ewil Qur’ana pîroz, mewlûd, Nûbihar û dîwana “Mem û Zînê” ya Şêxê Xanî li nik Hacî Selîmê Zêringer û kurê wî Hacî Evdirehman Goral xwend. Piştre li nik Mele Brahîmê Qersî, Şêx Umerê birayê Şêxê Zahid, Mele Brahîmê Sewîq û muftiyê berê yê Cizîrê Mele Mehmûd Bilge xwendina xwe domand. Di sala 1951-ê de derbasî Başûrê mezin bû û li navçeya Zaxoyê û li gundê wê Baviyayê li nik Mele Ehmedê Zaxoyî, Seyîd Hesenê Girikî û Mele Ehmedê Bêsîrî xwend. Di sala 1953-an de ji bo leşkeriyê vegeriya welêt.

Di leşkeriyê de jî ji xwendinê dûr neket û li nik Mele Huseynê Bîngolî dersa zimanê farisî dît. Piştî leşkeriyê jî xwendina xwe dewam kir. Li nik Şêx Seyda, Seyîd ‘Eliyê Findikî û Mele Yûsufê Dêrşewî ilmê xwe xilas kir. Herî dawiyê di sala 1964-an de destûrnameya xwe ya ilmî ji Mele Yûsufê Dêrşewî wergirt.

Di sala 1955-an de li gundê Wehsidê (Verimli) qederê salekê melatiya fexrî kir. Herwiha di heman salê de dest bi tedrîsatê jî kir. Di sala 1956-an de li navenda Cizîrê, li mizgefta Mushefa Reş dest bi melatiya fermî kir. Piştî salekê tayina wî hate Mizgefta Hacî Hafiz ya li taxa Kelehê. Heta malnişîniya xwe li wir xizmet kir. Li wan mizgeftên ko melatî kiriye de, digel melatiyê tedrîsat jî kir û gelek kes li ber destê wî gihan. Di sala 1983-an de malnişîn bû.

Gelek taybetmendiyên Seyda Mele Evdilkerîm hebûne. Di nav wan de:

Ustad Bedîuzeman û Rîsaleê Nûrê

Seyda gelek û gelek bi Ustad Bedîuzeman Mela Seîdê Kurdî û berhema wî ya gewre Rîsaleê Nûrê ve girêdayî bû; mirov dikariya gotiba ko evîndarê wan bû. Ji ber ko gelek sûd ji Rîsaleê Nûrê û ji heqîqetên di wan de wergirtibû ko eva hanê di her sohbetên wî de bi rehetî xuya dikir. Seyda bi devê Rîsaleyan diaxivî, di sohbet û weezên xwe de mînanî gelek melayên dî tiştên ko eqil û mentiq jê negirtana, ango wek çîrokên Benî Îsraîliyan nedigot. Ji ber wê çendê ew însanên ko ne di wê astê de bana sûd ji sohbeta wî wernedigirtin.

Lê belê, ev feqîr jî tê de yên ko ji wê kaniya ava heyatê ya wê berhema gewre têr û têr vexwarîn bawerim ji sohbeta wî têr nedibûn. Ji ber wê çendê mirov dikariya gotiba ko ekîbeke xas a Seyda hebû. Seyda her û her beşdarî dersên rîsaleyan dibû. Hetanî dawiya temenê xwe jî ew helwesta xwe domand. Di dema xwe ya kaliyê de jî bi gopalê xwe digirt û berê xwe dida medreseyê. Di dersê de jî gelek bi baldarî guhdarî dikir. Dema meseleyeke zor derketiba, me tevan çavê xwe li Seyda digerand, ka wê çawa şîrove bikira û wê wateyeke çawa dabûyayê.

Mewlana Melayê Cizîrî û dîwan

Kehniya ko Seyda jê vexwarî ne tenê Rîsaleê Nûrê bû, dîwana Mewlana Melayê Cizîrî ya tijî işqa îlahî jî di pirtûkxaneya wî de ciheke wê yê girîng hebû. Seyda derbarê dîwane û qesîdeyên Melayê Cizîrî de adeta pispor bû. Zanîna wî ya zimanê Farisî jî bê guman ev derfeta jêfêmkirina dîwana Mewlana Melayê Cizîrî dabûyê. Seyda ji bilî dîwana Melê, dîwana Hafizê Şîrazî, ya Mela Camî û Se’dê Şîrazî jî bi kar dianî. Yekî ji derva hatibûya Cizîrê û pirsa dîwanê kiriba, bawerim navnîşana ko wî berê xwe dabûyê Seyda bû.

Malbata wî

Seyda bi malbatî xelkê Cizîrê bû. Adeteke xelkê Cizîra Botan heye ko gelek qedr û qîmetê didin ehlê ilmî lê belê ew bixwe zarokên xwe danaynin ber xwendinê, ango zarokên xwe nedikirin mela. Ji ber wê çendê melayên Cizîrê hema bêje hemû ji derveyî Cizîrê, xasma ji çiyayê Botan û ji deşta Torê dihatin. Lê Seyda mustesna bû.

Îlm û tedrîsat û mizgeft

Taybetmendiyeke din a Seyda teqwaya wî û girêdana wî ya bi ilmê wî û bi mizgeft û cemaeta wî ve bû. Bi rihdîna xwe ya bimbarik û bi şaşika xwe ya spî û bi kincên xwe yê din ê layiqî melayan ve jixwe serê pêşî peyameke erênî dida kesên pêşberî xwe. Di vê dema ko melayên xort ên li ser wezîfeya xwe jî nediçûn mizgeftê bo nimêja cematê ya sibehê, Seyda digel ko malnişîn bû extiyar jî bû, lê dîsa her sibeh berê xwe dida mizgeftê bo cemaetê. Seyda wekî gelek melayên din piştî malnişîniyê dest ji pîşeyê xwe yên ilm û ders û tedrîsatê berneda, hetanî wefata xwe berdewam kir. Dema wî ya zêde li mizgeftê derbas dibû.

Gelek bîranînên min ên derbarê Seydayê min de hene. Di nav wan de :

Sala 1989-90 bû. Li navenda Cizîrê du gerîlla şehîd bibûn. Yek ji wan şehîdan jî xelkê Cizîrê ê bi navê Emîn bû. Ez ji bo sersaxiyê çûbûm mizgeftê (li Cizîrê bi giştî taziye li mizgeftan tên danîn). Seyda jî hat wir. Dest bi weezê kir. Jixwe diviya mijar derbarê şehadetê de û sebrê de bûya. Seyda hinkê fikirî. Diyar bû ko dîwan di serê xwe de gerand û gerand. Di dawiyê de malikeke dîwanê ya mijarê baş şîrove bikira ji devê wî derket.

Îd e w hebîbê nezre lê
Yan dê bi qurban bî Melê
Ya Reb bibînim roj holê
Sikkîn di dest qesabî da

Seyda paşê dest bi şîroveya malikê kir ka çi pêwendiya wê bi şehîdî ve heye:

“Îda” haciyan, ango “îda” Qurbanê li ser me de hat. Dilbera min jî li xwe nezir kiriye ko qurbanekê serjê bike. Nebit ko dilbera min ji dêl pezekê ve Melê serjê bike û bike qurban. Pa xwezî ev xeber rastbûya! Rebbiyo! Ji min re bike nesîp ko li min bibe sibeh û ez bi çavê xwe bibînim ko qesap ji wê tê û di destê wî de kêr heye!???

Seyda dixwest bigota ko tişta herî xweş ew e ko yek di rêya hezkerê/a xwe de canê xwe bide. Wek çawa Mewlana Melayê Cizîrî jî xwestiye ko di riya yara xwe de bêt serjê kirin vî gerîllayî jî xwestiye ko di riya dilbera xwe de, ango di riya Kurdistanê de canê xwe bide, şehîd bibe.

Gelek taybetmendiyên Seyda yên ko min pê ve girêbidana hebûn. Serê pêşî dostê bavê min bû. Têkiliyên me yên malbatî hebû. Herwiha ji sala 1980-ê vir ve em ser hev de dihatin û diçûn. Hindik jî be min li ba wî ders jî xwendiye. Lê belê min gelek ji sohbetên wî mefa kiriye.

Sal 1984 yan jî 1985-an bû. Demsala havînê bû. Ji ber ko roj dirêj bûn, piştî mesaiyê em ekîbek ko di nav de ez û Dr. Mesût Tûzûn, mamoste Muhemd Goral em diçûn mizgefta Hacî Hafiz ba Seyda. Li wir Seyda ji me re dîwana Mewlana Melayê Cizîrî dixwend û şîrove dikir. Ew dem gelek xweş bû.

Min li ba Seyda "Biharistana" Mela Camî ya Farisî xwend û çendik ders jî ji "Gulistana" Şîrazî bûne nesîbê min.

Ez bixwe xibteyê ji jiyana Seyda dikim. Temeneke dirêj, hemû di riya ilm û irfanê de, di riya tedrîsat û perwerdeyiya zanyariya dînê îslamê de, di riya cemaet û mizgeft û fetwa û şîretan de derbas bû. Bi rastî ev nabe nesîbê her kesî.

Belê Seyda, tu çûyî û te em hiştin sêwî. Te berê xwe da welatê bab û bapîran. Bawer im tu niho li cem bapîrê xwe Evdêyê Evdilqadir ê serokê xortan î. Sohbeta we germ e.

Seyda, em ê jî li pey te bên, li benda me be. Bi hêviya hevdîtinê….

Berhemên wî:

1. Gulistana Se’diyê Şîrazî ji zimanê Farisî wergerandiye zimanê Kurdî. (Ji hêla Nûbiharê ve hat çapkirin)

2. Ferhengeke kurdî, tirkî, erebî û farisî amade kiriye, bes ew jî li benda çapê ye.

Ji bilî zimanê dayikê yê kurdî; tirkî, erebî û farisî ji dizane. Seyda zewicibû û babê şeş zarokan bû.

Mela Evdilkerîm îro çû ber rehma di Rehmanî
Wefata wî ji bo hezjêkeran derd û keder anî

Evîndarê Dîwanê bû digel Rîsaleê Nûrê
Ji bil wê jî Mem û Zîna nivîskar Ehmedê xanî

Welatperwer bû hêja bû ji malbatek esîl bû ew
Mekanê wî bibit Firdews Xwedê lêkit dilovanî

-----------------------------------
Nivîskar: ABDULKADÎR BÎNGOL abdulkadirbingol@gmail.com
Weşandin: 2015-04-29
Xwendin: 29045
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Heşt rojên şerê xendekê – I (2015-10-09)
Di Dîwana Melayê Cizîrî de tirk (2015-03-05)
Çandeka me ya windabûyî – savarkelandin û danîçêkirin (2014-11-02)
Qesîdeya Mewlana Cizîrî ya “Xelqo! Li min kin şîretê!” (2014-01-24)
Rojek ji wan rojên reş (2013-12-28)
Tevgera PYD-ê û destekirina wê ya rejîma Esedî (2013-12-04)
Li Cizîrê kevneşopiya aşîranê (2013-11-08)
Panela Roj bi Roj Seîdê Nûrsî (Kurdî) û Rojên Cizîrê (2013-10-20)
Zimanê kurdî dîsa sêwî ma (2013-09-18)
Axx – ka cejnên berê (2013-08-24)
Remezanên berê (2013-07-13)
Ker dikevit dûvik li xweyiyan e (2013-07-02)
Henekên berê yên Cizîra Botan (2013-06-11)
Spêdeyên derewîn û rastî û kurd (2013-05-19)
Hinek taybetmendiyên zimanê kurdî (2013-04-15)
Parlamentera ”kurd” û laîsîzma wê (2013-03-29)
Nêrîna siyasî û TV-yên kurdî (2013-03-14)
Şaşbikaranîna peyvika “Awir”ê (2013-02-26)
Li Cizîra berê şûkirin û jinanîn – 4 (2013-02-16)
Mela Seîdê Kurdî û (ne)seyîdbûna wî (2013-01-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org