[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

buy naltrexone online cheap

naltrexone buy online go buy naltrexone online

generic cialis

cialis generic name lasertech.com
Rewşenbîr û tabloyeke rewşenbîrên kurd
STOCKHOLM, 12/10 2005 — Rewşenbîr kî ye, di nav civatekê de mirov ji kê re dikare bêje rewşenbîr, aya çi ye ko mirovê rewşenbîr ji kesên din cuda dike?

Bersîva van û hin pirsên din di vê çerçewê de hertim di nav civatê de hatine munaqeşekirin. Lê li ser vê kategoriya civakî lihevkirineke hevbeş nîne.

Dihête zanîn, di nav civatê de rewşenbîr bi xwe çînekî pêknaînin. Lê ji hemî çînan takekes di nav vê kategoriyê de cih digrin. Rewşenbîr dibin zimanê fikir û berjewendiyên cûr bi cûr. Bi karê xwe yê eqlî, fikrî û lêgerînê, ji ferdên civakê yên din cuda ne, heta radeyekî bi şêweyeke abstrak pirs û pirsgirêkên civakê munaqeşe dikin, didin munaqeşekirin. Heger mirov rol û xebata rewşenbîran di çarçoweya fikir û eqil de bibîne, wê gavê dîroka çêbûna vê kategoriyê, ji me gelekî bi dûr û kevin dest pê dike. Ango ji feylesofên kevin bigire heta bi rewşenbîrên îro rêçeke mezin û kevnare xuya dibe. Weke potansiyel kesên xwende û xwedî fikir ronakbîr in, lê her însanekî xwende bi karê fikir û afirandina fikir ve mijûl nabe. Ji ber vê yekê hejmara mirovên ronakbîr di nav civatê de gelekî pirr nîne.

Di nav civatê de li ser rewşenbîrên kurd û rola wan bêşik hatiye nivîsîn. Li vir bi gelemperî rola rewşenbîr di çerçeweya pirsgirêka netewî ya kurd de û li ser rola rewşenbîrên Kurdistana Bakûr dihête rawestin.

Rewşenbîrên civatekê berê herkesî li ser pirs û pirsgirêkên civatê dinivîsin, difikirin û munaqeşe dikin. Ji ber karê wan ev e. Madem hiş, fikir û rewşenbîr sê gotinên bi hev ve têkel in, wê gavê wacibiya karên di vê çerçeweyê de her barê rewşenbîran e.

Herweha di şirovekirina pirs û pirsgirêkên civatê de, derecaya yekemîn rewşenbîr xwediyê berpirsiyariyê ne.

Her rewşenbîrek li gora bîr û raya xwe, bi dîtinên xwe di nav civatekê de mecbûrê bingehekî xwe yê taybetî ye. Her ew cihê xweser dibe hoya hişazahiyê. Bêşik ev nahête vê maneyê ko kesên rewşenbîr di tu warî de nikarin bi kesî re kar bikin, an jî di nav kolektîvîteyekê de cih bigirin. Lê divê bête gotin, rola wî/wê ya rexnelêgirtin, ronîkirin, şirovekirin û lêhûrbûn li ko dibe bila bibe, gereke nehête guhertin û windakirin. Gava ev rola wî/wê jê bihête girtin fonksiyona rewşenbîr berze dibe; û li cihê rewşenbîriyê karmendî dest pê dike. Di rejîmên dîktator, rêxistinên totalîter de hin caran ji ronakbîran karmendî hatiye xwestin û çi mixabin hin mirovan wazîfeya nîşankirî qebûl kirine û bûne berdevkên kardarên xwe. Bi vê şêweyê ji hişazahiyê xwe paşte dane, an jî mecbûrê xwe wekêşanê mane!.

Wek misilman dibêjin, mirovê rewşenbîr li ser pira siratê dimeşe, ango riya wî/wê şiverê ye, bi xwe rê û fikrên xwe diafirîne. Kesên ko li ser riya xwe bitirsin û weciniqin! nikarin bi hişazayî bibin hoyê nuhkirin, xurtbûn û pêştebirina pêlên ramaniyê. Herweha rexnelêgirtin û munaqeşekirin ne tenê li hêlekî mêzekirine. Zordestî, neheqî û bêedaletî ji kê derê tê bila bê, divê mirovê rewşenbîr wacibiya xwe ya rexnelêgirtinî ji dest bernede. Ango divê cot stendard nebe.

Rewşenbîr ne kesê wergêr e. Divê di fikir û afirandinên nuh de xusûsiyetên xweser, yên taybetî, xwediyê giraniya berhemên ronakbîr bin. Helbet ji dewlemendiya ramanên kesên din û ji gencîneya ramanî û kulturî sûd wergirtin pêwist e. Lê kesê ronakbîr divê li gora pirs û pirsgirêkên civata xwe ramanên nuh yên pêwist biafirîne. Xwe ji dubarekirina fikir û teoriyan biparêze. Ji vî aliyê xwe ve mîna hunermendekî vejêner û bi pênûsa xwe ronakbîr be. Ji xwe pirs ne afirandin an jî peydakirina fikrên mutleq e. Di prosesa fikrî de ji bo mirov û civatê, ya girîng raberzîn (munaqeşekirina), ronîkirin û lêhûrbûna pirsgirêkan e; bihêzkirina zanîn û ramanê ye, firehkirina çerçeweya munaqeşeyan e. Ma gelo diyarkirina çewtiya rastiyê û rastiyan! ne karê rewşenbîr e?

Rewşenbîrên kurd

Li ser rewşa ronakbîrên kurd nivîsîn helbet ne karekî hêsa ye. Ev nehêsayî ji hevbeşiya civatê, zehmetiya rewşa kurdan ya li Tirkiyeyê û ji penaberiyê dihêt. Lê ligel van dijwariyan divê bête gotin ku, cih û rola rewşenbîrên kurd bi giştî hewceyê munaqeşeyê ye. Yên ko civatê munaqeşe dikin û li ser ramanê radiwestin divê karibin rewş û rola xwe jî munaqeşe bikin. Bi gotineke din divê rewş û rola wan bête munaqeşekirin. Aya rewşenbîrên kurd pêwistiya ko ji rewşenbîrekî dihête xwestin bi cih tînin an na? Gelo rewşenbîrên kurdan ji bo civata xwe rola xwe pêk dihînin? Ango bûne rewşenbîrên civaka xwe?

Munaqeşeyên ko di derheqê rewşenbîrên kurdan de, di çerçeweyeke teng de dihêne kirin û pirrê caran nahêne nivîsîn, mirovî raberê dîmeneke(tabloyeke) rengîn dikin. Herçiqas ev bîr û rayên derbareyê rewşenbîr û nivîsevanên me de zêde xwediyê bingeheke lêkolînî nebin jî, lê di warê rewşa rewşenbîran de fikrekî didin mirovî, an jî hasil dikin. Bi kurtî ev dîmena ko bi munaqeşeyan derdikeve holê, li vir bi şêweyeke din, ango bi nivîsê dihête gotin. Di xwendina vê kurte nivîsê de, mimkun e dîmenek guhertî ko dil pêxweş nabe û em napên derkeve holê. Armanc ne li ser takekesan nivîsîn û munaqeşe vekirine. Armanc munaqeşekirin û lêgerîna rol û pêwistiya vê kategoriyê ye û di vî warî de berbiçavkirina rastiyê(realîte) ye. Ez bi xwe gava li ser vê pirsê fikirîm, min xwe di hin waran de xerîb hîs kir. Mimkun e hoyên vê yekê di nav rêzên jêr de bihête dîtin. Herweha pirr mimkun e ko gelek kes hin aliyên xwe di nav paragrafên jêrîn de bibînin. Lê ya girîng zelal kirina vê mijarê ye. Belê, ka em binêrin wêneya ko derdikeve ber çavên mirovî û dîmena ko dixuye, çawa ye.

1- Melayên me, yên ko li medreseyên klasîk ders wergirtine û bi giranî bi şêweya îlîm û olî perwerdebûne: Rewşenbîrên civaka kurd yên mahalî ne. Têkiliyên wan bi civatê re germ û xurt in. Bi zimanê gel û bi şêweyeke ko gel fahm dike pirsan şirovedikin. Hizirkirina wan bi zimanê wan yê zikmakî ye. Ji klasîkên kurdan yên edebî haydar in. Di çarçoweyeke teng de difikirin, konserwatîf in, ango di pêwistiya şirovekirina gelşeyên civakî de ne xwediyê ramanên ayende ne. Ji bajaran bêtir li gundan dimînin û mêla wan zêdetir li ser gundan e.

2- Rewşenbîrên xwende, yên ko di dibistanên ”nûjen” de xwendine û bi zimanê tirkî difikirin: Kismek ji wan hewldanên ber bi zimanê kurdî nîşan didin. Lê di prosesa hizirkirinê de xwe ji tirkî fikirandinê rizgar nekirine.

- Nimûneyek: Bi xwe ne bawer e. Her cara ko nivîsekê binivîse çend entellektuelê bi nav û deng ji xwe re dike heval û şahid. Xwe dispêre wan. Dibêje ”heger hûn ji min bawer nakin, vaye ji we re çend kesên bi nav û deng”. Bi kêfxweşî zanîna xwe diyar dike. Di nivîsên xwe de feylesofên qedîm, entelektuel û navdarên heyî hertim bibîr tîne. Bi vê awayî em haydarî deryaya zanîn û ramana rewşenbîrê/a xwe dihesin û pê kêfxweş dibin! Pêwist nabîne zêde bifikire. Rastiyên ko bi gelemperî dihêne qebûl kirin dubare dike. Berê ko li gundê xwe di nav gelê xwe de bê naskirinê, dixwaze li bajarên mezin û bi taybetî li Ewrûpayê bi nav û bang be. Ji kevirên mermer gelekî hezdike. Heger ji ber wan keviran carna bilikume jî, zû bi zû acizbûna xwe eşkere nake.

- Rewşenbîrê/a çep; bê pêxemberan nikare bifikire. Lê xwe jî ji pêxemberan dizane. Ji ayetan gelekî hezdike. Her cara ko devê xwe vedike melayê gundan tîne bîra mirov. Bi zimanê gel nafikire. Bi zimanê gelê xwe hizirkirin û axaftinê kareke giran dibîne û gava bi zimanê xwe yê zikmakî dipeyîve, ziman di dev de diwerime. Di prosesa hizirkirin û afirandinê de bi gelşeyên civata xwe qîma xwe naîne. Berz û kûr difikire. Çareserkirina pirsgirêkên civata xwe, di çareserkirina gelşeyên okyanosê de dibîne. Pirr enternasyonalîst e!. Ji xwe mecbûrê vê usûlê ye. Lewra ”zanîna”! xwe ya kûr û fireh ji dergah û deryaya pêxemberên wê dinyayê wergirtiye. Derveyî ramanên deryaya xwe zêde napeyîve. Ji teorî û îdeolojiyê pirr hesdike, lê fikrên xwe bi dinyayê naguhere! Di vî warî de çîroka du bizinan tîne bîra mirovî!

- Rewşenbîrê/a devşewitî; ji pêxemberên xwe yên kevin gelekî aciz e. Lê ji mentalîta fikirandina berê, xwe rizgar nekiriye. Dixwaze fikrên nuh biafirîne lê pirr lezok e. Sebra lêhûrbûnê nîşan nade. Dikare xewna xwe ya duhî-şeva berê-, wek teoriyeke nuh pêşkêş bike. Heger piştê çend rojan xewneke nuh bibîne, divê mirov mat nemîne. Fikrên wî/wê li ber vexwarinê meze(pêvexwarin) û li ber xwarina giran jî dikarin bibin saleteyeke baş!

- Rewşenbîrê/a pîkbûyî (tehmandî); bi xwe kurd e, lê xwedî li etnîtiya xwe ya netewî dernakeve. Zane ye, lê berhemên wî/wê ne ji bo rehên wî ne. Enternasyonalîstekî biyanî ye. Di bingehê xwe de ji enternasyolalîstî tûre dibe, lê ji bo xatirê pîka xwe, bi dil û can xwe bi şaxa xwe ve girêdide, da ko karibe rehên xwe ji bîr bike û xwe jê bi dûr bixe! Ji ajên hevetnogrûbiya wî/wê nebin, dê tu car bîr nebe ko kurd e! Derdê wî/wê, yê giran nekarîbûna bilêvkirina dengên tirkî wek tirkekî ye, ”Rojhelatiya” wî/wê bela serê wî/wê ye.

- Rewşenbîrê/a çepikçî; ”ji govendê hezdike”, lê ji ber nekarîbûna rîtmî nakeve nav govendê. Li kêlekekî disekine, her cara fersend çêbe baş çepikan lê dide. Heger bê hemdî û bê wext çepikan lê bide jî li xwe nagire. Dixwaze hevalên wî/wê, hemî mîna wî/wê û bi heyecaneke mezin beşdarî xebatê bibin. Pirr realîst e! Ji ber realîstiya xwe newêre gaveke çewt bavêje. Dizane ko şiverê teng e.

- Rewşenbîrê/a ”kurdçî”; bi vî navî tê naskirin. Tirkî baş dizane. Kurdî, ango zimanê neteweya xwe an nizane, an jî hindik dizane. Fikrên xwe yên derbareyê kurdan bi zimanê tirkî dinivîse, lewra ji bo kurdan be jî ”tirkî” difikire. Bi deh salan e, beşdarî karê polîtîk bûye û ji bo rizgariya gelê xwe hewl dide, lê ji bo fêrbûna zimanê gelê xwe, zimanê xwe yê zikmakî wextê wî/wê nîne! Gelo kesek xêrxwaz heye ko trajediya vî/vê rewşenbîrê/î ji min re îzah bike!

Herê tu bi xwedê ma di vê dîmenê de we tu rewşenbîrên kurd dîtin? Bê şik rewşenbîrên kurd hene. Lê di maneya xwe ya ko divê mirov rewşenbîr be û pêwistiyên ronakbîriyê bi cih bihîne, rewşenbîr hene an na, ez bi xwe nizanim!

----------
Armanc, hej. 159

-----------------------------------
Nivîskar: SERDAR ROŞAN
Weşandin: 2005-10-12
Xwendin: 4378
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Bi xatirê we û agahdarîyeke kurt! (2009-10-05)
Ava feratê diçe (2009-09-30)
Gelo nivîskarên edebî sêrbaz in? (2009-09-18)
Me hişekî hevbeş divê! (2009-08-26)
Gelo kurd dê bibin bilûrvanên tirkan, an ...!? (2009-08-01)
Em dest ji dewleta Medan an dest ji efsaneya Dehaq berdin!? (2009-07-06)
Forma roman û novelê (2009-06-23)
Bêdengkirina sîlehan û çareserîya pirsgirêka miletê kurd (2009-03-27)
Fîrdewsî, Dehaq, efsane û realîte (2009-03-12)
Spas bavo – spas Elîyê Mele Tahîr (2009-03-09)
Siwarê hespê xelkê timî peyar e! (2009-02-22)
Dilê kurdan nîne ko bibin milet û newrozê di roja wê de pîroz bikin! (2009-02-16)
Her tişt ji bo mêran! – suneta keçan! (2009-01-03)
TRT-ya kurdî dê bibe rêveker ji bo hestên neteweyî (2008-12-28)
TRT û kanala kurdî (2008-12-23)
Heftê horî û pirjinîya simbêlboqan (2008-12-06)
Jîyan bê te tehl e! (2008-11-23)
Xeyala reşikan pêk hat, dora me ye! (2008-11-06)
Gelo civat bi darê zorê dibin milet!? (2008-08-21)
Kevnehukumranên dewleta tirkan bêçare ne! (2008-07-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org